La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Stranên folklorîk ên Botanê


Auteur :
Éditeur : Do Date & Lieu : , İstanbul
Préface : Pages : 224
Traduction : ISBN : 978-9944-108-21-8
Langue : KurdeFormat : 160x240 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Goy. Str. N° 1965Thème : Musique

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Stranên folklorîk ên Botanê

Stranên folklorîk ên Botanê

Seyda Goyan

Do

Botan ji berê berê da di warê siyasî, edebî û kulturî da bûye keleh û wargeha kurdewariyê ku cihê rêz û serbilindiya hemû kurdan e. Ev yek di warê folklorê de jî xwe dide xuyakirin. Folklora Botanê bi her awayî taybetmend û resen e çima ku xwe ji kartêkirina dereke parastiye, lewre mirov dikare ji bilî muzîkê, ji gelek aliyan ve sûd û mifayê jê wergire. Di vê pirtûkê da, ku 100 stran tevî notayên xwe cih digirin, her tenê behsa evîn û dildariyê nayê kirin, her weha behsa dîrok, rewşa kulturî û civakî jî tê kirin. Stranên ku di pirtûkê da cih digirin, ji devera Goyanê hatine berhevkirin, ku di nav herêma Botanê de xwedî cihekî taybet e û ser bi bajarkê Qilabanê ye. Stran wekî stranên dil, şer û mêrxasiyê, bûk û dawetan û stranên mustehcen hatine rêzbendkirin. Tevî vê yekê CDyek jî bi kitêbê ra ye ku awazên stranan tê de ne; wekî din kurtejiyana dengbêj û stranbêjan jî di nav kitêbê de cih digire. Piştî demeke din dê berga duyem jî bê amadekirin û pêşkeşî pispor û dilxwazên folklorê kurdî bê kirin.


Seyda Goyan, di sala 1965an de li devera Goyan li gundê Ripin ji dayîk bûye. Wî lîse li Goyanê qedandiye û di sala 1992an de bar kiriye bajarê Diyarbekirê. Piştî hingî dest bi kar û xebatên li ser folklor û hunera kurdî kiriye. Wî heta niha gelek cure û babetên folklora kurdî kom kirine, wekî stran, gotinê pêşiyan, lîstikên zarokan, mamik hwd. Demekê li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcleyê û wekî endamê Koma Derwêşan kar kiriye. Ew li sektora eneijiyê wekî karmend dixebite û endamê Sendîkaya KESKê ye. Bi tirkî û îngîlîzî dizane.



PÊŞEK

Enstîtuya Kelepora Kurdî li Silêinanî, ku li her çar parçeyên Kurdistanê kelepor û folldora kurdî kom dike û hiltîne da ku ji nemanê biparêze û bixe xizmeta kultura nûjen a kurdî, her di ber vê yekê ra vê carê jî komek ji stranên folklorîk yên herêma Botanê, ku ser bi bakurê Kurdistanê ye, digihîne ber destê dilxwaz û bengiyên folklora kurdî.

Berî ku em behsa naveroka pirtûkê bikin, divê em bi awayekî kurt behsa herêma Botan û girîngiya wê bikin. Botan ji berê berê da di warê siyasî, edebî û kulturî da bûye keleh û wargeha kurdewariyê ku cihê rêz û serbilindiya hemû kurdan e. Deshilat û edebiyat û hunera kurdî di dema mîrnişîniya Botanê de gihîştiye lûtkeyê, lewre kesên wekî Ehmedê Xanî û Melayê C'izîrî û Feqiye Teyran bi devoka Botanê nivîsandine û vê yekê heta sedeya borî jî karîgeriya xwe berdewam kiriye, ji ber vê hindê danerê yekemîn rojnameya kurdî Kurdistan û danerê alfebeya latînî ya kurdî lî rêzimana kurdî ji binemala mîrên Botan in.

Ev yek di warê folklorê de jî xwe dide xuyakirin. Bo nimûne, şanogeha şakara folklora kurdî dastana Memê Alan, ku li her çar parçeyên Kurdistanê tê gotin, ji herêma Botanê ye û gora Mem û Zîn jî li bajarê Cizîrê ye ku navenda mirnişîniya Botanê bû. Folklora Botanê bi her awayî taybetmend û resen e çima ku xwe ji kartêkirina dereke parastiye, lewre mirov dikare ji bilî muzîkê, ji gelek aliyan ve sûd û mifayê jê wergire. Taybetmendiyeke folklora Botanê jî ew e ku wekî pirekê di navbera herêmên din yên Kurdistanê de kar dike û taybetiyên gelek herêman di xwe dihewîne. Bo nimûne, heyranok û payîzokên Botanê li herêma Mukriyan wekî heyran û payîze têne binavkirin û li başûrê Kurdistanê li Hewlêr û herêma Soran jî ev form û şêwe li kar in, her çend ev form û şêwe li herêmên bakurê Kurdistanê yên din peyda nabin. Her weha di stranan de bi qasî navê Diyarbekir, Bidlîs û Wanê, navê Zaxo, Dihok, Musil ê Kerkûkê jî tê hildan, ku nîşaneyeke baş e bo yekbûna Kurdistanê. Ji vê yekê pê ve, Botan bi kurdiya xwe jî pireke di navbera herêmên Kurdistanê de ku li gorî devokên bakur yên din bêhtir nêzîkî devok û şêwezarên başûr û rojhilat e. Ev yek bi taybetî di devoka devera Goyan de xwe dide xuyakirin, ku cihê balpêdan û serincê ye.

Ev berhema hanê piştî xebateke meydanî, di navbera salên 1993-2006an de, ji aliyê Seyda Goyan ve hate amadekirin, ku ji mêj de bi karê berhevkirina folklora kurdî mijûl e. Karê danîna notayan jîji aliyê Kawe Feqêzade ve hate kirin, ku mamosteyê amûra senturê ye, li Tehranê beşa etnomuzîkolojiyê qedandiye û heta niha 4 kîteb li ser mûzîka kurdî amade kirine û tê de daneriya notayan kiriye. Di vê kitêbê da, ku 100 stran tevî notayên xwe cih digirin, her tenê behsa evîn û dildariyê nayê kirin, her weha behsa dîrok, rewşa kulturî û civakî jî tê kirin. Stranên ku di pirtûkê da cih digirin, ji devera Goyanê hatine berhevkirin, ku di nav herêma Botanê de xwedî cihekî taybet e û ser bi Qilabanê ye. Me wekî pêdivî zanî ku em tevî notayên wê, awazên wê jî wekî CD digel pirtûkê bidin, lewre nota her gav nikare dilsojî û dilgermiya stranan bide xuyakirin. Ji vê yekê pê ve, kurtejiyana dengbêj û stranbêjan di nav pirtûkê cih digirin. Li aliyê din stran wekî stranên dil, şer û mêrxasiyê, bûk û dawetan û stranên mustchcen hatine rêzbendkirin. Piştî demeke din dê berga duyem ya pirtûkê jî bê belavkirin.

Enstîtuya Kelepora Kurdî li Silêmanî



PÊŞGOTIN

Ev stran bi giştî stranên herêma Botan in, lê belê ji ber ku min bêhtir ji Geliyê Goyan berhev kirine, lewre jî ez dê bêhtir behsa wir bikim. Geliyê Goyan 50 km. li rojhilatê Şirnexê û 20 km. li nêzîkî bakurê Zaxo ye. Di nav çiyayên asê û bilind de ji 33 gundan pêk tê. Ji van 33 gundan 8 gund, Şî, Baziyan, Kalig, Şwêd, Billeh, Bêjuh, Dêrahêne, Mergeh ji beriya 200 salan ve gelê asurî-suryanî lê bû. Ji van, gundên Şî û Baziyan heta bi sala 1984an jî şên bûn.

Goyan, hem navê deverê ye û hem jî navê eşîrê ye. Tirkan piştî danîna Komara Tirkiyeyê navê Goyan kiriye Uludere. Qilaban, ku gundekji gundên Goyan e, ew jî kirin navend. Navê Qilaban an jî ji qewla xelkê herêmê ve “Qulovon” ji aliyê etîmolojîk ve li gorî gotinan an ji “qul-avan” an jî ji “kelha-ban” peyda bûye. Li gorî nîşaneyên cografîk û demografîk her du nav jî dirust in; lewre, Qilaban devereke avî ye û kelehek dîrokî jî li raserî wê ye. Dever bi têra xwe xwedî gelî, newal, av û kaniyên sar e; çiya û banî, gelî û kendalên xwe ji daremaziyan xemilandî ye û bi gûzên xwe jî navdar e. Navdartirîn çiya, Kêla Mernê yan jî bi navekî dî Memî Şivan e. Her du nav jî têne bikaranîn.

Axaftina devera Goyan nêzikî axaftina herêma Behdînan e. Nîsbet bi devokên herêmên din ên Kurdistanê dengê “r” gelek nerm û nizim tê bilêvkirin û dengê “b” vediguhere dengê “v”. Her weha devoka Goyan têkilî û nêzîkbûneke balkêş digel şêwezara kurmanciya jêrîn (soranî) heye.
Her gundek ji çend qebîle an jî ji bavikan pêk tê. Di nav her qebîle yan jî her bavikî de kesê aqilmend kî be, ew dibe rihspiyê wan. Li gund çend qebîle hebin her yek mezinek, yanî rihspiyekî xwe heye. Di nav van mezinan de kî zêdetirîn qadirê axaftina koçk û dîwanê be, jîr û zana be, ew ji bo mezinatiyê yan jî axatiya gund tê hilbijartin. Gava ku rewşeke awarte çêbibe, ew axa serî li wan reîsqebîleyan dide û bi hev dişêwirin. Ev pergal hê jî berdewam e. Debar û abora xelkê vê herêmê bi giştî li ser xwedîkirina pez û sewalan e û qaçaxçîtiyê ye. Ji wê çendê bi giştî mêrên wan nîsbet bi xelkê herêma Botan ji çek û silehan re gelek segvan, serwext û çeknas in.

Wextê dawetek li gundekî li dar dikeve, ji gundên derdorê dengbêjên herî çak û serwext vedixwînin dawetên xwe; bi şev li malan dîwana dengbêjan digere û dengbêjên jixwebawer heta bi serê sibehan diavêjin ber hev. Bêrîte û heyranok û stranên dilan û stranên şeran li dû hev rêz dibin. Rojê jî daweta xwe dikin. Di dawetên me de jin û keçên me azad in; jin û mêr dikevin destê hev û bi hev re govendê digerînin, dixwazî xuyanî yan jî biyanî, ferq nake. Jin û mêr cil û bergên xwe yên gelêrî li xwe dikin ku bi taybetî jin ji hemû rengên sereke yên çurisandî ligel xeml û xêzên ji zêr û zîv xwe dixemilînin, dikevin destên yek û du; dîlan dirêj dibe û diçe. Kî zêdetirîn mahirê stranbêjiyê û dengxweş be, ew dibêje û yên mayî lê vedigerînin.

Tê bîra nim, heta bi salen 1980yî jî xwarina dawetan ya herî navdar Hiluse û Giro bû. Hiluse, hindiktir sê pez tînin ser jê dikin û li gor wî goştî jî ew qas dan tînin. Du mêrên ku çêkirina wê xwarinê baş dizanin, ji êvarî heta serê sibehê nêzîkî sê barê hêstiran dar di bin wê kuçika Hiluseyê de dişcwitînin heta ku goşt û dan di nav hev de dihele, dibe wek melhem, têk ve didin. Serê sibehê gava ku xwendî dihatin ser bûk û zavê, ew xwarin bi tasek dims ve pêşkêşî mêvanan dikirin.

Ji qedîmî ve; ji zemanê mîrekan li hember axa û eşîrên Botan, Goyan û Silopî û navçeya Şirnexê di navbera xwe de koalîsyonek ava kiriye, ji vê koalîsyonê re dibêjin “Eşîra Hacîbeyran”. Icar, li hember van sê eşîran, li navçeya Colemêrgê eşîra ertoşiyan heye, ew jî ji çend eşîran hatiye avakirin. Wisa dixuye ku dem bi dem gelekşerên dijwar di navbeyna van her du eşîran de qewimîne. îcar piştî van 20 salên dawîn ku şer li Bakur dijwar bû, xelkê deverê ji neçarî cih û warê xwe li cih hişt û koçî bajarên mezin kir, lewre demografiya deverê têk çû û kelepor û folklora deverê ji warê xwe resen qetiya û bere bere geşbûn û zîndîbûna xwe ji dest da. Di sala 1994an de gelek gundên Goyan hatin xirakirin û bi giştî hatin valakirin. Gundên Mijîn, Hilal, Şirîş, Kalig, Delekan, Billeh, Şwêd, Nêrweh û Ziravik bûn mişextî, ku niha li Kampa Mexmuran dimînin. Û jixwe, gundên din jî qismek mezin îro li bajarên Tirkiyeyê belav bûne.

Dîrok, kelepor û kultura gelê kurd, wek ku her kes pê dizane, di devê pîr û kalên me de ye. Wextê ez diçûm nik wan dengbêjan, Xalê Ehmedî Heyder, Avdo Xalid, Ehmedî Mihemed, rehma Xwedê lê be, Nuredînî Kalikî, Methî Ebdulqadir, Avdo Kalikî, Evdilkerîmê Ehmo, Casimê Billehî, Eeyziyê Mihemed, Sîsina Hesen, Xezala Bilbêsî, Miryem û Amîna Mihemedî Exmhûr Hazim Benek, Fatmaya Hacî, Hisênê Melasîn, Şemsedînî Mela Enwer, Avdila Goyî... min ji wan re digot, “Ger zehmet nebî tu dişêy ji min re çend stranan an jî gotinên pêşiyan bibêjî?” Wan jî bi dilovanî ji min re digot, “Hêj ku em sax in, de were em çend gotinan ji neviyên xwe re bihêlin...” Û pê re jî li nava çavê min dinihêrîn. Ew çirûska ku di çavên wan de dibiriqî û bi niharek pê de, pê de dihate der, ez nizanim çawa bibêjim. Di wê nihara wan de êş û azara ku li gelê me qewimiye li min xuya dibû. Dema min dengê wan tomar dikir, ku ez niha tînim bîra xwe, hemûyan wek hev bi germahiyeke dilşkestî distriyan.

Ger ez hinekî din jidiltir bibêjim, hizrê berhevkirina vê kelepora ji gencîneya esîl a kurdewarî, ne bi tenê ji ber wê hîskirina ku min li jor qiset kiriye, lewre di sala 1991î de rojekê min pirtûkeke dostê neteweya kurd, rêzdar Îsmaîl Beşîkçî xwend ku tê de digot, “Ew kesên ji nav neteweya kurd ku ji aliyê zanîna dîrokî û nirxên edebî ve xwedî zanînê ne; çi dengbêj û çi çîrokbêj bin, hej ku ew sax in, divêt ku ciwanên kurdan ji devê wan wê keleporê berhev bikin û qeyd bikin, wan bikin arşîv; ew berhem nîşan û senedeyên hebûna neteweya kurd in...” Wexta ku min ev yek xwend, hingê ringîn ji mêjiyê min hat. Ji bo vê çendê ez çi qas spasdariya xwe pêşkêşî mamosteyê gewre Ismaîl Beşîkçî bikim dê hindikbe.

Li Botanê, bi taybetî li Geliyê Goyan heta sala 1997an jî govend û dîlanên wek Şêxanî, Bavlekan, Sêmêlê, Berûpişt û gelekên wek wan bêyî enstrumentên muzîkê dihatin gerandin. Lê belê niha ez bala xwe didimê ciwanên vê herêmê jî êdî dest pê kiriye bi enstrumentên nûjen van govend û dîlanan digerînin, lê di rastiya xwe de ew amûr neşên wan meqamên xas ên otantîk bijenin ku pê re ew awa dejenere dibin! Lewre, stranên Geliyê Goyan di her çar perçeyên welêt de taybetmendiyeke xwe ya gelek cihêreng heye; gewriya wan çiyayî ye, otantîk û pentantonîk e, wek meqamên kûvî di ser pênc dengan re distirên. Bi taybetî payîzokên vê herêmê û yên Silopî û navenda Şimexê bi tu amurên muzikê nayêne jenandin! Ev muzîkeke resen ya kurdî ya çiyayî ye.
Lê mixabin îro ew xasiyet ji sedî pêncî nemaye, heta ku dengbêjên di bin temenê çil salî de nemane ku bistrên, di nifşên nuh de jî dengbêj nîn in. Berê, nêzîkî 17 cureyên reqs û dîlanên me yên dawetê hebûn, bi saya van enstrumentan îro ev ketiye 2-3 meqaman.

Di dawiyê de ez dixwazim spasiya dost û hevalê xwe nivîskar Roşan Lezgîn bikim ji ber ku hem berî amadekirina pirtûkê û hem jî dema amadekirina wê gelekî alîkariya min kir; bi taybetî ji aliyê rastnivîs û rêzimanî ve alîkarîya min kir. Ez vê xebata xwe pêşkeşî wan kesan dikim ku xwe kurd dizanin û bi rastî jî wek kurdekî/e dijîn.

Seyda Goyan



Beşa Yekem

Stranên dilan

Meryemê

Agirogê ser nizaran17
Hey lê lê lê lê lê Meryemê
Agirogê ser nizaran
Zerî bi zêbaran bêxemê

Li min tê dengê cotyaran
Hey lê lê lê lê lê Meryemê
Li min tê dengê cotyaran
Zerî bi zêbaran bêxemê

17 Nizar: Dibûri, aliyê bakur; dera ku tav lê nade; bereksê beroj




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues