PÊŞGOTIN
Zman ji çar endamên netewi (zman, welat, çand û bazar) endameki jı gişkan gringttre. Zman çeka serbesti, serxwebûn û serfıraziya gel û netewiye. Zman neynika çand, pişe, dilan, wêje, afirandın û pêşveçûnêye. Zman pergala peyivin, hev nasin, hev serwext kırın, nvisin, xwendin, hin bûn û hin kırınêye. Zman rêçenasê rêzani, peyman, danıstan, lêkhatın, lêkanin û gişk tevgerên mrofaniye. Bi kurtasi bibêjin mrıf çi heyinên xwe winda bike hinde heyinan winda dike, lê gava zman wmda bike gişk heyinên xwe wında dike. Çi heyinên netewi ji winda bıbıt zman dikare wê vegerine lê gava zman wında bıbıt tu heyin nıkare wi vegerine.
Şxwe tête zanin ku pşafker, dema alaziya pşaftına geleki û neteweki bıkın, pêşi radihijne zmên. Lewra ew gelek rınd dizanın ku dema zman pşivi ew gel û netewe bê çek, bê neynık, bê pergal û bê rêçenas dimine, êdi nikane tu şeri bike û di cida dimire. Neteweyên Dni bi sedan sal emek li zmanê xwe dane, wêjeya xwe zengin, xezina peyvan freh, teknika zmên tekûs krıne û bi pêkanina van zanin, pişe, tevger û şehrezayi pêşda brıne. Me heta nha ji zmanê xwe zêdetir emek lı zmanê biyanıyan daye û hê ji dıdın. Iro ji gelekên ji me zmanê biyaniyan ji yê xwe çêtir dizanın. Qey ne bese.
Me li jorin "netewcyên Dni teknika zmanê xwe tekûs knne" gotıbû ....
Feqi Huseyn Sağnıç 21.3.1978
Wane I
Zman çiye?
1. Heke bi kurtayi bersiva vê pirsê bête dan: Zman pergala hev serwext krınêye. Pergalek welê ye ku ji zayinê heta mrınê ji herkesek ra mina xwarin, vexwarın û wergirtinê peywistiye. Ji jina kiflet bigire heta jina cvati, ji aboriya malê bigire heta aboriya dewletê, di her gehinekek da zman wek heyinên bingehin peywira xwe dıbine. Zman bi vê ji ranaweste, çand, pişe, şehrezayi, pispori, bi kurtasi ji kes û cvatan ra çi bivê, gişk digehine û pêşve dibe. Zman ne malê ref û tebeqek cvati û ne ji malê sazimaneke. Pzo zman di gişk ref û tebeqên cvati û sazimananda, wek heyinên bingehinên wê ref, tebeqe û sazimanê didome.
Qenc bala xwe bidinê ku bi guhertına sazimanan zman naguhere, heta dewlemend dibe, dixemile û pêşve diçe. Jina komûnotê dervazê sazimana koledari, sazimana koledari dervazê sazimana feodali, sazimana feodali dervazê sazimana sermayedari bû û di her yek van sazimananda abori û rewşa hilberiyê hatin guherandın, abori û hilberi gorê sazimanan drûvên xwe girtın, disa şoreşa "oqtobrê" di sala 1917 handa li çaritiya Ûrıs pêkhat û Soviyeti hate hmatê. Abori û hilberi gorê sazimana karkeran hate guherandin lê ... |