VEGER
Evdila Peşêw, yek ji pêşengê şiîrê kurd a modern e. Di payîza 1963'an de li Başûr tevlî şoreşê bûbû, demekê pêşmergetî kir. Pişt re derket derveyî welêt, ev demeke dirêj e ji Kurdistanê dûr e. Piştî salên 90'î, "pêşketin"ên li Kurdistana Başûr; avakirina parlamanê, îlana dewleta federe, hêviyên mezin pê re çêkirin, ji welatên xerîbiyê berê xwe da welatê xwe; piştî demeke dirêj vegeriya Kurdistanê. Ji dêla welatekî azad, li pêla şerê "birakuji"yê rast hat. Ew roj, "ne roja şiîrê" bû êdî. Bi navê "Birakujî' dîwaneke piçûk nivîsand: "A ku li ber destê te ye berî helbestê helwest e. Dema min ew nivîsî li ber çavê min xeyalê hejarekî Şêxellayî hebû. Ev Şiîr ji mîkrofonê re hatine nivîsîn, ne ji xwendina bêdeng re. Qîrîn e ne piste pist, rakirin e ne rûniştin, bez e ne meş. (...) Min dît... Bi çavê serê xwe min birakujî dît. Min dît ku çawa derdiketin ser banan, mal û zarokên vî xelkê birçî çawa ji xwe re dikirin çeper. Dengê zirmîna topan, doçka, RPG, roketan li nav kolanên Hewlêrê di guhê min de ne." "Misîbeta bi pêsîra me girtî tesîreke gelekî negatîv li şaîrê kurd kir. Helwesteke gelekî bi rûmet nîşan da Peşêw; rû neda siyasetên kurdkuj, ji tevgerên siyasî tev de dûr bû, ji bo rêxistinekê rexne bike neket bin siya rêxistineke din. "Di nav manşetên rojnaman de Baas dibînim / Di nav berbûriyên serokan de Baas dibînim / Di fîftî fîftiya nav parlaman de Baas dibînim / Li dîlkuştin, beraat pêdanê / Li zengillêdanê / Li şêlandina nîvê şevê Baas dibînim." Wî bi vê dîwana xwe ya piçûk îsbat kir ku di vî welatê me yî wêranbûyî de hê jî tradisyona Ehmedê Xanî didome, hestên netewî wê rojekê muheqeq bi ser bi kevin. Guh bidin vê gaziyê: "Li zengil didim / Gazî we dikim / Pirr ji gewrî digîjim / Li avzêman / Pêlan radikim ser piya / Hewa meyandî hêrs dikim / Dirî di çavê we radikim / Ta xew ji çavê we berêdim / Xwê dixim birînên we / Heta carekê bisoje / Dev jê bernadim dev jê bernadim / Dev jê bernadim ew birîn bisekinin jî / Ew birîn bitebitin jî / Ku bikewin an biêşin / Rabin ranezin." Evdila Peşêw, di van şiîrên xwe de bi zimanekî gelekî sade diaxive. Zanîn û agahdariyên li ser Başûr ku di van şiîran de cih digrin mirov nikare di tu xebatên din –lêkolîneke dîrokî an jî xebateke soylojojîk– de, bibîne. Kurdistana Başûr, bi dîrok, civak, siyaset, psîkolojî, partî û nakokiyên xwe . li ber çay e: "Di vî niştimanê bextreş de / Çi maye we li hev beş nekiriye / Wek rezê xwe / Her bi şehîdan bilind bû serê me / Wan jî kirin pezê xwe / Newêrim qelemekê hilgirim / Newêrim kirasekî li xwe kim / Rûwê we reş be / Renga jî we beş kir / Ez bêjim xwendekar an qutabî / Jin an afret / Rûwê we reş be / Peyvên nav ferhengê jî we beş kir / Xanî û Hacî Qadir jî we beş kir / Ax û av û agir jî we beş kir / Ka we çi hişt / Ka we kî hişt." Evdila Peşêw, şiîrên xwe li Hewlêrê, di meydanan de xwendin û careke din vegeriya çû... Di van rojên ku ev kitêb wê biweşe, şerê birakujiyê dîsa dest pê kir. Berî çend rojan leşkerên Îran, Kurdistan bombebaran kirin, niha jî "Şekrebajarê Hewlêr" di bin ala Baas de dike nale nal. Bi saya siyasetên kurdkuj, "Cemedana pêşmergekî / Bi salan ku taca ser bû / Li ber çavê min hin maye / Bibe kumê leşkerekî." Bi weşandina vê berhevokê armanca me ne ew e ku em cihêtiyê têxin navbera partî û rêxistinên kurd. Di van rojên ku xwîna kurdan bi destê kurdan tê rijandin eger ev kitêb bibe sedema reaksiyoneke demokratik, wê bigihîje armanca xwe. Bi hêviya ku ev rûpelên reş êdî di dîroka kurdan de bêne qetandin û şaîrên me yên wek Evdila Peşêw mecbûr nemînin van xetên reş binivîsin. Ew jî wek şaîrên dinyayê, ji ber ku gelek tiştên din hene binivîsin, ne birakujî!
Avesta |