La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Rastiyên Destana Memê Alan


Auteur : H. Mem
Éditeur : Enstîtuya kurdî ya Stenbolê Date & Lieu : 2006, Stenbol
Préface : Şefîk Beyaz Pages : 112
Traduction : Zana Farqînî ISBN : 975-62-82-39-8
Langue : KurdeFormat : 135 x 195 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Mem. Ras. N° Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Rastiyên Destana Memê Alan

Rastiyên Destana Memê Alan

H. Mem


Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê


“Ez bêyî dudilî tevî wê nêrînê dibim ku navê Memê Alan, ango bernavê alan ji secereya Alanan tê. Zincîreya tîreyê ya destanê, çi raboriya dîrokî û hêmanên awayê îfadekirinê be û çi jî dema çêkirinê be, nîjad û eslê Tîreya Alan nîşan dide. Tîreya Alan a kurd, mêweya pêşîn a dîrokî ya kurdan a senteza Aryan-Ewrûpayê ye.”

“Me gotibû ku mêjûya (tarîxa) çêkirina destanê, demên sedsala 11,12,13'an û herî dereng jî sedsala 14'ane. Kurdandi qirnên 12 û 13'ande, di serdema rewadiyên (rewaniyên) kurd ango eyûbiyan de, bîwara geş a dîrokê qefaltiye. Pêdeçûna eyûbiyan ber bi rojava ye, ango herêmên bajarên Mixribê digire nav xwe. Siltanê Mixribê Memê Alan jî, eynî mîna Selhedînê Eyûbî an jî wek Padîşahê Kurdan ê xeyalkirî ye.”

“Mem û Zîn, berhema Xaniyê mezin ku wî ew di sala 1695'an de qedandiye. Hîmên berhemê, Nûbara Biçûkan û Aqîdeya îmanê ne. Ev mîna du lingan e ku dikin Mem an jî gelê kurd pê rabe ser xwe. Ev pirtûk ji Memê re hewce ye, da ku karibe pê ji pitikiyê bigihîje zarokatî û kemaliyê û her wiha karibe bimeşe. Miradkirina pê jî, 'beng an jî îdealek'e. Eger em tiştên hatine nivîsandin di rêzikekê de bînin cem hev û nav lê bikin; Mem û Zîn îdeal, Memê Alan xeberoşk û destan e.”



PÊŞEK

Destana Memê Alan, ku di nav çanda kurdî û di wêjeya devkî ya kurdî de xwedî cihekî girîng e, ji aliyê gelek kesan ve hatiye berhevkirin û weşandin. Digel ku di navbera wan de nuansên biçûk hene jî, ji aliyê cewherê ve tev eynî ne.

Pirtûka di destê we de, ne guhartoya (versiyona) xebatekê ye ku berê hatiye weşandin. Ev bi temamî xebateke cuda ye. Li ser Destana Memê Alan, ev cara pêşîn e ku xebateke wiha tê kirin. Nivîskar destanê şîrove dike, Destana Memê Alan û şahesera dehayê mezin fîlozof Ehinedê Xanî, Mem û Zînê ku paradîgmaya Xanî di nav xwe de dihewîne, dide ber hev; her wiha aliyên wan ên hevpar û yên ji hev cuda derdixe holê.

Nivîskarê vê pirtûkê birêz H. Mem, bi vê xebata xwe careke din baweriyeke şaş hildiweşîne. Di encama xebateke dûvedirêj de, ku xwe dispêre daneyên zanistî û biserûber, kesatiya piralî ya Xanî û nasnameya wî ya rast û bera derxistibû holê, bi vê xebata xwe ya hêja jî radixe ber çavan ku Memê Alan destanek e û Mem û Zîn jî bi awayekî giştî manîfestoya gelên bindest û bi tay-betî jî ya rizgariya gele kurd e.

Mamosteyê me yê xweşdivî H. Mem, bi salan e ku der heqê Xani de xebaten birekûpêk û dorfîreh dike ü bi mafdarî wek xanîlogekî mezin tê zanîn, wiha dibêje: "Heke mirov Xanî baş nenase nikare civata kurdan jî baş analîz bike û binase."

Em jî tevî vê tespîta mamosteyê xwe yê xweşdivî dibin. Ji ber ku wî fîlozof Xaniyê ku mîmarê zimannasiya kurdî û ronesansa kurdî ye, bi me da naskirin, em çi qas ji mamosteyê xwe re spas bikin jî, hindik e.

20. 08. 2005
Şefîk Beyaz

Agahdarıya Ji Wergêr

Der barê nîşandana çavkaniyan de, ez hewcedarî bi zelalkirina çend xalan dibînim. Ji lewre min divê ku xwîner (ango xwendevan) ji van xalan agahdar bin. Gava min ev berhem ji tirkî li kurdî wergerand, min jêgiriyên (îqtîbasên) ku ji kurmancî li tirkî hatibûn wergerandin, careke din wernegerandin ser kurmancî. Min rasterast eslên wan ên kurmancî ji kana wan wergirtin. Ji lew re jî di şûna çavkaniyên wan ên bi zimanê tirkî de, min eslên wan ên bi zimanê kurdî (zaravayê kurmancî) wek çavkanî dan.

Ev çavkanî jî bi taybetî "Destana Memê Alan" û "Mem û Zîn"a Ehmedê Xanî bûn, ku nivîskar ji tirkiya wan sûd girtibû û ji wan jêgirî kiribû. Digel vê yekê, nivîskar berhema xwe ya bi navê "Üçüncü Ögretmen Xanî" jî di çend cihan de wek çavkanî dabû xuyakirin. Min di şûna vê de jî, kurdiya wê ku min bi navê "Mamosteyê Sêyemîn Xanî" wergerandibû ser kurmancî, wek çavkanî nîşan da.

Bi vî awayî, hem min xwest ku ez eslên jêgiran bidim û hem jî careke din ji tirkî wernegerînim ser kurdî. Her wiha bi vê kira xwe, min xwest ku ez bal û dêhna xwîner bikişînim ser berhemên bi kurdî, da ku bi vî zimanê şîrîn bêhtir bixwînin, pê bitehmijin û şanaz bibin.

Zana Farqînî

Pêşgotin

Ev xebata min, ji xebatên min ên berê yên ku hatine weşandin, cuda ye. Gotin û cewhera wan xebatan li ser Xaniyê mezin e. Mebest û armanca wan xebatan ew e ku, di çapana zanistê de danasîna Mamosteyê Sêyemîn Xanî, bê kirin. Bi van xebatan hewl hatiye dayîn ku danasîna Fîlozof Xanî, ku nav û dengê wî di nav sînorên cihkî de hatiye hepskirin, ji bo cîhana derve bê kirin. A rast, eger mirov wî û berhemên wî pêşkêşî ecibana kesên biyanî bike, ev jî erk û peywirek e. Ev yek hem ji ber wefaya cografyayê û hem jî, ji ber ya mirovahiyê, pêwîst e.

Kurd, binkiyên (xwecihên) warên xwe yên 15.000 salî ne. Têkilî nav qewmên gerok an jî yên dirende bûne, ku ji aliyê rojhilat, bakur û ji hêla rojava ve hatine. Bi hev re bi yek bûne, têkilî nav hev bûne. Di nav koalîsyona reng, ziman û çandê de, pêkhêner û bexşende ne. Cyrtî, cardouh, kurtî, gûtî... Bi gotina kin û kurt, wan di tu parçeyê demê de ji cewhera xwe ya kurdbûnê tawîz nedaye.(*) Li gor vê hevkêşeya ramanê, dê heta roja qiyametê jî xwedî li vê cewhera xwe derkevin. Eger biêş û kul be, biqîrîn û fîxan be jî, dawiya dawîn dê mafê mafdarbûna xwe bi dest bixin.

Çanda gelekî jî, ku bi sedan salan bûye lêqewimiyê firtûneyên civakî, ji vê encamê xelas nabe. Dundeyên mirovan di sedsala 20'an de, di warê zanist û teknolojiyê de, ji yekûna pêşketina hemû serdeman bêhtir, pêşketin bi dest xistin. Ji ber lezana geşedan û pêşketinê, ji avakirina avahiyan heta bi teknîkên nivîsîn û belavkirina pirtûkan, gelek guherîn û guherdetî pêk hatin. Ligel vê yekê, siyaseta desthilatan û kartêkeriya wan, hîn bêhtir bêînsaf bû. Heq her çû, bû wek milkê tapokirî yê kesên xurt û serdest. Bêedaletî, wek edalet hat parastin û xemilandin. Mafê nav û gelê kurd jî, ku bêpişt û jar e, ji dest hate standin. Îcar dewlet, bi bavîtiya xwe hisiya û "Bavê we ez im, ez zimanê dayika we qedexe dikim" got. Bi vî awayî pêşî peyva 'kurd’, paşê jî gotina 'zimanê kurdî tune', di qanûnan de hate nivîsandin.

Gava wan ji zarokên me dipirsî hûn kî ne, ji wan bersiva k-u-r-d dibihîst. Wek rewşa pêşiyên me, ku berî bi milyonan sal berê bi dengên kîteyî dipeyîvîn, derbirina derdê me bû qedera me. Ez naxwazim zêde tiştan bibêjim. Di cihê te de ez şerm dikim. Em çi bibêjin em bibêjin, ji bilî bihevrebûna me ya biedalet, çareyeke me ya din nîn e. Dîrokê, ebedîbûna tu împeratoriyekê nedît. Eger hûn xwe bixin şûna mixetabê xwe, hûn dê karibin edaleta adil pêk bînin.

Dewlet, aqil e. Hêza aqil, zanist e. Zanist edaletê ferman dike û difermîne. Eger em ji berepaşkî dest pê bikin, sazûmana bêedalet bêzanistbûn e. Aqilê bêzanist, ne dewlet e. Pir pir ew çekdarekî qehreman ê milxurt e. Hukmê wî jî, ji aliyê yekî hîn xurttir ve, tê hilanîn.

Tomarkirin û berhevkirina berhemên edebî yên zargotinî û nivîskî yên kurdan, di nav sedsal û qirn û nîvekî dawîn de hatine kirin. Ev kurdologên pêşeng, hemen hemen gişt ewladên rêzdar ên alema xirîstiyan in û ev xebat jî ji aliyê wan ve hatine kirin. Ji van xebatên ku wan kirine, yek jî Destana Memê Alan e. Destan, bi rasteqîneyên dema ku ew tê de çêbûye, arastî ye. Lê belê, di navbera çaxa pêkhatina destanê û îro dê, di îfadeyên berhemê de hin cudatî çêbûne, ev jî tiştekî sirûştî ye. Eger ez bibêjim li ser qeydên destanê yên li ber dest, tu lêkolîn nehatine kirin, dê gotineke rast be. Em dikarin vê xizaniyê, bi kêmbûn û nejêhatîbûna rewşenbîrên xwe ve girê bidin û eleqedar bikin.

Lênêrîna min a li destanê şexsî ye û ez ne xwedî îfadeyên hişk û qethî me. Angaşt (îdea) û îhtimalên min, xwe dispêrin îfadeyên aşkera û telmîhên veşarî. Li encamê, divê ez têgihîştînên xwe û tiştên ku min bi çavên aqilê xwe dîtine, bibêjim.

Di cewhera çîrok û xeberoşkê de, bêrîkirin hene; dîsan der barê eslê çîrokê de polîtîkayên beralîker hene ku wê bi reseniyên (kokên) cuda ve girê didin. Lê raçînka (tevna) kulturê, xwedî îfadeyên samîmî ye. Ev destan-çîrok, xwedî honakeke xeyalî û îstismara. dînî ye. Jixwe di vê pêvajoyê de zanava (nasnameya) eyûbiyan, di rewşa helîn, bişêvîn û windabûnê de ye. Di destanê de qîrîn, hawar û perpitînên bavik û tîreyekê hene ku, ji ber asîmilasyona selçûqî û îslamê bi nexweşînê ketiye. Jixwe sedema ku dixwaze were Cizîra Botan û xwe li Zîna Zêdan bigire jî, ev e.

Ji ber dirûvpêketina hin nav û serpêhatiyên xuya, hinek kes Destana Memê Alan û Mem û Zînê, tevî hev dikin. A sererastkirina vê rêwşê, mebest û armanca vê xebatê ye.

Di panelên wêjeya kurdî de, hin axivger û gotarder hîn di destpêka hevoka xwe de didin xuyakirin ku Mem û Zîn û Memê Alan heman çîrok in. Hewldanên hin kesên ku lê dixebitin vê şaşî û çewtiyê rast bikin, bi rastî dilê mirov xweş dikin. Sererastkerên hêja wan şaşiyan didin xuyakirin û sedemên van tevîhevkirinan jî, ji nenaskirina Xanî ye.

Çendî hejmara wan hindik be jî, ev cara pêşîn e ku Xanîlog ji nav me radibin. Ev birayên me nasnameya fîlozof Xanî, ku qebûla me ye jî, hem bi me didin nasandin û hem jî ji bo ku li cîhana rojava bê naskirin, hewl didin xwe û di nav keft û leftê de ne. Rastî, çendî di sê sed salên bihurî de nehatibe naskirin jî, dê di vê sedsalê de bê dîtin û pejirandin.

Ji ber ku alîkariyên xwe ji van xebatên min nehêvişandin, dizanim ez çendî spasiyên xwe pêşkêşî serok û xebatkarên berê û serok û xebatkarên îro yên Enstîtuya Kurdî, ku li ser kar in, bikim jî dê hindik be.

Bi hezaran car silav li mîmarê vê xebata min a dawîn Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê birêz Şefîq Beyaz, li mîmarmuhendîsê wê pisporê zimanê kurdî û lêkolîner Zana Farqînî, li şair Mulazim Ozcan ku bi şefqetê hêviyê hildiberîne û li wan xwişk û birayên me yên ronak be.
Ez li ber ferzana Dr. Îsmaîl Beşîkçî û kurdolog Dr. Cemşîd Bender, ku ji serî de dêhn û bala wan li ser xebatên min in, bi giramî bejna xwe ditewînim.

30.01.2004
H. Mem

(*) Ji bo agahiya berfireh binêrin (bnr) Mircea Eliade; Dinsel Inançlar ve Duşunceler Tarihi, Cîld I., Weşanxaneya Kavalaci, Stenbol 2003

Destpêk

Civarî (danhevî), peyveke bisêr û efsûndar e. Zengînî kilîta yekîtî, aqûbet, zanist, gencîneya tecrûbeyan û ya baxçeyê şadûmaniyê ye. Heta ku civariya çandê, civariya zanyariyê, civariya aborî nebe ma navê gelan, gumrehiya wan a hilberînê ya pîşesaziya xwedî civariya teknolojîk, refaha wan an jî çînên wan pêk tên? Ancax bi pêkanîna civariyan, ku ferd ji bo armanceke hevpar wan bi dest dixin, gel dibin netewe. Kurdan di pêvayoja dirêj a dîroka xwe de, an ji vê tilisma kilîtê fehm nekiriye an jî wan nexwestiye tê bigihîjin. Ji lew re jî, bûn mexdûrê her du diyardeyan (fenomenan).

Hêzên serdest, têr baş teknolojiya civariyê bi kar anî ku ew şîfreya tilisma siyaseta wan bû û niha jî wê xweş bi kar tînin. Eger çand, zengîniya sererd û binerd, dîrok, ziman, civariya sermayeyê, yekîtiya armanca hemdem û civariya hişmendiya çînî û sazûmanî ya gelekî ji holê bên hilanîn, ma wê çaxê ji nezanî, perîşanî û sefaletê re zemîn çênabe? Gelo gava meriv civatên mirovan bixe rewşeke wisan, ew nabin kole? Eger tu nehêlî jê re bibêjin kole jî, ma dîsan ew civariyan mirovan pêk tê?

Ma me Destana Memê Alan ê ku sê caran dilê wî liyan e û ku bi sed salan berê jî hatiye gotin, bi tenê ji newayên evînê yên dayikên xwe, an jî ji dengbêjan nehihîst ku wan di şevên zivistanê yên dirêj de di civat û caxiyan de digot? Çawan em çanda ...

 




Fondation-Institut kurde de Paris © 2021
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues