La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Meşa Jiyane


Auteur :
Éditeur : Aryen Date & Lieu : 2017-01-01, Ankara
Préface : Pages : 382
Traduction : ISBN : 978-605-83043-7-6
Langue : KurdeFormat : 130 x 195 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Bil. Mes. 5166Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Meşa Jiyane

Meşa Jiyane

Kerem Bîlen

Aryen

"Dema rê bi dawî dibe rêwîtî diqede! Rêya min jî heta vir bû, rêwîtiya min bi dawî dibe. Vê carê ne pêkan e ji destê ezraîl rizgar bibim. Tu çek û rextê min bibe, narîncokekê bide min û here. Tu min li vir bihêle."

Gotinên wî agir berdabûn daristana dilê min. Kizînî bi mêlaka min xistibû. Di hundirê min de ji ava rondikan çemek diherikî. Dengek bêdeng di gelî û newalê dilê min de bi qêrîn olan dida. Min destê wî girt nav herdu destên xwe û min got:

"Hevalê Şervan, riya şoreşgeran tu caran bi dawî nabe ku rêwîtiya me biqede. Riya me dirêj û bêdawî ye. Hîn pir karê me heye û pewîst e em bimeşin. Xeyalên me hîn bi dawî nebûne, welatê me bindest e û çavên zarokên rojê li riya me ne. Rabe ser xwe, destê xwe bide destê min û em bimeşin. Tu zanî ku ez te li vir nahêlim û naçim."

Kederek kûr li ser çavên wî kon vedabû. Lêvên wî dicirifîn. Çavên wî tijî firmêsk bûbûn. Carek din got:

"Tenê dilopek jî hêvî heba min ev ji te nedixwest, lê dema xatirxwestinê hatiye, ez vê hîs dikim loma, zehmet jî be divê tu jî vê qebûl bikî."

Kerem Bilen, li sala 1978an de li bajarokê Hîlalê yê girêdayî Qilebana Şirnexê hat dinyayê. Ji ber bêderfetiyan bes karî dibistana seretayî bibe serî. Hîn di salên zarokatiya xwe de Tevgera Azadiyê nas kir û pêwendî pê re danî. Di sala 1994an de piştî ku gundê wan hat xerakirin, ji bêgaviyê tevî malbata xwe koçî Başûrê Kurdistanê kir. Piştî koçkirinê jî di nav refên Tevgera Azadiyê de têkoşîna xwe ya azadiyê domand. Di sala 1999an de hat girtin û bi cezayê muebetê hat mehkûm kirin. Ev 19 sal in di zindanê de ye. Eleqeya wî ya li ser wêjeyê di zindanê de zêde bû. Di kovar û rojnameyên cuda de nivîsên wî yên edebî hatin weşandin. "Meşa Jiyanê" berhema wî ya ewil a hatî çapkirin e. Niha di zindana Trabzonê de ye û xebatên xwe yên wêjeyî didomîne.



Dema tu rêwiyê jiyanê bî

Qet nesekine, bimeşe
Di her gav û henasê de
Tu wê xwe bibînî

DESTPÊK

Navê min Şivan e. Şivanê dengê dilê xwe. Lê gelo kê, çima navê min kiriye Şivan ez nizanim. Ji bo çi Şivan, şivantiyê ji çi û ji kê re bikim, nizanim. Gelo dema navê min kirine Şivan wateyek li vî navî bar kirine an na, ez wê jî nizanim. Erê ez tu tiştî jî nizanim. Tenê tiştekî dizanim, ew jî navê min Şivan e. Şivanê sal û zeman, dem û dewran, roj û mehan... Şivanê şadî û şahî, xem û xembariyan... Şivanê êş û azar, derd û kederên giran... Şivanê evînên bêmiraz û eşqên jibîrnebûyî... Şivanê keriyên pezan, berx û karik, bizin û mêşinan... Şivanê şevên reş, rojên sar û kêliyên kovanbarkirî... Anku Şivanê riyên dur, sinorên nenas, war û wargehên mişext, penaberê çol û çolistanên beji û nefiye welatê xwe... Şivanê hêviyên bihesret, xeyalên nîvcomayî, xewnên winda, bîranînên keserbarkirî û bengînê mengiyên pîroz... Belê, ez Şivane van teva me lê ne Şivanê yekê me jî. Tenê Şivanê çîroka xwe me û li ser riya xwe dimeşim.
Min got, Şivanê çîroka xwe me û rêwî me li ser riya jiyanê. Rêwî me û li xwe digerim. Wekî derwêşekî li pey şopa rabirdûya xwe, war û war, diyar û diyar digerim. Rêwî me li şûndewsên zaroktiya xwe, li cihwarên geşt û gerên xwe, li kolan û kuçeyên temenê xwe, li ciwantiya xwe û li kalbûniya xwe digerim. Rêwî me; li ser şiveriyên emrê xwe yê ciwan ber bi xewn û xeyalên ve xwe dimeşim. Geh li banê çiyayekî bilind têlên porê xwe ber bi bayê azadiyê berdidim. Geh jê dadikevim nal û newalên kûr, kederên xwe vedibêjim. Rêwî me, dimeşim û qet nasekinim; bi ber gocekî re ji nû ve li xwe difitilim û rêwîtiya xwe didomînim. Dixwazim hûn jî di vê rêwîtiyê de destê xwe bidin destê min, bi min re bibin hevalbend û bimeşin. Bimeşin da ku em bi hev re dawiya çîrokê bibînin û li dawiya rêwîtiya xwe vegerin. Lewre her jiyan çirokek e û çirok ji rewitiya me vedibêje.

Beşa Yekemîn

Min çavê xwe vekir. Çavên min xilmaşî bûn. Mijangên çavên min li nav hev ketibûn, ji hev venedibûn. Ez zû raketibûm lê heçko min xewa xwe negirtibe laşê min giran û qerimîbû. Min bi xwe re nedît ji nava nivînan rabim ser xwe. Çend kêliyan di navbera rabûn û nerabûnê de rawestiyam, bi hêviya bîskeke din jî razêm min careke din lihêfa xwe kêşa ser serê xwe û çavên xwe danîn ser hev. Min xwe di nav cih de mit kiribû. Hewa hênik bû. Bayê zozanan paqij bû. Li ber bayê hênik û paqij xewa sibehiyan xweş bû. Nemaze xewa zozanan! Biryara ku min, Evdo û Serbo êvarî girtibû li hişê min bû. Lê dîsa jî ranedibûm ser xwe. Niha tu tişt ji vê xewa şêrîn xweştir û giranbihatir nebû. Pê re pêşgotinek ku diya min tim ji min re digot hat hizra min. Digot: Êvariyan kezwanî ye, siharan jî ser sanenî ye. Ez beşişîm. Min herdu destên xwe xistin nav lingên xwe û min xwe di nav nivînan de kerr kir. Her deqîqeyek deqîqeyek bû. Wekî ku di nav heft xewnan de winda bûbim dûr çûbûm. Li aliyekî jî guhê min li hawirdor bû. Ji nava zomê tenê dengê jin û zarokan dihat. Zilam heta wê demjimêrê li nava konan nediman. Serê sihare zu radibun û diçun palehiyê. Kar û barê zozanan pir bû. Bavê min jî şivan bû. Diya min fecrê zû radibû û diçû beriyê. Xwişkên min jî li malê nediman. Piranî di wê wextê salê de diçûn pincarê.
.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues