PÊŞGOTİN
Li dû wextekî dirêj ku dînê êzdiyatî hem ji aliyê akademîkan hem jî ji aliyê gelê Rojava ve heta dereceke mezin hate îhmal û piştguhkirin, du dehsalên dawî şahidî li zêdebûneke mezin a zanyariyên akademîk ên li ser vî dînî kirine. Ligel hindek pêşketinên diyar di qada akademîk de, cîbicîbûna cemaetên mezin ên êzdiyan li welatên Ewrûpayê, bû sebebê elaqe û meyleke nû û piralî û cîhet li ser paşxaneyên civakî û dînî yên vê civakê, û helbet bû sebebê wê hindê ku ji agahiyên heta salên 1980an berdest gelek zêdetir agahî û zanyarî bi dest ve bên.
Lê belê, piraniya van agahî û zanyariyan bi hemû wateya peyvê ‘akademîk’ bûn: Bêhtir bo lêkolîneran berdest bûn ew, û mijarên li wir dihatin vekolan bêhtir bi mebesta helkirina pirs û mijûliyên dîroknasên dînî, antropolog an jî sosyologan bûn. Agahiyên kûr li ser realîteyên heyî ku şikl û şêwe didine civak û fikr û boçûna civakê, herçend wek aliyekî girîng ê êzdiyatiyê tê qebûlkirin jî, ne ewqasî berdest bûn ji bo lêkolînerên neêzdî. Ji aliyê din ve, nifşê ewil ê akademîkên êzdiyan ên ku li ser dînê xwe dixebitîn, bêhtir bi têrkirina pêdiviyên cîhana akademîk ve zêde mijûl bûn ku bikarin bal û meyla xwe bidine ser van tiştan, van tiştên ku qasî makezimanê wan nas û aşna bûn bo wan û ku wan wesa ferz dikir ku ew tişt ji aliyê meyl û elaqedarên dînê wan ên neezdî ve jî baş dihatin zanîn.
Lewma em xweşbext in ku Dr. Xanna R. Omerxalî, nûnereke zîrek a nifşê duyem ê êzdînasên êzdî, hem gelek behredar e hem akademîkeke perwerî ye û hem jî keseke wesa ye ku hez û evîna kûr a dînê xwe digihîne sirûş û hukmên rast da ku bikare wî dînî baştir têbigihîne û çêtir bide zanîn. Di vê xebatê de, wê, hejmareke gotaran pêşkêş kirine ku tê de babetên rojane yên strûktûra civakî û rîtûelên dînî bi awayekî wesa nîqaş kirine ku ne tenê birreke aliyên heta niha xerîb û kêmnas ên vî dînî li ber xwendevanan radixe, belkî hinek rêkên têgihiştina fikr û boçûna dinyayê û ramana dînî ya ku di bingeha wan de ye jî dabîn dike bo xwendevanan.
Bi weşandina vê kitêbê, Dr. Omerxaliyê xizmeteke mezin kiriye bo kurdolog, û dîroknasên dînî û wan hemû kesên ku xwedan meyl û elaqe ne li ser vê tradîsyona dînî ya dewlemend û qedîm.
Philip G. Kreyenbroek Göttingen, Tîrmeh 2007
Pêşgotin
Sersebebê weşandina vê kitêba di destên we de ew e ku êzdiyatî, di nav bêhtirê kurdan bi xwe de jî, hîna wekî metelekê maye û lazim e bi kûr û bi detay bê kifşkirin. Meqseda vê kitêbê ne vekolîna hemû pirsên dînê êzdiyan ê dewlemend û tradîsyona vî dînî ye, lê bêhtir lêkolîna hinek pirs û aliyên êzdiyatiyê yên muhîm û aloz e. Ev kitêb di nav sê beşan de hatiye dabeşkirin, her beşek ji bo aliyên cihê yên lêkolîna êzdiyatiyê hatiye terxankirin. Di vê kitêbê de mijarên wiha hatine vekolan: Strûktûra sosyal a civaka êzdiyan, sîstema qebîl û eşîrên êzdiyan, sembolîzm, dogma û rîtûelên dînî. Her beşek ji du gotaran pêk hatiye û gotar wisa hatine neqandin ku xwendevan bikarin ji perspektîfên cihê fikreke giştî bi dest bixin li ser êzdiyatiyê; herwiha di her beşekê de pirseke muhîm û aloz a ji vê qadê tê vekolan.
Destpêk
Dema yek rûpelên dîroka Kurdistanê diqelîbine, dikare hejmareke mezin a dîn û mezhebên cihê bibîne li ser vî erdî ku ligel dem û dewranan xuya bûne, ji hev cuda bûne, bi hev re jiyane, bûne malê zemanên berê û dîsa xuya kirine... Jiyana ruhanî tim û daîm dewlemend bûye li ser axa Kurdistanê. Ev kitêb, ji bo yek ji dînên herî zêde veşartî û lewma dînekî herî sirdar ê Rojhilata Navîn, an ku êzdiyatiyê hatiye terxankirin.
Dînên di nav kurdan de, îro bêhtir ji sêyan duyê hemû kurdan bawerî bi îslamê tînin. Piraniya kurdên niha misilmanên sunne ne, lê nifûseke kurdên şte jî heye. îslamê dema ku ereban îrana Sasanî dagîr kir (serê sedsala VIIan) dest pê kir, hingê li nav kurdan belav bû.
Li nav kurdan hinek terîqetên sofiyan hene. Sofiyatî,1 bi navê din “tesewûf”, ...
1 Têrma "Sufism" (sofiyatî) cara ewil di 1821 an de ji aliyê F. Tholuk ê profesorê teolojiyê ve di xebata wî ya doktorayê de hatiye bikaranîn.
|