La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Hebûn û tûnebûna Êzîdiyan: Tev romanên zindî ne


Auteur :
Éditeur : Dengê Êzîdiyan Date & Lieu : 2000, Oldenburg
Préface : Pages : 142
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 145x205 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Tol. Heb. N° 4573Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Hebûn û tûnebûna Êzîdiyan: Tev romanên zindî ne

Hebûn û tûnebûna Êzîdiyan: Tev romanên zındî ne

Kemal Tolan

Dengê Êzîdiyan

Çewa ku gelek kesên kurd nizanin, ew li kur û di kîjan wextî de hatine ser ruyê erdê, ez jî yek ji wan kesa me. Li goriya mezinên malbeta min dibêjin, ez di sala 1953 (li goriya Dokûmentên minî heyî ez di 05.10.1955) de li gundê Şimzê ji diya xwe çêbû me.Berî min şeş zarokên dê û bavê min hebûne.
Di sala 28.09.1968, ku min xwandina xwe li gundê Şimzê qedand, birayê min Huseyîn hatiye Almanya rojava. Dema min xwandina xwe ye pinc salan li Şimzê xelas kir û şunde, êdî ez çûme qeza Bişêriyê, min li wirê xwandina dibistana navîn xwand. Weke her demê derbas buyî, usa jî di van salan de rewşa xwandina zarokên Êzîdiya gelekî çetîn bû.Tiştekî gelekî eşkerebû ,ku çewa maafê me yê Kurdî li cem dewleta Tirka ne dihate qebûlkirin, usa jî maafê me yê olî li cem nezan û olperestên Kurda ne di hate naskirin. Lê hingê çiqas bi kul û derd bû jî, dîsa min di nava sê salan de xwandina xwe li wir xelaskir. Ji ber wê neheqiya ku Kurd û Tirkên nezan li ser me zarokên Êzîdiyan pirbû, gelek hevalên min yên Êzîdî dest ji xwandinê berdan. Min nedixwast xwandina xwe berdim. Lê min zanîbû, êdî ezê nikaribim li vê herêma wîlayeta Sêêrtê û qeza Bişêriyê xwandina xwe bidomînim û lewma jî ez çûme Lîsa (Gymnasium) Wêranşehîrê. Piştî ku min xwandina xwe ya Lîsê di sala 1976 de qedand û şûnde ez hatim Almanya rojava .
Ez li virê di wê salê de jî zewicîm û vêga bavê çar zaroka me. Lê çê mixab, ji ber hinek pirsgirêkên, ku karkeran ji welatê xwe bi xwe re anîbûne virê û ew jî tev bi Feodalîzma welat ve girêdayî bûn, astengî ji bo min derketin û ew daxwaziya min ya xwandina bilind neçû serî.
Dema min hew karîbû bixwînim jî, min ew peyvendiyên xwe yên ji bo pirsgirêkên paneber, ciwan û malbetan qut nekirin. Min di sala 1981 an de dest bi karê wergeriya zimanê Tirkî, Kurdî û Almanî kir. Ji sala 1995 virde jî, dersa firêbuna zimanê Almanî didime ber paneberên li qempa Oldenburgê û li . Ez hêjî peyvendiyên xwe li der û dora xwe de, di nava hinek rêxistin û dezgehên Alman, biyaniyan û bi taybetî jî di nav xebatên pêşxistin û naskirina Êzîdiyatiyê de berdewam dikim.



PÊŞGOTIN

Xwandevanên hêja!
Min jî wek, neferekî civata ola Êzîdî dixwast netew û ola xwe nasbikim. Di vê babetê dîroka netewî û ola xwe de gelek pirsên min hebûn. Dilê min dixwast, ku ez zanibim, ka ew mêrxasên Êzîdiyan, yên kû Zordaran xwe ji wan didan paş, di Kurdîstanê de xwediyên kîjan erdan bûn û ka ew çewa û ji kengî ve ii ser erda xwe jiyan ne? Gelo ji ber çi neyarên netewa Kurdan hê jî dibêjin:"ji ber ku Êzîdî ji çand û ola xwe ya kurmancî re xwedî derdikevin, gereke ew zimanê di devên wan de bêye birîn!."

ji bo ez karibim bersiva van pirsan bidim, min gelek pirtûk, lêkolîn û berhemên li ser vê olê xwandin.Vêga gihîştime vê baweriyê: Kesên ku ji dîroka Kurdîstanê agehdar in, ew dizanin, ku ola Êzîdiyan ola Kurda ye herî kevn e. Ji ber kû dijmin timê ji Kurdên Êzîdî tirsiyane û ji bo ku bikaribin Êzîdiyatiyê ji holê rakin, navbera wan û olên cînar da neyartiyê çêkin, ewan tiştên ne rast derheqa Êzîdiya de gotine:"Êzîdî ne kurdin, Ezîdî qûreşî ne, Êzîdî ji hova bawer dikin, kitabên Êzîdiyan yên pîroz tûnin, kî neferekî Êzîdî bikuje, ew gunhê xwe yî di axret û îmanê de afo bike û ewê li dinya dinê here bihuştê û w.d." Ewan bi vî haweyî, bê hêjmar Ezîdî di Kurdîstanê û di welatê xwe de bi xayîntî kuştin û qetilkirine. Çiqas ziya-ret, paresgehên Êzîdiyan wêran bûn, gelek qewl û dûayên me hatine ji bîrkirin.

Wexta ez li dîrokê dirênim, dibînim ku babetê rewşa Êzîdiyan gelekî kevn û berfire ye. Hinek ji dîroknas, lêkolînvanên Kurd , Êzîdî û biyanî li ser rewşa jiyan û ola Êzîdiyan gelek tişt nivîsandine.Ez bawerim ku piraniyan wan nivîskar û lêkolînvanên ku li ser dîroka Êzîdiyatiyê berhem derxistine û diweşînin, bi xwe ne Êzîdî ne, berhemên wan ji aliyên ilmên Ezîdiyatiyê ve jî pir qels in. Ewan zaniyarên xwe ji ber devên şexsên menfêatçiyên gelên cînar, Kurdên musilman û Êzîdiyên sade(normal) bi rişwetê standi-ne. Weha gelek ji wan pirtûk û lêkolînên li ser rewşa Ezîdiyatiyê hatine nivîsandin, piraniyan wan wekî peymaneke ku di nava dû berên li dijî hevûdin û her yekê dixwaze hinek armancên xwe bi cî bîne, wisa ev berheman hatine nivîsandin.Heta îro jî hinek kesên ku ji xwe re dibêjin “Ez rewşenbîr û niviskarim" ,bi teybetî li nava tevgera rizgarî xiwaza gelê Kurdîstanê dene û ev na xwazin ola Êzîdî weke oleke serbixwe nasbikin. Ev kesan dîroka Êzîdiyatiyê şêlû didine xwanê.

Her kes jî dizane, di wan demên ku ferman li Êzîdiyan rabûne û Êzidi koçber bûne, hingê rojname, radio û telîvîziyon tûnebun. Xwandin u nivisan-din ii Êzîdiyan re kiribune guneh. Piraniyan wan buyer u fermanen bi sere Êzîdiyan hatine, bi gotin û stranên dengbêjan di nava gelde hatine xwey-akirin. Lê gelek serpêkhatên Ezîdiyan hene, ku hêjî tû kes nizane, ka ev buyer ji bo çê qewîmîne, sedemên van buyeran çi bûye, gelek caran ew ne bi rastî hatine diyarkirin û şîrove kirin. Bi hezaran tiştên me yen baş, di singên dengbêj û kalemêrên me de bin êrd bûne u em hew dikann iro wan buyeran derxînin.

Ez naxwazim zêde li ser kevnbuna dîroka kurdên Êzîdî û hemû heremên ew tê de hene bisekinim. Ezê li gorî zanebûn, hiş u taqeta xwe ku Xwede û Tawisî-Melek daye min, bi taybetî li ser rewşa Ezîdiyen bakure Kur-dîstanê, kû piraniya wan vêga ne li ser axa bav û kalan dijin rawestim. Ez dibînim ku îro gelek ji Eşîr û qewmiyetên me Ezîdiyan heliyan ne. Ez jixwe nikarim nav û hejmaran waqas Eşîrên heliyane u Eşiren ku qulibine tesbît bikim. Ez dikarim bi alîkariya hinek camêr u dengbejan, naven hinek Gund, Êl, Eşîr û Qebîlên Êzîdiyan ku hetanî van salen dawiye mane tesbît bikim û diyar bikim, ka wexta Êzîdî li wellatê xwe bûn , ew li kidera Êzîdîxanê de diman? Berî dema ku ew derkevine Şaristana, ka ew çend Eşîr bûne?, Xwedanên wan kîbu? Ka nandarên Ezîdiyan yen hinge u heta-nî îro kîne? Çend Eşîrên wan îro hêja li xerîbiyan dijîn? û w.d.??. Eze çend helbestên ku min li ser rewşa me nivîsandine jî peşkeşi za-nistiya xwandevanên hêja bikim.

Her weha hêvîdarim ku hinek ji dîroknas û lêkolînerên dîrokê, dê karibin ji vê xebata min fêdebikin û evê bibe handanek ji wan re, kû karibin^ he zaniyarên zêde li ser wan babetên destê min ne gehîştiye û ew pe zambin kombikin û bi weşînin. Dîsa ezê gelekî dilxweşbim gava ku ewe ji vaqas buyerên buyî, wekî çewa V.O.KIyûçewskî gotiye:"Em gereke demen der-bazbûyî fêr bibin, ne ji bo wê ku ew îdî derbaz bûne, le henwaha bona wê, ku ew dema derbazbûyî nikaribûye paşmayînên xwe bide paqijkiri-nê.(12)" bikin.

Ez dixwazim livirê cardinê ji wan camêrên^ ku navên wan di dawiya kitêbê de hatine rêzkirin û bi taybetî Nivîskarê Ezîdî Eskerê Boyik, Mamoste Pir Xidir Suleyman û Ali Tuku pir spas bikim.

Kema! Tolan



Rewşa Êzîdiyan di dema împaratoriya Osmaniyê de

Dîroka Êzîdiyan, diyar dike kû me di demên berî Xaçperezî û Musilmaniye de jî, di gelek wextan û li gelek heremên Kurdîstanê de, bi qehremanî Kurdiyatî û Êzîdiyatiya xwe parastine. Dil dixwaze bi zanibe, ka ji~ ber çê weha neyarên Êzîdiyatiyê di her wextî de Êzîdî, Musilman û Olên dinê bere hevûdin dane? Belê, taqeta min bitenê nagîje bersiva vê pirsê ,lê ez dikarim niha hinek pelên dîrokê, bi taybetî yên dema împaratorên Osma-niyan hatine Kurdîstan talan kirine û heta vêga, ka dîroka berxwedan û helandinan Êzîdiyan di Kurdîstanê de çewa hatine diyarkirin? Bi gelekî kurtayîji xwandevanan re bidime ber hevûdinê.

Di dema kû Osmanî hatine (1300-1920) bi şûrê zorê Kurdîstan dagir kiri-ne, ewan hingê bêtifaqî û neyartî xisttne nava gelên li Kurdîstanê. Di wê demê de gelek netew di bin destên dewleta Osmaniyan de hebûne. Hingê gelek ji wan netewan dikaribûne di hejemên xwe de, carnan berpirsyariya xwe ye serbuxwe jî bikin. Lê, çi gava Êzîdiyan di nava vê Imparatoriyê de, li ber xwe dabe, ew ji aliyên netewên nexêrxwaz ve bi her hawayî ve hatine perçiqandin.
Hîna di wê demê de, Osmaniyan bi zanistî hinek heremên Kurdîstanê dane destên hinek begên kurden Musilman. Ewan begên olperest u nezan jî gelek caran kurdên Êzîdî qetilkirine.
Koçberbûn û talankirina êzîdiyan hîna di demên kevn de û zêde jî, di wexta barbarên Moxullan (tirkên Mongolîstanê di sala 1252 an) de berdewam kiriye. Ji ber van şerên berxwedanên Êzîdiyan yên netewî, Êzîdî dîsa di dema Sultan Murat II (1421-1451) û Êdrîsî Bitlîsî de jî, koçeberî gelek ciyan bune."Edrîs Bftlîsî (di sala 1514 ), Kurdên ji herema Hekkarî û Botan radike dibe li ciyên wexta Tîmûr (tirkê Mongolîstanê) têre derbas bûne û vale hîştibûnji he-rema Erzuromê heta Erîvanê bicî dike. Ev herema heta dema şerê Tirk û Rûsan sala 1828-1829 nayê guhartin.(6:17-18),,

Piştî demeke ne dirêj, Êzîdî li koçberiyê jî li ber xwe didin û ji ber van berxwedanan „Kanûnî Siltan Sileyman di sala 1535 de Erbil u mintîqên Soran bi destê Mîrê Êzîdîxanê Mîr Huseyîn Begê Dasim ve berdide.(13:305)”

.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues