La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Tarîxa Kurdistan III


Auteur : Multimedia
Éditeur : Roja nû Date & Lieu : 1999, Stockholm
Préface : Pages : 276
Traduction : ISBN : 91 7672 048 9
Langue : KurdeFormat : 135x210 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Cig. Tar. (III) N° 2439Thème : Histoire

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Tarîxa Kurdistan III

Versions

Tarîxa Kurdistan III

Cigerxwîn


Roja nû


Di sala 558 koçî de. Derxam, kurê Sewar, ko bi Melikil Mensûr navdar bû, welatê Misrê bi carek xiste bin destê xwe û bû padîşahê Misrê, wezîrê Peyrewê Fatimî Abid.
Wezîr di vê çaxê de li Misrê bi daxwaza Padîşah bû, her tişt di destê wî de bû, tenê Pevrew weke peyakî olperestî bû xwedî rûmet û paye bû, heta xwarina Qesra Peyrew ji ber destê wezîr dihate danîn?
Wezîrê kevnare Şawir Emîrilcivûş Ebû Şecaê kurê Mucîridînê Şadî ji welatê Misrê bazda û hate Şam, nik Nûridîn Mehmûd û han jê xwest û got: Derxam kurê min, Fey kuştîye û min xwe li re girtiye ko alikarîya min bikî, û hin ji Salyana welatê Misrê pere got û soz da ko xutbe û pere wê bênî ser navê padîşahê Şam.
Nûridîn ji serdarên leşkerê xwe Şêrkoh bijart û pê re şand û têr çek û têr pere rêkire welatê Misrê.
Ji ber ko welatê Felestînê bi carek ketibû ...



ÎMPERATORÎYA KURD YA ÎSLAMÎ

Herwekû di pêş de hate xuyakirin ko miletê kurd di Kurdistanê de çend caran li ber dijminên xwe lephilanîne, û çend şevreş û şerê xwîndar û dijwar kirine, herwekû hin dewletên biçûk û di hin perçên Kurdistanê de û ji dervê Kurdistanê jî li darxistine.

Lê ev hemî ji pêkanîna Împeratorîya mezin û payebilind dihatin kirin, û roj bi roj miletê kurd di riva serbilindî, payedarî de gavên mezin û bi rûmet diavêtin.
Di çaxekî de ev Împeratorîva kurd hatîye li darxisrin. ko xaçperesr-tan bigir welatê rojavayê Asyayê bi carek xistibûn bin destê xwe û pir hindik mabû ko ola îslamê di nav pencên mirinê de bête givaştın û bi hindikî ji Rojhilata Xêzîk winda bibî.
Lê sitêrek ji Kurdistanê derket û ronahiya xwe da rojhilat û tirêjên şevreşê bi paşde vegerandin, ew ronak - ew sitêr. Silahidîn bû.

Ev Împeratorîva kurd li ser destê Yûsif Silahidîn. kurê Necmidîn-Eyûb, kurê Şadî. kurê Merwan hatiye çêkirin, lê gereke mirov gernasê apê wî Şêrkoh şêrê çîya, Esedidîn ji bîr nekî ko wî dîwar û bingehê vê Împeratorîvê daniye.
Kok û binyada mala Silahidîn, kurd û ji kurdên bajarê Dewin Gur-nî-Çeqersad, û ji êla Rewadî-Kurdî ye, û keleha Dewîn dikevî Kurdistana Rajor, navbera Azerbaycan-Tiflîs-Eran-Gurcistanê.

Kolekî Romî, bi navê Behroz, li bajarê Dewin, navek hare ser û axayê wî ew xesand, û ji şerma bazda û çû Bexda, lê Behroz kurê Ebdilahê Romî li cem padîşahê Bexda, Sultan Mesûdê Selçoqî, gelek bi pêş ve çû û bû serdarê Şirtê Bexdayê û Sultan Mesûd bajarê Tikrît ji bo xwarina wî davê.
Ji ber ko li Dewîn dostanîyeke xurt di navbera Behroz û Şadî de hebû, çawa bû serdarê Şirtê û Tikrît kete destê wî, şande cem Zarîwên Şadî û anîn Tikrîtê û Necmidîn Eyûb. birayê mezin kire dozdarê kelehê û bajar bi carek xiste bin destê wî.

Lê Şerefxan dibêjî: Şadî bi xwe hatîye cem Behroz û bûye fermandarê Tikrîtê, lê çawa ji tevgerên Necmidîn û Esedidîn tê zanîn, xuya ye ko gotina Şerefxan gelek weza lî setîle.
Ji ber du tiştên giran Behroz. herdû bira ji bajarê xwe derxistine; yek jê ewe ko dibêjin; Şêrkoh mirovekî Behroz, ji bo namûsa jinekê kuştiye û ya dî ewe ko; çawa Imadidîn ji ber Perewê Bexda şikest lê hate Tikrîtê û Necmidin û birayê xwe gelek alikari pêre kinn, û leşkerê wî bi kelekê derbaskirin û xwarin ji wan re pêşkêş kirin.

Herwekû ev reng alîkarî ji dijminê Peyrewê Bexda re ne bi dilê Behroz û Sultan Mesûd bû û ji bo ko dilê Peyrewê îslamê nemênî, Behroz dostên xwe ji bajarê xwe derxistin.
Di vir de hare bîra Necmidîn Eyûb ko rojekê qencî bi Mîrê Mûsilkirine û ji Mûsil pêve rê nemaye ko pêde herin, ji lewra bi şev di çem derbas bûn, û dibêjin: di wê şevê de Yûsif Silahidîn ji dîya xwe re çêbûye. lê çawa gihane Mûsil, Imadidîn Zengi gelek bi wan dilxweş bû û Necmidîn Eyûb kire fermandarê Beelbek û Şêrkoh kire serdarekî leşkerê xwe û herdû bira di nav dewleta Etabegê Mûsil de gelek bi pêşve çûn, û roj bi roj ber bi serbilindî, payedarî ve dîçûn, û Imadidîn bajarê Rihayê ji bo xwarina Şêrkoh xiste bin destê wî, lê çawa Imadidin li ser keleha Caber hate kuştin, leşkerê wî bûn du perçe.

1- Yek bi serdariya Şêrkoh Esedidîn, bi kurê wî Xûridîn Mehmûd re çiî Heleb.
2- Û yek bi kurê wi Seyfidîn re bi serdariya Silahidînê Baqisyanî-Ba-ensî-kurdi-êzdi çû Mûsil.
Şêrkoh, mirovekî gelek zana û mezin û hêja bû, herwekû li cem Nûridin Mehmûd gelek bi rûmet û payebilind bû, bajarê Himis di bin deste wi de bû û Nûridîn Mehmûd tiştek bê wi nedikir.

Lê Necmidîn Eyûb ji tirsa Firinga bajarê Beelbek da Mucîridîn I.beq. fermandarê Dimişq û çend gundên hêja ji xota Şamê di hember Beelbekê de jê sitandin û Yûsif Silahidîn, li Darilheqî a Dimişqê xwendina xwe qedand û di sala 541 koçî de Necmidîn Eyûb mala xwe guhaste bajarê Dimişqê.
Lê paşê Necmidîn û Şêrkoh bajarê Dimişqê bê şer xistin bin destê Nûridîn Mehmûd û pavtexta dewleta Nûridîn guhastin bajarê Dimişqê û ji ber vê yekê Necmidîn û Esedidîn gelek rûmetmend û serbilind û payedar bûn.

Çûna Şêrkoh Cara Yekem li Mısrê

Di sala 558 koçî de. Derxam, kurê Sewar, ko bi Melikil Mensûr navdar bû, welatê Misrê bi carek xiste bin destê xwe û bû padîşahê Misrê, wezîrê Peyrewê Fatimî Abid.
Wezîr di vê çaxê de li Misrê bi daxwaza Padîşah bû, her tişt di destê wî de bû, tenê Pevrew weke peyakî olperestî bû xwedî rûmet û paye bû, heta xwarina Qesra Peyrew ji ber destê wezîr dihate danîn?

Wezîrê kevnare Şawir Emîrilcivûş Ebû Şecaê kurê Mucîridînê Şadî ji welatê Misrê bazda û hate Şam, nik Nûridîn Mehmûd û han jê xwest û got: Derxam kurê min, Fey kuştîye û min xwe li re girtiye ko alikarîya min bikî, û hin ji Salyana welatê Misrê pere got û soz da ko xutbe û pere wê bênî ser navê padîşahê Şam.
Nûridîn ji serdarên leşkerê xwe Şêrkoh bijart û pê re şand û têr çek û têr pere rêkire welatê Misrê.

Ji ber ko welatê Felestînê bi carek ketibû destê Firinga, leşkerê Şêrkoh, di rojhilatê bajarê Kerek-Şobek ve derbas bû, lê ji ber ko ev herdû bajar-Keleh, di destê dijmin de bûn, rê di Eqbe-Sedir- Siwês-Berke-Qahîre.
Çawa Şêrkoh-serdarê kurdî, giha Qahire. welarê Misrê. Nasiridîn, kurê Sewar, bi leşkerekî mezin ve hare pêrgî leşkerê dijmin, lê zû şi-kest û xwe bi carek negirt û leşkerê Şêrkoh, di sala 559 de li ser ba-jarê Qahîre çadirên xwe vegirrin û Derxam û birayê xwe harin şerê wan, lê herdû jî bi destê leşkerê kurd hatin kuştin û laşê Derxam li Qerafe hate veşartin û Şawir bû wezirê Misrê.

Lê Şawir nedixwest sozên xwe bi cî bike, û gore Şêrkoh:-vegere Şam û welatê Misrê ji min re bihêle, tenê Şêrkoh dizanibû Şawir çi dixwaze bike, ji lewra bajarê Bilbîs xiste destê xwe û ne xwesr destevala vegerî Dimişq.
Lê Şawir vê carê berê xwe da Firing û han jê xwest û ji bo şerê Şêrkoh peymanek girêdan, û padîşahê Qudsê bi leşkerekî giran ve hate hana Şawir, hinek ji leşkerê xwe di hember Nûridîn de hişt û Misrê û Firingan bi hev re êrîşî bajarê Bilbîs kirin, û tevlî ko bedena bajêr ji axê bû jî, leşkerê kurd sê mehan şerê xwe bi gernasî dikirin û leşkerê Misrî û Firingan hawîr bajêr girtibûn.

.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues