La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Nîşan û Dawet


Auteur :
Éditeur : Apec-Tryck Date & Lieu : 1991-01-01, Stockholm
Préface : Pages : 96
Traduction : ISBN : 918773007-3
Langue : KurdeFormat : 145x205 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Tig. Nis. 3379Thème : Sociologie

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Nîşan û Dawet

Nîşan û Dawet

Amed Tîgrîs

Apec-Tryck

Îro mirov keç û jinên Kurd bi awakî hêsa ji hevdu derdixe. Keçên gund û bajaran servata (serserqot) ne. Porên wan dirêj û du kezîyên wan yên hunandî (vehandî) li pişt wan in. Lê yên bajaran carnan çîtên rengîn li serê wan in. Jin jî serê xwe bi melhêfa spî dipêçin. Li hinek herêman jin biskên xwe çêdikin. Heta çend sal berê hemû jin bi kofî bûn û heta 50-60 sal berî jî keçên Kurdan kum û kofî girê didan. Kofîyên jinên her herêmî ne wek hevdu bûn. Kofîyan bi şehr û temûziyan dipêçan. Koflyên herêmên Licê, Darahênê û Pasûrê ji yê herêmên din cudatir bûn. Girêya kofiyên wan, li pêş serê wan wekî kiloçê gayî bilind bûn û melhêfa spî davêtin ser. Kofiyên wan wekî kofiyên Iskîtiyan in: yên ku wê demê li ser keviran hatine çêkirin. Niha jî, hinek pîr bi kofî ne, lê jinên ciwan êdî kofî girênadin. Kum û koflyên herêmên deştê ji yên çiyê cudatir in. Berfireh û kiloçên wan tunin. Perik û zêrik bi kumên wan ve ne. Yên welatê Serhedê jî berfireh û kofiyên wan li paş serê wan in. Ji derê serî, kinc û girêdana jin û keçan wekî hev in. Lê, taybetiya kinc û girêdana xort û mêran tune.

Piraniya xort û keçan hevdu li ser kanî, li ber paleyî, bêrî, rezan, bêder an jî di şahî û şînan de hevdu dibînin. Kaniyên Kurdistanê, bergeh û serçaviyên dilketin û bengîntiyê ne. Dema xort bixwazin keçan bibînin, an diçin ser kaniyê, an jî li ser riya wan radiwestin û bi çavan nêçîrên keçan ...



“Bila keça şivan be, lê bûka maian be!"

Gotina pêgiyan

PÊŞGOTIN

Xwendevanên hêja!
Kultur ne helberînên karûbarên çend salan e. Ew, encama hemû zanîn û hilberînên dûr û dlrêj yên dîrokî ye. Ango ew jîyana gel a dîrokî bi xwe ye. Ref bi ref mirov kal û pîr dibin û dimirin, lê jîyana wan ya tal û tirş, keser, şahî, xweşî û afrandinên wan ji zarokên wan re dimînin. Dîyar e, ku jîyana mirov kin e. Lê ya kulturî dûr û dirêj e. Ew ji hebûna gel heta dawî dom dike. Herweha kultur encama hilberînên prossesa hezar salan e. Koma jîyanê ya dîrokî ye.

Ji ber vê yekê, dewletên dagîrker û hêzên nîjadperest, giraniya xebatên xwe yên polîtîk didin ser asîmîlasyona ziman, kultura gel û neteweyên bindest û xizan. Di vî warî de, ev hêzên serdest xebata xwe ya asîmîlasyonê bi du alî didomînin. Ji alîyekî ve kultura gel û neteweyên bindest bi qanûnên xwe yên nîjadperest qedexe dikin; dixwazin wê bidin wendakirin û ji bîrkirinê. Ji alîyê din ve jî, ji bo asîmîlasyonê hemû hêz û navgînên xwe bi rêdixin. Di serdema me de, van hêzên dagîrker bi riya dibistan, mizgeft radyo, televîzyon, tîyatro, sînema, ordî, partî, rêxistinên sporê, girtîgeh û bi yên wekî din, di her alîyê jîyanê de, bi lez û bez asîmîlasyonê pêk tînin.

Dagîrkerên Kurdistanê van hemû metodên asîmîlasyonê li dij neteweyê Kurd, bi awayekî tûnd û dijwar bi kartînin. Talankirin û dizîna kultura Kurd li Rojhilata Navîn berdewam e.

Qedexekirin, talan, dizîn, asîmîlasyon, malaştin û ji bîrkirina kultura Kurd ji dewlet û hêzên dagîr ker re bûye kar û bûyerên rojane.

Bi pejrandina ola Islamî re, perda îslamê dikeve nav keç û lawên Kurd jî. Di şûna edetên xweser ên kurd de, edet, qanûn û perwerda lslamî cîh girtin. Ji ber vê yekê jî, dema mirov li xwazgînî, nîşan û dawetên Kurdan baş binêre, ji wan jêbermayî û kultura îslamî li hinek ciyan dibîne. Lê, wek her gel û neteweyê îslamî, Kurdan jî edetên xwe û yên îslamiyê bi hevdu re hûnan e. Ta carnan mirov nikare wan ji nav hevdu derîne. Ji vê kultura Kurd perçek jî xwazgînî, nîşan û dawet in.

Kurd, sal bi sal ji sedemên cur becur ji van jêbermayîyên xwe dûr dikevin û wan wenda dikin. Di van 20-30 salên dawî de, min bi çavên serê xwe gelek tiştên guhartî dîtin, ku çawan jêbermayiyên Kurd ji navê radibin. Di bin van hoyên giran û zorbe de, çend sal paşê dê gelek jêbermayî yên me yên din jî wenda bibin. Ji vê yekê jî min biryar da, ku xwazgînî, şîranî (nîşanî) û daweta Kurdan yên ku min bi çavên serê xwe dît û bi xwe jiyam binivîsim.

Di dema nivîsandinê de min dixwest ji her perçe û herêmên Kurdistanê mînak bidim. Ji ber vê yekê min ji herêmên Dîyarbekir, Bedlîs, Cebexçûr, Riha, Mêrdîn, Batman, Semsûr, Botan Sine, Sêrt, Culemêrg, Hewlêr, Akrê, Qamîşlo û Badînan nivîsand. Dibe ku giranî li ser herêma Dîyarbekirê be. Ev jî tiştekî xweza ye, ji ber ku ez li wir mezin bûm û jîyame. Berî çapkirinê min tekst bi gelekî kesan dan xwendin û dîtinên wan girt. Min çend kaset şandin herêmê û varyantên cur becur ji dîlok û stranên dawetê berhev kir. Di dema nivîsandina wan de, min varyanta herî rast bingeh girt. Xweza nîşan û dawetên Kurdan li tevayiya Kurdistanê ji %90 wek hev in. Lê, têveliyên (ferqên) nûansî jî hene. Wek govenda Kurdan ku her bajarekî Kurdistanê folklora xwe ya taybetî heye. Heta di nav du gundên cîran de têveliyên cuda hene. Ez dixwazim vê yekê bidim dîyarkirin, ku min tiştînên ku dît û bihîst orjînala wan neguhart û rastî nivîsî. Dibe ku ji hinek kesan re, hinek tişt seyr bên! Lê, ev jî, ji taybetî, nenavendî û dewlemendiya kultur a neteweyê
Kurd bi xwe tê.

Ev berhem ji pirtûkeke bêtir wek senaryoyek e. Heger îmkan çêbin û mirov bikaribe fîlima wê bikşîne, ez bawer dikim, ku dê bibe efrandineke nemir.

Amed Tîgrîs
Tebax 1991
Stockholm



"Ne jina kenokî, ne mêrê şermokî"
Gotina pêşîyan

Hevdîtina keç û xortan

Îro mirov keç û jinên Kurd bi awakî hêsa ji hevdu derdixe. Keçên gund û bajaran servata (serserqot) ne. Porên wan dirêj û du kezîyên wan yên hunandî (vehandî) li pişt wan in. Lê yên bajaran carnan çîtên rengîn li serê wan in. Jin jî serê xwe bi melhêfa spî dipêçin. Li hinek herêman jin biskên xwe çêdikin. Heta çend sal berê hemû jin bi kofî bûn û heta 50-60 sal berî jî keçên Kurdan kum û kofî girê didan. Kofîyên jinên her herêmî ne wek hevdu bûn. Kofîyan bi şehr û temûziyan dipêçan. Koflyên herêmên Licê, Darahênê û Pasûrê ji yê herêmên din cudatir bûn. Girêya kofiyên wan, li pêş serê wan wekî kiloçê gayî bilind bûn û melhêfa spî davêtin ser. Kofiyên wan wekî kofiyên Iskîtiyan in: yên ku wê demê li ser keviran hatine çêkirin. Niha jî, hinek pîr bi kofî ne, lê jinên ciwan êdî kofî girênadin. Kum û koflyên herêmên deştê ji yên çiyê cudatir in. Berfireh û kiloçên wan tunin. Perik û zêrik bi kumên wan ve ne. Yên welatê Serhedê jî berfireh û kofiyên wan li paş serê wan in. Ji derê serî, kinc û girêdana jin û keçan wekî hev in. Lê, taybetiya kinc û girêdana xort û mêran tune.

Piraniya xort û keçan hevdu li ser kanî, li ber paleyî, bêrî, rezan, bêder an jî di şahî û şînan de hevdu dibînin. Kaniyên Kurdistanê, bergeh û serçaviyên dilketin û bengîntiyê ne. Dema xort bixwazin keçan bibînin, an diçin ser kaniyê, an jî li ser riya wan radiwestin û bi çavan nêçîrên keçan dikin. Xort, ji bo ji nêz ve keçeke bibîne, ew carnan zerikek (tasek) av ji keçikê dixwaze. Dema zerik (tas) tune be, satila keçikê ya avê bi serê xwe de dike. Lê, bi çavan li keçikê dinêre. Keçik jî her çiqas şerm ...




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues