La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Herdemciwanê


Auteur :
Éditeur : Enstîtuya kurdî ya Amedê Date & Lieu : 2009, Diyarbakır
Préface : Pages : 272
Traduction : ISBN : 978-975-01719-4-9
Langue : KurdeFormat : 135x195 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Yıl. Her. N° 85Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Herdemciwanê

Herdemciwanê

Eslîxan Yıldırım

Enstîtuya Kurdî ya Amedê

Çûû û çûû û çûû bê ka çend roj û çend şevan; nihêrî baxçeyekî hemû şînahî, wîçewîça çûkaa... Hema ew jî ji hespê xwe dadikeve, hefsarê hespê xwe li lingê xwe girêdide û kurk û hewraniyê xwe ji xwe dike, davêje ser serê xwe. Guhekî zendika kurkê xwe tîne ber çavê xwe û di qulika zendikê re li hespê xwe dinihêre. Dibêje bila kes nizanibe ku ez şiyar im. Hewzeke avê jî di nîvê baxçe de ye; ava wê şîn dike, hewzeke paqij û zelal. Dinihêre sê kevok hatin, li ser hewzê danîn. Ew jî di qula zendika kurkê xwe re li wan dinihêre. Dît ku eyarê xwe ji xwe kirin, danîn dera hanê û bûn sê keçikên spehî û ketin avê. Di hewzê de xwe şûştin, lîstin û henek kirin. Li mêrik dinihêrin, di dil wan de razayî ye. Heta ji avê aciz bûn ji hewzê derketin û eyarê xwe li xwe kirin ku bifirin. Yek ji wan ber bi Mihemed ve diçe, ji nêzik ve lê dinihêre, dibe heyrana bejn û bala wî. Bangî her duyên din dike, dibêje:
- Waa xwehno!
- Çi ye? Zû were, em dereng man.
- Werin li vî xortê spehî binihêrin. Heyf û xebîneta vî xortî; hêja ye ku ew keçika navê wê Herdemciwanê ye, li bajarê Spîwanê, di neqeba heft deryayan de ye, ji xwe re bîne.
Her du keçikan lê vegerandin û gotin;
- Xwehê, niha ku ev xort şiyar be û dengê te biçê, îcar wêjê re bibe qehr û merez û di dilê wî de bimîne, ma ne guneh e? Xwezila te ev tişt negotibûya.
Keçika biçûk got;
- Na na razayî ye, dengê min neçûyê, hema peyvek bû û min got.
Kevok firiyan çûn ...

Eslîxan Yıldırım, di sala 1960’î de li Nisêbînê hatiye dinyayê. Dibistana seretayî û ya navîn li Nisebînê xwendiye. Dûre li Erziromê, li Lîseya Mamostehiyê ya Keçikan a Nenehatunê sê salan û dîsa di heman dibis-tanê de Enstîtuya Perwerdeyê qedand. Bîst salan li Nisêbînê mamostetî kir. Ji saia 1999’an ve li ser dîrok û çandê lêkolînê dike. Di warê lêkolinê de xebata wê ya ewil di sala 2001 ’ê de bi navê 'Tarihin Tanigi Nusaybin' (Nisêbîna Şahida Dîrokê) bi tirkî hat çapkirin. Li ser bingeha vê xebatê, bi lêkolîneke berfîrehtir û bi kurdî berhema xwe ya bi navê ‘Kaniyek ji Mezopotamyayê Nisêbîn’ amade kir. Ev berhem ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve di sala 2005’an de hat çapkirin. Sê zarokên wê hene. Bi kurdî û tirkî û hinek îngilîzî û erebî dizane. Niha li Nisêbînê dijî.


PÊŞEK

Xwendevanên hêja,
Wek ku me berê jî gotibû heta ku derfetên me dest bidin em ê berhemên wêjeya xwe ya devkî bigihînin ber destê we. Berê jî me berhemên bi vî rengî weşandibûn û gihandibûn ber destê we. Ji bo me ev tenê ne karê weşanê ye her wiha peywirek e, armancek e. Lewre her kesê ku têkildarî ziman e û derbarê kurdî de xwedî agahî ye, dibêje; zargotina kurdî pir dewlemend e. Û her kes jî vê yekê wiha dipejirîne. Ku wisa be ji vê dewlemendî û gencîneyê re parastin pêwist e.

Çend rêyên parastinê hene. Yek ji vana jî berhevkirin û tomarkirin e. Lê tenê berhevkirin û tomarkirin jî têr nake. Divê berhemên wêjeya me ya devkî bên weşandin û careke din li civakê vegerin û bigihîjin derdorên hîn firehtir. Li aliyê din berhemên ku wek pirtûk bên weşandin an wek şano û fîlim bên lîstin, an jî wek wêne bên xêzkirin mayînde dibin. Bi rihetî digihîjin nifşên nû. Lê tiştekî din jî bi vê riyê pêk tê; şiyarî û hişmendiya parastina van berheman. Ku şiyarî û hişmendiya parastinê tune be, em zû bi zû nagihîjin armanca xwe.

Wek civaka kurd heta îro her çiqas me bi wêjeya xwe ya devkî zêde pesnê xwe dabe jî, em zêde li ser nexebitîne. Me nekiriye mijara lêkolînên zanistên civakî. Me ji wan gelek berhemên şano, fîlim û beşên hûnerê yên din neafirandine. Lê wê ew roj jî bên û wê xebatên bi wî rengî bên kirin. Nîşanên vê yekê gelek in. Him jî di demeke ne dûr de. Ev berhema di destê we de û berhemên wek wê bingehên wan rojan in.

Em kêfxweş dibin ku berhemeke bi vî rengî digihînin ber destê kurdîhezan. Û ji rêzdar Eslîxan Yildirimê re jî dibêjin dest û tiliyên te ter bin, qewet be.
Enstîtuya Kurdîya Amedê

Pêşgotin

Dema em zarok bûn me gelek caran li çîrokan guhdari dikir. Zêde kêfa me ji çîrokan re dihat. Hin çîrok bi şevan dom dikirin. Hin ji wan ji bo ku gelek caran dihatin gotin me hemû zanibûn lê dîsa jî em ji wan têr nedibûn û me dîsa dîsa didan gotin. Çîrokbêj her ku çîrok digot em pê re diketin dinyaya çîrokê; navên ku di çîrokan de derbas dibûn, wek kanî, hût, teyrê sîmir di xeyala her zarokekî de bi hawayekî bûn, lê dema dihat gotin, ‘Hût got; biim, biim bêhna xelkê xerîb tê! ’ dibû kurpekurpa dilê me tevan.

Me zanibû çîrok gelekî xweş in, em pê diketin nav xeyalên bêserî û bêbinî jî. Lê qet me nizanibû ku rojekê em ê wan ji bîr bikin û nikaribin ji zarokên xwe re bibêjin. Hinekan ji me nêzikî sed çîrokî ji ber kiribûn. Ji bilî ku kal û pîr, dê û bavê me ji me re bêjin me zarokan jî di nav hev de carna ev çîrok ji hev re digotin. Iro dema min ji wan kesan xwest ku wan çîrokan ji me re bibêjin, bi piranî gotin me ji bîr kirine. Hinek ji wan ji çîrokekê çend gotin hatin bîra wan, hinekan ji wan dema ji me re vegotin çend çîrok tevlihev kirin. Ev ne tenê ji bo derdora min î nêzik wilo ye. Min ji gelek kesan pirsî û hema hema bersiv eynî bû. Yanê îro tu kes ji me û zarokên me wek dê û bavên xwe, pîrik û kalikên xwe nizane çirokan bêje. Pîr û kalên me jî hemû bi çîrokan nizanin, hin ji wan zanin. Ew jî ji ber ku bi salan wan nabêjin wek ê berê nizanin. Hin ji yên ku çîrok ji min re gotin beşeke çîrokê zanibûn bi beşekê nizanibûn. Bi qasî dihat bîra min cudabûna wan ji yên ku di zarotiya xwe de min guhdar kiribûn hebûn; çîrokin jê min ji çend kesan guhdar kir heta bi tevayî temam bûn. Ji ber wilo çîrokên me gelek tişt ji xwe winda kirine. Bêgûman di vê navberê de gelek çîrokên me jî bi kalik û pîrkên me yên çûne ser dilovaniya xwe re çûne, winda bûne.

Me çima çîrok ji bîr kirin? Sedema vê ji me hemûyan ve diyar e. Heta beriya sih çil salî di civatên kurdan de gelek caran wens bi çîrokan bû. Yanî ne tenê ji biçûkan re, di civatên mezinan de jî gelek derban çîrok dihatin gotin. Çîrokan him hişmendî didan, him ji bûyerên derên dûr û ji dîrokê xeber didan. Ji ber wilo berê bandora çîrokan bi gelek hawayan li ser civatê hebû. Lê îro ji ber tiştên wek televizyon û kompîturan jiyan bi tevayî hatiye guhertin. Wek berê di şevbuhêrkan de çîrok nayên gotin. Hin ji çîrokzanan belkî her ji çend salan carekê nema çîrokan dibêjin. Ev jî jibîrkirin û tevlihevkirinê bi xwe re tîne.

Ji bilîjibîrkirin û tevlihevkirinê çîrokên me yên hene jî li gora demê qels mane. Wek ku me li jorê îfade kir kesên me yên bi çîrokan zanin kesên bi emir mezin û ji perwerdehiya demê dûr in. Ev jî dike ku çîrok qels bikeve. Yanê tu bikî nekî kesê ku çîrokê vedibêje xwe jî tevlê dike. Meyla çîrokbêj, nêrîna çîrokbêj tevlî çîrokê dibe. Hûn ê vêna di çîrokan de jî bibînin. Mînak, hin motîfên di çîrokê de tên bikaranîn mirov dibîne ku bêhna beriya hezar salan jê tê lê bi bandora Misilmaniyê gelek çîrokbêj mijarê bi olê û bi gotinên baweriya xwe dihûnin. Di hin çîrokan de jî motîfên îro hene. Ev bi çîrokbêj û têgihiştina wî ve girêdayî ye.

Ji aliyekî ve ji ber ku dibistan û saziyên kurdan tune ne kurd bi dilê xwe nikarin çanda xwe bi pêş bixin û belav bikin. Ji aliyê din ve ji ber ku îro teknolojiya wek televizyon û întemetê gelek wextê neslê niha digire û ev jî bi piranî bi zimanekî din e û ji çand û nêrînên biyanî xeber dide neslê nuh di bin bandora jiyaneke ji derveyî xwe de ye. Ev jî gelek pirsgirêkan bi xwe re tîne.
Wek ku em hemû zanin edebiyata devkî di çanda neteweyan de pir girîng e. Edebiyata kurdan a devkî gelekî dewlemend e, lê ji ber sedemên ku me li jorê da xuyakirin ber bi windabûnê ve dere û heta niha bi qasî hêjabûna xwe cih di cîhanê de negirtiye. Heger xortên me yên ku nû digihên bi çanda xwe û bi zimanê xwe perwerde bibûna bêgûman wê îro edeoiyata me di asteke din de bûya. Heke em bên ser çîrokan bêgûman wê zêdetir çîrokên me hebûna, wê xweştir bibûna û gelek ji wan bi derfetên serdemê wê ji hin xebatên wêjeyê re bibûna bingeh, hin ji wan wê bibûna fîlm û hw. Lê hîn ne dereng e. Ku di demeke nêzik de li hemû herêman kampanyayek bê destpêkirin û hemû tiştên mayî bikevin bin qeydiyan wê danheveke pir hêja derkeve holê.

Çîrokên di vê kitêbê de tenê li Nisêbînê hatine berhevkirin. Heta ez karim bêjim ev danhevî bi piranî min ji kesên derdora xwe kiriye. Ji ber wilo ev çend çîrok ji çîrokên herêma me ne dilopek in jî. Min hîn ji dema xebata kitêba Nisêbînê dest bi berhevkirina van çîrokan kiribû û çîrokên bi navê Mihemed, Teştro, Pîrê û Rovî, Mirîşka Gavên, Pîrê û Dîk, Gayê Cot di kitêbê de cih girtibûn. Bi dû de min berhevkirina xwe dewam kir û niha ez ji vê danhevê hinekî bi we re par ve dikim. Çîrokin jê li gelek herêman tên gotin, lê hin cudabûn di navbera wan de heye. Carna di herêmekê de jî eynî çîrok cuda cuda tên gotin. Ji ber wilo dibe ku hinek xwendevan van çîrokan bi lewnekî din zanibin.

Çîrokên di vê kitêbê de cure cure ne. Gelek şiklên çîrokan di vir de cih girtine. Lehengê hinekan ji wan dîk in, ê hinekan ji wan xortekî jêhatî û spehî ye. Di hinan jê de hût û teba hene. Lehengê hinekan jê Senecoq û Reşik in. Reşik û Senecoq di çîrokên kurdan de kesayetiyên cuda ne û bi serê xwe ne. Bi piranî zarokên jîr û mekroh temsîl dikin. Gelek çîrokên Reşik û Senecoq hene; tenê me sê mînak girtine. Bi kurtasî mirov kare bêje gelek dinyayên cuda di van çîrokan de hene.

Ev çîrok ji kesên ku temenê wan ji çil salî zêdetir e hatine guhdarîkirin, piraniya wan di kasetên teyb û kamerayan de hatine qeydkirin û me dûre nivîsîne. Min nexwest ez dest bidim gotina çirokan, çilo hatibûn gotin min wilo nivîsîn. Tenê di hinek cihan de bêyî ku vegotin bê guhertin hin rastkirin hatin kirin. Ji ber wilo bêgûman wê kêmanî di rastnivîsê de hebin.

Ji aliyê din ve wek ku tê zanîn çîrokgotin û çîroknivîsandin gelekî cuda ne. Dema kesek çîrokan dibêje bi lebt û dengê xwe çîrokê temam dike û wê zindî dike. Dema gotin tê nivîsandin tu bikî nekî ew germayî kêm dibe. Encex bi vegotinina mirov karibû wê valahiyê hebekî dagire lê wek ku min berê îfade kir min nexwest ez zêde dest bidim van çîrokan. Ji ber ku ev xebat bi armanca arşîvkirinê hat kirin. Ku mirov bixwaze dûre mirov kare li ser van çîrokan bi gelek hawayî xebatê cuda bike.

Di vê xebatê de keda gelek kesan heye. Ez dixwazim sipasiyên xwe pêşkêşî wan bikim. Beriya her tiştî kesên ku çîrok ji me re vegotin wek Zeko Elmas, Edla Akdogan, Şikriyê (Akçakale) Talatî, Îbrahîm Kahraman (Brokê Xira), Mehmed Yildiz, Xensê Dag, Mehmet Çetîn, Huseyîn Tokay, Xalîp Yusufoglu, Zibêda Yildirim ez gelekî sipasiyên xwe pêşkêşî wan dikim. Çîrokên ku me dan hev hîna me hemû nenivîsîne. Tenê hinekan ji wan di vir de cih girtiye. Di tîprêziya çîrokên di vê kitêbê de di serî de Gula Zibêr û Halîme Aslan, alîkariya Adar Tanhan, Mahmût Aş û Medya Yildirim gelekî bi min re çêbû. Ez gelekî sipasdarê wan im. Piştî min nivîs hebekî bi ser hev de anîn bi pêşniyar û alîkariya hin kesên di edebiyata kurdî de xwedî cihekî girîng in xebatê şiklê xwe yê dawîn girt. Mînak, di çîrokên bi navê Herdemciwanê û Kerê Lalê Fûriya Ava Girarê de nivîskar û helbestvan Bro Omerî alîkarî bi min re kir. Çîroka bi navê Gulperî bi alîkariya helbestvan Arjen Arî hat rastkirin. Di dawiyê de hemû ji aliyê xebatkarên Enstîtuya Kurdî ya Amedê ve hatin kontrolkirin. Ez sipasiyên xwe pêşkêşî hemûyan dikim. Ez sipasiyên xwe pêşkêşî yên ku alîkarî kirine û navê wan nehatiye nivîsandin hemûyan jî dikim.

Herî dawiyê ez dixwazim sipasiyên xwe pêşkêşî malbata xwe bikim. Her çar birayên min di hemû xebatên min de di her warî de alîkariya wan bi min re gelekî çêdibe. Ez çiqas spas bikim têrê nake. Diya min ji ber ku her dem a herî nêzikî min bû, dema ez di derekê de dialiqîm pirî caran min ji wê alîkarî dixwest. Ji bilî vê, wê jî hin çîrok û serpêhatî ji min re gotin. Bi kurtasî alîkariya diya min gelekî bi min re bûye. Sipas yadê.

Eslîxan Yıldırım

Sîn û Gulê, Xeracê Misrê, Solkirê bexdê

Carek hebû ji caran, rehme li dê û bavê guhdaran. Dibê, biraziyekî yekî hebû, navê wî Mihemed bû. Mihemed dere cem apê xwe dibêje, apo keçika xwe bide min. Apê wî dibêje, ku tu meseleya Sîn û Gulê, Xeracê Misrê, Solkirê Bexdê ji min re neynî ez qîza xwe nadim te. Ew jî radibe karê xwe dike ku here, van meseleyan fêm bike, lê nizane bê wê bi ku de here, wê çilo bi ser wan vebe. Dide ser rê, dibê helbet ez ê bi ser hinan vebim, ez ê ji wan bipirsim, encex bi pirsê ez xwe bigihînim wan. Dere û dere û dere dibetile. Digihê darekê. Li bin darê rûdinê, kurkê xwe dikişîne serê xwe û dibêje, ez ê bêhnikekê ji xwe re razêm bê ka Xwedê çawa dike. Carekê dinêre ku hema marekî qalind, devê wî ji hev û bi darê ve hilkişiya ku here çêlikên teyrê baz bixwe. Ew jî nemerdiyê nake, hema radibe ser xwe, radihêje şûrê xwe li serê mar dixe û dike qetqetî. Sê çar çêlikên baz hene, her çêlikekê qetekî datîne ber wan û yekî jî datîne dera hanê, dibêje, ev jî ji diya we re. îcar ji darê dadikeve û dîsa serê xwe dixe bin kurkê xwe û di xew re dere.

Teyr jî ji wê ve tê, dinêre ku reşahiyek li bin darê ye. Bi xezeb tê yê, dibê heye neye yê ku her sal çêlikên min dixwe ev e. Dere radihêje zimihîtekî weke gayekî û dike ku bi ser serê Mihemed de berde. Hema çêlikan kir wîze wîz û gotin;

- Yadê wîlo nek!
Diya wan got;
- Çima?
Gotin;
- Bise, wî ruhê me xelas kir, tu ka wer!

Wê jî kevir berda, hat nav çêlikan, nêrî ku va zirqetekî mar li wir e. Çêlikan got; ...




Fondation-Institut kurde de Paris © 2022
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues