La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Di Sedsala 20'an de Kurdistan û Sînor


Auteur :
Éditeur : Azad Date & Lieu : 2013, London
Préface : Pages : 682
Traduction : ISBN : 978-0-9575612-2-9
Langue : KurdeFormat : 155x230 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Yıl. Sed. N° 4711Thème : Histoire

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Di Sedsala 20'an de Kurdistan û Sînor

Di Sedsala 20'an de Kurdistan û Sînor

Eslîxan Yıldırım


Azad


Dema mirov li dîroka sînorên di Kurdistanê de dinêre, mirov dibîne ku birîn gelekî kûr e. Hîn berî zayînê bi sêsed salî, gava îskender ji bo Med û Persan ji welatê rojava bi dûr bixe, berê xwe da rojhilat û pê de, nêzikî hezar û pênsed salî Kurdistan bûye qada şer û sînorê di navbera Rojhilat û Rojava de. Tu carî jî şer jê xalî nebûye. Di sedsala 7'an de, bi pêla îslamiyetê re, îcar bi hêzên başûr re jî rû bi rû dimîne. Ji sedsala 11'an û pê de, bi hatina Oguz û Moxolan re jî li erdê Kurdistanê şerê dijwartir çêbûne.
Di serê sedsala 16'an de bi dilxwazî hin mîrekiyên Kurdan û Dewleta Osmanî li ser hevkariyê peymanekê pêktînin. Bi vê pevrebûnê Kurdistan dibe du parçe. Parçeyê mezin bi ser Dewleta Osmanî ve, aliyê din jî bi ser Sefawiyan ve dimîne. Bi Peymana Qesra Şîrîn, rewş di belgeyên navdewletan de fermî dibe. Nêzikî 400 salî ev rewş dom dike. Dûre, di serê sedsala 20'emîn de bi hin peymanên ku piştî Şerê Parvekirinê yê Yekemîn tên morkirin, gelek dewlet li ser perçekirin û behrkirina Kurdistanê li hev dikin.


Eslixan Yıldırım, di sala 1960’î de li Nisêbînê hariye dinyayê. Dibistana seretayî û ya navin li Nisebînê xwendiye. Dûre li Erziromê, Lîseya Mamostehiyê ya Keçikan a Nenehatûnê û dîsa di heman dibistanê de Enstituya Perwerdehiyê qedandiye. Bîst salan li Nisêbînê mamostctî kiriye. Ji sala 1999’an ve li ser dîrok û çandê lêkollnê dike. Di sala 2012’an de li Londonê “Weşanzaneya Azad” ava kiriye. Sê zarokên wê hene. Bi Kurmanci, Tirkî û hincki ji Erebî û Ingilîzî dizane.



PÊŞGOTIN

Pirtûka giranbuha, neynika rastane ya jiyana gelê Kurd
Gelê Kurd tevî rewşa bindestiyê û binpêkirina mafên xwe yên mirovane îro li ber du astengên pir mezin sekiniye. Bi girîngiya xwe çarenivîsa azadiya welêt û jiyandariya gel di bin xetereyeke mezin de ne.

Yek ji wan astengan jiyandariya zimanê Kurdî ye: Rewşa mayin û nemayina wî ye, îro ser zaravayê kurmancî (li îran, îraq, Sûriye û bi taybetî li Tirkiyeyê), zarav ku di zimanê Kurdî de yê herî mezin e, bi dîroka hezaran salan e û pêşketî ye. Kurmancî komponênteke bingehîn e ji bo duaroja nêzik li meşa hevgirtina gelê Kurd û Kurdistanê; ew gencîneyeke çandî ye, ku mafê wî heye zindî bimîne, bê naskirin ne ku tenê ji aliyê hemû Kurdan, lê wisa jî divê bê parastin û bibe milkê şaristaniya navnetewî.

Ya duduyan ew astenga sînordanînê ye, bi têgihîştina naveroka vê peyvê ye herî fireh: Him bi wateya parçekirina Kurdistanê di navbera çar dewletên Rojhilatê de; him bi wateya parçekirin û dabeşkirina çand û hunera Kurdari: Siyaseta xurtkirina bandora çand û hunera gelên dagirker: Tirk, Ereb û Farisan, bi armanca ku di nava xwe de miho bikin (bihelînin) bingeha çand û hunera Kurdîtiyê; sînordanîna navbera hêzên Kurdan a siyasî û civakî; destkariya dagirkeran, bi siyaseta aboriyê, wêrankariyê û zilm û zorê, ji bo xurtkirina nava Kurdan îdêntîtêta ji hev xerîbbûnê û kovîbûnê; piştovanîkirina nava Kurdan mêldariya wan a ser jiyan û aboriya mêtropolên ji Kurdîtiyê û Kurdistanê dûr û biyanî; her wisa jî jiyandarkirin û xurtkirina hisa eşîretiyê, tayifebaziyê, dutîretiya navbera olan û parastina nava Kurdan, xetereyên ku civaka Kurdî têkdidin û ber bi tunebûnê ve dibin. Ev her du pirsên pir ziyankar, ku li ber hêzên Kurdan ên siyasî, rewşenbîran û civakê serî rakirine, divê ji her aliyî ve bên lêkolînkirin, di nava gel de bên gengeşekirin, da ku bikaribin li ser vê rewşa xeter çêtir serwext bibin û strate-jiyeke milî ji bo lihembersekinînê û berxwedanê bipejirînin. Divê Kurd îro ji fitilên van her du ejdîharan, ku welat û gel dorpêç kirine rizgar bibin.

Armanca min li vira ew nîn e, wekî di vê nivîsarê de ez li ser bervedana van her du astengan bi hûrbînî bisekinim, an jî dergehê gengeşekirinê li ser van mijaran vekim. Na. Daxwaza min ne destnivîs-lêkolîna li ser van asten-gan ku li ber destê min e û li ser riya weşandinê ye jê re oxira xêrê bixwazim.

Xwedana destnivîsê Eslîxan Yildirim e, xanimeke Kurd e, ku ji bilindahiya rewşenbîriya xwe, baş têgihîştina rewşa gelê xwe ev berhem bi hêza zanîn û kela dilê welatparêziyê nivîsiye. Berhem bi naverok dagirtî û stûr e. Bi xwe li ser vê mijarê eva cilda duduyan e ku amade dike. Benda pêşî bi navê “Di Sedsala 20’an de Kurdistan û Sînor-I (Dîroka Sînorên di Hundirê Kurdistana Bêsînor de)” di sala 2009’an de hatiye weşandin.

Benda (cilda) duduyan karekî pirbelge û bêguman, berhema xebata Yildirim xanimê ya salên dirêj e, ku wê xerc kiriye û realîteya vê pirsê yek bi yek di ber çavê xwe re derbas kiriye. Ji ber agahdariya xwedanê tu çavkanî, weşanên biçûk û mezin nefilitîne û hatine bikaranîn.
Di dîroka Kurdzaniyê de pirsa sînorkirina Kurdistanê wiha bi giştî, ji her aliyî ve û bi şarezetî, çiqas ez zanim, hê nehatiye lêkolandin û wek pirtûk û lêkolîn li ser maseya xwendevanan nehatiye danîn.

Li ser dabeşkirina Kurdistanê piraniya Kurdzan, siyasetmedar, rewşenbîrên Kurd û lêkolînarên ne Kurd sekinîne, cêribandine bûyera parçekirina Kurdistanê di navbera du dewletan de: împêratoriya Osmaniyê û Iranê û paşê jî piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn çarparçekirina welêt, li ser Tirkye, îran, îraq û Sûriyeyê, binirxînin, lê bi giranî li ser nesekinîne û di ser re derbas bûne.

Parçekirina Kurdistanê ji sala 1514'an û vir ve, heta Şerê Cîhanê yê Duyemîn, rast çarsed salan ji aliyê Kurdan ve nehatiye pejirandin, ew de jûre bûye, lê ne de fakto, ji ber ku binaliyên vê herêmê, gelê Kurd ev parçekirin û sînordanîna navbera her du aliyên çiyayê Zagrosê, li ser xwe nas nekirine. Ev jî bûye sedem, ku di navbera her du dewletên Rohilata Nêzik de her tim û bi awayekî sîstematîk şerên biçûk û mezin çêbûne.

Rûsya û îngiltere tevî îranê û Tirkiyeyê çend caran komîsyonên taybet ji bo sînor eşkere kirine, ava kirine, bi dirêjahiya mehan û salan kar kirine, da ku karibin xeteke şirûştî bibînin û wê raberî her du aliyan bikin, lê ev yek ji wan re li hev nehatiye. Xema Rûsyaya Qeyseriyê û Brîtaniyaya Mezin ne agirbest û aştiya navbera îranê û Tirkiyeyê bûye, her duyan jî xwestiye di vî karî de berjewandiyên xwe yên siyasî, aborî û dagirkeriyê bidin pêş, da ku karibin bandora xwe li wan herêman xurt bikin. Tevbûyên van komîsyonan dîplomat, zanyar û berpirsiyarên leşkeriyê paşwextiyê bîranîn û lêkolînên xwc li ser cografiya, etnîk landşaftê û rewşa civakî û aboriya herêmê pirtûk û lêkolînên xwe weşandine.
Li ser dîroka sînordanîna navbera îran û Tirkiyeyê hêja Eslîxan Yildirim di pirtûka xwe ya cilda pêşî de bi hûrbînî sekiniye. Cilda duduyan ku ji bo çapê amade ye, bi giştî diyari dîroka sedsala XX’an a nûdemê kiriye.

Dîroka Kurdan a sedsala XX’an ji bo Kurdan ber bi çav dikeve bi xwîn-rêjiyên mezin li ser erda Kurdistanê. Sal bi sal li herêmên welatê Kurdan li pey hev agirê serhildanê vêketiye, şoreşên biçûk û mezin li Tirkiyeyê, îraqê, îranê pêk hatine, ew wek zincîreke dirêj bi sedan xelekan ve hevgirtî û hevhû-nayî bûne. Dema serhildanan bi hezaran, Kurd şehîd ketine, gund û bajar wêran bûne, lê agirê hêviyê netemiriye. Welatparêzên Kurd dema ser-hildanan ji her çar parçeyên Kurdistanê gihîştine hawara hev û bi hev re singê xwe kirine mertalê parastina welatê xwe û şehîd ketine. Zindî şikestine ber hêzên leşkeriyên xurt, lê bi ruh neşikestine, ruhê wan, hêvî û armancên wan xurtir bûne ji bo duarojê.
Faktora hevgirtina gel, dijmin hîn devxwîn kiriye, dewletên dagirker jî bi siyaseta bindestkirina Kurdan gihîştine hev, planên têkdayîna serîrakirina Kurdan danîne ber xwe, bûne hevbeş û hevkarên hov.

Di van planên hevkariyê de dagirkeran giraniya xwe danîne ser karê prak-tîk: Bi taybetî ser xurtkirina sînorê nav xwe yên dabeşkirinê bi hêzên leşkerî û têknîka nûjen. Li ser xeta parçekirina gel bi milyonan mayin di erdê de çan-dine, têlên elektrik derbas kirine, serê her 50-70 metreyî qereqolên leşkerî ava kirine, gundên li ser sînor wêran kirine, xelkê wan koçber kirine, dero dero kirine, ji welat xerîb kirine. Ew erda jiyandar û bi ber tijî bûye erdeke mirî, erda bi xwîna Kurdan avdayî, bi laşên şehîdan dagirtî.
Xwedana vê lêkolînê li ser van pirsan yek bi yek radiweste, bi dehan mînakan ve mak dike û li ber xwendevanan radixe. Babatên bingehîn li ser astengiya sînoran, ku xwedana pirtûkê xebata xwe dabeş kiriye, ev in:

a. Sînorên ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn di navbera her çar parçeyên welêc de hatine avakirin bêexleqî bûne, bingeha wan a dîrokî, cografî, etnîk ji bo parçekirinê qet bi qet tune bûye; bandora vê parçekirinê negatîf bûye: destê endamên malbetê, xizm û mirovên nêzik ji hev kirine, bingeha aboriyê, milkên wan: Erd û zevî, tarş û zozanên çêrê û hwd. parçe kirine. Xwedanê pirtûkê pêkanîn û lêpoktiya li ser dîroka parçekirina Kurdistanê, li ser sînorên navbera Tirkiyeyê û Sûryeyê -xeta trênê- disekine, ku bi destê welatên Ewropî hatine danîn û ji aliyê wan ve jî hatine naskirin. Ji bo gel û dewletên dinyayê xeta trênê xeta hevgirêdana gund û bajarên gel û welêt bûye, lê bo Kurdan ew bûye xeta ji hev qetandina destê dê û dotan, kûr û bavan, destê bira û pismaman... Dergehê trênê yê destê çepê bûye riya daketi-na Tirkiyeyê, dergehê destê rastê bûye dergehê daketina Sûriyeyê. Pêkanîn û paradokseke wiha gelo mirov dikare li ser rûyê zemînê lê rast bê?
Bandora trajîk li ser jiyana hezaran malên Kurdan ên li ser vê “xetê” xwedana lêkolînê bi mînakan, ji her aliyî ve daye xuyakirin.

b. Sînorên ku Kurdan qebûl nekirine û mecbûr bûne peywendiya xwe ya civakî, mirovî û aborî bi her du aliyên sînor re berdewam bikin, rastî asten-gan hatine û ji aliyê desthilatdaran ve navê qaçax, karê qaçaxçiyê qazanc kirine û bi tundî hatine gunehbarkirin. Sînorê bi hezaran mayin çandî asten-ga mezin bûne li ser riya vê jiyanê, ku her tim bi kuştin û bi teqînên mayinan pêk hatiye. Pirsa çandina mayinan, ku diviyabû baldariya saziyên navnetewî bikişanda ser xwe, hîna jî rastî bêxemiya dewletên Ewropayê tê. Rêjîma Baas a li îraqê, li Sûriyeyê, desthilatdarên îranê û Tirkiyeyê erd û xaliya Kurdistanê bi milyonan mayin çandine, yên ku jiyana bi hezaran mirovên am û tam, zarokan, şivanan, jin û bûkan xwarine, ew seqet kirine. Ev pirsa giring di pirtûka Eslîxan Yildirimê de mijara lêkolînê ya taybet e, ku bi mînakên pir-hijmare dihingêve û bi xemgîniya mezin dagirtî rastî xwendevanan tê. Lêkolîner bi xwe nêzikî van sînoran jiyaye, gelek caran bi xwe şahidê van rastiyan bûye, li gelek deweran jî bi xwe geriyaye û qurbaniya van teqînan, mirovên seqet û birîndar axiviye û gotinên wan civandine, wekî dengê êş û kovaniya wan a neheqiyê û zilmê bigihîne xwendevanan.

c. Siyaseta bindestkirina Kurdan, xên ji parçekirina bi sînoran, bi siyaseta mihokirinê (asîmilyasyon), sirgûnê, koçberkirinê, zîndankirinê zordariyên cur be cur ên hovane hatine meşandin. Mêtodên asîmilasyonê terz bi terz bûne. Mînak, li Tirkiyeyê heyîna gelê Kurd înkar kirine, bikaranîna navê Kurd û Kurdistanê bi dehan salan qedexe bûne, bi sedan kes ji bo van navan çûne ber dadgehê û gunehbariya zîndankirinê qazanc kirine. Xudanê pirtûkê dengê van kesên ku harine guneh-barkirin û bi dehan salan ii zindanan mane; axaftinên karmendên şovenîst û helwesta wan a li dijî mirovahiyê, ku bi konstîtrûsya dewletê “Ana....” piştrast bûne daye xuyakirin. Ev hemû dîroka duh û pêr nebûne, evana îro jî di jiyana praktîk de tên bikaranîn.

d. Xwedana lêkolînê ciyekî serbixwe û taybet veqetandiye ser mijara ban-dora bûyarên ser sînor û siyaseta dewletên zilm û zextiyên li ser psîkolojiya gelê Kurd. Eslîxan xatûnê bi dilekî dayikane nazik û birîndar ev mijar bi mînakên ku dilê mirovan dikizirînin, li ser zarokên Kurdan radiwaste yên ku li ser sînor dijîn û ji telebext re ji destê mayinên li dora gund û nava zeviyan çandî birîndar û seqet bûne. Bandora vê jiyana bi tirs û xeter li ser psîkolojiya zarokan, ku ji salên zarotiyê hetanî xortaniyê dom kiriye, şopaxwe reş hiştiye li ser wan, heta kalbûnê û wek dibêjin heta ber devê gorê bûye rêberê jiyan û dinênasîna wan niştevanên hêrêmên ser sînor. Xwendevan nikare bê his û bê kel bixwîne vê nivîsarê...
Babetên pirtûkê li ser zor û zilma ku salên dirêj gelê Kurd dorpêçkirine, di pirtûka “Kurdistan û Sînor” de bûne îzbatiyên giran û girîng ji bo naskirin û zanîna rastiya pirsa Kurdan bi giştî û rojanebûna helkirina rewşa Kurdan a bindestiyê.
Berî ku ez nivîsa xwe bigihînim dawiyê, dixwazim li ser çend taybetiyên pirtûka berdest ên erênî bisekinim.

1- Berî pêş divê bê gotin, ku piraniya zanyar û rewşenbîrên Kurdan ên bakurî bi taybetî, heta niha ji xwe re kirine adet, berhemên xwe yên lêkolînê yên li ser dîrokê, sosyolojiyê û hwd. bi zimanê Tirkî binivîsin û biweşînin. Sedema vê rewşê xuya ye. Xwedana destnivîsa berdest bi Kurdî fikiriye û berhema xwe jî bi zimanê Kurdî, zimanê dayika xwe nivîsiye, ji ber vê jî zimanê nivîsarê ji bo xwendevanên Kurdîaxêv wê gelekî nêzikî dil be û baş bê têgihîştin. Xwedanê karibûye ramanên zanyarî bi Kurdiya (Kurmanciya) pêşketî û îroyîn bigihîne xwendevanên xwe. Rêzên nivîsarên sade û kamilîn. Sadebûna nivîsê ne ji kîsê qelskirina ziman hatiye pêkanîn. Berovajoya vê. Baş zanîna zimanê gel û edebiyetê diyar kiriye hêz û potansiyela zaravayê kurmancî ya mezin ji bo duarojê.

2- Xwedana pirtûkê bi berhema xwe hêz û şureta xwe bi du awayan daye xuyakirin: a) Wek dîrokzan, ku kare lêkolîna pirsên civakî û siyasî ji xwe re bike hedef û bi hostayî wan bervede û hişkere bike. b) Wek Romannivîs. Di berhemê de gelek caran em rastî hevpeyvînên wê tên tevî Kurdên gundî. Axaftinên wan bi hunera zimanê edebî li ber xwendevanan tên raxistin.
Dîdemên ji zilma li ser Kurdan bi zimanekî wisa dewlemend bi kar aniye, ku tenê nivîsarvana bi tecrûbe kare vê yekê bike.

3- Eslîxan xanim lêkolîna xwe bi bînfireyî, hûrbînî meşandiye, xwe nehêwişandiye ku hemû çavkanî û pirtûk-lêkolînên berî nivîsa wê çapbûyî, çiqas karibûye peyde bike, bona kamilbûna berhema xwe bi kar bîne.

4- Hêjayî destnîşankirinê ye, ku gelek parçeyên destnivîsê bi xwe çavkaniyên nû û giranbuha ne, ku bi hewldana xwedana berhemê hatine zindîkirin. Di vî karî de alîkarê wê bûye, çarenûs, ku malbata wê bineciyê bajarê Nisêbînê bûye û zarotiya wê li ber xeta sînor derbas bûye û hemû bû-yerên trajîk li ber çavên wê û zarokên hevalên wê derbas bûne. Dêmek, ev pirtûk bi xwe dikare bibe çavkanî ji bo lêkolînvanên van mijaran.

5- Destanîneke vê pirtûkê yek jî ew e, ku hemû nivîsên xwe bi dokûmên-tasyona foto-nîgaran mak kiriye. Mezin e, bandora van nîgaran li ser hisa xwendinvanan: Zarokên bêguneh seqet, bêdest, bêling ji ber çevên xwendevanan nikarin bê şopa giran derbas bibin.
Daxwaza min ew e ku ev pirtûka hêja li zimanên Tirkî û Ingilîzî jî bê wergerandin, da ku wêya ne ku tenê xwendevanên Kurd, lê wisa jî yên biyanî bixwînin û li ser rewşa Kurdan a heyî bibin xwedî agahî.

Prof. Dr. Celîlê Celîl



Destpêk

Dema bi gelemperî em li raboriya sînorên dewlctan dinêrin em dibînin ku her çûye sînor hişkeretir bûne, her ku çûye hîn zêde tespîta çiya û keviran, heta bi nuqteya herî biçûk ya di sînoran de hatiye kirin û di sedsala dawî de îcar parastin û vesaziya sînoran roj bi roj pir zêde bûne.

Ji aliyê din ve em dibînin ku sînorên dewlet û împaratoriyan, heya bi cihên ku hêz û qeweta wan digihîştê diçû. Di wan dem û dewranan de, li gorî êrîşên ku dihatin kirin, sînor di hundirê demên kin de dihatin guhertin.

Nifus û hêz çiqas zêde bûye, bi cografyayê ve jî zêdetir girêdan çêbûye. îcar ji ber parastina erdnigariya ku bi hezaran salan gelê wan lê jiyabû, an jî ji ber armanca bidestxistina erdnigariyên nû, şerên ku bedêlên wan pir giran bûn diqewimîn. Ew têkoşînên ku ji bo erdnigariyeke diyarkirî dihatin kirin, bi demê re cîhûwariyek, qedrek ji erdnîgariyê re jî çêdikir û bi zêdebûna nirxên tarîxî yên erdnîgariyê re, sînor û tixûbên miletan û binyata wan jî hêdî hêdî bêhtirîn diyar dibûn.

Kurdistan û Mezopotamya xaka pîroz e, warê pêşketina sivîlîzasyon û landika şaristaniyê ye. Li ser vê xakê gelek dewlet û împaratorî ava bûn û hilweşiyan. Di vê navberê de gelek sînor û tixûb hatin qebûlkirin û dûra jî bêyî ku şopê li dû xwe bihêlin tune bûn. Lê sînorê ku di sedsala 16emîn de Kurdistan kir du parçe ya ku di navbera Dewleta Osmani û ya Sefewiyan de bû heya roja îro, yanî ev nêzîkî 500 salî ye hebûna xwe didomîne. Di sedsala 20’an de jî bê rizamendiya gelê Kurd di hundirê welatê wan de gelek sînor ...




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues