La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Peyxamberê Ummetê, Hz. Muhemmed


Auteur :
Éditeur : Nûbihar Date & Lieu : 1998, İstanbul
Préface : Pages : 192
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 135x195 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Bot. Pey. N° 4299Thème : Religion

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Peyxamberê Ummetê, Hz. Muhemmed

Peyxamberê Ummetê, Hz. Muhemmed

Ebdulhadî Botî

Nûbihar

Di qerna şeşê zayinê de Erebistanê di dergûşa xwe de zarokek wisa mezin kir, ewî bi de‘wa xwe ji nû ve heyat da dunyayê. Ronahiya de‘wa wî, beşeriyet bi çav kir da ku pêş de here, tarîtî û ronahiyê, rastî û şaşîtiyê jihev veqetîne.
Ev meriv, Peyxamberê ummetê Hz. Muhemmed (s.) bû. Dunyayê; biratî, wekhevî, azadî, dadmendî, ‘izzet, şeref û her cûre qencî bi wî nas kir û ji wî hîn bû. Feqîran bi wî rêya dewlemendiyê dîtin. Koleyan azadî bi wî nas kirin. Cahilan navê xwendin û ‘ilmê ji wî seh kirin. Mirovên di şaşîtiya ramanî û exlaqî de noq bûbûn, bi wîji xeniqandinê xilas bûn. Zarok û piçûkan, merhemet û hezjêkirin li bal wî dîtin. Jin, bi wî gihaştin şeref û ‘izzeta xwe û bi wî ji koletiya mêran azad bûn. Dewlemend û xwedîhêzan, feqîr û bêkes bi wî nas kirin. Welhasil, qenciyên wî li beşeriyetê bêhed û bêhesab in...



PÊŞGOTIN

Di qerna şeşê zayinê de Erebistanê di dergûşa xwe de zarokek wisa mezin kir, ewî bi de'wa xwe ji nû ve heyat da dunyayê. Ronahiya de'wa wî, beşeriyet bi çav kir da ku pêş de here, tarîtî û ronahiyê, rastî û şaşîtiyê jihev veqetîne.

Ev meriv, Peyxamberê ummetê Hz. Muhemmed (s.x.l.-silava Xweda li ser be) bû. Dunyayê; biratî, wekhevî, azadî, dadmendî, izzet, şeref û her cûre qencî bi wî nas kir û ji wî hîn bû. Feqîran bi wî rêya dewlemendiyê dîtin. Koleyan azadî bi wî nas kirin. Cahilan navê xwendin û ilmê ji wî seh kirin. Mirovên di şaşîtiya ramanî û exlaqî de noq bûbûn, bi wî ji xeniqandinê xilas bûn. Zarok û piçûkan, merhemet û hezjêkirin li bal wî dîtin. Jin, bi wî gihaştin şeref û izzeta xwe û bi wî ji koletiya mêran azad bûn. Dewlemend û xwedîhêzan, feqîr û bêkes bi wî nas kirin... Welhasil, qenciyên wî li beşeriyetê bêhed û bêhesab in.

Ew, zilamê her cûre jiyana însaniyetê bû, zilamê heyata dînî, civakî, aborî, leşkerî, siyasî û hwd. bû. Ewî mecra tarîxê guherand. Dunya heta îro di bin bandûra hereket û de‘wa wî de ye û wê heta qiyametê jî wisa dewam bike.

Divê were zanîn ku ev raman û prensîb ne mehsûlê jîrîtî, zeka û dahîtiya Muhemmed (s.x.l. -silava Xweda li ser be) tenê bûn. Evana digel vê, bi bêhtirî mehsûlên wehyê bûn. Meznahiya Peyxamber (s.x.l. -silava Xweda li ser be) bi wehya ku nazilê ser dibûye. Ji lewra ew ne merivek mîna me gunehkar û marûzê xeletiya ne û ne jî jibil beşeriyetê di meqamek dîtir de ye.

Ji bona vê giringiya şexsiyeta Hz. Muhemmed pêwîst e ku mirov tevde li ser naskirina wî bisekinin û jiyana wî ji xwe re mînak bigirin. Bi taybetî, mirovên bawerî pê anîn, û ew ji xwe re peyxamber qebûl kirine.

Gelê kurd heta îro Peyxamberê xwe Hz. Muhemmed, bi sehkirin û bi guhdarkirinê nas dike, xusûsen li ser jiyana wî nesekiniye û bi zimanê xwe jiyana wî nexwendiye. Ev heqîqetek pir tehl e ez dibêjim, lêbelê va ye êdî wê kurd jiyana Peyxamberê xwe bi zimanê xwe bixwînin û wê bi zimanê xwe vî şexsiyetê giring nas bikin. Lêbelê gerek e were zanîn ku ev ne qenciya min e, min tenê wezîfa xwe kiriye. Ev di heqîqetê de qenciya Nûbiharê ye. Ez zemanek dirêj li ser nivîsandina vê pirtûkê fikirîm bêyî ku ez qerarek bidim. Lê dema Nûbiharê ezma min şidand, di zerfê meh û nîvê de, di korîtiya şevê de li Qahîreyê bi xelweta bi manewiyata Peyxamber (s.x.l. -silava Xweda li ser be) min ev pirtûk temam kir.

Min di vî warî de rasttirînên çavkaniyan esas girtine û ji van çavkaniyan jî rasttirînê rîwayetan nivîsandiye. Min bûye-rên di vê jiyanê de bi qeder îmkanê, bi sebebên wan ve girê-daye û bi awayek rihet daye îfadekirin.

Hêviya min heye ku gelê kurd vê jiyannameyê bixwîne, bide xwendin û ji xwe re mînak bigire.
Xweda karê min ji bo xwe qebûl bike û resûlê xwe jî ji min re bike şefaetkar...

Ebdulhadî Botî
10.8.1998



Destpêk

I- Însanıyet û Peyxambertî

Berî ku em dest bi vê jiyannameya mubarek ya ku tev de ders û îbret, ji serî heta binî têkoşîn û dawet, bi hûr û girê xwe ve ji herkesî re nimûne û mînak bikin, gerek e em hinek ji rewşa gerdûn, bi taybetî jî ji weziyeta erebên wê demê haydar bin. Wê çaxê, wê fêhmkirina pir tiştan di vê jiyanê de û bawerkirina meznatiya vê têkoşînê ji bo me pir hêsan bibe.

Jiyana însaniyetê, ji destpêkê heta îro geh bi xweşî û geh bi zorî, geh tarî û geh ronî, geh bi edalet û dadmendî û geh bi zilm û zordariyê derbas bûye. Pir wextan jî mirov li pey hewesa xwe çûne, ji sedema heyina xwe bêhay mane, ji heqîqeta heyin û kaînatê, xwedî û aferendekarê wê çavên xwe nûqandine, eqlê xwe sekinandine. Ji bona van sedeman, Xweda Teala di dijraberê her zalim û zordarî de adil û dadmendek şiyandiye. Her ku mi-rovan heqîqeta heyina xwe jibîr kirine jî muelimek şandiye, emrê mirovan bi guhdarî û lipeyçûna wî dadmend û muellimî kiriye.
Ew muellim û dadmend bi leqeba Peyxamber û Resûlê Xweda hatiye navdan da ku tu uzrê mirovan li ba Xwedê Teala nemîne û roja qiyametê di huzûra Xwedê de nebêjin: “Ya Rebbî te çima ji me re peyxamber neşiyandin ku rêya te bi me bidine naskirin, da ku em di rê û gotina te de bimeşiyana.”

.....

 




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues