La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Xem vedixwum bi tasa sor ji demê


Auteur :
Éditeur : Medya Date & Lieu : 2000, Skogås
Préface : Pages : 74
Traduction : ISBN : 91-973545-4-6
Langue : KurdeFormat : 125x203 mm
Thème : Poésie

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Xem vedixwum bi tasa sor ji demê

Xem vedixwum bi tasa sor ji demê

Bêriya min!
Her dema ez çavên xwe digirim û li ser bîranînên xwe yên bi pelê guliyê hejîrê ve daliqiyayî, li ber peravên golê serpişt paldayî, li jêra sîha çinara kevnar razayî, li pey nêçîra ajeleyan bazdayî, li ser kabên pîrê pormizdayî, ji şeva tije pîrebok û veşartokan bizdiyayî, di nava çepera bexçeyê xalê Simaîl de li ber keysa hinar û gwîzan qelizandî, bi striyên têlên hesin ve goştçûyî, li kolanên şildimbildim û ixpîxê terqiyayî mane difikirim, bêrî mîna pizotekî ji agirê xwîna axê û peyvê di çavên min de xwe vedimirîne. Û bi xweliya xwe jî mirina spî dibarîne bi ser keskatiya emaneta bav û dayan. Wê demê ez bi ser hev de têm givaştin, di kefa destê salan de biçûk dibim. Ji lêvên salan dinuqitin biranînên nekewandî bi ser tembiya axa bavê de.


Çebûn

Em çêdibin, çêdibin, çêdibin... çêdibin û bê çêbûn dimirin. Em ji şîrêza şîtlekî bê dê şîn bûn û em hatin çandin di bedena zeviyeke bê berhiştî de. Rehên me ji dîrokê hatine xeritandin. Me xwe bi zimanê dayikê ve daliqandiye û em bi hêvîkêşka peyvê ber bi valahiya hêviyên serhişkiyê ve kaşiyan. Em bi hica zîvirîn li fitlonek û zîvronekên dîroka bextikqulipî. Em li hezar şev û rojan qeliptin lê em kaşiyan ber bi pêpeloka zimanê jiyanê ve. Heta ku em li xwe aliqîn, terpilîn, teqinîn û qapanên çildiran vekirin di soza me de hezar berehên bê derman. Hemû xefkên zemên ji çaralî xwe li me çelpandin. Warê me, bû zozanê evîna xwîna ter.

Helbestvanî;

Helbestvan toyê şîrê Nêrî li ser nanê arvanê Kevirî dike. Ew bi birrîna mejiyê qusyayî yê di çiçikê şer de jî, jiyanê bi boqînî diherikîne azadiyê. Helbest e, ha!? Şopgerê peyvê, pisporê wesfê, kulîlka zimên e.
Min xwest ji dilê xwe çend peyv, da ji hisên xwe re bikim qod. Dil rada li ber min gul û çîçekên bexçeyan, guliyên dar û çeman, hinarkên yar û çiyan, da biçinim peyvên ciwan. Ez geriyam lê diyar bi diyar, koşe bi koşe, bohust bi bihost çawa ku rêwiyek di germa tebax û temuz de li çolistana Sehrayê bigere li piçek rewa.
Geriyam li şeva di çavê zinaran de melisî, li roja ku ji pelan dinuqutî evîna axê û şîna kenê Feradê. Demsal zer firiyan ji kefa destê helbestan lewra çavên min ji zuwabûna keskatiyê guldigiriyan. Hezar axîn ji zimanê min mirî meşiyan. Ez dilspîyê ku konê xemê vedaye li rûyê demê û terqandiyê firnikên adarê ji bêhna beybûnê. Min bi serê pênûsa xwe li ba kiriye ala rêbaza peyva lêçûyî û derdoyî.

Dem û Mekan

Em divê wextê xwe bi wate derbas bikin. Wextê helî bi nirx ew e, ku mirov bi zarokan re û bi hînbûnê derbas dike. Zeman qalîtê dixwaze. Yên ku nikaribin roniyê li dora xwe belav bikin, ew ji dora xwe reştir in. Em ji dora xwe mesul in.
Siviktî ziwabûn e. Ziwabûn pelê dikeve ber bayan e. Girantî reh e. Ez hej ji Şêrê cî xweş dikim. Ez eşîr im, ji hinek aliyan ve. Girêdan, qûrmê qalin yê dara çînarê ye. Têkiliyên bi tîtikan re xwîna bi erdê ve diçe ye. Ez hej birîqîn û çirûsînan nakim. Lewra ez dildarê dilê rojê me. Bêhn netiştek e, ku ne ji Gulê be. Gul jî bi ax û demê gul e.




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues