BANGA HAWARÊ Bi lorandina guliyên daran re Berî rojhilata di nava xwînê de melûl Ku di nava çavên Tawusê pîroz de dibe ronahî Bi xêrûxêratên her sê rojên tewandinê re
û/ Basimbara ala dilan Leylana devê dotan Qurban û sewikên têr kuncîkirî Wê şermezariya giran ji ser milan rakin
û/ Rabin .... Bi xûsiya ser zûrik destlimêj bigrin Hêj .... Serê xwe ji ser çeperên şevê ranekirî Sê caran tewafa mextelên bê nav bikin Ew mextel çiqasî winda bin jî Kêlan di nava kilê çavên dîrokê de bi hejmêrin
û/ Heydêniya hawarê Banga azadiyê Li dar bixin
û/ Li ser mextelên bê nav û winda Gulbengiya nîrê zêrîn Bi leylanên dilovanî Di nava her çar demên salê de Bi çep kên zarokan Bi xerca evîniyê ava bikin
û/ Li ser mextelên bê nav Û winda Di nava coxrafya talankirî de Bûne gulbijêrkên rengîn î belbûyî Bûne kulîlkên bi hejmara dilopên xwînê hûnayî Di çavên rojê de kildayî Ku navên xwe dane her çar demên salê Hember demsalan bikin martal
Piştre rabin ... Destên xwe bidin destên hozanê govenda şoreşê Ku demsalan ber bi ba dike Bi her gavavêtin Bi her milhejandin Bi her kabokşikandin Di nava kela germ de Têr agir û şewat Ku tîrêjên banga xelasiyê Têr awaz û nîgar dike
Îro peşkên sedefî dibarin Êdî xem û xeyalên notûneh rengî Di devê sustemiyê de geş dibe Hêlînên ji qirşikan Avaniyên pûşexalî Li ser pelên kurmexwarî Rizî û bê bingeh Nayên avakirin Êdî qolincên tevzînokî nemane Êdî sozdariya dilê jiyanê Li ser kefa mista xortên çardehsalî Di dilê rojê de Bi xalîcewherekî mirovanî Û biskên hinekirî Gulên bêhnkirî Li ser mermerên şînxalî Hatiye avakirin
DENGBÊJÊ LAL |