La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Kurdolojî: Gotarên konferansa kurdolojiyê


Auteur :
Éditeur : Zanîngeha Hekariyê Date & Lieu : 2011, Hekarî
Préface : Pages : 328
Traduction : ISBN : 978-605-87029-2-9
Langue : Anglais, KurdeFormat : 170x245 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Eng. Ayd. Kur. N° 2267Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Kurdolojî: Gotarên konferansa kurdolojiyê

Kurdolojî: Gotarên konferansa kurdolojiyê

Îbrahîm Seydo Aydogan

Zanîngeha Hekariyê

”Ji çar aliyên cîhanê, Kurdologên kurd û biyanî li Colemêrgê li hev civiyan û li ser dîrok, civak, ziman, wêje, çand û berhemên bi Kurdan ve têkildar gotar pêşkêş kirin. Hêjayî gotinê ye ku cara yekem e ku li Tirkiyeyê dezgeheke fermî ya akademîk bi karekî weha ve radibe. Ya jê girîngtir jî ew e ku ev konferans di bin banêkî akademîk de seranser bi kurdî û bê sansur pêk hat, bêyî ku tu mudaxaleyên ji derve li ser wê hebin. Zanîngeha Hekariyê ku organîzatora wê Konferansa Kurdolojiyê bû, gotarên konferansê weke pirtûk pêşkêş dike.”



PÊŞGOTIN

Piştî herdu konferansên amadekariyê û naskirina potansiyela akademîk a di warê Kurdolojiyê de, Zanîngeha Hekariyê ya Colemêrgê Konferansa Kurdolojiyê ya yekem dawiya meha gulana 2011'an li dar xist û ji 40'î zêdetir lêkolîner beşdarî wê konferansê bûn.
Ji çar aliyên cîhanê, Kurdologên kurd û biyanî li Colemêrgê li hev civiyan û li ser dîrok, civak, ziman, wêje, çand û berhemên bi Kurdan ve têkildar gotar pêşkêş kirin û hefteyekê li ser wan ketin nava nîqaşan.

Hêjayî gotinê ye ku cara yekem e ku li Tirkiyeyê dezgeheke fermî ya akademîk bi karekî weha ve radibe. Ya jê girîngtir jî ew e ku ev konferans di bin banekî akade-mîk de seranser bi kurdî û bê sansur pêk hat, beyî ku tu mudaxaleyên ji derve li ser wê hebin. Zanîngeha Hekariyê ya ku organîzatora wê Konferansa Kurdolojiyê bû, go-tarên konferansê niha weke pirtûk pêşkêş dike.
Konferansa ku bi xwendin û nirxandina lijneya zanistî û li gora zagonên aka-demîk hatiye lidarxistin, di vî warî de ji bo bilindkirina xatirê lêkolînên Kurdolojiyê gaveke têra xwe mezin û ciddî bû.

Di rewşeke weha de ku heçî tiştên ku bi Kurdan ve têkildar di bin gumanên siyasî de dimînin û ji siyasetmedaran re dibin malzemeyên baş ku di ser wan re si-yaseta rojane bikin, lidarxistina konferanseke bi vî rengî û parastina ciddiyeta wê û hêla wê ya akademîk barekî gellekî giran bû û berpirsiyariyeke mezin bû ku me xwe dabû ber.

Gotina tiştên weha ne xweş be jî, mixabin, di nava amadekirina konferansê de, hin hevalên me em bi tenê hiştin û hinan jî bêbextî û buxtanên mezin li me kirin û em lêkolînerên kurd bi xizmeta siyaseta hikumeta tirk ve (!) tawanbar kirin, lewre piştî konferansa me bi du hefteyan hilbijartin li Tirkiyeyê hebûn. Ji ber vê bêsiûdiya teqwîmê, konferansa me bû sedema neheqî û polemîkên ciddî yên siyasî. Me hêvî dikir ku kesên ku doza rewşenbîrî û zanistiyê dikin piçekî din bi însaf û bi wijdan bûna, lê belê me careke din fahm kir ku wijdanê siyasiyan tuneye. Li Colemêrgê kirin ku ji 40'î zêdetir kurdologên naskirî ji hemû aliyên siyasî ve bibin hedef.

Di nava civata me de naveroka peyvan êdî relatîf e û li gora îdeolojiyan digu-here. Loma jî hin zelalkirin pêwîst in. Konferansa ku me amade kiribû ji çalakiyên zanîngehên li Tirkiyeyê piçekî cudatir bû. Navê wê bi xwe wateya wê û ferqa wê aş-kere dikir. Lê belê, hingî rewş ewqasî tevlihev bûbû, kesî êdî guh nedida referans û qodên ku me bi kar dianîn.

Berî her tiştî peyva Kurdolojî bû sedema vê polemîkê. Ji ber ku heta niha za-nîngehên tirk xebat û lêkolîn û perwerdehiya kurdî bi ziman û wêjeya kurdî ve bi sînor dikirin. Lewre di ziman û wêjeyê de mijarên siyasî û dîrokî û civakî ku rayedarên dewletê dikarin jê aciz bibin, bi tenê mijarên perîferîkê ne, yanî ne yên navendî ne. Ji ber wê, gava ku me û Zanîngeha Hekariyê li hev kir û me navê wê kir "Kurdolojî", berî herkesî dezgehên fermî bi şik lê niherî. Hemû mijarên ku bi Kurdan ve têkildar bûn dê bikarîbûna biketana bin banê vî navî. Loma jî peyveke ne baş bû û "bêhna cudaxwaziyê" jê dihat. Qey ji ber wê ye ku Tubîtakê ji bo van konferansan daxwaza zanîngehê ya alîkariya fînansî tim red kiriye.

Hêla siyasî ya Kurdan jî bi şik lê niherî, ji ber ku ew konferansa ku navê wê Kurdolojîbû di bin banê zanîngehekê de dihat sazkirin ku zanîngeh li Tirkiyeyê tim weke alava îdeolojiya fermî hatine naskirin. Di eslê xwe de, herçend li hin welatên mîna Tirkiyeyê zanîngehan xizmeta fikra serdest kiribe û ji zanistiyê bi dûr ketibin jî, em dizanin ku li vî welatî di bin banê wan zanîngehan de hin xebat hatine kirin ku li gora îdeolojiyên fermî û fikrên serdestan tev nagerin.
Kongreya Jina Kurd ya 2009'an û Konferansa Ziman û Wêjeya Kurdîya 2010'an ku dîsa di bin banê Zanîngeha He-kariyê de hatibûn lidarxistin nîşana vê yekê bû û pirtûkên gotaran jî dîsa bi heman awayî ve hatibûn çapkirin. Em herweha dizanin ku di xwezaya desthilatdariyê de heye ku îdeolojiya xwe di hemû dezgehên xwe de bi cîh bike û ew dezgeh jî dê ji bê-gaviyê xizmeta desthilatdariyê bikin. Lê belê, em bi xwe di zanîngehên tirk de naxe-bitin û di nava lijneya me ya zanistî de pirraniya endaman ne hemwelatiyên Tirkiyeyê ne jî û hesabên ku siyasetmedar di ser zanîngehan re dikin ne di bala me de ye. Hiş-mendiya lêkolînên me di bingehê xwe de zanistî ye û, herçend di hilbijartina qada kurdolojiyê de nasnameya me û hezkirina me ya kurdî roleke girîng lîstibe jî, ne mim-kun e ku metodeke me ya îdeolojîk hebe. Siyaset û îdeolojî li gora deman dikarin bi-guherin û heman rastî ji aliyê heman îdeolojiyan ve dikarin di dewrên cuda de bi awayên cuda ve werin nirxandin; lewre siyaset bi xwe "rojane" ye û "demkî" ye, lê belê rastiyên zanistî li hesabê wan neyê jî, ji rastiyên siyasiyan bêtir cîhê baweriyê ne.
Dezgehên akademîk divê cîhê fikra azad bin û lêkolînerê ku ketibe bin hegemon-yaya îdeolojiyekê êdî nikare behsa zanistiyê bike.

Digel ku herkes bi van rastiyan dizane jî, ji ber ku teqwîma me ya akademîk û teqwîma Tirkiyeyê ya hilbijartinan li rastî hev hatibû, gengeşî û polemîkên li ser vê konferansa me jî kûrtir çûn û ji adetê derketin. Hin dezgehên siyasî û çandî û sen-dîqayên karmendan û mamosteyan (hetta bi komeleyeke paraztina wargehê ve!) li dijî konferansa me daxuyanî belav kir û banga boykotê kir. Bi dû re em fêr bûn ku serokwezîrê Tirkiyeyê jî di mitînga xwe ya Colemêrgê de li Zanîngeha Hekariyê û konferansa ku wê organîze dikir bi xwedî derketiye û vê yekê jîîmajeke siyaseta fermî daye konferansê. Dezgehên ku boykot dikir jî, ji dêleva ku li me bi xwedî derketana, lewre beşdar hemû kurdologên naskirî bûn, ev daxuyanîji xwe re dikir mahne.
Piştî daxuyaniyên çapemeniyê û banga boykotê, di nava civatê de hat belavkirin ku ev konferans ji aliyê partiya hikumeta tirk ve hatiye sazkirin, digel ku heta niha em bi nûnerekî wê partiyê an jî wê hikumetê re jî rûneniştine û me carekê jî bi wan re nedaye û nestendiye.Di vê tawanbariyê de bêbextiyeke mezin heye ku bersivekê pêwîst dike. Heçî kesên ku li gora xwe beşdarî wan polemîkan bûne jî baş dizanin ku teqwîma me ya akademîk berî teqwîma siyasî ya hilbijartinan hatiye aşkerekirin û berî biryara roja hilbijartinan (24'ê sibatê) bi meh û hefteyekê (17'ê çileya paşîn) hatiye çapkirin. Heger wijdan û bîra kronolojîk bi mirov re hebe, mirov nikare bê-bextiyeke weha li hevdu bike. Ji xwe, gava ku me dema konferansê diyar kir, me ji kesî nepirsî û gava ku herdu teqwîm hatin ser hev jî me ji xwe re nekir xem, lewre karên akademîk li gora hesabê siyasiyan tev nagerin. Ew ji xwe re bi hev ketibûn, lê yê me, hayê me ne ji serokwezîr û ne jî ji wan sazî û dezgehên ku banga boykotê dikir hebû.

Em dizanin ku heger hilbijartin nebûna jî, teqwîma konferansê karîbû biha-taya ser bûyereke din an jî rojeke din ku gellek rojên fermî yên weha li Tirkiyeyê hene û di warê pirsgirêka kurdî de roj tuneye ku bûyer pêk neyên. Ev hemû kesên ku li dijî me derketine, an jî xwastine navê konferansa me bi kar bînin, aktorên qada siyasî ne û em jî ne ji wê qadê ne û rojeva wan me têkildar nake. Ji xwe sala berî wê jî me konferansek li dar xistibû û dîsa heman dezgehên siyasî û çandî yên kurdî kon-feransa me boykot kiribû û dîsa heman dezgehên fermî piştgirî nedabû, digel ku wê demê tu hilbijartin nebûn jî.

Rojeva me zanistî bû û piştî herdu konferansên amadekariyê, êdî me lijneya xwe danîbû û diviya heçî tiştên ji derveyî zanistiyê ji salona konferansê bihatana bi-dûrxistin û me ew bi dûr xistin jî. Ne ala welatekî li wê salonê hebû, ne wêneyên serok û rêberan û ne jî sirûdên neteweyî, lewre pirraniya beşdaran ji welatên cuda bûn û nîşanên dewletan diviya li derveyî qadên zanistî bimana. Bi tenê "weke tercîh" me xwastibû ku zimanê gotaran bi kurdî be û weha jî bû. Gotar û nîqaşên ku dema konferansê hatin kirin bi kêrî lêkolîneran ve hatin û em hemû ji asta nîqaşan razî bûn. Me nehişt ku kesek mudaxaleyî naverokê û nîqaşên gotaran an jî mêvanan bike û azadiya zanistî hate parastin ku di nava sîstema akademîkya Tirkiyeyê de helwês-teke weha nehatiye guhê me. Di vî warî de keda organîzatoran û mazûbanên me gi-rîng e. Heta ku Zanîngeha Hekariyê li gorî van prensîbên zanistî tev bigere jî, em ê piştgiriya hewldanên wê yên warê Kurdolojiyê bikin. Em bi tu partiyan û cemaatan û wezîr û serokwezîran û hetta dezgehên çandî û sendîqayan neşêwirîne û em ê ne-şêwirin jî. Têkiliyên me ancax dikarin di qada akademîk de pêk werin û em "weke prensîb" bi desthilatdaran re rûnanin. Ji ber wê, me ne guh da siyaseta hikumetê û ne jî banga wan dezgehan, lewre camêran nîşan da ku bextê herdu hêlan jîtuneye. Di rewşeke weha de, bêtir pêwîst bû ku em li helwêsta zanistîya azad xwedî derketana.

Lê belê vê bêbextiya ku 40 kurdolog xistin nava polemîkên siyasî bandoreke gellekî neyînî kir. Ji ber wan, ji dehî zêdetir beşdarên konferansê yên ku navên wan ji berê de hatibûn aşkerekirin tev li konferansê nebûn. Her di dema konferansê de, xwen-dekarên zanîngehê û ciwanên Colemêrgê konferans û mêvanên wê protesto kirin, "bi hêkan" gef li wan xwarin û "bi tirkî" li dijî wan bang li xelkê kirin ku guhdariya konferansê nekin. Di dema protestoyan de, xwendekaran pirtûka Ziman û Wêjeya Kurdîjî çirand û avêt erdê. Ew yekem pirtûka zanistî bû ku di warê Ziman û Wêjeya Kurdî de, “bi kurdî û bê sansur", ji aliyê zanîngehekê ve hatibû çapkirin. Hayê pro-testovanan jê tunebû ku berî wê bi çend rojan polîsan girtibû ser çapxaneyê û dest danîbû ser wan pirtûkan û dozgêr lêkolînek di derbarê me de dabû destpêkirin. Heta ku bandora manîpulasyona siyasiyan derbas bû û rastîhatfahmkirin, "Hasil diMûsil re derket".

Niha, li vira hewce nake ku em behs bikin bê ka alîkariya konferansên bi vî rengîji bo Kurdan û xebatên kurdolojiyê çi ne. Em li ser navê dezgehên xwe yên za-nistî tev li konferans û sempozyûman dibin û ev yek ji aliyê herkesî ve tê zanîn. Ji bo Konferans û sempozyûmên bi vî rengî em diçin gellek welatan. Li kîderê prensîbên zanistî serdest bin û mudaxaleya siyasiyan nebe û armancên li dijî Kurdan nebe, em dikarin bi nasnameya xwe ya akademîk ve biçinê. Heta niha me di sazkirina van kon-feransên Zanîngeha Hekariyê ya Colemêrgê de jî tiştekî li dijî prensîbên zanistî an jî li dijî kurdayetiyê nedîtiye. Ji bo kar û xebat û lêkolînên Kurdolojiyê, di navbera INAL-CO'yê ku di nava civata me de weke Sorbon tê naskirin û Zanîngeha Hekariyê ya Co-lemêrgê de peymanek jî hatiyeîmzekirin. Ev peymana ku xalên wê aşkere ne, nîşana taybetmendiyên zanistîye û bi prensîbên hevkariya zanistî ya herdu zanîngehan ve li gora peywendiyên akademîk tev digere. Heman peyman di nava me û hin zanîn-gehên din de jî heye û li ser heman prensîban e.

Belê... Axir beyî ku tiştên xirabtir pêk bihatana, me ew konferans bi dawî kir û vaye pirtûka gotaran li ber destê we ye. Gava ku em wan rojên konferansê tînin ber çavên xwe, em dizanin ku em gellekî hatin êşandin û neheqiyeke mezin li me hate kirin.

Pirtûka Konferansa Kurdolojiyê bi wê armancê ve hatiye amadekirin ku piştî nîqaşan ew xebat û lêkolîn di salonan de nemînin û bigihîjin kesên ku nikarîbûn bi-hatana Colemêrgê û kesên alaqedar bikarin jê îstifade bikin. Ji ber ku em di wê ba-weriyê de ne ku lêkolînên vê pirtûkê lêkolînên "baş" in, "qenc" in û "bi feyde" ne.

Gellek kesan ked da wê konferansê û vê pirtûkê û di ber re westiyan. Em çi bikin jî heqê vê keda wan nikare were dayin. Endamên lijneya me ya zanisti ku hemû pêşniyarên gotaran xwendin û nirxandin, di vî warî de milê vê xebatê yê girîng pêk aniye. Rektorê Zanîngeha Hekariyê Prof. Dr. Îbrahîm Belenlî jî, mazûbaniya Konfe-ransa Kurdolojiyê kir û hemû derfetên zanîngehê ji bo me seferber kirin û piştgiriya me kir, da ku konferans bi şiklê ku me dixwast ve bigihîştaya armanca xwe.

Heger ev dilsoziya wî nebûya û wî ceger nekiraya û xwe nedaya ber karekî weha, me ê nikarîbûya organîzasyoneke weha li dar bixistaya. Mamosteyên Zanîngeha He-kariyê, Rojda Ozden Kaya, Ayşegul Altintaş û Serhat Kurt, hevalên me yên organî-zasyona konferansê Tûran Koca û Umîd Surer û xwendekarên zanîngehê yên din ku him di organîzasyona konferansê de û him jî di amadekirina vê pirtûkê de alîkariya me kirin, hemû barê giran hilgirtin ser milên xwe û pê westiyan. Karmendên zanîn-gehêjî, ji bo hêsankirina organîzasyona konferansê çi ji destê wan hat, teqsîr nekirin. Herweha, hêza me ya herî girîng ew bû ku beşdarên konferansê xwe nedan alî û di wan rojên giran de tawîz ji zanistiyê nedan û em bi tenê nehiştin. Ev pirtûk berhema wan ya hemûyan e... Ji bo spasiya wan, ez çi bibêjim jî dê kêm bimîne...

Gava ku yekem rojnameya kurdî Kurdistan gihişt Şamê, nameyek di pey re hat ji rojnameyê re û digot ku gava ku Kurdan dîtiye bê navê rojnameyê çi ye û kê derxistiye û zimanê wê çi ye, ew maç kirine û danîne ser serê xwe û gotine ku ev karekî "qenc" e.
Em jî dizanin ku ev karekî "qenc" e... û ev xebat berî herkesî li xêra Kurdan û kurdolojiyê ye.

Al. Doç. Dr, Îbrahîm Seydo AYDOGAN
Mamosteyê Ziman û Wêjeya Kurdî li INALCO'yê li Parîsê
Serokê Lijneya Zanistî ya Konferansa Kurdolojiyê li Zanîngeha Hekariyê ya Colemêrgê



Rêya ku ji Antîkurdolojiyê ber bi Kurdolojiyê ve diçe û Îsmaîl Beşîkçî
M. Malmîsanij*

Peyva kurdolojiyê (kurdnasiyê) bi gelemperî tê wateya xebat û lêkolînên li ser ziman, dîrok, wêje û avabûna civakî ya Kurdan. Her ev peyv, ji bo binavkirina wan dezgehên îlmî jîtê bikaranîn ku li ser van mijaran xebatên zanistî dimeşînin (1). Ji ber ku li Tirkiyeyê hebûna Kurdan hatiye înkarkirin û her tiştê ku bi Kurdan re tê-kildar e digel navê welatê wan Kurdistan î hatine qedexekirin, li vî welatî tu xebatên kurdolojiyê çênebûbûn. Îsmaîl Beşîkçî, di vî warî de di zanîngehên tirkan de awarte-yek e. Her ji ber vê yekê, dema ku li Tirkiyeyê qala kurdolojiyê tê kirin, serê pêşîn ewtê bîra mirov.

Xebat û lêkolînên Beşîkçî yên li ser vê mijarê, di salên 1960Î de dest pê dikin. Heger em li ser wan xebatên ku ji dema dawîya Usmaniyan ve dihatin kirin bifikirin, ev yek dê alîkariya me bike da ku em têbigihîjin ka cihê Beşîkçiyî di warê kurdolojiyê de çi ye û ew ji hawîrdorekê çawa tê. Herçend di zanîngehên welatên cur bi cur de li ser ziman, dîrok û wêjeya kurdî hin xebatên akademîk dihatin kirin jî, li Tirkiyeyê di şûna wan de mirov dikare behsa du cure xebatan bike ku ez wan wekî xebatên "antîkurdolojî"yê û "kurdolojiya nihênî" (kurdolojiya veşartî) bi nav dikim.

I- Antîkurdolojî

Mebesta min ji gotina antîkurdolojiyê, tehrîfkirina rastiyên li ser Kurdan û xebatên veşartina rastiyan e. Bingeha van xebatan teza dîroka resmî ye û bi kurtî fikra wan ew e ku kurd nikarin wek milet û zimanê wan jî nikare wek zimanek bên hesibandin û Kurdan dikin tirkên ku zimanê xwe ji bîr kirine. Di xebatên bi vî rengî de çarçoveya encaman ji berê de hatiye diyarkirin. Ji van nivîsan yên ku hatine we-şandin, dawiya dawî wekî weşanên propagandayê mane û mîna nimûneyên sexte-kariya teza dîroka resmî ketine kitêbxaneyan.

Dîroka antîkurdolojiya li Tirkiyeyê, ku çavkaniyên gelek dewlemend pêşkeşî lêkolîneran dike, xwe digihîne heta serdema dawî ya Dewleta Usmanî. Îttîhad û Te-reqqî [îttihat ve Terakki, anku Yekîtî û Pêşketin] ya ku piştî ragihandina Meşrûtiyeta Duyemîn dê gelek salan dewlet bi rê ve bibiraya, wekî pêdiviyeke projeya xwe ya endezyariya civakî, nemaze jî di salên Şerê Yekemîn ê Cihanê de, ii ser Kurdan siya-seta bişavtinê dimeşîne da ku wan bike tirk.

…..

* Nivîskar, Lêkolîner




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues