Beyda Botanî keçeka dehsalî bû, li serhildana 1991 li rêketa 31 Adarê li Duhoka rengîn şehîd bû. Ev pirtûk jê ra pêşkêş e.
VEKOLÎNEK LI SER HEYRANOKAN
Heyranok çi ye?
Min bi pêdivî dît ku ez li gor karîna xwe vekolînekê li ser heyranokan berhev bikim. Wesan min zanî ku kêmahî li vî karî hene. Ji lew ra, min harîkarî ji gelek dost, heval û xizim wergirtine. Lê hêj Kêmahî û çewtî li van heyranokan hene. Di gel vê jî, pişkek ji wan li gor dem û cihan hatine guhartin. Ez jî, li gor karîna xwe, van heyranokan diparêzim û vedijînim. Wesan nameya dayka xwe pêşkêşî neteweya xwe dikim û hêvîdar im ku nifşa nû pûte bi wan bide. Ji ber ku ji nifşa kevin kêm kes mane...
Heyranok ji biçûkirina peyva (heyran) peyda bûye. Uşta serekî ew e ku rist û xêzên heyranokan sivik in û zû têne jiberkirin, naverokên wan jî seyr in û parçeyên muzîka wan jî xweş in... Ji lew ra ev nav peyda bû. (peyva pahîzok jî...)
Heyranok bi xwe gilî û gazindên evînê ne, piraniya wan yên keçikê ne û berî şûkirinê (12-15 salî), pişkek biçûk ji wan yên jinikê ne. Keçik û jinik li vî babetî, xwegorîkirin, hest û evîna xwe baş aşkere dikin. Ristên wan bi giştî dirêj û kurt in. Ew xêzhindik in, awazên wan dîwanek (oktavek, 8 deng) in û jenîna (lêdana) wan jî taybet e. Nermî û nazikî, Xweşî û sivikî, stirandin û jenîna wan şewat in. Hunerhez û torhezan şeyda dikin û ji bo guhdarkirinê, balawandikêşin. Veşartî û nihêniya vî rengê hunerê bi xwe hêvî, hizir, xwestin û hesta keçikê ne, ya ku vehandine û ji bo xwe hiştine...
Herê, wê ji xweşî û kela dilê xwe gotin û muzîk (heyranok) peyda kirin. Her yekê weke kevalekê, babetekî serbixwe ye. Piraniya wan li ser hewayên Beyat kurdî, Kurd û Hicaz têtêne stirandin. Pişkek ji wan jî li ser hewayên dî, wek: Nehawend, Ecem, Seba, Rast, sêgeh û h.d.
Hewa: Beyat kurdî
Were delalê dilê mino! Min got ez kevok im ax kevoka kerr û gêj im hey lo delal! Were delalê dilê mino! Min got kesek nîne û ez ê gilî û gazindê xwe jî ax jê ra bêjim hey lo delal! Were delalê dilê mino! Min got ez ê kela dilê xwe yê şewitî (jêra) verêjim hey lo delal! Were hey lo delal! Hey lo delal! Tu delal î
Were, were kurko dîno Yar, yar, yar, yar, yar, yar eman Ji bo te me xemrevîno Hey ho, hey ho, hey ho eman Ho ho can Heyva asman Ho ho can Eman, eman
Were, were ji bo jînê Yar, yar, yar, yar, yar, yar eman Sêrtê xweş e da b'çînê Hey ho, hey ho, hey ho eman Ho ho can Heyva asman Ho ho can Eman, eman |