La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Bîbliyografya Kurdistanê: 1903-1995


Auteur :
Éditeur : Apec förlag Date & Lieu : 1995, Stockholm
Préface : Pages : 122
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 145x195 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Ka. Cha. Bib. N° 4205Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Bîbliyografya Kurdistanê: 1903-1995

Bîbliyografya Kurdistanê: 1903-1995

Abdulla Ghafor


Apec


1- Amed Tigrîs
PKK û Başûrê Biçûk
Weşanên Rewşen 26
Çapa Yekemîn,
Adar 1995,145 Rûpel

2- Beşîr Botanî, Gabar Çiyan,
Ehmed Salîh
Silo
Stockholm- 1994, 30 rûpel

3- Celîlê Celîl
Jîyana Rewşenbîrî û Sîyasî ya Kurdan
Weşanên Jîna Nû: 4 Stockholm-1985,
200 rûpel Wergêr: Elîşêr

4- Ezîz Reşîr Akreyî
Tolestandin ...,
19 rûpel
.....



PÊŞGOTIN

Ewrûpa bi giştî, Swêd, Fransa, Almanya, Hollanda, Danimark, Finlandiya, Brîtanya, bi taybetî, li çarekê çarxê raberdûde, binkey çapkirdin û belawkirdinewey sedan pirtûkên kurdî bûn. Ew berheme kurdiyane yî lew welatenade berdestî xwendewaran kewtûn, çaregekî ewej li Kurdistan xoyda ne kewtûne bazareway. Hoyekaniyî boserbestî çapkirdin, belawkirdinewe tûwanayî aborî yarmetîdanî demûdezgekanî dewlet, germû gurrî bazarî kirin, firoştin, berzî piley xwendewarî, astî roşenbirî û xwendin û nûsîn be, zimanê dayîk digeretûwe, cigeh lewey hendî carîj çawlêkirin û xoderxistin, nawderkirdin, plew û paleyî koma-leyetîj rolî xoyî lew kayeyede wazî kirdûwe.

Amadekirdinî biblogirafiya, be peyî barûdoxî Kurdistan karekî taze ye. Seretayî em kara bo salakanî 60 digeretewa. Yekemîn biblogirafiya be navî “Kitêbxaneyî Kurdî” yewa, le salî 1960 zayînîda, kewte ber-destî xwendewaran û tûwejeran, le gel ewejda tenya navî 400 pirtûkî têda tomar kirabû, ke renge lew kateda, berhemî kurdî lewe zîyatir nebû bê, belam ew kare bo ew serdemey kurdistan, be rûdawekî zanistî gewre dadendirê.

Kokirdnewey zanyarî le ser pirtûkî kurdî le Ewrûpa û tomarkirdinî be şêweyekî zanistane, bo salakanî 30 em sedeye digeretewa. Le dewrûberî sîyekanda, du liste le ser pirtûkî kurdî tomar kiran, yekêkiyan le London û ewîdikeyan le Mosko, le layen du kurdnasewe, le govarekan-da belawkirnawa her yeke yan navî jimareye le pirtûkî kurdiyan têda tomar kirabû.

Em biblogafiyaya, tenya bo ew pirtûkane terxankirawin, ke le nêwan salakanî 1903-1995 zayînîda, le Ewrûpa be çapgeyandirawin, çi le layen nûsera awarekanî kurd xoyewa bû bê, çi le layên nûseranî bega-newa rêk xirabin. Mebestekej man le layekewa birtitîya le dirêjedan bow karaney lem bwareda kirawin, le layekî dikejêwa agahdar kirdne-wey nûseran û xwendewara nî kurd e le Kurdistan, Ie hemû ew berhe-me çapkirawaney le hênderan, le layên hewnûştîmaniyekaniyewe çapkirawen.

Be peyî bo çûnî biblografiyazanî kurdistan Mistafa Nerîman yekemîn pirtûkî kurdî Ewrûpayî debî rêziman û ûşeyî zimanî kurdî Mawrêzo karzonî îtalî bê, ke le salî 1787 zayînîda, le Roma çapkirawa. Be temaşekirdinekî pirtûkeka û berawird kirdinî ûşe kurdiyekan û îtaliyekan, daqaw deq bo çûnî nawbirawman bo naselmênê, çûnke ûşekanî beşî yekemyan du-sê car le beşi duyemyan kemtir in. Le rastîda ew pirtûka le ser zimanî kurdî be îtalî nûsrawa, inca le ber xatirî çend ûşeyekî ke be kurdî nûsrawin, dekrê be yekemîn pirtûkî kurdî dabin-dirê(?) Her le ber em hoyeşa danerî em biblografiyaya natiwanê, le gel Mistefa Nerîman da hawbîrbê boyê baştir waye, em pirtûka be yekemîn pirtûkî bêyanî dabindirê, ke ûşeyî Kurdî têda tomar kirawa.

Kurdnasî Ewrûpayî, rolî gewreyan le kokirdnewa û belawkirdnewey tekstî kurdî le şêweyî pirtûkda bîniwa, her boyê be karekî başî dizanim, ger bê tû serincekî serpêyî le hendê le çapemeniyekaniyan bideyn yekemîn pirtûkî kurdî Ewrûpayî destnişan bikeyn. Kontirin pirtûk ta em kateyî danerî biblogafiyaya agahdar bi, pirtûkeka bi navî, "kurdish TexU "Kurdnasî almanî Le coq ke le salî 1903 zayînîda, le Berlin belaw kirawetewa^ Em pirtûka, bergi yekemî ke le 400 Iapere zîyatir dibê, pêşekiyekeyî lê derçê, ewî dîkey hemûyî be kurdî be pîtî erebî nûsrawa. Bergi duyemîjî taranskrîpyayî berçî yekeme. Min le gel ewejda hendê peleyî tê da nakim û yekser biryar bidim, be dûrî nabînim em pirtûka berayî le prtûkekanî dîke girtbê. Xo eger em boçûneman la pasind nebûn, ewa pirtûkî “fêrbûn û xwendina kurdî,” Karmran Alî Bedirxan, ke le salî 1968 zayinîda li Paris çapkirewa, şiwênî pirtûkê navbiraw degrîtewa.

Pirtûkî kurdî Ewrûpayî, le jêr karî fakterekanî komelayetî, aborî û ramyarî nûseranî ew welateneyî têda dejîn, çend xesletekî taybiyetîyan heye. Girîngekanîyan emaneyî xware wen:
1- Kawareyî pirtûkekan be berawird kirdin le gel yektir, zor le yekdî cayawazn. Here biçûke keyan le 20 laperan kêmtir e, herî gewrekijan lê 400 laprere ziyatir e, zorbeyî here zoryan Ie 50 lapere pêtir nabin, boyê baştir waye, pêyan biqotrê bireşûr (sîpare).

2- Zorbeyî pirtûkekan bo babetî zanistî, komelayetî terxan kirawa, be taybetî honrawe, wêjeyî mindalan, çîrok, emej be tewawî lê gel pîleyî pêşkewtînî barî komelayetî û aborî kurdistan, lem qonaxeyî ewroyîda guncawa, beramber bemanej pirtûkî zanistî Ie jimareyî pêncekanî dest têpernake. Bo nimûne, pirtûk derboreyî tendirûstî "l"dane, cografiya "l"dane, kîmya- 1 dane, kompîtûter- 1 dane.

3- Zorbeyî babetekanî zanistî komeleyatî yek layenîn. Bo nimûne, P’ftûkekanî mêjû, be şêweyekî giştî bo em srdeme terxan kirawin Ie ser mêjûyî çerxî kon û naverast, be degmen nûsrawe, emej kem tûwanayî û lawazî nûsaran man bo derdixe.

4- Wergêre Kurdekan, nêzîkey hefta prtûkiyan le zimanekanî swêdî, alamanî, îngilizî, rûsî erebî û farisîye we kirdûwe be kurdî, zorbey zoryan le ser zanistî komelayetin, be taybetî wêjeyî mindalan û çîrok.

Danerî em biblografiyaya, le katî karkirdin û geran be dûwayî babete-kan û nûsnyanda, tûşî gelê gîrûgirîftî gewre bûye, çareserkirdinî ew girûginftanaj, ew ro ne le twanayî nûser û ne letûwanayî kesî dikei daye. Hende lew girû giriftenayj emanên:

1-Nûsînî navî nûserekan yaxûd wergerekan be rênûs ciyawaz Û lê iêr nawi cia ciada, Ie berhemêkewe bo berheweke dîka ciyaw ziyan heye. Emeşyan ziyatir pêwên di bew nawanewe heye ke kurdî nîn, bo mmune, Izet, Izzet, îzet, Êzet, lêreda ciwaziyake le gel nawa ewrupaiyakenda gewretir dibe, wekû be nûsînî ew nawede derdikewê, Arei Rozfîlt, Arşe Rozwilt. Em girûgirifte, peywendiyekî raste xoyî be binemayi zimam xwendinî nûserewa heye be zimanî erebî û farisî

2- Tnmarnekirdinî nawî Çapxane û şiwênî çap Û salî çapkirdin, girugiriftiyeki dike ye. Mebest le ne nûsînî ew zanyarane çîye, bo nûserî em biblografiyaya rûn mye!? Xo eger mebesteke ser lê şêweandinî kap-bidestam ragangandm Û asayîşî ew dawletane be, ewa be dilniyayiwa delem, em dezgayane le xoman çaktir dizanin emê kêyîn, we çi dikevn yaxud bo eweya pere be dewlet nedin!?

3- Wek ku hemû layekman dizanî, pirtûkî kurdî dezgeyî berpirsiyarî taybeti mye, bo kokirdnewe û parastên û hilgirtinyan. Boyê bo kokird-neweyi zanyarî, nûser naçar dibî, pena bo ber ew la û ew Ia, be taybetî nuseran xoyan berî. Ewey^ Iêreda be pêwîstî dizanim, be eşkera basî bikim eweye, jimareke kêm le nûseran nayanewe, yarmetî bidin û hawkarê man le gerl da bikin, belam min be pêwîstî nezanim, nawyan bihênim

4- Pêwîst e navnişanî pirtûkeken û zanyarekanî dîkey serbergî dere-weyi pirtukekan, çon hen, wekî xoyan tomar bikirê, boyê nûserê biblo-girafiya, mafî destkarî kirdin û çakkirdinî rênûsekan nîye. Bo nimûne eger nusrabê, kirdûyetî, nabî bikrê be kurdûûyetî yaxud Alamanya Al-manya, Nerweêc, Nerwêj, Norwêj. Ema wa lew kesa dike,’ ke destnuseka data dika berdewam Ie rênûsekewa biçite ser rênûsekî dîka boye mandû dibê le diwayîj da, lê prensipî nûsînî kurdî la dida wa’ direje be data kirdneke dida, bew şêwey xoyî berastî dizanî le encamda nate berhemeka be çap digendirê, pêwîstî be katekî zor dibê, bo rast-kirdnewe u gorînî nûsîneweka.

5. Bo wergeranî pirtûkê ya her berhemeke dika bê, çi le rûyî zanistiyewe bê çi le rûyê rewştewe bê, pêwistî be nawhînanî nûser û şiwên û salî çapkirdin û zimane resenekeyî nûsrawa heye. Em zanyariyana dêbî le ser bergi derewe binûs rê ger çi be daxwe, hendê wergêrî Kurd, bem kararte helnastin, ke le akamda pêwîstî be mandûbûnekî zor dibî bo birdrtewa seryek û saxkirdneweyan.
6- Le katî geran be diway nawî pirtûkan û nûserekenyanda le katî pirsyarkirdim le nûserekan xoyan û xelkê dîkej, hendê şitî seyr dête gorê, û nûserî biblogirafiyeke dexan guman li rasti zanyarekani le ser bergi dereweyî pirtûkeken de. Bo nimûne, nûserê katî xoyî, pirtûkekî be navî yekekî dîkewa, ya be nawekî xwazrawewa belaw kirdûwetewa, csta dawa deka, be nawekî dikewa le biblografiyekeda tomar bikrê guwaye em kateyî ew pritûkeyê, têda belawkirdûwe rewa, le ber barûdoxi ramyarî neytûwaniwa, nawî xoyi bi aşkera binusê! ? Belam nuserî em bîbliografiyaya, ew dawakariyaney piştguhê xistiwa.

Biblografiyayê kurdistan, le ber nebûnî elfûbayekî yekprtuyi kurcfi u ciywazî nûcîn li rasttewe bo çepî û be pêçewane şcwa.bê xwasti u aruzû nûser, be ser du beşî gewre dabeş kirawa. Beşêkeyan bo pîti erebi û beşeyeke dîkeşyan bo pîtî latînî terxan kirawa. Her yckî lem du beşeş le çend beşî biçûktir pêk hatûwa, ke le jêr her yekêkîyanda, hemû pirtûkekan, be peyî elfubayî kurdî rêzkirawin.

Le kotayîda, zor be pîwîstî dezanim, spasî hemû ew kesana bikem, ke destî yarmetiyan bo dirêjkîrdîm û rêgeyan dam, ser lc namexanckancy-an bedem, yaxûd betelefon û name welamî pirsîyarekanyan damewe.

11.07.1995



Beşê Yekê: Giştî

1- Amed Tigrîs
PKK û Başûrê Biçûk
Weşanên Rewşen 26
Çapa Yekemîn,
Adar 1995,145 Rûpel

2- Beşîr Botanî, Gabar Çiyan,
Ehmed Salîh
Silo
Stockholm- 1994, 30 rûpel

3- Celîlê Celîl
Jîyana Rewşenbîrî û Sîyasî ya Kurdan
Weşanên Jîna Nû: 4 Stockholm-1985,
200 rûpel Wergêr: Elîşêr

4- Ezîz Reşîr Akreyî
Tolestandin ...,
19 rûpel

5- Faruk îremet
Antolojıya Hozanwanên Swêdî: 1
Weşanên îremet
Stockholm- 1995, 80 rûpel

6- Firat Cewerî (Amadekar)
Gotinên Navdaran (afarisma)
Weşanên Nûdem: 10
Çapa yekem:
Stockholm- 1995, 105 rûpel

7- Lalaş Qaso
Zîndanên Dîyarbekırê û Şoreşgeerîya Me
Weşanên Pelda, Cild-1
Stockholm-1993, 285 rûpel

8- Mamoste
Dengê Xezıkan
Weşanên Jîna Nû:
Stockholm- 1984, 80 rûpel

9- Mamoste
Mêr Mêra Nasdıke!
Weşanên Jina Nû:
Stockholm- 1993, 98 rûpel

10- PSKT
Hevrê û Hevalên Me yên ku
Şehîd Bûne û Me Winda Kirine
Weşanên PSKT: 16
1989, 71 rûpel

.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues