PÊŞGOTÎN
Jibo zanîn:
Dixwazim bi kurtî biguhêzim û binivîsim û di dawîya nivişta xwe de lîstakê bi navê wan niviştên, ko min ji wan guhaztiye bidim xuyakirin. Çawa, ko di gelek cihan de awira xwe didim zanîn û guh nadim çîrok û evsana û goman û derewan ji nivişta xwe dûr dixim. Herwekû gelek caran di ber miletê kurd de didêrim û carna jî dirêjî miletê kurd dikim û kêmasîyên wî didim ber çavên wî.
Ev çend salin, ko renc û dijwarîyê, dixum û serê xwe têşênim û dixwazim bi vî karî, karekî ji mirovanî û miletê xwe re pêşkêş bikim û di nav karwanê xebata milet û mirova-niyê de destvala bi rê nekevim û di vê meydanê de xwedî par û pişk bibim.
Ne dijminê kesî me lê dijminê ristikên kevn û riziyayî û bi wan bawer nakim û dixwazim sivik ji nav welat û miletê me bêveger koça xwe bar kin û em riwên wan hew bibênin. Ew kesê bixwazî avê di bin seradê de veşêrî, xwe tenê didin xa pandin û derewa li xwe dikin.
Dijminê miletê kurd dixwazin, min ji milet, yan miletê kurd ji min dûr bixin, lê hew dikarin. Tenê heta, ko miletê kurd çavên xwe vekî û qencîyê ji pîsîtî û dijmin û dostê xwe nas bikî, wê gelek ji me bi kul û derdên xwe ve herin bin axê, lê milet û mirov her û her sax dimênin, paşê ewê bi xwe biryara "herê na" di vê meydanê de bidin û dost û dijminê xwe ji hev nas bikin.
Di vî perçî de dixwazim, Cografiya û nav û koka kurd, zi manê kurd, olperestiya kurd û rewşa abûrî, civakî, rêzanî bidim xuyakirin. Eger ev karê dijwar ne barê mirovên weke mine jî, lê dixwazim her nebî, kevirekî ji devê rê bidim alî, ko hozan û tarîxzanên piştî me karibin bi hêsanî vî karî bibin serî û bi cî bikin.
Çawa hin mirovên weke Mihemed Emîn Zekî Beg û Merdoxî û Şerefxan û hin mirovên dî ji hene, ko rê jime re xweş û ronî kirine, ko şayanê pesn û rûmetin û em di îro de sipasên xwe û miletê kurd ji wan mirovên re pêşkêş dikin.
Qencîyên xwendîna tarîxê
Kurê Esîrê Cizerî dibêjî : 1- Mirov bi raborî û serpêhatiyên kevnare agah dibî. 2- Dikarî qencî û neqenciyên mirovên berî nas bikî û xwe ji wan neqenciyan biparêzî û kêmasiyên mirovên mezin nas bikî. 3- Bi xwendin û zanîna wê hînî rêzanî siyasetê dibî, weke neynikê her tiştî têre dibênî. 4- Dikarî di civatande xwe bixî dilê xelkê û xwe bidî nas kirin û dilê xelkê xweş bikî. 5- Tarîxzan ji serpêhatiyên tarîxê natirsî û bi gernasî li ber zor û setemê radiwestî û dikarî xwe biparêzî.
Şerefxan Bedlîsî Dibêjî: 1- Xwendina tarîxê gelek nerme hesaniye. 2- Di xwendina wê de xweşî heye. 3- Rastî û derew ji xwendina tarîxê têne xuya kirin. 4- Mirov hînî serpêhatiyên kevnare dibî. 5- Tarîxzan bi xwe zana û ne hewceyê hana ye. 6- Tarîxzan, dil xurt û ji serpêhatiyên natirsî. 7- Dilê mirovên zana nerm dikî û dûrî sawiran dikî. 8- Mirov bi xwendin û zanîna tarîxê zana û mezin dibî.
Bi rastî tarîx bîr û baweriya mirov, weke xwe mezin û fireh dikî. Çax û demên naka û hete bi hewe girêdidî û bi tarîxê rewşa çax û demên xwe nas dikî û ev tiştên, ko Cize rî û Bedlîsî gotine tevan bi cî dikî. Lê gereke bê zanîn, ko tarîx ne her tişte û her tişt ne tarîxe. Gerçî tarîx weke kehreva hindirê mijiyê mirov ronî ...
|