La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Analîza Qewlen Êzdiyan


Auteurs : |
Éditeur : Avesta Date & Lieu : 2009, İstanbul
Préface : Pages : 190
Traduction : ISBN : 978-9944-382-93-9
Langue : KurdeFormat : 130x195 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Ome. Ana. N° Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Analîza Qewlen Êzdiyan

Analîza Qewlen Êzdiyan

Xanna Omerxalî,

Kovan Xankî

Avesta


Kitêba Xanna Omerxalî û Kovan Xankî "Analîza Qewlên Êzdiyan'' di nav weşanên Avesta de derket. Ev kitêb di derbarê pirsa girîftar a metoda analîzkirina tekstên dînî yên êzdiyatiyê de ye. Ji bo baştir nîşankirina nîqaşê, şiroveyeke Qewlê Omer Xala û Hesin Çinêrî tê bikaranîn. Piranî daneyên kitêbê ji lêkolînên qadî yên bi êzdiyên li Ermenistan, Iraq û Almanyayê hatine kirin tên, û ev jî yekem pêşkêşiya zanistî ya encaman e.
Hemû danêrên xebatê temsîlkarê rûhaniya êzdiyan in ku piraniya wan ji kasta Pîran tên û ew jî ji mala Omerxaliyan e ku malbatên vê malê agahiyên derheqê avakerên xwe de parastine. Pêşgotina kitêbê teqdîmeke giştî ya şerha olî ya êzdiyatiyê dide xwendevanan ku nivîskar hinek agahiyên bingehîn derdide ji bo şirovekirina nivîsarên dînîyên êzdiyatiyê. Kitêb zêdetir ji bo rojhilatnasan, zanayên lêkolînên olî, êzdînasan, û ji bo gelek xwedavanên ku meraqeke wan heye li ser lêkolînên kurdî û lêkolînên olî yên hevçerx.


Xanna Omerxalî-Kurda êzdî ye, ji mala Pîrên Omerxalî te. Li sala 19816 li Ermenistanê, li bajarê Yêrêvanê de hatiye dinyayê. Lt zangoya St Petersburgê (Rûsya) dewletî de, li fakûlteya rojhilatnasiyê de xwendma xwe ya bilind temam kiriye: BA (2002) - para zimanzaniyê ya tanzamye û Kurdzaniyê; MA (2004) - dîploma Magîstira Olzantye standiye; PhD (2006) - fakûlteya Rojhilatnasiyê û fakûlteya Felsefe û Styast li beşa Olza-niyê da doktora xwe ya pêşiyê girtiye. Vêga doktora xwe ya diduyan li ser têolojiya (xwedênasiya) êzdiyatiyê dinivîse. Di zangoya Almanyaye bt na-vê Georg August li Göttingenê de ji sala 2005an ve dersên zimanê kurdi û dînê êzdiyatiyê dide. Beşdarî gelek konferansên zamsti h welaten cthe bûye Avtora çend deh lêkolînên zanistî û du kitêbên li ser êzdiyattye ye: “Êzdiyatî Ji kûriyê hezarsalan" (Sankt-Petersburg, 2005, bt rusi); Ezdi-yatî- Civak, sembol, ritûel” (Stembol, 2007, bi kurdî); “Yezidism .n Europe: Different Generations Speak about their Relegion. Ph.G. Kreyenbroek m collaboration with Z.Kartal, Kh. Omarkhali, and Kh. J. Rashow. (W.esba-den, 2009, Bi ingilîzî).
Kovan Xankî-Kurdê êzdî ye, ji qebîla Dina tê. Ew h sala 1981 h Kurd -tanê li gundê Xanka Kevin hatiye dinyayê. Xwendina xwe ya destpeke, navîn û amadeyî li Xankê temam kiriye. Ew li zanîngeha Dihokê de h ko-leia perwerdê, para zanistên mirovantî, ziman û edebiyata kurdt dtxwîne. Di sala 1990an de dest bi nivîsandinê dike û berhemên xwe diweşîne. er-pirsiyarê para kurdî ye li rojnameya “Dengê Lttlij”; li kovara "Başîk Lahş ; li kovara “Vîn” ya zarokan. Avtorê kitêba “Got.nên mezman di hozana Ce-eerxwîn da, xwendinekji bo tev dîwanên wî” (Dihok, 2008); Û korneke go-tar û vekolîna “Di rêya edeb û rexneya kurdî da" (Dihok, 2009); û çend ki-têbên din yên edebî û rexneyî li ber çapê ne, û yek ji wan kitêbek rexne ye li ser şi’ra Osman Sebrî.



PÊŞGOTIN

Wek pêşekiyeke bilez û kurt, em dikarin bibêjin, ku diyaneta êzdiyan pir kevin e û bi koka xwe ve digihîje hindek diyanetên kevin yên Mezopotamya û Hindo-Îranî. Tê wê watê û ramanê, ku rê û risim, tîtal, rewişt, bîr û bawerî û tê-kistên vê diyanetê li ser binaxê felsefe û mîtolojiyeke bi reh û rîşalên xwe ve digehije bêtir ji şeş hezar salî.

Her çende rê û risim, tîtal, rewişt û cejnên dînî û civakî yên êzdiyan gelek in û rolekî mezin û berfireh jî dilîzin, ji bo pê-nasîn û şirovekirina êzdiyatiyê û di durra berawerdkirina wê li gel baweriyên gelên şaristaniyetên kevin, lê babetê me yê se-rekî ne pêwendîdariya li gel wê çendê, lewma jî em niha wî derî navekin û di derbara tekstên dînê êzdiyan da hêja ye, ku em bibêjin, ku li çerxên ll-13an yên zayînî de li Lalişê, ku di-keve başûrê Kurdistanê damudezgeheke hizir û bîrî, wêjeyî, fîlosofî û reformî hatibû damezirandin û çendehan fîfosof, za-na, helbestvan û derwêşên mezin, mîna Şîxadiyê kurrê Musa-firî yê ku bi nejadên xwe Hekarî bûye, li Şamê bûye û biraziyê wî şêx Ebû el-Berekat û kurrê wî yê dawiyê jî ku Şîxadiyê didoyan e û şêx Hesenê kurrê wî jî û şêx Fexrê Adiyan, Pir Re-şê Heyran, Derwêş Qatan, Derwêş Tajdîn, Hesedê el-Tewrî û Dawidî bin Derman û Pisê Cemê û şêx Mend û Pîr Xidir û Ba-bekirê Omera yê Zerzayî, şêx Hevind, Gavanê Zerza û Lawikê Pîr û yên din jî tê de beşdar bûbûn û wê damûdezgehê çende-ha rêformên komeleyîtî û dînî û aborî di civaka êzdiyan de ki-rin. Lê tiştê herî layîqî gotinê ew e, ku wan bingehên serekî û giring, yên wê diyaneta kevin li ber çavê xwe danîn û paras-tin. Helbete çendeha hizir û bîr û babetên nû jî ku li gel wê qunaxê bi guncin anîne nava civak û baweriya êzdiyan û êzdi-yatiyê.

Ew tiştên kevin û nû dubare bi şêweyekî wêjeyî, hozanî û helbestî bilind û ciwan di çendeha tekstên core cor ji aliyê ruxsar, naverok, nav û nîşan ve ku jê re têne gotin Qewl, Beyt, Di‘a û Diroze, Qesîde, Xizêmok, Payzok, Robarî, Lavij û Xerî-bî, û hwd. dariştin û dane vehûnan û ji sedî notûpênc ji wan têkistan bi zimanê kurmancî yê devera Lalişê (Şêxan) bûne û yên din jî bi zimanên erebî, farisî û tirkî bûne. Para bêtir ji wan bi kubrî û awazên cuda têne gotin û her yek ji wan teks-tan ji çendehan sebeqan, ku sê yan çar nîv rêz in, an jî ji ben-da ku her yek jê ji çendehan rêzên kurt û navincî û dirêj pêk tên.

Babetên wan tekstên navbûrî gelek in û naverokên wan jî berfireh û çendehan layenan bi xwe ve digirin. Lê tewerên wan bi şêweyekî giştî Xwedê û firîşte, Çak û Xas, mirov û ajel, swirişt û gerdûn û ew têkist bi hev re dibine sîstêmgeheke hi-zir û bîrî taybet, ku mirov wê wek kok û binyateke serekî gi-yanî (rûhî) Û fîlosofî ji bo gelê kurd danê Û di heman çax de dewlemendiyeke baş dide pirtûkxana dîrok, edeb, ziman û mûzîka kurdî. Dîndarên êzdiyan nifş bi nifş bi devkî xwe hînî wan tekstan kirine û ezber kirine û bi sedên salan di sîngên xwe de parastine. Lewma jî hindik guhertinên biçuk, heke kêm heke zêde, keftine nava wan. Lê ya giring ew e, ku nêzî-kî dused ji wan tekstan tevlî naverok, kubrî, şirove, şêwên giş-tî û serekî yên xwe mane.

Bêtir ji heftûdu ferman û gînosîd û hewildanên qirkirin û nehêlanê ji aliyê misilmanên ereb, tirk û kurd ve bi serê êzdi-yan ve hatine. Lê dîsa jî ewan kariye çendehan ji tekstên xwe biparêzin, egera din ya serekî ya windabûn û nemana bi de-han, belkî bi sedehan, ji wan tekstan ew e: Nenivîsîn û nedo-kûmentkirina wan bû û da ku heman çarenivîs nebe para teks-tên mayin, fer bû, ku bêne dokûmentkirin û tomarkirin, û çendehan nivîskar û lêkolînvanên êzdiyan li Kurdistana başûr û berî hingî jî li Ermenistanê bi vî karê hêjayî, belkîjî pîroz, rabûne.

Helbete tekstên dînî dema Tawisgêranê, li rê û rismên şîna mirî, li rojên cejin û erefata li Lalişê û li gundên êzdiyan ji la-yê Qewilbêj u dîndarên olî û bi taybet ji layê Qewalan ve bi def û şibaban diêne bi rêzkirin û gotin. Heta radeyekê jî her yek li gor zanînên xwe zêdebarî zanyariyên wan ji cem hostayên xwe wergirtin hinek j i wan tekstan bi şêwê mishabetê şirove diken, lê ji ber ew Qewilbêj û kesên dîndar nexwendewar in û zanebûn û zanyariyên wan derbara dîrok, edeb û ziman, fîlo-sofî û tesewif, mîtologî û tiyologiyê gelekî kêm in, yan jî tune-ne, lewma jî şirovekirina wan ji boy wan tekstan ne kûr û dûr e, belku lawaz û serve ye.

Her çende heta niha behra bitirê ji tekstên mayîn yên hatî-ne komkirin û dîkomentkirin, lê dîsan jî ew qonax hêjî bi da-wî nehatiye û pêwîst e berdewamî li ser wê çendê hebe û tev bi şewekî zanistî û babetane û durist bêne serastkirin û vej-wartin û variyentên wanên cuda biêxîne di yek tekstî da di he-man çax û demî da hewildana şirovekirina wan bi hevkarî û qayîlbuna Qewilbêjan ve bête kirin.

Helbete heta niha hinek lêkolîn û nivîsîn derbarê hinek tekstan hatîne kirinê, lê dîsan jî ne gelekî kûr, berfira û mezin bûyîne.

Ev berhema li ber destê me ya ku hêja û birêzan Dr. Xanna Omerxalî û Kovan Xankî pê rabûyîn, şirovekirin û lêkolîn û toyîjandineke edebî, dîrokî, rexneyî derbarê tekstekî dînê êz-diyan de ye. Di vê lêkolînê de cara pêşiyê mêtodeke ravekiri-na tekstên dînî yên Qewlên êzdiyan wek nimûnekî edebê ola êzdiyatiyê tê diyarkirinê ser analîza Qewlê Omer Xala û Hesin Çinêrî da.
Ev lêkolîne hewilan û pêngaveke here nû, serkeftî, zanistî û babetane ye di warê şirovekirina têkistên dînê êzdiyan de, ez bawer im di pêşerojê da sud û mifayeke mezin dê ji vê lêkolî-nê ête wergirtin ku bi heman rêk û şêwê tekstên din jî bêne toyîjandin û şirovekirin.

Bi nêrîna min, ev kitêb dikare ne tenê kêrî olzan, ‘ilmdar û qewlbêja bê, lê weha jî kêrhatina vê berhemê boy wan xwen-devanan yên ku hewcê zanebûna edebê dînê êzdiyan û dîroka edebê kurdî ne, ber bi çav e.

Bedelê Feqîr Hecî
Oldenbrurg, 2009



Destpêk

Xwezî min heba hezar ser
Her serekt hezar rû
Her rûyekî hezar ziman
Her zimanekt hezar loqet11

Di vê lêkolînê de metodeke şirovekirina tekstên dînî yên Qewlên êzdiyan tê diyarkirin ser analîza Qewlê Omer Xa-la û Hesin Çinêrî de wek nimûneyeke edebê ola êzdiyatiyê.

Ew mêtod, ku binyat dibe li ser şirovekirina hinek pirsên tekstên dînî, ku bi piranî kevnar e, û me'na (wate) ya wî paş demê sedsaliyan de nediyar bûye, dibe piştî baştirkirin (tekûz-kirin) û sazkirinê bibe yek ji mêtodên ravekirina Qewlên êz-diyan. Di mêtodê ku em li vir bi kar tînin, bona têgehîştina kûr a teksta dînî analîza diyarkirinê çend îşareyên wan tiştan ku piştî we'dekî dirêj bûne neeşkere, û her wisa jî analîza zi-manzaniyê, bi taybetî ya têrmînolojiyê, tê bikaranîn. Herwiha di vir de çend zanebûn derheqa Omer Xala û Hesin Çinêrî de, û wisa jî çend aliyên edebiyatnasiyê û pirsên xwedênasiyê tên vekolînkirin.

Di xwedênasiyê de beşa şirovekirina tekstên dînî heye, ku wek “êkzêgêza” tê bi nav kirin, (Yûn. kevin êÇîiyn-nKÛ , ji 11 Ji du‘aya Şêx ‘Adî ...




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues