La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Zayenda mê û nêr


Auteur :
Éditeur : Havîbûn Date & Lieu : 2001, Berlin
Préface : Pages : 96
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 140x205 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Kur. Zay. N° 1184Thème : Linguistique

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Zayenda mê û nêr

Zayenda mê û nêr
Lêkolînek di giramera zimanê Kurdî de
Kurmancîya Bakur


Keça Kurd

Kovara Havîbûn

Mamosta Keça Kurd, di vê pirtokê de, destê xwe deydine ser cihêşeke terma zimanê me, û ewa berxwedide, ku bi nirîn û şirove-kirinên zanistî, wê lcûlê derman û çareser bike.
Di baweriya me de, ev pirtûka dikare şûneke zor giranbuha di nav cihderên zimanewanî, zanistî de bistîne, û roleke berçav û paye-bilind di çareserkirina janekê ji janên zimanê me de bilîze.
Herwisa jî, ev berheme dikare ji'"lêgervan, nivîskar û xwende-vanên zanîngehên kurdî re, bibe çavkaniyeke pêwist û suddar. / Dr. Ebdilmecît Şêxo



Nivîskar, şair, zimanas û wergêr Keça Kurd, di 1948ê de li gundê Xirbê Cihûyan ê binxetê de bûye. Xwendina xwe ya seretayî, navendî û amadeyî / liseyê li Qamişloyê kuta kiriye. Paşê di navbera slên 1972 – 1974, li Silêmaniyê Edebiyata kurdî xwendiye û niha li Elmanya dijî. Berhemên wê yên çapkirî ev in:

1. Qesara min - helbest, Beyrûd – 1996.
2. Kopê Qurbanî – Helbest, Beyrûd – 1996.
Wergerên wê:
1. “Cîrokine helbijartî” ji çîrokên Ezîz Nesîn, Beyrû – 1990.
2. Mihemd Mele Ehmed: Xoybûn, civata “Serxwebûn”a kurdî (1927-1946), Şam 1993.
3. Mihemed Mele Ehmed: Peywendiyên Kurd û Ermeniyan, 1994.



ŞARISTANA ZIMÊN

Ziman di navbera mirovan de, alaveke têgîştinê û axavtinê ye, ew ji zayina çalakiyên mêjiyên gelan e, û berhemeke jîndar e.

Lewre ziman, di jiyana miletan de, aliyekî herî giring û şaristanî, têye hajmartin.
Ziman her dem dikeve bin bandora jiyana civaka mirovatiyê, ew bi civaka xwe re, pêşde diçe û li gor heyam û mercên dîrokî, yên gelê xwe, gavên xwe derpêş davêje, û pêşketina civaka xwe, bi zanistî dipejirîne.

Her zimanek sêstêmeke dînamîkî ye, ew bi awakî hemdemî guhêzbar e, lê riweşta guhertin û pêşketina wî, hêdî, hêdî ye, lê hemî endamên terma zimên, di pêvajokê de bi yek lezbûnê, bi yek şêwazê, pêşve naçin.

Lewre jî, tu ziman li cihanê nîne, ku ew li derveyî çarçewa yasayên pêşketina civakî, zanistî, û mercên gelemper, jiyana xwe diborîne.

Zimanê me jî, bi dîroka gelê me ve, kît bestaye, lê mixabin, rûpelên mêjûyê miletê kurd, bi hemî aliyên xwe ve, tijî bûyerên bêzarî û bextreşî ne.
Bi rexberî vê rewşê re, zimanê me jî, di nav bahozên dirinde û hovandine, têra xwe, setemkarî, bindestî, bi mebesta pişavtina wî, dîtiye.

Lê tevî van serbûyerên awerte, zimanê kurdî, bi pêdarî û rûmetî, di sîbera yasayên xwezayî û ne xweserî de, serê xwe rakiriye, û têkoşîna xwe, ji bo parastina hebûn û pêşveçûna xwe berdewamkiriye, û hîn jî, berxwedana xwe didomîne.

Erê, Xweparastina zimanê me, rûdaneke erênî ye, û berjorhildana ala şaristanî î pîroz e, û ewa dillêketina gelê me bi xwe ye.
Lê, pêwiste bê gotin jî, ku zimanê me, wek me, li jorê jî, nîşankiriye, ji ber sedemên xweyî û hawîrdorî, xwe ji pir rûdawên neyînî rizgar nekiriye.

Hebûn û bikaranîna sê zaravên cudayî û du corê alêfbayan, di zimanê me de, derdêkî pir mezin e, û ew, ji rudawên neyênî, mînakeke geşdar e. Ji ber vê jî zimanê dê û bavê me, bê aramî, çaweriya çarelêkirina aloziyên xwe dike.
Mamosta Keça Kurd, di vê pirtokê de, destê xwe deydine ser cihêşeke terma zimanê me, û ewa berxwedide, ku bi nirîn û şirovekirinên zanistî, wê kûlê derman û çareser bike.

Bi rastî jî, „Zayenda mê û nêr“ di zimanê me de, ne herdem bi yek şêwe û rêbaz hatine nivîsîn.
Nivîskarên me, yên kevneşopî û yên serdema me nihajî, ketine û dikevin dijberiyekê, ango carna zayenda mê dikin nêr, carna jî nêr dikin mê û hin caran jî, navekî bi du zayendan bikaranîne û bikartînin.

Vêce zimanzana me, Keça Kurd lêkolîneke zanistî, di vê berhemê de dike, û bi bawerdanên zimanevanî û balkêg, dijberiyan li nik wêjevanên me, yên gewre E. Xanî, M. Cizîrî, Celadet Bedirxan, di zayenda mê û nêr de ronî dike, û bi şêwakî giştî, encamên kêrhatî û zanistî, di derbarê mijara „mê û nêr“ de, li pês çavên me rêdixe.

Di baweriya me. de, ev pirtîika dikare şûneke zor giranbuha di nav cihderên zimanewanî, zanistî de bistîne, û roleke berçav û payebilind di çareserkirina janekê ji janên zimanê me de bilîze.
Herwisa jî, ev berhema dikare ji lêgervan, nivîskar û xwendevanên zanîngehên kurdî re, bibe çavkaniyeke pêwist û suddar.

Li dawiyê, em hêviya serkevtinên duhatî, ji nivîskara hêja Keça Kurd re dikin.

Dr. Ebdilmecît Şêxo
20.05.2000



Pêsgotin

Zimanek pêş nakeve, eger civaka wî ne pêşketî be. Milletek jî pêş nakeve, eger ne azad be û dewleta wî nebe. Zimanê ku dewlet pê diaxive, dibe zimanê dibistanan û yê zanîngehan, dibe zimanê çand û çapemenîya wî welatî. Û di rêya civata zanyarî a zimanzanî, ya ku dewlet alîkariya wê dike, hemî pirsgirêkên ziman çareser dibin.
Bi vî awayî ziman xwe pêşde dibe, xwe digihîne astê jiyana şaristanî û pîşesazî ya ku gelên cîhanê pê gihane.

Zimanê me, zimanê civakeke bindest e, bê dewlet e, û ne azad e. Di Kurdistanê de, zimanê me nebûye zimanê dibistan, çand û çapemenîya gelê Kurd. Her û her ev ziman qedexe bû ye; li dezgehên fermî jî mirov bi askere nikare pê bi axive.
Nivîskarê kurd di mala xwe de, bi çavên tirs û destên lerz bi zimanê xwe dinivîse. û ji ber van hoyan, zimanê me li paş maye. Her heman hoyan hiştiye, ku zimanê kurmancî „kurmanciya bakur“ li demeke gelek dirêj tenha zimanê axivtinê be. Ji lewra jî, em dibînin ku zimanê devokan serdest bûye; destûr û bendên rêzimana kurmancî yek nagirin.

Li roja îro di nav berhemên her nivîskarekî de rengê devoka devera wî belo dibe; nivîskarek “pora min û pişta min” dinivîse û yekî dî jî „porê min û piştê min“ dinivîs e; yek mê û yek jî nêr dibêjin û dinivîsin.
Di vê qunaxa îro de gereke em bixebitin û her yek li gora karîn û zanîna xwe li dora rehên ziman û rêzimana kurdmancî bixepêre, da em bikarin zimanekî yekgirtî (mebesta min kurmanciya jor e) pêk bînin, ku bi yek şêwe û yek rêzimanê bête nivîsandin.

Vêce ji bo van pirsgirêkan, di mijara „zayenda mê û nêr“ de, ez jî vî karê biçûk ji xwendevan û nivîskaran re pêşkêş dikim. Dibe ku ne karekî ji sedî sed rast jî be, lê ez hêvî dikim ku ev berhema min a biçûk, wê sûdber be û cihê dilrehetîya gelekan be.
Paş lêgerîn û vekolîna min di gulistana zimanî de, ez gihame encamekê; ku navdêrên zimanê kurdmancî û ew bêje û gotinên zayenda mê an jî a nêr distînin, li ser malbatan parve dibin.
Wekî çawe mirov here gundek û li malbatên wî gundî binêre; her malek ji serok (malxwê) û hin jin û hin mêr pêk têt, hin mal jî hene ku kebanîya malê heye, di mala wê de hin nêr, hinjî mê hene. Mal heye hemî endamên wê nêrin, û mal jî heye hemî endamên wê mê ne.

Di laş de nêr û mê hene. Laş, serokê malbata xwe ye, çi endamê ku serxwebûnek heye û dikare bi karekî rabe, zayenda nêr standiye. Lê çi endamê, ku ji laş cuda nabe û nikare bi tena xwe bi karekî rabe, zayenda mê standiye. Telî ji vê bendê derin; li gel ku serxwebûneke wan jî heye, zayenda mê distînin.
Di asmanî de du malbat hen e, wekî bav û kur wehane asman zayenda nêr distîne, lê roj, heyv, stêr keskesor, zayenda mê distînin. Ewr jî kurê asmanî ye, zayenda nêr distîne, lê hemî ew tiştên ji ewr dirjin „baran, berf, teyrok, av û birûsk...“ zayenda mê distînin.

Min di vê nivîsandina xwe de, navdêr û bêjeyên zayenda mê û nêr distînin, li ser çend malbatan par ve kirine. û wekî berê jî min got ku; di hemî malbatên navdêran de weke di malbateke mirovî de, serok an jî malxwêyê malbatê, zayenda nêr distîne, an jî serok kebanîye, û di malbatê de hin ji navdêran zayenda nêr û hin jî zayenda mê distînin.
Vêce mirov dikare zayenda navdêrên her malbatekê bi hêsanî nasbike; wekî çawe mirovekî gundî hemî malbatên gundê xwe bi mêr û jinên wan ve nasdike.

Di şînî (şînatî) de çend malbat hene û her yek ji wan, taybetiyên xwe di zayendê de hene; kurdmancan zayenda nêr û mê di şînî de ji xurtî birine, şînîyê ku ji pê (şipya) sekinîye û pinê wî serdestî berê xwe ye, berê wî şînîyî zayenda mê distîne, wek bacana reş a sor û îsot. Lê ew pin “lem”ê ku li ser erdê pan dibe û berê wî pinî “lemî” serdestî wî ye, berê wî jî nêr hatiye, wek şebeş, gundor, xiyar. Di dara şîn de jî beşên lawaz “pel û ber” zayenda mê distînin, lê beşên xurt “ra, qurn û çiqil” zayenda nêr distînin...

Di vê mijarê de jêdera herî giring ya ku min pal daye ser û jê sûd wergirtiye kovara Hawarê bû. Nemaze di nivîsandina alavan “veqetandek, pronavên îşarkî û...” û şirovekirina wan de. Di vê barê de, Celadet bingehek hêja ji me re hiştiye. Lê çi Hawar be, an jî jêderên dî bin jî, gelek bi kurtî li ser zayenda mê û nêr hatiye nivîsandin. Vêce ez vegereham zimanê xwe, yê ku ji dê û bavê xwe hînbûme û ew kultûra ziman ya ku ji civata bavê xwe û hevalên wî di xwîna min de hatibû çandin. Bavê min û hevalên xwe, ji ava deşt û zozanên Kurdistanê vexwaribûn, çîrok û serpêhatiyên wan jî ji nav derûnê şikevt, berih û beristankan bûn.

Ez sipasiya mamosta Arif Zêrevan û Selam Numanî dikim ku li cara pêşî, rênivîsa pertokê ji min re serast kirin, û li ser têbîniyên hêja Arif Zêrevanî min pertok ferehtir kir.
Berêz Dr. Ebdilmecîd Şêxo jî xwend û hin têbînî jî, ji min re nivîsîbûn ku mirov jê sûd werdigirt. Dema ez gihame raya dawî û ji berî ez li çapê bidim careke dî, min destnivîsa xwe ji Dr. Ebdilmecîd Şêxo re rêkir, ewî careke dî rênivîsa pertokê, nemaze di nuqteşanan de serast kir. Ez jî gelek sipasiya wî dikim.

Bê alîkariya karmendên kovara Havîbûnê min nedikarî ez vê pertokê li çapê bidim, ji bo wan jî gelek rêz û sipas. Sipas û rêz ji bo hêja Hoşengê Osman Sebrî; bi rastî alîkariya wî jî di çapa vê pertokê de gelek heye. Herweha ez sipasiya hemî wan kesan dikim, yên ku çi gelek û çi hindik alîkariya min kirine.

Keca Kurd
27. 04. 2000
Dortmund, Elmanya



Zayend

Celadet Alî Bedirxanî bêjeya zayendê nêr danî ye, li destpêkê û li ser şopa Celadet Alî Bedirxanî, min jî zayenda nêr bikar tanî, lê dema ez di nav de kûr bûm, min dît ku a rast, zayend mê ye, ne nêre. Zan, an jî zayin, wek nav û wek makder, bi kar têt û navdêra wê mê ye.
Mînek: Zana çêleka me dijwar bû, ewji mirinê rizgar bû.
Li vir em dibînin ku “zan” mê ye, û ji ber vê jî divê zayend jî mê be; ji ber ku, gotina zayendê ji zan û zayinê hatiye.

Mînekek dîjî: Gotina xwarin.
Xwarina me xweş e.
Ez dixum, ez xwarinê dixum.
Gotina didoyê, ku xurîni ye, ew jî mê ye, ezê xurîniya xwe bişkênim, ango ezê hinek xwarin bixum.

Di raya min de, xurînî ku navek e û ji xwarinê çêbuûye, û wek wê jî mê ye. Zayend jî navek ji zayin “zan” çêbûye, û divê wek wê jî mê be.
Û bi vî rengî çend nivîskarên kurmancî, yên ku bi lêkolînên zimanevanî ve mijûl dibin, gotina zayendê, mê danîne. Ji wan zimanzanan:

Qenatê Kurdo “Gramera zimanêkuidî”
Arif Zêrevan “Bingehên rastnivîsandina kurdiyê”
Jotyar Bamemî “Rêzimana elmanî-kurdî”.

.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues