PEŞGOTIN
Tecrûbeyên me şanî me kirin ku pirraniya dê û bavan di mezinbûn û perwerdeya xwe de bê biryar in. Ew dizanin ku zanebûna wan têrî çareser kirina vê pirsê nake. Eger zaroka yekem be pirsên wan zêdetir in. Ji bo çareser kirina vê babetê gelek pirtûkên erzan lê têgihiştina wan gelekî dijwar ketin nava bazarê.
Ev pirtûk, bi rêzeke wêneyan mezinbûna zarokê gav bi gav tehqîb dike. Nivîskarên vê pirtûkê, bi awayekî xweş mezinbûna zarokê ji we re dibêjin. Armanca wan ew e ku hun di têkiliyên we bi zarokên we re nekevin bin dudiliyê. Bi alîkariya vê metodê hunê karibin bibin xwedî zanîneke girîng û bi saya wê zanînê hunê hêsatir bi zarokên xwe re bilebikin.
Me xwest ku jiyana rojane ya zarokê "bi çavên zarokê" ji we re bêjin. Guhdarî û nêrîna zarokên piçûk gelekî xweş e. Em fehrî gelek tiştên nuh dibin. Zarok li nava malê germiyekê dixwazin. Ev ji bo wan tebîî ye. Ji bo mezinbûna wan ev yek pêwîstiyek e.
Armanca me ne pêşandana wêneyên zarokên dev bi ken e. Hin gavan şahbûna zarokan divegerê li ber xwe ketinê. Ji ber vê sedemê di vê pirtûkê de hin demên şahbûnê hin demên li ber xwe ketinê hene.
Armanca me bi hin wêneyan û bi hin gotinan tiştekî fêhrî we bikin. Bi vê sayê hunê paş karên xwe û westandina rojane bi zarokên xwe re bi awayekî xweş agahdar bibin. Hêviyên me ew in ku hin ji cembûna zarokên xwe dilxweş û şah bin.
Christiane Cloet-Mullie
DESTPÊK
Ev pirtûk ji her kesê hez ji zarokan dike, bi wan re dileyize, bi wan re dikene û ji nêzîk ve bibîne çawa ew mezin dibin mîna vexwendinêkê ye. Ev prtûk çîroka jiyana zarok, dê û bavê zarokê ye.
Pirtûk, hebûna teybetî ya zarokê, laşê zarokê û awayê jiyana zarokê baş dide xuya kirin. Ji ber ku dinya her zarokê, her dê û bavî, her kesî cihê ye û xisûsî ye. Di destpêkê de zarok xwe bi xwe re meşgûl e. Her roja diçe ji dinya dor xwe divebe. Dinya li derdorê xwe "tehqîb" dike.
Ev ne hêsanî ye. Di wê dinyayê de hebûna "kesekî" ji bo nêrîna zarokê, şahbûnê û hezjêkirinê girîng e. Ev hebûn di kar û fêhrbûna zarokê roleke mezin dilîze.
Perwerde kirina salên pêşin di çareser krina pirsên wê zaorak piçûk de alîkariyeke mezin e. Pêwîstiya zarpkê ne bes bi dê û bavê, lê bi dê û bavê xwedî hezkirin û dev bi ken heye. Zarok dê û bavê ku wext jê diveqetînin naxwaze. Ew dê û bavê ku di dema pêwîst de lê agahdar be, pê re şah be, biieyize û nêzîk be dixwaze. Dema zarok pê dihese ku dê û bav, ji tirsê, li ber xwe ketin, acizbûn û nerehetiya wan re derman dibînin, ji dil û can girêdana xwe bi wan re dike. Li cem vê êminayiyê pêwîstiya zarokê bi xwarin, lênêrîn û parastinê jî heye. Pêwîstiya bi terbiyê, lîstikê, lîstokan, cî û axaftinê hey.
Ev hemî tişt gîhana bedenî û rûhî ne. Ji sedema ku zarok nikare bi tenha mezin bibe û alîkarin û rêya baş ji me dixwaze, me ev pirtû bi awayê 'ez'nivîsand.
..... |