Éditeur : Avesta | Date & Lieu : 2005, İstanbul |
Préface : | | Pages : 128 |
Traduction : | ISBN : 975-8637-87-8 |
Langue : Français, Kurde | Format : 130x195 mm |
Code FIKP : Liv. Kl. Fr. 14 | Thème : Poésie |
Présentation
|
Table des Matières | Introduction | Identité | ||
La Marche têtue / Meşa bi serhişkî Pêşgotin Nivîskar û rexnegirê hêja Fawaz Husên bi ostayî û zimanekî rewan û xwerû van helbestan wergerandiye kurmancî. Bi saya xebata wî ewê xwendekarên kurd bikaribin dostekî navdar û biwefayê gelé kurd çêtir binasin. Wergera wî ya ciwan edebiyata kurdî şêntir û dewlemendtir dike. Kendal Nezan |
Pêşgotina wergêr Qralîtiya min bi zivistaneke pir dirêj dest pê kir. Bi vê ristê, Gérard Chaliand di bîst û pênc saliya xwe de dest bi dîwana xwe Mea bi serhisleî dike, dîwana ku weşamtaneya Gallimardê, ca¬ra pêşîn di sala 1959an de çap dike. Ristên duyêm û seyêm û çarem hêna balkêştir in.
Çi dem e ev dema ku bi zorê tê bîra Gérard Chaliand? Kî ye ev "ez" û ev "min" yê ku çîroka serpêhatiya xwe ji destpêkê de, ji gizinga deman de dibêje? Kî ye ev rêwiyê ku ji bajarvaniyeke kevnare diçe yeke din?
Rêwiyê Meşa bi serhişkî çîroka pêşketina mirovantiyê dike ya xwe, ew hingavên wê hem bo xwe hem bo guhdar û xwendevanên xwe bi ta û derzî ve dike. Piştî zivistana pir dirêj, piştî sedemên şikestinan û piştî vedîtina azadiyê û geşbûna hisên xwenasînê, eynika destê sibehê li ber dilê yê nû vedibe, ew bi kesayetiya xwe agandar dibe; bi şexsiyeta xwe hişyar dibe. Ew ji bargîrê sitûnên perestgehên kevnare dibe bargîrê hêviyê, ew hêviya hemû miletên bindest ku tama şikestinan ji ser zimanê wan ranabe hildigire ser milên xwe.
Bi vî barî, ew xwe digihîne roja sedsala bîstan, babelîska guhertinên mezin û diqîre: "Va me ez". Ev hebûna nû wî gêj mest dike. Mirovê ku di bin qaşikê bêdengiyê de radiza û xwe di bin zinaran de vedişart anuha bawer dike ku ew dikare yayan bihejîne. Ew di serxweşiya "Va me ez" de êrîşî roj heyvê dike, radipelike wan, guhertinên mezin dipê.
Di buhara desthilatiya xwe de, hêviya wî bi wî, bi mirovan û mirovantiyê xurt e. Ew naxwaze ji cejna jiyanê, ji çavkaniyên ser rê, bêpar bimîne. Belengazê do anuha ciehremanê jiyan û viyana xwe ye, ew tola xwe ji demên şikestinan hiltîne.
Di demên nû de, "ez"ê bajarvanî û hovitiyên demên kevnare dibe "ez"ê her pênc qareyên gerestêra erdê. Ew hemû dil hezkirina xwe mîna xelatan li ser rûye erdê belav dike.
Di vê rêwîtiyê de, wek li ser rêya jiyanê, mirin helbet dahfên xwe vedide, ew herdem heye, destê xwe dirêjî mirovan û hêvî û daxwazên wan dike. Qehremanê Meşa bi serhişkî jê natirse lé hesabê wê dike, hêza wê di serê xwe de diteqilîne. Mirin dost, heval û hogiran dide ber xwe, ew herdem ziktêr, çavbirçî ye, kesek ji tapana wê ya dilkovan nafilite. Mirî Lê demên xemgîniyê dirêj nakin. Hêviya xweşik dîsa vedigere. Di vê gera tevlihev de, piştî ketinan û serfiraziyan û cardî ketinan, helbestvanê dastanê digihêje baweriyeke xurt. Jîn çi tal be, çi şêrîn be, ew jîn e û hêja ye ku mirov wê bidomîne û ta nefesa dawîn jê hez bike. Mirin werbûnek mutleq e, şikestinek misoger e lê ev yek dihêle ku mirov bêtir bi serhişkî, bi kel û coşan, bi viyan û bêrawestan vê rêwîtiyê, vê beza jiyanê, bidomîne. Ev yek peyxama ronakbîrê mirovnas û mirovhiz e:
Weha jî, gava xwendevan digihêje helbesta dawîn ji dîwana Meşa bi serhişkî, ew têdigihêje çima Gérard Chaliandê mirovhiz û aştîxwaz ristek ji gotinên Sênêkê fîlosof heldibijêre bo pêşkêşkirina dîtin û baweriya xwe. Belê, eger rêwiyê meşa bi sehişkî bikeve, ew sitûyê xwe xwar nake, ew li ser ejnûyan, bi navperûşk û pencên xwe berxwedanê didomîne. Di Kêrên di xîzê de, helbestvanê me bi gotinên helbestvanê latînî Horas dest pê dike. Ew ji bin sî û sêwana Sênêk derdi-keve û hêvî dike bi xweşî û şox û şengiya jîn û jinê geş bibe. Ew hewl dide rehên xwe yên jêkirî û bedena xwe ya bi xwîn ji bîr bike da ku bi ava çavkaniyên xweşiye dilê xwe hilû û şayik bike.
Rêwiye Meşa bi serhişkî xwe davêje bin siya evînê, ew bendewar e ku di kenê nazik yê yarê de hişyar bibe û cardî di nav tava rojê de bilerize. Ew dîwanê pêşkêşî jinekê dike bi navê Juliette û ev nav ji yê Romeo û evîna kûr nayê cihê kirin.
Lê evîn û kêfxweşî mina camê tenik in, zû dişikên, bi hêsanî hûrhûrî dibin. Evîn ew gula sor e ya di devê evîndaran de, ew hem gul e hem xwîn e. Germiya ku jin bi xwe re tîne ger-miyeke derbasok e, çareserkirineke xapînok e. Mirovê ku re-hên wî hatine birrîn her gav bi vê kêmasiyê, bi şewata birînê di şevên zîz de hişyar dibe û diqîre.
Mirov hêvî dike xwe bigihîne xweşiyên sitewyayî, bi dirêjahî ji çavkaniyên şadiyê vexwe, lê rengên tarî û rencên kevn xwe li keskesora hêviyê vedidin. Talbûnek di xweşiyên herî şêrîn de heye, ev yek çare li wê nabe. Na mirov nikare di ber dilê dara şîn ku hişk dibe bide.
Belê, carinan deriyek vedibe û di maleke bêdeng de mirov dikare bîstikekê bêhna xwe berde, li rûyekî şêrîn binihêre. Lê dilên mirovan aramiyê nas nakin, ew hergav tengezar in û kêr hem di xîzê de hem di qirikê de diçe xwarê.
Gérard Chaliand bo Agirê koçer gazî tu nivîskar û fîlosofên demên kevnare an nûjen nake, ew wê dinivîse û pêşkêşî bîranîna bavê xwe dike. Ceng li her çar aliyên dunyayê gur e, bîhna barûdê mirovan gêj dike û şevên bi cengaweran re di bin konan de xweş in. Ew wek helbestê, wek goştê gotinan û rûyên heyvînî mirovan bi alî xwe de dikişînin. Gérard Chaliand dibe pisporê şer û têkoşînên li nêzikî heftê û pênc welatên Afrîqayê, Amerîka Latînî, Rojhilata Navîn û Asyaya Rojhilat. Ew dixwaze bizanibe çawan zordariya desthilatên navendî dihêle ku kesên sitûxwar serî hilbidin û xwe li ser rêyên berxwedanê bigihînin hev. Di jiyana Gérard Chaliand de, wek nimûne, çend nav, çend tarîx. Gîneya Bisao (1964-1966), Viyetnam (1967), Kolombiya (1968), Urdun û Libnan (1969-1970), Erître (1977), Kurdistana Îranê (1980), Afxanistan (1980 û 1982), Salvador (1982), Perû (1985), Filîpîn (1987), Bûrma (1990), Karabaxa-Bilind (1994). Ew van rêwîtiyan mîna rêyekê dibîne û ew rê jî xwe berdide hinavê jiyana wî, lê zêde dibe. Hêna sî û şeşsalî, wî têra xwe cîhan dîtiye û bêyî payebûn û xwemezinkirin ew dikare bibêje:
Di gera xwe de, mirov sehra û biyabanan diwestîne. Di vê ger û geşta bêhedan de, li her çar aliyên dunyayê, di vê nêçîrvaniya jînê de, rûyê bav, wek rûyê dost û hevalan di nav mija mirinê de winda dibe, lê mirov ne poşman e. Ew ne poşman e ji ber ku kesê nemir tune, her tişt ber bi dawiya xwe ve diçe. Qîrîn û gazî bêçare ne, ew nikarin tu kesî ji warê nebedîbûnê vegerînin ser rûyê erdê.
Di vê mirina pir de, di van werbûn û ketinên misoger de, di tarîtiyên hovitiyê de, agirek divê hebe, gerek agirekî koçer herdem dadayî be, rewend be, ji derekê here derekê û germa- hî û ronahiyê li dora xwe belav bike. Rêwî dizane ku jiyan, jîn û mirin, serfirazî û şikestin ne lîstik in.
Di vê serpêhatiyê de, di vê tevlihevbûna jîn û mirinê de, mirovê nêçîrvan herdem li ber devê lûleya tivinga di destê mirinê de ye. Gotina dawîn herdem ji seroka nêçîrvanan, ji segmana segmanan re ye, ev yek jî qanûna dunyayê ye, gerek mirov wê jibîr neke.
Çi di Meşa bi serhişkî de, çi di Kêrên di xîzê de, çi di Agirê koçer de be, mirov di nava salan de dibuhure û sal jî şûna xwe bi qermîçokan û bi mîdada nebedîbûnê dinivîsin. Lê çi rêwî, çi dengbêj, çi helbestvan, çi cengnas, Gérard Chaliand bêyî tirs, bêyî poşmanî ji ciyê xwe nêrîna xwe ya aram li ser rûyê cîhanê digerîne. Belê, jiyan hêja ye ku mirov wê bijî, kêf û ne- kêfên wê binase û paşê, mîna firendeyekî deryayî ber bi perrên asimanên nebedîbûnê ve dûr here, ji ber çavan winda bibe.
Fawaz Husên |