La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Ji Meraşê xeberek hat ...


Auteur :
Éditeur : Pêrî Date & Lieu : 2003, Stenbol
Préface : Pages : 312
Traduction : ISBN : 975 8245 83-X
Langue : KurdeFormat : 160x235 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Alx. Jim. N° 1089Thème : Musique

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Ji Meraşê xeberek hat ...

Ji Meraşê xeberek hat ...

Alî Alxasî

Pêrî

Ev kasetên ku me ji ber kilam nivîsîne, ji nav Kurdên Meraşî2 û çend kaset jî ji nav Kurdên Meletî hatine berhevkirin; ango kilamên hêla Meraş û Meletî ne. Berhevkarên ji Bakurê Kurdistanê heta îro bi hezaran stran û kilam berhev kirine. Vî karê hêja û giranbiha îro jî didomînin. Lê meriv dikare bêje ku heta îro ji vê herêmê ne tenê kilam û stran, tu tiştê Kurdên Meraşê ji aliyê Kurdan ve nehatiye berhevkirin; ango wekî gelek gulên din, ji baxçeyê folklora me, mixabin kilamên hêla Meraşê jî heta îro nehatine berhevkirin; nehatine avdan. Ev kilamên delal sêwî mane, bêxwedî mane. Ger hatibin berhevkirin jî gelekî kêm in an jî ez rastî berhevkirinên ji vê herêmê nehatime. Ev jî gelekî normal e. Gava yek ji vê heremê dest navêje vi karî, bi hêsanî tu kesên din vî karî nakin. Ev tişt bi taybetî jî ji bo gelên ku bêdewlet in wisa ye. Emê bi taybetî li ser Meraşê bisekinin. Ji ber ku ev kilam bêhtir hêla Meraşê ne.

Berhevkirina herî pêşîn a ku ji nav Kurdên Meraşê, bi zimane Kurdî hatiye kirin di sala 1919'an de, ji aliyê Serdarê Îngilistanî Edward Wiliam Chartes Noel (Binbaşi Noel) ve hatiye kirin. Noel, dema bi Celalet Bedirxan, Ekrem Cemîl Paşa û Kamuran Bedirxan ve gera xwe ya ku ji Diyarbekirê dest pê dike û ber bi Entab, Meraş, Meletî û Semsurê dom dike de, ji gundê Tabîa loriyekê dinivîse. Noel di rojnivîska xwe de jî cî dide vê loriyê. Lorî ji devê jineke ku ...

 



PÊŞKÊŞÎ

Hebûna milletekî bêguman bi hebûna ziman, çand û kultur, folklor û edebiyata wî milletî ve girêdayî ye. Eger milletek bi taybetiya çanda xwe, folklora xwe, xwe denexe holê, lê xwedî denekeve, her kes li çanda wî milletî xwedî derdikeve û heyiyên çanda wî dike malê xwe; dibe xwedanê wê gencîneyê û vê yekê bi dinyayê jî dide qebûlkirin. Ev di rewşa gelên ku bindest in de hîn zelaltir e; li ber çavan e.

Çanda milletekî, folklora milletekî jiyana wî milletî ye; ango rabûn û rûniştin, xwarin û vexwarin, kincê ku li xwe dike, xaniyê ku tê de rûdine, zimanê ku pê dipeyive, bawerî, şikil û şemala ew mirovên ku ji wî milletî ne. Reaksiyona wî milletî li hemberê bûyerên mîna ji deyîkbûnê, mirinê, zewacê, hezkirin û nefretkirinê jî ji taybetiya kulturekê, çandekê, folklorekê têne hesibandin û werg e jî. Her wisa di kilam, stran, manî (bend), dûe, nifir, şiîr, zargotin, çîrok, pêkenok, gotinên pêşiyan, dawet, nav û leqeb, cejnên olî û yê ne olî, şîn û şahî û di hunerên gelerî de taybetiya çand û kultura wî milletî heye.

Heta em wan taybetiyan di rêxistinbûna wî milletî de jî dibînin. Di terîqateke ku di nav wî milletî de ye, di eşîreke ku ji wî milletî ye, di komeleke ku ji aliyê wî milletî ve hatiye demezirandin de, di partiyeke ku ji nav wî milletî derketiye û di gelek rêxistinên civakî yên wî milletî de taybetî û qerektera wî milletî heye. Ev jî çanda wî milletî ye. Ango çand, ji her aliyê xwe ve jiyana gelekî ye. Ger meriv bixwaze milletekî baş binase, divê meriv li ser çanda wî gelî, li ser folklora wî milletî lêkolînan bike û çanda wî gelî, folklora wî gelî ji her alî ve kûr û dûr bikole; wê çaxê meriv digihêje encamekê. Gelo, ji bilî kurdan, milletekî din li rûyê dinyayê heye, wexta ku kilam û stranan dibêje, destê xwe diavêje bin guhê xwe?

Li dinyayê jî li ser çanda gelan û taybetiya wan çandan lêkolîn hatine kirin û ro bi ro jî ev kar û xebatên li ser çandên gelan, li ser folklora milletan bi awayekî zanatî û bi pisporî tê kirin. Li dinyayê ji xebat û karên hanê, ku li ser çanda milletan têne kirin re folklor "folklore" tê gotin. Ev bêje (peyv-gotin) ji du peyvên îngilîzî pêk hatiye. Wateya wan jî: "folk" gel e, 'lore" jî zanyarî an jî zanatî ye.

Wergera wê bi kurdî dibe "zanyariya gelî". Li dinyayê, di gelek zimanan de "folklore" an jî "folklor" tê gotin, lê di gelek zimanan de jî wergera folklore tê bikaranîn. Bo mînak, di zimanê tirkî de "halk bilimi", di almanî de "Volkskunde" tê gotin.

Kesê ku cara yekem ev term, "zanyariya gelî" (folklore) bi kar anî William John Tomas'ê (1803-1885) Îngilistanî ye. Arkeolog W.J. Tomas di sala 1846 an de nameyekê* ji kovara bi navê "Athenaeum"re dişîne û pêşniyar dike, de ku berhem û xebatên li ser jiyan û çanda gelan bi navê "folklore" werin binavkirin. Ev terma W. J. Tomas di Kongreya Folklorê ya Navnetewî, ku di sala 1891'ê de berhev bûyîbû de wekî termekî zanistî hate qebûlkirin. Dîsa di wê kongreyê de, karê li ser çand û folklorê jî wekî beşeke zanistê hate pejirandin.

Lê berî ku W. J. Tomas vê termê pêşniyar bike, li Ewropayê kar û xebatên li ser zanyariya gelî hatibûn kirin. Wekî li Franseyê Charles Perrault (1628-1700), li îskoçyayê Walter Scott (1771-1832), Li Almanyayê Johaim Gottfried von Herder (1744-1803), Jacop Ludwig Karl Grimm (1785-1863) û Wilhelm Karl Grimm (1786-1869). Her wisa li Holandayê, li Swêd û hin welatên din jî komelên ku li ser zanyariya gelî kar dikirin, hatibûn damezirandin. Divê meriv kar û xebatên ku li Îngilîstanê di wan salan de hatin kirin jî ji bîr neke.

Zanyariya gelî şaxeke zanistê ye ku, çand û folklora welatekî, herêmekê, an jî komekê û hwd. li gor qanûnên wê zanatiyê, ji aliyê maddî û manewî ve vedikole, berhev dike, wan li gorî babetan ji hev vediqetîne, li ser dixebite, şîrove dike û rengînî û yêkitiya wê çand, edebiyat û hunera gel derdixe holê. Xebatên li ser folklor û çanda gelekî, yêkitiya wî gelî qewîmtir dike û hestê wê neteweyê geş dike, pêşta dibe.

Îro ji bo karê zanyariya gelî, dezgehên fermî ji aliyê milletên xwedî dewlet ve hatine damezirandin û kar û xebatên li ser vê mijarê (çand û folklorê) dikin. Ew dewletina ji her aliyê ve piştgiriya van dezgehên hanê dikin, da ku ew di karê xwe de bi ser kevin. Lê pirsgirêka herî mezin ew e, ku çand, folklor û kulturên gelên bindest jî, ro bi ro wenda dibin, ji holê têne rakirin, têne înkarkirin, têne qedexekirin. Ger wisa jî bi ser neketin, bi zora tanq û topan, bi şer û surgînê hewl didin, da ku van çand û kulturên rengîn, ku malê hemû mirovetiya rûyê dinyayê bikujin û ji holê rakin. Divê mirovetiya pêşverû û bi taybetî jî xwedanê van çand û folkloran destûrê nedin vê yekê û li hemberî van kirinên nemirovane têkoşin.

Di nav van gelên bindest de jî, gelekî ku çand û folklora xwe di talûkeyeke mezin de ye mixabin Kurd in. Li her çar beşê Kurdistanê** jî rewşa ku çand û folklora kurdî tê de ye ne baş e. Çand û folklora me di bin pestek giran de ye û dagirkerên Kurdistanê jî bi hemû hêz û îmkanen xwe dixwazin çand û folklora me ya delal, rengîn û zengîn ji holê rakin. Ew propagandaya tunebûna ziman û çanda kurdî dikin û dibêjin, Kurd ne xwedî folklorek, xwedî edebiyatek û ne xwedî çandeke taybet in. Ger ev gotina wan rast be, gelo ev çi qedexe dikin? Bi rastî ew kolonyahst ji baş dizanin ku çanda vî gelî gelek dewlemend e. Jixwe werg nebûya çand û folklora me bi sedan salan, di nav şeran de çawa bijiya û çawa bihata vê royê.

Em hewce nabînin zêde li ser zilm û zora dewletên dagirker bisekinin. Jixwe her welatparêzekî Kurd ji vê yekê xweş û baş agahdar e. Bi raya min, rewşa herî xerab ji bo çand û folklora kurdî, li Bakurê Kurdistanê heye. Lewre dewleta Tirk hebûna Kurdan, hebûna zimanê kurdî, hebûna çand û folkloreke kurdî heta îro înkar kiriye û dest ji vê polîlîtikaya xwe bemade. înkarkirina gel û hindikahiyan, redkirina çand û kulturên cur bi cur di haveynê îdeolojiya vê dewletê de, ango di haveynê Kemalîzmê de heye. Jixwe stûnê vê îdeolojiyê yê herî girîng jî ev e. Ger ev stûna ji bin bê kişandin, hilweşîna wê zêde najo.

Her çiqas milletê Kurd, heta îro azadî û serxwebûneke netewî bi dest nexistibe jî (ji bilî azadiya ku li Başûrê Kurdistanê heye), ziman, çand, kultur û folklora xwe ya netewî parastiye, bi pêş de biriye û ji vê çand û folklora delal berhemên teze jî derxistine. Jixwe meriv vê çanda dewlemend nexe hesêb, wê çawa ev hesta netewa Kurd şîrove bike, jê tiştekî derxe. Ango ziman, çand, folklor û kultura kurdî jîndar e û kok û rîçikên xwe ro bi ro hîn kûrtir ber dide erdê. Ji ber ku çand û folklora kurdî hem kevnar e hem jî jîndar e, bala gelek pispor û lêkolînerên biyanî jî kişandiye ser xwe. Ji sedsala 19 an vir de A. Jaba, E. Prym, Albert Socin, Oscar Mann, Hugo Makas, Bazil Nikitin, Roger Lescot, Thomas Bois, S. Wikander, D. N. Mac Kenzie, J. Blau û gelek, lêkolînerên din yên roavayî di berhevkirina folklora kurdî de xwedî pareke mezin in.

Bêguman ger milletek bixwaze çand û folklora xwe biparêze, divê berî her kesî ew millet bi xwe di nav hewldanekê de be. Rewşenbîr, zana û welatparêzên kurdan jî heta îro gelek kar û xebat li ser zanyariya gelî kirine û folklora me berhev kirine. Tenê bi berhevkirinê nemane, her wisa şîrove kirine, ray û ramanên xwe li ser nivîsîne û li ser xezîneya netewî gelek lêkolîn kirine.

Di sala 1936 û 1957'an de Heciyê Cindî û Emînê Evdal, di sala 1972'an de Ordîxanê Celîl û Xelîlê Çaçan Muradow, di sala 1974'an de Ordîxanê Celîl û Cemîla Celîl, di sala 1978'an de Ordîxanê Celîl û Celîlê Celîl, di sala 1982'an de Cemîla Celîl berhemên ku li ser çand û folklora milletê Kurd nivîsandine weşandine.

Lê kesên ku kar û xebat li ser çand û folklora kurdî kirine, ne tenê ew kesên ku me li jor navê wan nivîsandine. Kamuran Bedirxan, Cîgerxwîn, Îsmail Heqî Şaweys, Maruf Çiyawok, Cemal Nebez, Mokrî, Maruf Xeznedar, A. Eyûbiyan, Pîremêrd, Gîw Mukriyanî, M. Emîn Bozarslan, Sebrî Botanî, Ahmet Aras, Malmisanij û gelekên din jî li ser çand û folklora me xwedî kedeke mezin in. Divê meriv di vir de keda dezgehên çandî, rojname û kovarên kurdî jî ji bîr neke. Niha jî bi sedan rewşenbîr, nivîskar, welatparêz û dezgehên çandî û folklorî yên Kurdan di nav vê xebatê de ne û hewl didin ku kar û xebatên xwe bi pêş de bibin.

Wekî me li jor jî anî zimên, îro jî kar û xebatên li ser folklora kurdî berdewam in. Lê sed heyf û mixabin ku, ev kar û xebat jî têrê nakin û gelek gulên rengîn ji baxçeyê folklora me diçilmisin. Ev rewş bi taybetî jî li Bakurê Kurdistanê wisa ye. Ne ku, li Bakur tu xebatê wisa nayêne kirin; wekî me li jor jî got, kar û xebat hene li ser çand û folklorê, lê ji ber ku bi dehan salan e şerekî qilêr û gemar li hemberê gelê me tê ajotin, milletê Kurd ji ser axa kal û bavan tê surgîn kirin, pesteke ku li rûyê dinyayê nehatiye ditîn li ser serê gelê me heye, ev kar û xebatina wisa bi hêsanî nayêne kirin.

Wekî mînak, berhevkarên Kurd, ku niha dixwazin li Kurdistan û Tirkiyeyê kar û xebatên xwe bimeşînin, gelek zilm û zorê dibînin. Li pêşiya wan gelek asteng hene. Yên di girtîxaneyan de girtî, yên ji welatê xwe surgûn û yên niha di bin pestek giran de dijîn hene.

Dîsa dewleta kolonyalîst, wexta di salên nodî de li hemberê kurdan dest bi "faîlê mechûlan" kir, kurdên zana, rewşenbîr, xwende û têkoşer dikuşt. Di nav wan kesên sivîl, ku bi destê dewletê hatine kuştin de, welatparêzên ku folklora gelê me berhev dikirin jî hebûn.*** Jixwe tirsa dewletê ji hêzek çekdar bêtir, ji ziman, çand, folklor û edebiyata kurdî heye. Berdevkên dewletê ev yek gelek caran, di çapemeniya tirkî de anîne zimên. Tirsa dewletê ji çand û folklora gelê me eyan e, bi îspat e. A herî girîng ew e, ku kurd zimanê xwe bi înadî bi kar bînin, xwedî li çand, folklor û taybetiyên netewa xwe derkevin. Gelo ev şertê welatparêziyê yê herî sereke û girîng nîn e?

Karê berhevkariya li ser zanyariya gelî ne hêsan e. Divê meriv berî her tiştî rê û rêzana berhevkariyê bizanibe. Ger bi ya min be, ew kesên ku berhevkariya folklora gel dikin, divê ji nû ve bêne perwerde kirin û li ser mijareke wisa girîng ji her aliyan ve bêne agahdarkirin. Ji ber ku kêmasiyek dikare qîmeta wê xebatê gelek biçûk bike û dibe ku ew xebat bi kêrî tu tiştî neyê. Di xebateke wisa de rola danûstandina yekser ya bi civatê re jî gelek mezin e. Ger folklor jiyana gelekî be, divê ew kesên ku karê berhevkariya folklorê dikin jî di nav wî gelî, milletî û wê civat û komê de bi mehan, heta bi salan bijîn. Berhevkar, wê çaxê dikare xebateke baş li ser wê folklorê bike û di karê xwe de bi ser keve. Lê belê ya çêtirîn ew e ku berhevkar bi xwe jî ji wê civatê be. Qet nebe ev kar divê bi têkiliyeke rasterast ango rû bi rû were kirin.

Ev pirtûk, çiqas berhemeke xas a berhevkariyê ye nizanim. Lê xebateke wisa jî hewce bû. Belkî ev pirtûk bibe berhevokeke kasetên kurdî, ku ji aliyê gel ve, li malan, li dawet û şînan, di rojên taybetî de hatine qeydkirin. Ji bilî çend kilaman, kilamên ku di vê pirtûkê de cih digirin, ji kasetên ku li derveyî welêt, bi taybetî jî li Elmanya ji nava gelê Kurd hatine berhevkirin, hatin wergirtin. Lê ev kasetina hemû jî li welêt hatine qeydkirin. Gava meriv li van kasetan guhdarî dike, dengê kesên ku li derdora stranbêj dipeyîvin an jî ji axaftinên ku di kasêtan de hatine qeydkirin jî bi awayekî diyar dibihîze.

Wekî tê zanîn Kurdan cara yekemîn di salên 1960an de kom bi kom koç kirin û hatine Elmanyayê. Ev koç jî piştî peymana "karkerên nivan ku di navbera dewleta Tirk û Elman hate îmzekirin de pêk hat. Bêguman ne tenê Kurd, her wisa ji milletên din jî gelek kes li vî welatî bûne "karkerên nivan". Piştre, derbeyên leşkerî ku li Tirkiye ji her deh salan carekê têne kirin, kir ku Kurd berê xwe bidin Elmanyayê. Kurdan ji bilî Elmanyayê koçî gelek welatên din yên Ewropî kirin.
Sedema terikandina axa bav û bapîran ne tenê derbeyên leşkerî ne. Ev planeke ku dewleta Tirk a çendîn salan e ku li ser Kurdan dimeşîne. Ev plan qirkirina çand, ziman, edebiyat û folklora netewa Kurd e; helandin û dûrxistina kurdan ji hestên netewî ye.

Bi kurtî "qirkirineke spî" ye. Loma jî, ji welat koç kirin û bo nanekî çûna xurbetiyê, parçek ji vî planê dewleta Tirk e. Tevî ew qas pest, zilm û zordarî, girtin û kuştin, bi zorê dane koçkirin, şerekî qilêr û gemar jî ku nêzîkî bîst salan e li welatê me didome, her çend niha rawestîbe, heye. Bêguman, bêyî ku em li ser gengeşiyê bikin, sedema koçkirinê ya herî mezin ev plana dewletê ye. Divê em ji bîr nekin ku Kurd tenê ji ber pesteke wisa giraq nehatine Almanyayê. Milletê me, bi taybetî jî ev 20-30 salên dawî piranî li nava Tirkiye belav bû. Jixwe Tirkiye jî ev dixwest. Neteweyek çiqas belav bibe, ew qas ji çand û folklora xwe dûr dikeve.

Dijminên Kurdan loma doza ji hev dûr xistina Kurdan dikin. Ji ber vê hindê an wan surgînî derekê dikin an jî hinek milletên din tînin dixin nav Kurd û Kurdistanê.

Niha bi texmînî hejmara Kurdan li Almanya digihêje 600.000î Şeş sed hezarê ku li Elmanya û ji mîlyonek zêdetir Kurdên ku li tevahiya Ewropê dijîn, gava hatine vî welatî, bi taybetiyên xwe yên netewî, bi çand û kultura xwe ve hatine. Her çiqas hatina wan nêzîkî pênce salî dibe jî, piranî ji welatê xwe, ji netewa xwe dûr neketine. Bi welatê xwe ve rabûne, bi welatê xwe ve rûniştine.
Komel û dezgehên çandî, polîtîkî û civakî damezirandin e. Kar û xebat kirine, da ku piştgiriya têkoşîna azadiya welatê xwe bikin. Gelek piştgirî jî kirine û hê jî dikin û ro bi ro jî kar û xebata wan bi pêş de diçe.

Di civateke ku hesta netewî wisa zindî ye û bi çanda xwe ve girêdayî ye de, ji stran û kilamên xwe dûrketin divê tu caran pêk neyê. Kurd jî dema hatine Ewropayê ji rastiya xwe dûr neketine; têkilî û pêwendiyên xwe qut nekirine ji ax û bav û kalê xwe. Ev têkilî jî piranî bi riya name û kasetan hatiye danîn. Ji ber ku wê çaxê li gund û bajarên Kurdistanê telefon tunebû, an jî mîna îro ew qas pêş neketibû, ji bo têkilî û danûstandinê du rê diman. Ji van riyan yek name, yek yek kasêt bû. Lê ji ber Kurdên ku wekî "karkerên nivan" hatin vî welatî, piranî ne xwende bûn, name jî ji bo wan ew qas ne kêrhatî bû. Dîsa riya herî baş û hêsan ew bû ku dengê xwe hilînin kasêtê û bi vî awayî bişînin ji nas û lezimên xwe re; kurdên li Elmanyayê jî wisa kirine. Kurdan ev kasetinajî piranî dema serdana gund û welatê xwe qeydkirine an jî bi riya nas û hevalan xwestine. Di kasetan de ne tenê kilam hene, daxwazî, gilî û gazin jî ji nas û hevalan têne kirin, silav ji wan re tê şandin, çavên biçûkan û destên mezinan tê maçkirin. Stranbêjên ku di kasetan de kilaman dibêjin, ji ber ku dizanin ew kaset ji bo "almanciyan" têne qeydkirin, li ser “almanciyan” jî kilam gotine. Stranbêjê bi navê Şah Sultan di kilamek xwe de weha bang li yara xwe, a ku li Elmanyayê ye dike.

Dostê çûme serî çiyayê Qaşdaxê2 oy.....
Lê lê min mêzi kir le yalî Bînboxê3
Dostê ku dilî te jî mîna dilî min e oy.....
Lê lê were Turkiye be ûçaxê oy...
Dostê ez deketime orta diyêkî4 oy.....
Lê lê min tu pirsî je almanciyekî5 oy.....
Dostê sewa te le nav êlan rezîl bûme
Qurban ezî bûme serseriyekî oy.....

Wekî vê kilamê, di hin kilamên din de jî qala "almanciyan" tê kirin.

Gelek spas ji bo xwîşka delal, Muzîkologa Kurd Zozan Ozmaniyan ku ji bo van kilaman nota nivîsîne û newayên wan ên ku li bexçeyên kilamên kurdî li ber hişkbûnê bûn, ji mirinê parastine.

* Kovara Athenaeum, hejmar 983, 22 Tebax 1846
**‘"’Bêguman li Başûrê Kurdistanê, piştî raperîna sala 1990’î weki her tiştê neteweyî, ji bo geşbûna çand û folklora kurdî jî fersendên baş ketin destê miletê me. Lê mix-abin, djmintiya dewletên cîran û şerê birakujî ku di nav kurdan de heyi, îmkanên kar û xebatên li ser zanyariya gelîjî kêm dike.
***Bcrhevkarê kurd Htiseyin deniz, di wan salan deji aliyê dewletê ve hat şehîdkirin

2 Qajdax: Navê çiyayek! ye li herêma Albistanê.
3 Btnbaxê: Navê çiyayeid ye.
4 Diyekî: Gundek e.
5 Almancî: Kesê ku li Almanya dişuxûle.
6 Dewpênc: Panzdeh



Ev keçikê Meraşî ye
Derdê eşqan be êşq dermanî ye
Ku keçik ketin dewpêncan6
Memik hingivê helyayî ye

(Çarîneke Gel ji Hêla Bazarcixê)

Karê berhevkariyê li hêla Meraşê

Ev kasetên ku me ji ber kilam nivîsîne, ji nav Kurdên Meraşî2 û çend kaset jî ji nav Kurdên Meletî hatine berhevkirin; ango kilamên hêla Meraş û Meletî ne. Berhevkarên ji Bakurê Kurdistanê heta îro bi hezaran stran û kilam berhev kirine. Vî karê hêja û giranbiha îro jî didomînin. Lê meriv dikare bêje ku heta îro ji vê herêmê ne tenê kilam û stran, tu tiştê Kurdên Meraşê ji aliyê Kurdan ve nehatiye berhevkirin; ango wekî gelek gulên din, ji baxçeyê folklora me, mixabin kilamên hêla Meraşê jî heta îro nehatine berhevkirin; nehatine avdan. Ev kilamên delal sêwî mane, bêxwedî mane. Ger hatibin berhevkirin jî gelekî kêm in an jî ez rastî berhevkirinên ji vê herêmê nehatime. Ev jî gelekî normal e. Gava yek ji vê heremê dest navêje vi karî, bi hêsanî tu kesên din vî karî nakin. Ev tişt bi taybetî jî ji bo gelên ku bêdewlet in wisa ye. Emê bi taybetî li ser Meraşê bisekinin. Ji ber ku ev kilam bêhtir hêla Meraşê ne.

Berhevkirina herî pêşîn a ku ji nav Kurdên Meraşê, bi zimane Kurdî hatiye kirin di sala 1919'an de, ji aliyê Serdarê Îngilistanî Edward Wiliam Chartes Noel (Binbaşi Noel) ve hatiye kirin. Noel, dema bi Celalet Bedirxan, Ekrem Cemîl Paşa û Kamuran Bedirxan ve gera xwe ya ku ji Diyarbekirê dest pê dike û ber bi Entab, Meraş, Meletî û Semsurê dom dike de, ji gundê Tabîa loriyekê dinivîse. Noel di rojnivîska xwe de jî cî dide vê loriyê. Lorî ji devê jineke ku ...

7 Navê Meraşê di kovar, rojname û telewîzyonên kurdî de, “Mereş" tê nivîsandin. Bi vî şiklî nivîsîn şaş e. ji ber ku kurdên wê herêmê “Meraş” dibêjin.




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues