La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Şêx Fexrê Adiyan: Fîlosof û xasê ola Êzdiyatiyê


Auteur :
Éditeur : Dengê Êzîdiyan Date & Lieu : 2009, Oldenburg
Préface : Pages : 320
Traduction : ISBN : 978-3-9810751-4-5
Langue : KurdeFormat : 145x210 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Boy. Sex. N° 3629Thème : Religion

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Şêx Fexrê Adiyan: Fîlosof û xasê ola Êzdiyatiyê

Şêx Fexrê Adiyan: Fîlosof û xasê ola Êzdiyatiyê

Eskerê Boyîk

Dengê Êzîdiyan

“Min ilmê erdan tewa kiriye û ezê herim ilmê ezmên bistînim.” (Şêx Fexirê Adiyan)
Heta niha deng û rastiya Êzdiyatiyê di bin giraniya baweriyên zordestan de hatiye kerrkirin. Ev baweriya kevnar û xwedênas, ku ji kûrayiya hezarên salan tê, ronahiya xwe daye rêya gelek şaristaniyan û ji olên pey xwe re jî buye bingeheke avakirinê - hê jî di nava zordestiyê, neheqiyê û tunekirinê de maye. Li gel xezeba dewranan jî dîsa ew maye weke rastiyeke mêjuyî, kevnar û bingeheke hêja ji bo gelê me. Niha dem hatiye, ku gelê Kurd û bi teybetî Êzdî dikarin li vê ola hêja xwedî derbikevin. Şêx Fexirê Adiyan, yê ku di sedsala 13an de jiyan dikir, yek ji mezintirîn fîlosof û xwedênasên Kurdên Êzdî ye, para pirrê têkistên baweriya Êzdiyan ji aliyê wî ve hatine afirandin.



PÊŞGOTIN

Mala Êzîdiyan ya bajarê Oldenbûrgê, wek dezgehekî olî, civakî, rewşenbîrî tim guhdariya xwe daniye ser pirsên çand, ziman, dîrok û kultûra gelê Kurd û rola Kurdên-Êzdî di wî warî de. Di nav heyîtya xwe ya 15 salan de bi sedan semînar, konfirans, rojên qewlbêj û dengbêjan, rasthatin tevlî nivîskar, hunermend û siyasetmedarên bi nav û deng hatine derbaskirin.Weşana Malê ya „ DENGÊ ÊZÎDIYAN, heya niha 10 hejmar ji kovara, Dengê Êzîdiyan", salnemeyên salane, pirtûka dersa: Êzîdyatî-1 ya Pîr Xidir Silêman (19...), Nebûn û tunebûna Êzîdiyan ya Kemal Tolan (2000), Nûra Elegezê û Êzîdiyatî, Mîrzikê Zaza, fermanên reş yên Eskerê Boyîk (2004 û 2006) bi zimanê kurdî û Das Yezidentum - Religion und Leben ya Chaukeddin Issa (2007) bi zimanê almanî weşandine.

Vê salê komîteyên Malê yên birêvabirî û rewşenbîrî berê xwe dane babetekî herî kêm lêkolînkirî: Edeba dînê Êzdiyan. Biryar hate standen, ku roja 15-saliya damezrandina Malê bi konfiransekî zanistî di bin mijara „ Şêx Fexrê Adiyan û edeba Êzdiyan ya sedsalên 11 -13 de bê derbaskirin.
Heya niha dengê êzdiyatiyê, rastiya êzdiyatyê di bin giraniya bawariyên desthilatdar de hatiye karkirin. Ev baweriya kevnar û xwedênas , ku ji kûrayiya hezarên salan tê, ronahiya xwe daye rêya gelek şaristaniyan, ji olên pey xwe re jî buye bingeheke avakirinê, neku bitenê hatiye qirkirin û bi wenekî tenîkirî hatiye nîşandan, lê bi zordestiyê, neheqiyê û tunekirinê re tim rû bi rû buye. Çiqas jî li nav agirê zulm û xezeba dewranan de buye, êzdiyatî saya rastî û heqiya bawari-ya xwe ya xezayî heya niha jî hebûna xwe bi xurtî didomîne.

Êzdiyatî xweyî edeba zengîn û giranbuha ye. Qedera wê edeba delal jî wek qedera êzdiyatiyê û civaka Êzdiyan e. Ew jî di nava tariya dewranan û qedexe-kirnê de maye.
Di van sedsalên dewiyê de mirovan kelefe, şikeft û goristan, heya qeya-zinarê çiyan jî nehîştin, kolan, çi di wan de hebû derxistin, xwendin, lêkolîn û vekolîn li ser wan kirin, xweyên rast û sexte li wan xweyî derketin, kirne xemla dîrok, mûzêum, mal û milkê mîrata kal û bavên xwe. Lê dîsa ev edeb di tariyê de ma. îro, di vê sedsala zanistiyê de jî, ji guhdariya layîqî xwe bê par maye.

Armanca me ji vî konfîransî ew e, ku edeba 8-9 sedsal berê ji aliyê xwedênas, fîlosof û helbestvanên Kurdên-Êzdî, yên wan demên gewre: Pîr Reşê Heyran, Xidirê Zênde, Hesedê Al Tewrî, Şêx Mend, Pisê Cem, Pîr Xidir, Pîr Şeref û sertacê wan Şêx Fexrê Adiyan ve li Gelyê Lalişa Nûranî, bi kurmanciya resene xweş ha-tiye hûnandin û nûjenkirin, ku heya niha jî kêm hatiye naskirin - lêkolînkirin û govekeke teng derneketiye, bikin meydana lêkolîn û guhdariya edebiyetzaniya kurdî û cîhanê.

Helbet bi vî konfiransî û bi van lêkolînan tenê em nikarin bigihîjin Ev edeb xizneyeke kevnar e, lêxweyîderketina wê dikare dîroka edebiyeta gelê Kurd 2-3 sedsal bi pêş ve bibe û nav û hurmeta wê di nav edebiyeta Cîhanê de mezin bike. Ew edeb heykelekî edebyeta Cîhanî yî kevnar e di bin kelefên nerastiyê û niheqyê de, pêwist e toz û xubara ji ser bidine aliyekî, ku cîhan rastiya wê bibîne.

Ew kar jî eger em Kurd nekin, dê kî bike?

Oldenburg, Cotmeh, 2008
Mala Êzîdiyan Oldenbûrgê, Yezidisches Forum e.V.
TelimTolan (serokê komiteya bi rêvebir), Sahap Dag (şûndarê serok), Dr. Eskerê Boyîk (serokê komiteya rewşenbîrî)


Şêx Fexrê Adiyan
û edeba Êzdiyan ya sedsalên 11-13 an

Dr. Eskerê Boyîk

Pêşgotin

Di Sedsala yanzdehan de, ji pey hatina Şîxadî re, Geliyê Lalişê dibe merkezeke (navendeke) zaniyariya xwedênasyê, xurtkirin, tomerkirin, rêk-pêkirin, nûjenkirin û bipêşvebirina bîr û boçûnên ayîna baweriya êzdiyatiyê.

Nenihêrî wê demê di cîhanê de bûyerên berbiçev diqewimîn. Siwarên Monxolan wek lehiya reş rojhilatî cîhanê dabûne ber xwe, wêran dikirin û cîhan hildidan. Kurdistan û her wiha Mîrgehên Êzdiyan jî ji wê zulmê bêpar nîbûn. Li nav herdu olên mezin de şerrekî mezin ji bo desthilatdaryê dimeşiya.

Lê tê texmînkirin, ku dema hatina Şîxadî (1073-1162 ) girtî heya dema Şêx Hesen (Şêxisn), yan heya ferman û êrîşên serokbajarê Mûsilê Bedreddîn Lûlû li ser Êzdiyên Şêxanê (1256 ), bawerkî 100-120 salî dijweriyên hişk li hemberî Êzdiyên Lalişê û dora wê kêm bûne. Ji civaka Êzdiyan re pirr hindik bayê aşîtiyane û mecalên hişyarbûnê, xwehisînê û afirendariyê çê dibin. Serok, birêvebir, dîndar û zaneyên Mîrên Êzdiyan, yên wê demê bi nav û deng, li dora mamostayêxweyî mezin: Şîxadî dicivin, sirr, ruh û rengekî nû didine pîrozayiya Geliyê Lalişa Nûranî.

Gerek e bi heqî bê gotin, ew dem, di nav dîroka Kurdên-Êzdî de demeke zêrîn, ya gulvedana çand û mêjû buye û tu dema birêvebirya Êzdiyan hewqas xurt, zane û têgihîştî nebuye çiqas wî çaxî.

Ez naxwazim berê gotara xwe bidime pêkanîna wan guhestinên cîvakî: Danîna hîmê hed û seda nû, li nav civaka Êzdiyan başqekirina çînan, rêkpêkirina cejin, rê û risim, eyderefatan, meresîmên olî, pirsgirêkên aborî, guhertina ...




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues