La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Antolojiya çîroka nû ya Kurmancên Başûr


Auteur :
Éditeur : Nûdem Date & Lieu : 1995, Stockholm
Préface : Pages : 104
Traduction : ISBN : 91-88592-17-0
Langue : KurdeFormat : 125x195 mm
Code FIKP : Liv. Kl. 4554Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Antolojiya çîroka nû ya Kurmancên Başûr

Antolojiya çîroka nû ya Kurmancên Başûr

Li Kurdistana başûr, pirtûka pêşî ya çîrokên kurmancî ya Elî Neqşebendî di sala 1972'an de derket. Di sala 1979'an de jî pirtûka çîrokan ya îbrahîm Selman hate çapkirin. Jê pê ve riya çîrokê li ber kurmancên başûr vebû û heta niha gelek pirtûkên çîrokan hatine çapkirin. Me di vê berhevokê de zêdeyî 20 çîroknivîsên kurmancên başûr civandine û ji anwlojiyekê wêdetir, armanca me danasîneke çîroka nû ya kurmancên başûr e.

Hema hema hemû çîrok bi tîpên erebî û bi zaravayê jêr hati ne nivîsand in. Ji bilî wergera latînî têkîlî devok û zaravayên çîrokan nehatiye bûyîn.

Ji ber ku kurmancên başûr jî mîna kurdên Tirkiyeyê firsenda perwerdeyiyê bi kurmancî nedîtine, di çîrokan de gelek caran şaşiyên gramatîkî li ber çavan dikevin. Em hêvîdar in, digel kêmasiyan jî, me ê bi çapkirina vê pirtûkê pirek danûstandinê ya edebiyatê di navbera kurdên başûr û bakur de vekiribe.


PEŞGOTIN

Hêja Ebdulreqîb Yosif dibêje: "Destnivîsa Bersîsê Abid, wesa xuya dike ku, Feqiyê Teyran 1307 - 1376 Z, yekem çîroknivîs bûye." (1)

Lê yekem çîroka kurdî ya belavkirî, Fuadê Temo, di kovara Roja Kurda de, sala 1913 ê, belavkiriye û yekem çîrok jî li devera Badînan di sala 1960-an, di kovara Ronahî de - Hêja Hafiz Qazî diweşand - ji aliyê Salih Rişdî ve hatiye belavkirin. Lê edebiyat bi giştî û nemaze cîroka modêrin bi kurmanci ya jorî, li tevaya parçên Kurdistana dagîrkirî di rewşek lawaz de bû. Bi tenê çend çîrokên Kamîran Bedirxan, Celadet Bedirxan, Osman Sebrî, Mistefa Ehmed Botî, Dr. Nûredîn Zaza, Qedrî Can û hindekên din hebûn ku ew jî di kovarên Hawar, Ronahî û Roja Nû (1932-1946) de diweşiyan. Lê wan çi valayî pirr nekir, çinku asteng û kospên mezin di rê ya wan de hebûn. Xwendin û nivîsîna kurdî qedexe bû û li şûnê bi erebî, farisî û turkî bû. Lewre wan nivîskaran xwe bi zehmetî û qorbaniya fêrî kurdî kirin û pîlan û nexşên dijminan şkandin û xebata xwe ber bi pêş de birin. Lê astenga mezin, li welatê me yê dagîrkirî, pirsa hebûna sê alfabeyên kurdî ye. Çinku kurdên sovyeta kevin bi tîpên Rûsî, yên başûrê rojavayê Kurdistanê (Pişka Sûriyê), bakûrê Kurdistanê (Pişka Turkiyê) û kurdên Lubnanê bi tîpên latînî, yên rojhelatî Kurdistanê (Pişka Îranê) û başûrê Kurdistanê (Pişka Îraqê) jî bi tîpên erebî. Lewre hebûna alfabekê, gelek astenga dişkêne.

Her wesa li Kurdistana başûr, devera Badînan jî, heta sala 1970 ê, pirr lawaz û paşde mayî bû. Sedemên vê çendê jî ew bûn ku, hemî dergehên bajarvanî û pêşketinê girtî bûn, xwendin û nivîsîn jî bi zimanê erebî bû. Tenha sala 1970-1974 ê, bi kurdî bû, lê ew jî bi zaravê kumanciya jêrî (soranî) bû. Piştî têkçûna şoreşa kurdî di sala 1975an de, ew jî bêserûber kirin. Ji ber van sedem û gelekên din jî, edebiyat bi giştî lawaz bû. Lewra pirraniya kesên xwedan behreka edebî, berhemên Xwe bi zimanê erebî diafirandin û hindekên kêm bi zimanê kurdî dinivîsandin. Belê; di rewşek hosan kambax de, dê çewa edebiyat pêşkeve?! Piştî sala 1970 ê, êdî dergehên xwendin û nivîsînê vebûn, lê wek min berê xuya kirî, ew jî bi kurmanciya jêrî bûn. Kovar, rojname, dezgehên belavkirin û çapkirinê li devera Badînan ne bûn, lê dîsan jî, di wan salan de, xortên kurmanc xwe berdane qada nivîsînê û bi wê rewşê çendîn nivîskarên kurd peyda bûn. Di destpêka sala 1972-an de û heta niha çendîn kesan. Kurteçîrok belavkirin LÎ- hindek ji wan xwedan efrandin jî bûn, lê mixabin ew li ser nivîsînê berdewam nebûn, lewran vê antolojiyê ew himbêz nekirin. Her wesa, dibe ku çîroknivîsên din jî hebin û berhemên wan neketibine ber destên min, ez daxwaza lêbûrînê ji wan dikim. Lê dîsan evên berdewam jî, bi dirêjiya çendîn sala yek pirtûka çîrokan çap nekirin. Her çende li parçên din yên Kurdistanê, çendîn romanên serketî belav bûne, lê mixabin heta niha yek roman jî li devera badînan ronahî nedîtiye. Mirov dibîne ku, astengên bizava edebiyata kurmanciya jorî gelek in û ev e jî dibine sedem ku hêdî pêş bikeve.

Yekem pirtûka kurteçîrokan(2) li Kurdistana başûr, bi kurmanciya jorî, di sala 1972-an de, ji aliyê nivîskar Elî Neqşebendî ve hate çapkirin û di sala 1979-an de, Îbrahîm Selmanî pirtûka xwe gehande çapê, piştî hîngê her sal çendînên din jî karwan pêş de dibir.

Dema yek kurteçîrokên destpêkê dixwîne û hindekên niha jî, dibîne ku bi zimanekê sist nivîsîne û kêmasiyên rêzmanê di nav rêzên wan de di mişene, gelek caran rengê rapora didin yan jî nesîhet û şîreta dikin. Ji aliyê form û naverokê ve , di lawaz û qels in, lê roj bi roj ber bi pêş de çûne û niha bi dehan çîrokên serketî hene. Babetên çîrokên pirraniya nivîskaran li dij sitem û zulma dijminan e, li dij derebeg û axa û piştevaniya cotkar û hejaran e û mirovê kurd hişyar dikin û berê wî didin xebat û xweragirtinê. Her wesa giriftarî û piroblimên rojane yên, jin û mêra, perwedekirina zarokan, jinrevandin û tolvekirinê ne û daxaza edaleta civakî û wekheviya mirovî dikin.

Ev pirtûke, bi tenê berhemên devera Badînan himbêz dike û pirraniya wan bi tîpên erebî ne. Nivîskaran çîrokên xwe ji min ra şandîne, yan ji rojname û kovaran û pirtûkên wan wergirtîne. Min berhemên wan xwendîne û ji her yekê çîrokek helbijartiye û wergerandiye tîpên latînî.

Min li dîf destpêka wan rêzkirîne, ne ku li dîf nav û deng û hunerê nivîsîna wan. Ev berheme bi tenê pênasîn û antolojiyek e û min hêviye piştî derkirina pirtûkê, vekolînên zanistî li ser bêne nivîsîn û her yek li gor taqet, şiyan û efrandinên xwe yên hunerî bête sengandin.

Xelîl DUHOKÎ
1994.12.5

1. Hesen Caf, çîroka nû ya kurdî, rûpe 24, çapxana Ela. Îraq 1979.
2. Mixabin ku min nikanî pirtûka Elî Neqşebendî peydakim.




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues