La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Pırsa Kurdan (1891-1917)


Auteur :
Éditeur : Roja nû Date & Lieu : 1999, Stockholm
Préface : Pages : 496
Traduction : ISBN : 91 7672 049 7
Langue : KurdeFormat : 140x200 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Laz. Pir. N°1979 Thème : Histoire

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Pırsa Kurdan (1891-1917)

Pırsa Kurdan (1891-1917)

M. S. Lazarev

Roja Nû


Lêkolina çavkaniyên ji deste pêşın bûye bingeha vê xebatê. Dokûmentên Wezireta Karên Der ya Rûsiya qeyserî ji bona me yên here gıranbûha ne. Ewana dı Arşîva Siyaseta Der ya Rûsiyayê (ASDR) da hene. Di fondên ASDR da gelek malûmatiyên giranbûha hene derheqa hal û demên Kurdistanê û navçeyên cinar da, ewana herwaha ali wê yekê dıkın, ku rola pirsa kurda di peywendiyên navnetewi da, siyaseta dewletan lı Rohilata Nêzik da binıne ber çava.

Malûmatiyên derheqa siyaseta hundur ya wan welata da, di nav nıvisarên wan konsûlên rûsa da hene, yên ku di navhendên rohilata Imparatoriya Osmanî û roava Iranê da kar dıkırın, wek nimûne, li Erzurumê, Wanê, Bitlisê, Bazidê, Bexdayê, Mûsilê, Tewrêzê, Ûrmiyayê (Rizayi), Xoyê, Soucbûlakê (Mehebad], Kêrmanşahê. Ew malûmeti pirani dı van fonda da hene: "Balyoz xana lı Konstantinopolê", "Textê Tirkiyê yê nû", "Textê lranê yê B", "Arşiva siyasi", "Nivisxana wezireta karên der". Ew nıvisarên konsûla serkaniyên ...



PÊŞGOTINA WERGERVAN


Karê ku kurdzaniya Sovyetistana berê (nıha ji ya Rûsiyayê) kiriye, dı cihanê da deng daye. Sêktora kurdzaniyê ya Lêningradê (Sankt-Pêterbûrga niha), Laboratoriya lêgerinên kurdi ya Moskvayê (ev herdu nıha perçên lnstitûsa Rohilatzaniyê ya Akadêmiya Rûsiyayê ne), Para kurdzaniyê ya lnstitûta Rohilatzaniyê ya Akadêmiya Ermenistanê û yên mayin di nav gelek salan da bi zimanên cihê-cıhê derheqa dirok, ziman, folklor, erf-edetên kurda da bi deha pirtûk weşandine.

Ya gıring ew e, ku ez· hemû ocaxên kultura kurda cva 40 sali zêdetir e, ku yên resmi ne û ji aliyê dewletê da tene idarekırınê. Ango, karê kurdzaniyê bi awaki sistêmatik û profesiyoneli hatiye kırınê. Eva çend sal e, ku yeke mayin ji ser wan da zêde·bûye - Navenda lêkolinên kurdi li Moskvayê.

Belê, keda kurdzanên navdar akademik İ. Orbêli û Şekroyê Xudo, profêsor Qanatê Kurdo. M. Lazarev, Heciyê Cındi, M. Rûdênkoyê, Zera Ûsıv, Y. Vasilyêvayê, Çerkezê Xudo (Bakayev) İ. Smirnovayê, M. Hasratyan û yên mayin gerekê gori xebata kıri bê şêkırandınê. Lê gelo ew karên ku kurdzanên li Rûsiyayê û Ermenistanê kirıne, çiqas gihiştiye gelê me, çiqas bi kurdi hatine wergerandınê? Gelek hindik! Jı ber wê ji mın biryar kir destpê bıkım vi karê piroz bı kurdi wergerinım, bıkıme mılkê gelê me. Û mın ji vê pırtûkê destpê kir, jı ber ku di nava vê "govenda" kurdzana da ciyê serekê Laboratoriya lêgerinên kurdi lı Moskvayê, profêsor M. S. Lazarev taybeti ye. Ewi di nava 40 salên xebata xwe ya profêsiyonal da bı hezara belge û izbatiyên arşiva bi kar aniye û·derheqa kurd û Kurdistanê da çend pirtûk û bı seda gotar nıvisine û weşandme.

Mın pirtûkeke wi ya mayin "lmpêriyalizm û pirsa kurda (1911-1923)" ji wergerandiye, ku meriv dikare ewê wek dûmayika evê pirtûkê bihesıbine. Ew ê ji dı nav weşanên "Roja Nû" da derkeve.

Têmûrê Xelil



PÊŞGOTIN

Diroka kurda - bineciyên kevnare yên Asiya Roavayê - bı deha sedsala tê hejmartın. Gelê kurd herdem û bı aktivi tevî wan hemû bûyeran bûye, ku jı demên kevnare da hetani nıha lı wê herêmê bûne. Gelek serok û serleşkerên Tirkiyê, Iranê. welatên ereba yên bi nav û deng eslê xwe va kurd bûne (jı bo nımûne, serketiyê xaçgira yê navdar Saleh-ed-Din Eyûbi, bıngehvanê malbata Zend lı Iranê dı nîveka sedsala XVIII ya duda Kerîmxanê Zend û gelekên mayin). Diroka kurda, ku bı diroka gelên mayin yên Rohilata Nêzik û Navin ra girêdayi ye, perçeki prosêsa diroka hemcihanê ye Kurd, ku miletekî xwediyê nav û nîşanên berbiçav e, xwediyê zên û zirekiya mezin e, keda xwe kiriye dı nava pêşketına cihanê. Gelek kurd zaneyên mezin yên çande û edebiyata gelê xwe bûne; hozanê mezin yê sedsala XVll Ahmedê Xani wek "Firdoûsiyê kurd" tê hesibandin.

Bı vê ra tevayî, bextê gelê kurd lê nexistiye, felekê ecêb-nenerên mezin aniye serê wi. Dı nava demeke dûr û dirêj da yekitiyeke xurt di nav wan da çê nebûye. "Ewi mıleti - akadêmik H. A. Orbêli derheqa kurda da nıvisiye, - bin navê îraniya, tirka, ereba, ermeniya da gelek lawên xwe unda kırıne, yên ku helbestvan, sazbend, serleşkerên bı kemal bûne û diroka wan gela xemılandıne" (1).

Pêşketina kurda ya siyasi geleki dereng destpê kir û di şertên geleki dijwar da pêşda çû. Ew yek xusûsiyeta diroka kurda ya here gıring e. Û ev ji dı hındava xwe da dibû sebebê paşdamayin û bendkırına pêşketına wan ya abori û civaki.

Şûndamayina kurda ya civaki-siyasi, abori û çandî hevgirnna gel dida bendkırınê û jı bo damezirandına dewleta xwe dibû asteng: tu cara jı kurda ra lı hev nehatiye ku dewleta xwe çê bikm. Ewana geleki dereng, di destpêka sedsala XIXa da destpê kırın bi aktivi derkevıne diji hukumdariya dagirkara jı bo destxıstına mafên xwe yên netewi. Hema jı wi çaxi da ji di meydana jiyana siyasi ya welatên Rohilata Nêzik û Navin da pirsa kurda pêşda hat û ew pirs hetani roja iro ji dı rojevê da ye.

Têkoşîna kurda ya azadiyê wê demê pêşda hat, gava bona wê idi şertên pêwist gihişnbûn. Beri her tiştî ew bı hişyarbûna gel va girêdayî bû, ya duda, ku ew hışyarbûn temamiya strûktûra Imparatoriya Osmani û Iranê leqand-ji hev kir, ya sısiya, peywendiyên navnetewî li Rohilata Nêzik da tesira xwe lı ser bir-baweriyên kurda yên mıletiyê kırın. Ango, têkoşina kurda wi çaxî destpê bû, gava Imparatoriya Osmani û İran dı hêla aborî, eskerî-siyasi da paş diketin û miletên dı nav wan welata da, herwaha kurda ji, îdi hew dikaribûn ber zordestiya kevneperestên hundur û der ber xwe bidana û jı ber wê ji xwe lı rıya rızgarkırına welatê xwe girtin. Û ya dawi, êrişkariya eskeri-siyasi û abori ya dewletên Awropa Roava yên kapitalistiyê û Rûsiya padşatiyê lı Rohilata Nêzik, armanca wan, ku tevgera kurda bona berjewendiyên xwe yên dagirkariyê bı kar binın, dı serê sêri da tesira xwe li ser pêşdahatın û pêşdaçûyina problêma kurda kırın.

Ango, tevgera kurda ya azadiyê bûbû bingeha pirsa kurda û armanca sereke ji serbestiya miletiyê bû. Jı ber ku lı Imparatoriya Osmani û Iranê kurd mıleteki bindest bû û ew welat ji hındava xwe da koloniyên dewletên mezın bûn, dı vê pirtûkê da ne tenê tevgera kurda ya azadiyê, lê herwaha wê bûyerên diroka Tirkiyê û Iranê û peywendiyên navnetewi lı Rohilata Nêzik û Navin da ji bêne lênıhêrandınê.

Dı dema pêşdahatına xwe da destpêkiri pirsa kurda bû problêmeke miletiyê û navnetewi ya here dijwar, ku gelek cara sert bûye û gihiştiye dereca pevçûnên çekdariyê yên demdirêj. Têgihiştına wê problêmê pir gıring e bona texmin bıkın, ku milet û dewletên Asiya Roavayê, siyaseta dewletên mezın ya dagirkariyê çi tesir lı ser wê herêma mezın kırıne.

Bı vê yekê ra tevayi, lênıhêrandına (vekolin) diroka tevgerên kurda yên azadiyê û hemû bûyerên mayin, ku bı wê ra girêdayine, pirsgirêkeke geleki gıring e bona dere bikin, ku jı bo çi rewşa niha ya Kurdistanê usan e. Gilî tenê derheqa wê yekê da nine, ku safinekırına pirsa kurda, sertbûna wê hewaskariyê berbi kurda û diroka wan ya derbazbûyî da pêşda tine. Ya sereke ew e, ku problêma kurda deng daye. Lênıhêrandına diroka wê pirsê firsendê dide, ku jı rojên buhuri dersên kardar hildin. Bı vê yekê ra girêdayî gotina aqilmend ya dîrokzanê bi nav û deng V. O. Klyûçewski tê bira me: "Em gerekê demên derbazbûyi fêr bıbın ne jı bo wê, ku ew îdi derbaz bûne, lê herwaha bona wê, ku ew dema derbazbûyi nikaribûye paşmayinên xwe bide paqijkirmê" (2).

Bı vi awayi, lênıhêrandına pirsa kurda aliyê dîrokê da geleki hewaskar e û pırsgırêkeke siyasi ya vê demêye here girmg e.
Dı nava 150 salên buhurî da pirsa kurda dı çend êtapan ra derbaz bûye.Ya pêşın, salên 30-80-i yên sedsala XIXa, ya duda - dewrana impêriyalizma beri şêr û şerê hemcihanê yê pêşin e (destpêka salên 90-i yên sedsala XIXa hetanî sala 1917-a), ya sisiya - dema di navbera salên 1917-a û 1945-a da, êtapa çara - paşi şerê hemcihanê yê duda. Jı wan êtapa her yek bı cûre û xısûsiyctên xwe va cihê ne, her yekê dı nav diroka gelê kurd da roleke gıring lîstiye.

Ev pirtûka han derheqa êtapa duda da ne. Dı salên 90-i yên sedsala XIXa da lı rohilata Asiya Biçûk da rûyê siyaseta hukumeta sultaniyê ya rûreşîyê û helandinê da, rûyê tevbûna dewletên impêriyalist di nav kar û barên Imparatoriya Osmani da, pirsa miletiyê geleki sert bû. Hema xût dı wan sala da rewşa kurda lı Tirkiyê (lê demeki şûnda herwaha lı Iranê ji) bû problêma navnetewî. Ewê yekê ali wê prosêsê kir, ku jı aliyê kapitala welatên dereke da qûlkırına Imparatoriya Osmani û Iranê, şerkariya dı navbera impêriyalista da, ku mal û milkên herêma Rohilata Nêzik û Navin bikine bın hukumê xwe, kuta bû. Dı dawiya sedsala derbazbûyi da van bûyeran tesira xwe li ser pirsa kurda, tevgera wê ya jı bo azadiyê kırın.

Pêwist e bê kivşkırınê, ku ew guhastınên mezın, ku hin hukumê Şoreşa Oktobir di meydana hemcihanê û xwesma Rohilata Nêzik da bûn, tesîreke geleki kûr lı ser qedera diroka gelê kurd kırın. Vê pirtûkê da derheqa diroka 30 sali da tê qisekırın. Ew sal bi bûyerên gıring va dewlemend in, yên ku nava diroka kurda û Kurdistanê ya here nû da rêçeke berbiçav hiştin.

Xudanê pirtûkê guhdariya sereke daniye lı ser pirsên navnetewi, wek nimûne: peywendiyên Tirkiyê-Iranê girêdayi problêma kurda ra, siyaseta dewletên impêriyalistiyê, heri gişka Rûsiyayê, lngtliz û Almaniyayê dı pirsa berbıribûna berbi kurda, dijberiyên dı navbera impêriyalista lı ser erdê Kurdistanê û axa der-dorê wê, ku kurd lê diminın, şerê lı wê herêmê, ku tirka hetanî şerê hemcihanê yê pêşin dıkir, lê di dema şêr da ji Rûsiyayê û lngtliz ji dikırın .

Bı vê yekê ra tevayi, lazımayi pêşda hat di vê pirtûkê da guhdariyê bidne li ser çend aliyên jiyana gelê Kurdistanê yên civaki-abori û xwesma yên siyasi. Bêy wê yekê em nikarin derecên problêma kurda ya navnetewî wek pêwist e binıne ber çava.
Guhdarike sereke hatiye danînê li ser tevgerên eşîretên kurda yên azadiyê diji nirê Tirkiyê û Iranê û hewldanên wan hêzên reaksiyon, ku dixwestin tevgera kurda bona armancên xwe bı kar bimn. Ew hêzên reaksiyon him dijmmên kurda bûn, hım ji yên gelên mayin yên Rohilata Nêzik bûn. Dı lênıhêrandına xwe da emê qala gelên mayin ji bikin, ku rohilata Tirkiyê û roava Iranê da diman, beri gışki ermeniya û aşûriya. Lê xudanê pirtûkê wê ewqas ser pirsa ermeniya bisekıne, çiqas ku ew bi kurda ra girêdayî ye. Bı tevayi, lênıhêrandına pirsa ermeniya têrnake serbixwe ye, ku pırani jı aliyê dirokzanên Ermenistanê da tê pêkanînê.
Pirtûkê da me nêt daniye pêşiya xwe, ku jiyana gelên Kurdistanê û navçeyên cinar ji binıne ber çava. Ew problêmeke cihê ye, jı ber wê ji em bi kûrayi lı ser nasekının. Malûmatiyên miletzaniyê (êtnografi), dêmografiyê û civaki-abori, ku bona têgihiştına bûyerên nişandayi pêwist ın, di destpêkê, serê pêşın e.la hene, lı ku bı kurtî qala diroka kurda û Kurdistanê ya siyasi tê kirinê.

Xudanê pirtûkê ne lı ser wê baweriyê ye, ku hemû problêmên jorgoti bona lênıhêrandinê bı awaki gişti hatıne ronikırınê. Armanca wi ew bûye, ku izbatiyên derheqa diroka pêşdahatın û pêşdaçûyina pirsa kurda yên hetani nıha jı ulm der mane, bine ber çava.



Naveroka Çavkanıyên Xebıtandi

Lêkolina çavkaniyên ji deste pêşın bûye bingeha vê xebatê. Dokûmentên Wezireta Karên Der ya Rûsiya qeyserî ji bona me yên here gıranbûha ne. Ewana dı Arşîva Siyaseta Der ya Rûsiyayê (ASDR) da hene. Di fondên ASDR da gelek malûmatiyên giranbûha hene derheqa hal û demên Kurdistanê û navçeyên cinar da, ewana herwaha ali wê yekê dıkın, ku rola pirsa kurda di peywendiyên navnetewi da, siyaseta dewletan lı Rohilata Nêzik da binıne ber çava.

Malûmatiyên derheqa siyaseta hundur ya wan welata da, di nav nıvisarên wan konsûlên rûsa da hene, yên ku di navhendên rohilata Imparatoriya Osmanî û roava Iranê da kar dıkırın, wek nimûne, li Erzurumê, Wanê, Bitlisê, Bazidê, Bexdayê, Mûsilê, Tewrêzê, Ûrmiyayê (Rizayi), Xoyê, Soucbûlakê (Mehebad], Kêrmanşahê. Ew malûmeti pirani dı van fonda da hene: "Balyoz xana lı Konstantinopolê", "Textê Tirkiyê yê nû", "Textê lranê yê B", "Arşiva siyasi", "Nivisxana wezireta karên der". Ew nıvisarên konsûla serkaniyên geleki giranbuha ne seba vê temayê. Ew meri lı Rohilatê dibûne balyoz, ku lı para zimanên rohilatê yên di rex wezireta karên der û Enstituya Moskow ya Lazarev ya zimanên Rohilatê da xwendına xwe temam dikırın. Haya wana rınd jı wan navça hebû, di dema karkırınê da gelek nas û dostên wan peyda dibûn, derheqa hemû tiştên diti û bihisti da bi hûrgili dınivisandın. Kemala wan nıvisara ji ber wê ji geleki mezın e, ku ewana yên jı destê pêşin in û meri dikare tam baweriya xwe bı wan bine.

.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues