PÊŞGOTÎN
Nivîskarê hêja kek Zeynela-bîdîn di meha şibatê, sala 1953 de li Qubînê / Beşîrî hatiye dinê. Di wê demê de, bavê wî li wir meletî kiriye. Ta deh-danzdeh saliya xwe li ba bavê xwe xwendiye û paşê di medreseyên din de jî li ber destên zaneyên bi navûdeng, wek Mele Sedredîn û Mele Evdirehmanê Nisro feqîtiya xwe domandiye. Di 24 heziranê 1968 de ezmûna (îmtihan) dibistana bingehîn daye û li Diyarbekirê çûye dibistana "îmam hatîbê”. Piştî 12 avdarê 1971 ji dibistanê hatiye avêtin. Li Batmanê dest bi dibistana "navîn a petrolê" dikê. Ligel xwendina xwe ji, di gundan de meletiyê dike.
Di 25.7.1974 de, li Batmanê, di belediyê de dibe tehsîldar. Di navbera salên 1976 ta 1980, li Batmanê xwendina lîseya êvaran dike û di belediye û maliyê de jî berpirsiyarine giring heldigre ser xwe. Piştî serdestiya leşkerî, di 12 îlonê 1980 de ta 1984, ew heyşt caran dihête girtin. Bi tenê,di sê girtinan de 178 rojan dihête îşkencekirin. Di 1 avdarê 1984 de, bi biryara dadgeha leşkerî, li Diyarbekirê, hêjmar 1, sizayê 5 salan girtîgeh û 20 rojan jî dûrxistin distine.. Jiber metirsiya girtin û lêdanê niviskarê me bêgav (mecbûr) dibe ku derkeve derveyi welêt. Niha li siwêdê dijî..
Tîpguhartina "Rêberê Sanî"ya Mele Ehmed.ê Qoxî, ku li ser "Eqîde"ya Ehmedê Xanî hatiye nivîsin, ji tîpên erebî bo latînî, xebateke gellekî giranbiha ye û bi hezaran kes dê bigêhin dilxweşiya xwendina vê berhema hêja.
Bêguman, ev tîpguhêr û yên din zor giranbiha û pêwist in. Ev karûbarana wêjeya gelê me ji wendabûyinê diparêzin û dewlemendtir jî dikin. Em li vir, bi dilgermî spasî nivîskarê hêja kek Zeynelabidin dikin, ku serfiraziya weşandin û derxistina vê berhemê pêşkeşi me kir.
Abiain Sönmez
Pirtûkên ku Nivîskar bi xwe nivisine: 1) İşkencede 178 gün, Komkar, Köln 1, sala 1987 2) Xweçe I, II, III, bend I, di çape de ye û 287 rûpel e. 3) Mîrate, Leyztikên Kurdi, hêj çap nebûye.
..... |