MÛQEDDÎME (PÊŞEK)
Feylesofê namidar, Eflaton (Platon / 427-347 b.m.) dibêje: ku "şî'r reng û rewşekî wehy û îlhama îlahîye, ji mebde' û mîsalekî rûhanîye, siroştî û wicdanîye." Ku ew jî yanê: "şî'r nerx û rûmetekî hunerîyê herî bi qîmet û giranbihaye, bi taybetî şî'ra 'erûzî, ku walatir û balatirê hemî cûrên wî hunerê wala û balaye»; Şî'r û helbesteyên Xani jî, Gewherên bê hembtayên wî hunerê hêjane, durrên yektayên wê derya bê payan û bê ser û pa ne. Ku ew jî yanê : "Ehmedê Xanî, pîrê neteweyê wêjeya kurdî ye, seyda û mamostayê wî ye" Ji wan dem û dewranên geş û xweş û cuwanên ku me di bihişta war û zozanên Kurdistanê da borandin; dema şagirtî û feqitî û talibîtîya me (xwendin û tehsîla me ya destpêkî û navînî û bilind) di wan medrese û zanîngehên wê yên pîroz da (15-16 sal), dema mamostatî û seydatîya me ya ji wan pîrozegahên 'ezîz ra. (ku ewî jî, 10-11 salan dewam kir). Hêj ji wan dem û dewranên 'eziz û pîroz da, pirûsk û çirûskên meyl û mehebbet û şewq û zewqa edebî, qabilîyyet û îst'idada rist û înşada şî'rî û kelejenî ya xîtabî, .di tînet û siroşta min da dixuyan û diçirûsîn -bi bîr û bawerîya û de'w doza netewî ra- dikeliyan û diteyîsîn; 'eleqe û peywendîyên min bi edebîyyata 'erebî û farisî û klasîkiya kurdî ra, roj bi roj keltir û geştir dibûn, pêşvetir diçûn, ku : « Belgeyên edebîyên wek mû"elleqatê seb'e û meqamatê Herîrî û Dîwana Îbnû-l Faridê û kullîyatên Şêx Se'dî şîrazî û dîwana Mewlana Camî û Hafizê Şîrazî, Dîwana Melayê Cizîrî û Mewlana Xalidê Şehrezûrî, Mem-û-Zîna Xanî, Yûsûf û Zelîxa, Leyla û Mecnûn û yên wekî wan » bibûn dersên bingehîyên edebîyên medrasa min; bibûn duruf û nîşan û sembola wî ya taybetî. Di vî esnayê da (di wê navberê da) çend perçe ji gufte û helbestêyen Xanî yên xezelî û felsefî bi destê min ketin, pirr diqqet û bala min kişandin; ku ez bi salan bi pey wan -bi pey dîwana Xanî ya ku min navê wî bihîstibû- ketim, li her der û warî, li her gund û bajarî, lê gerîyam; lê sed mixabin! Ku dîwana Xanî, ji alîyek da wekî teyrê 'Enqa bû (îsmekî bê mûsemma bû), ji alîyek din da jî, -wekî teyrê Tawûs, li gelek deran gelek perrên wî yên rengîn û pîroz weşîya bûn û mabûn. Ku min wan perrikên wî yên pîroz, ji medreseyên herêmên Kurdistanê yên cûr be cûr, ji mela û mûderris û hozan û wêjevanên kurd -yek bi yek- berhev kirin û civandin û mûhafeze kirin. Hetta -wek ku Adem pêxember ji cennetê avêtin- me jî, ji bihişta Kurdistanê avêtin û jê dûr xistin; -di sala 1993an da-, em mecbûrê îltîca (penaberî) ya bal Ewrûpayê va bûn, ku di wan çend salên dawîyên wê jiyana bi taybeti da, me wan durr û gewherên giranbihayên wî kana Xanî, ji qirêjayî û leke û kêmasiyên îhmal û xeta û tevlihevbûyîn û şaşîyan pak û paqij kirin, teshîh û durust kirin, tertîb û tenzîm kirin, ku -bi temamî nebe jî- pirrê qesîdeyên wî, hatin civandin û jê Dîwana Xanî mûteşekil bû; me şerh û şirûve û îzaha wan jî kir, ku ji wî -jî, ev berhema bi navê « Şerha dîwna Xanî, felsefe û jiyana wî » peyda bû; naveroka wî 'îberetê ji van mesele û xal û mijaran e: 1- Şerh û rave û şirova Dîwana Xanî, beyan û îşaretên bal cîhetên Xanî yên edebî û millî û felsefî û tesewwûfî. 2- Hinek ji cîhet û xal û nuqteyên girîngên kurd û Kurdistanê yên kevn û nû, ûrf û adet û nerx û qîmet û rewş û rûmetên wan ên tarîıxî û netewî û hunerî, bîr û baweriyên wan ên olî û felsefî. 3- Lîstok û pîlan û dekk û dolabên dijmin û dagirgerên Kurdistanê, texrîbat û tehrîfatên wan. 4- Tehlîl û şirovekirinên îlmî û felsefî ji hinek pirsegirêk û meseleyên girift ên olî ra -wek meseleyên qeder û wehy û îsra û mî'rac û mû'cîze û xarîqe û xêr û sewab û 'îqabên ûxrewî, hîcab û cîhad û tiştên wekî wan-. Ku -wek mifteyên `îlmî û felsefî- mirov dikare : bi wan îzah û tehlîlan, kilîtên derîyên dadayîyên pirr meseleyên mûxleqq û mûbhem ên dinên jî veke û sirr û razên wan bibişkêve. 5- Felsefa Wehdetî-î wûcûd û Wehdetî-şşûhûd dê, ku bi dirêjayî li ser wî hatîye sekinandin; bîr û baweriya Xanî û Melayê Cizîrî û mûtesewwûfên wek Hellac û Îbnu-l Farid û Mûhyyîddînê 'Erebî û Ceylî -derheq wî da-, hatine beyan kirin. 6- Bi kurtî be jî- gelek felsefe û ekolên felsefîyên şerqî û xerbî, dîn û mezheb û bîr û baweriyên sensikrîtî, -bi taybetî yên Mezopotamyayî û Kurdistanî -wek Hîndûîzm û Bûdîzm û Tawîzm û Jenîzm û Konfuçyuîzm û Şîntoîzm û Platonîzm û neoplatonîzm û mîtraîzm û Alawîzm û kakaîzm û Êzdîzm û Manaîzm û dînê Zerdeşt û dînên Arîyanîyên din. 7- Çend belge û numûne û mînakên tarîxî û edebî. Ez bawer im ku bi vê berhemê, şopekî nûh hatibe vekirin, we yan -bi hindikayî be jî- teşwîqa bal şopekî nûh va, teşwîqa bal vekirina şopekî nûh va hatibe kirin. Temennî û niyaza min ewe ku ji ber û fêkiyên baxçeyê wî yê rengîn, pesend û daxwaz bên niqandin, têkilê nepesend û ne'ecibandîyên wî ne bin, pêpes nekin û ne herçiqînin, kêmasî û nûqsaniyên me bibexşînin ! Ku mûkemmelîyyeta mûtleqq, pesendîtî û xweşewîstîya her tiştî ji her kesî ra ne mumkîne, her kes bi angorî xwe, bi angorî mezaq û meşreb û bîr û bawerîyên xwe difekire û, di vê û dixwaze -divê ku wilo be jî-!.. Em, ji her tenqîd û rexneyan ra jî vekirî û amade ne, bê tirs û bê endîşe ne, ji her teswîb û teqdîran ra jî minnetdar û mûtteşekir hene. Bi dildarî û rêzdarîyên derûnî, silav û sipas!..
A. Durre |