La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

K'lamêd cimae'ta k'urda


Auteur :
Éditeur : Neșîreta Mûzîka Date & Lieu : 1965, Moskva
Préface : Pages : 172
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 165x240 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Cel. Kur. N° 1135Thème : Musique

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
K'lamêd cimae'ta k'urda

Versions

K'lamêd cimae'ta k'urda

Cemîla Celîl


Neșîreta Mûzîka


Paritia mеүе şirine,
Ew teşkîla Lênine,
Partia mеүе .şirine,
Ew teşkila Lênine.
Lênîn h'îme wê danye,
Emrê aza dest аnyе,
Lênîn h'îmê wê danye,
Emrê aza dest anye.

Dest anye emre aza,
Bi xwe bûne azadar,
Dest anye e'mrê aza,
Bi xwe bûne azadar,
Bona h'emû miraza,
Anye rojê bextewar,
Bona h'emü miraza,
Anye roje bextewar.

.....



PÊȘXEBER

Vê berevokêda 100 k'lamêd cmae'ta k'urda heye, êd ku me van h'evt salê pașinda ji nava cmae'tê berevkirine.

Berevok ji çend p'arane. Ew bi k'lamêd hêna sovêtîêva destpê dike, wê șûnda tên p'ara k'lamêd govendê, k'lamêd h'enek-laqirdîa, k'lamêd bengîtîê û êd mêrxasîê. K'lamêd vê berevokê, ê ku me ji zarê k'urdêd Ermenîstana Sovêtîê nvîsîne, nava cmae'têda e'yanin û h'izkirîne. Ev klamana usa jî k'urdêd Îranê, Îraqê Sîrîê û R'omê distirên.

Bal cmae'ta k'urda k'lamê govêndê t'eqla miqam û xeberê xweva berbiç'e'vin, bangê xweba meh'kemin. Eva yeka jî me'neke, wekî k'lamê cmae'ta k'urda bi qur'nava dijîn. Boana miletzanîê (etnografîaê), çawa k'lamêd de'we'ta, usa jî êd bengîtîê p'irqîmetin, çimkî wan k'lamada gelek meselêd r'abûn-r'ûniștandin û e'detê cmae'ta k'urda heye. K'lamanda usa h'ub û h'izkirina xort û qîzêd bengî tê k'ivșê, ("Bêrîvanê", "Nexșê Mîrzô", "Tu dînî", "Ah'medê R'onî" û êd mayîn).

K'lamêd mêrxasîê folklora cmae'ta k'urdada cîkî layîq digrin. Nava van k'lamada qewimandinêd t'erîqî û bedewetîê t'evayî pêșda tên. Sazbendîa k'lamêd mêrxasîê p'ir'awaze û lema jî bona dengnvîsandinê çetine. Me'neke çetinayê jî wextê nvîsara k'lamê mêrxasîê ewe, wekî dengbêjê k'urd azayê dide k'el û sewrandina r'uh'ê xwe. Cumle, sifet û himberîhevkirinêd usaye dewlemend çêdike, wekî nenihêr'î teqlê wan cumla yeke, lê çapê p'êza ne wekehevin.
K'lamêd k'urda ji k'lamêd cmae'ta r'ohilatêye mayîn bi wê yekêva cuda dibin, wekî r'ît'm û t'elqa wan bi cûr'ê mletîêva bașqeye û k'ivșkin.

Neșirkirina berevoka "K'lamêd cmae'ta k'urda" wê mecalê bide mexlûqetîya mûzîqah'iz wekî ewana k'lamêd k'urdaye cmae'tîêr'a xwexwetya wanr'a bivine nas.

Xênji dengnvîsandinê me têk'stê k'lama û nivîsarnasîke kurt derheqa dengbêjada daye.
R'azîbûna xwe dêdme r'êdaktorê k't'êbê hevalê L. Astvasatryan bona k'omekdarîya wî.

Cemîla Celîl



Paritia mеүе şirine

Paritia mеүе şirine,
Ew teşkîla Lênine,
Partia mеүе .şirine,
Ew teşkila Lênine.
Lênîn h'îme wê danye,
Emrê aza dest аnyе,
Lênîn h'îmê wê danye,
Emrê aza dest anye.

Dest anye emre aza,
Bi xwe bûne azadar,
Dest anye e'mrê aza,
Bi xwe bûne azadar,
Bona h'emû miraza,
Anye rojê bextewar,
Bona h'emü miraza,
Anye roje bextewar.

Anye eşq û şaî,
Wê cimet şa kirye,
Anye eşq û şaî,
Wê cimet şa kirye.
Daye meda dilşaî,
Komûnizmê çê dikin,
Daye meda dilşai,
Komûnizmê çê dikin.

Partîa mеүе şîrine,
Ew teşkila Lênîne,
Partîa mеүе şîrine,
Ew teşkila Lênîne.
Lênîn h'imê wê danye,
Êmrê aza dest anye,
Lênîn hîmê wê danye,
Êmrê aza dest anye.

.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues