La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Siyabend û Xecê


Auteur :
Éditeur : Date & Lieu : 1992, Stockholm
Préface : Pages : 160
Traduction : ISBN : 91 630 1222 7
Langue : KurdeFormat : 120 x 195 mm
Code FIKP : Liv. Ku. Kl. Zin Siy. N°2516Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Siyabend û Xecê

Siyabend û Xecê

Zeynelabidîn Zinar


Pencînar


Xecê:
.....
Siyabendooo, looo: lo lo Siyabendo
W'ez ê bi serê Sîpanê Xelatê
Bi Xanê Leterê .
Bi raserî Behra Wanê ketim
Lo lo Siyabendo
Xwezî vê êvarê min tu nedîta di wî haliîî, lo.
Lo lo Siyabendo
Feleka malikxerab derewîn e
Li serê tu kesî nadomîne
Û mi go: qey çend sala wê Siyabendê Silîvî
siwarê Deybilqiran
nêçîrvanê Soxandaxiyê
ji mi ra biba malxwe, w'ez ê ji ter bibama bermalî.
W'ez iiim, lo
Weyla li min cîrana gur û hirça!
.....

Siyabend:
Lê lê Xecê, tu yê bes bigirî vê êvarê
Xwedê hebîna li halê min û xwe herduya
îro bi delalî, bi delaliîî, lê.
Û lê lê keleşa min ê
tu yê hêsira ji qawarê çavê reş î belek bike xalîîî.
Qadirê zilcelal
Wehd-el emînê bi tenê
îro emrê min kiriye bi vî halîîî...



AGAHDARÎ

Serpêhatiya Siyabend û Xecê di folklora kurdî de cihekî taybetî girtiye. Ev serpêhatî wisa belav bûye ku îro Kurd hemû pê agahdar in. Lê mixabin heta niha dema jiyana Siyabend û serpêhatiya wî bi awakî sererast nehatine nivîsandin. Îcar min ew serpêhatî li gor destdayînên xwe, bê ku tarîxa jiyana wî zanibim nivîsî. Her çiqasî min xwest ku ez vê pirtûkê weke roman binivîsim, lê hin biraderên zana gotin ku: Di pirtûkê de stirana Siyabend û Xecê bi temamî cih girtiye, û ev bûyer destaneke folklorî ya Kurdî ye..."

Siyabend jixwe diyar e ku ji Silîva (Farqînê) ye û Xecê jî ji Eşîra Şikakan e. Belam di nav xelkê de ji bo Siyabend çend navên din jî hene ku têne gotin: Wek Silêmanê Silîvî, Siyamed, Siyah Ehmed, Mendo û Siyamend.


Li gorî gotina kek Reşo Zîlan, navê wî yê rast Siyabend e. îcar min jî di pirtûkê de her ew nav bi kar aniye.


Ji bo bîranîna Şêx Evdilqudûs

-1 -

Tiştek heye jê re dibêjin felek, ku lê tu reng û rû nînin. Ew tişt ne mêr e, ne jin e, ne keç e, ne jî bûk e û ne bi giyan e, ne bê giyan e, ne hişk e u ne jî terr e. Lê felek tim û daîm heye û her heye, wê hebe, li her deverê hazir e û dikare xwe têxe şûfê her tiştî. Felek tebayekî wisan bêteşe ye ku hertim dilipike, dinale, dikale, digazine û hin caran dikene, hin caran jî digrî. Çi kesên ku felek bi wan bikene, ew rezîl û riswa dibin; dîn û har dibin û bi dinyayê dikevin. Yekcaran jî felek xwe ji hin kesan re dike dost, dike yar û bira, bi wan re dibe heval û xwe li wan dihesikîne, wan ji xwe re dike doşek û balgîv, piştre jî wan serserkî li nîvê teqanê dixe û di erdê de diçikîne, îcar dest ji wan berdide. Nexwe divê ku mirov li dû felekê bigerre, warê wê binase û xwuyê wê jî rind bizanibe, da mirov karibe xwe jê biparêze. Ekene felata tu kesî ji destên felekê tune, timî dê mirov têkeve bend û zincîrên wê û tê de dîlbeste bibe.

.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues