La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Dîroka dugelên Kurdan (600-1500)


Auteur :
Éditeur : Sîpan Date & Lieu : 1997, İstanbul
Préface : Pages : 456
Traduction : ISBN : 975-95829-3-7
Langue : KurdeFormat : 160x230 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Var. Dir. N° 4309Thème : Histoire

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Dîroka dugelên Kurdan (600-1500)

Dîroka dugelên Kurdan (600-1500)

Ebdullah Varlî

Sîpan

Xandevanên delal! Bi rastî armancên min di nivîisandina bi zimanê Kurdî da hey pêkanîna fermanê Yezdan in. Loma ewî bi xweber gotîye; “Hebûna zimanên curecure beratên hebûna mine “Quran-Ferkera Rom/22. Ji ber vê yekê Yezdan çiqas peygemberek şandîye, hey ewî peygemberî bi zimanê wî komalê ku li bal va hatîye şandinê zanîbûye. Heke wusa nebûya armanca ragîhandîne pêk nedihat. Yezdan di vê dabaşê da aha gotîye; “Me çiqas peygember şandîye, me hey ewa bi zimanê komalê wî şandîye, ji bo ku ewa ji wî komalê xwe ra (Qedege û durust, xelat, celatên) me bi huzwartî û vekirî bêje. Quran-Ferkera Ibrahîm/4. Ji ber van mercan Ola bi nav Eşerî gotîye; Hebûna ziman niqandin û fêrkirina Yezdane û nîşana xwe jî “Yezdan bi Adem hemî nav û navdan hînkirîye.” Quran-Ferkera çêlekê/30. anîne. di vê dabaşê da ewan aha biryar dane; Bîrkirina ziman gunehê mezine, wekî kujrawî û hîzayê, lê dabîrkirina ziman filetî bi xwebere. E1 Millet we el Dîn Dr. Neqawî s: 90-133, çap: 1359 H. û Mehmed Sadiq. Dest nivîsî. s: 12.
Yezdan ji bona ku tu kes evan mercan ne gure, aha ferman dike: “Tu îdî ji bona Kêşê ra rast girêdayîbe, loma (rêzika) Kêşî (xûyê) aferandina Yezdane, ku meriv li ser vî xûyî aferandine. Tu guhurandin ji bona aferandina Yezdan ra tuneye “Quran-Ferkera Rom/30.
Kesê ku ji bona van biryarên Yezdan sêwrandina guhurandinê bike, Yezdan ji wan ra jî aha dibêje; “Yezdan li Pelîd deherandin kirîye. Ewî ji Yezdan ra aha gotîye; Bi rastî ezê ji bendên te pareke dîyarkirî bigirim.... Eva rîya bav û kalê mine, ez li ser diherikim, fermo hûn jî bi min ra werin.



PÊŞGOTÎN

Xandevanên hêca! Meriv dikare ji bona vê pêşgotina hanê ra bêje; eva bi serê xwe dabaşeke pur sodrete. Şixa ewa purtûka ku eva dabaşa ji bona wê ra hatîye nivîsandinê sodrete û heya naha tu Kurdekî wekî vê purtûkê bi dozdarî purtûkek nenivîsandîye û aha jî di şûna xwe da dozdar nebûye, eva dabaşa ku ez di serê vê purtûkê da vedikim; wê wusa bibe sodret û gazî zanene komal bi-ke, ku werne serhev û ji bona Kurdan ra elifbêyeke li ser nemûşê elifba bav û kalan bihûnin îdî bibe xîmê elifbaya komal.

Hevalno! Ez evan tiştan dibêjim; ne ji bona ku ez evê dabaşê ji we rindtir dizanim loma dibêjim, bi rastî bira eva neçe hişê we. Ez bawer dikim heke tiştek ji alyê merivekî bê hûnandin yajî aferan-din, ewa tişta ji geletîyan vala nîne. Kom jî gava tiştan çê bikin dî-sa ji geletîyan vala nînin, lê geletîne wî tiştî kêmin. Loma tişt û heyî hemî ji bona gavê were ra xebatan dikin. Gav tên hewcebûn pur dibin, îdî ewa tişta hatîye amedekirinê ji bona merivanra têra hewcene gavê tên ra têrê nake, li ser wî xîmê ku komal amade ki-rîye, gava zana kêmasîyan dibînin şûnê wan kêmasîyan tijî dikin li ser wê şepê dimeşin.

Birano! Hûn di zanin ku meriv di xebat û gîhandin û ragîhan-dinê da, sê parin. a=Hinekê wan hene, mejîyê wan dixebite, lê tê-ra wan nake. Evan merivan di hemî radene jînê da hewcene hinek merivne mayîne, ku bi karibin bijîn. Evan di radene jînê da barê ser milê hinek merivanin, divê ku evan^bidne jînandinê. Loma ji van ra evan merivne dîn in=tê gotînê, lê tu kes ji wan ra evan ta-rişne dîn in nabêjin.

Evan di nava komal da pur hindikin, heya di hinek cîyan da wusa kêmin meriv dibêje qey tunene. Evan ji hemî biryar û rêzikê ku ji alyê komal va hatine hûnandinê û yajî ji alyê Kêşan (Dîn) hatine raxistinê bêparin qe tu xelat û celat di hemberê van birya-ran da ji bona wan ra tuneye.

B= Hinek jî hene ku mejîyê wan dixebite, tenê têra wan dike, tu tiştek ji ber namîne heya ku ji bona heval û hogirê xwe ra jî arîkarî bike. Eva para dikare mal berev bike û here civata û di ci-vatan da mujûl bibe û xwe bide hizkirinê û qirînan bike û hemî havil û kavilan bicî bîne.

Evan di nava komal da para purtirê paranin. Ereb ji van ra “Suwada e’zem” dibêjin, yanî reşaya mezintir. Jîna tu komalî, bê van nayê sêwirandinê. Evan hemî barê jînê hildidine ser milê xwe diherikin diçin. Meriv dikare bêje; şixa jîna dugelan bi hemîtî li ser milê vanin. Bi tenê meriv hebin ewan li ser armancekî bici-vînin û rêberya wan bikin bese.

C= Hinek meriv jî hene, ku mejîyê wan dixebite. Eva xebata mejî ku hişe, ça têra wan dike wusa jî ji ber wî hişê wan hinek hiş dimîne. Di Kêş a (Dîn) Kurdan ê berê da ji van ra rîspî-rêspî hatî-ye gotinê, naha Ereb ji wan ra Musteşar, Faris Danişmend dibêjin û Kurdên naha jî ji wan ra rewşenbêr dibêjin. Hêj jî kesê di nava Kurdan da ku ji wan ra rispî dibêjin, purin.

Evanan jî di nava komal da pur hindikin. Wusa hindikin me-riv dikare ewan bihijimire, daborya hemî komalan bi vane. Evan nebin komal nikarin di nava xwe da dadî û mafan pêk bînin. Evan ji candarîyê ra wekî mazmazîka leş û candar û heyane. Loma he-mî jîn û heyî bi dayîn û standina van mazmazîkan bi hev va dimî-ne. Di nava komalekî da evan tunebin yajî evan evîxanîya komal bikin jîna wî komalê bi hêsayî qe çê nabe.

Rewşa van rîspîyan aha çêdibe; Di cara yekem da, ya di gome-kî da ya jî di gundekî da evan meriven hane zana hinekî zemîn hildidine destê xwe û bira û pismamên xwe li dora xwe dicivînin, her wusa zemînê xwe fire dikin, heya çend gund û bajar û şaran hildidine destê xwe, îdî dibine serokê van cîne ku hildane destê xwe. Gotina wî biryarin, kirinê wî nemûşin, kesek di hemberê wî da nikare serî bilind bike. Gav tên eva doza xudatîyê dike.
Loma ji pêştirê xwe tu kesekî di civata xwe da ji xwe zanatir nabîne û ewanê bindestê wî jî evê doza wî rast dibînin û ji wî ra serî berjêr dikin. Piştî mirina wî eva doza wî zarên wî yajî merivên cînişteyê wî didine dûmandin û xirdikin.

Di vê doza hanê da carnan şoreş çê dibin, kur bavê û bav kurê dikuje, derbasê şûna hev dibin û carnan jî ji civata wan merivekî ji wan bi hêztir di hemberê wan da şoreşekî pêk tîne û bi xweber derbasê seroktîyê dibe, lê doza wan dûm dike. Yanê kesê derbasê seroktîyê dibe ji bona rêzikê ra tu guhurandin nayne, lê bi tenê se-roktî tê guhurandinê. Gav tên, yekê ku di hemberê vê rêzika hanê da derkebe, ji alyê komal va tê sernugûnkirinê û tê kujtin yajî bi jîna belengazî qayîl dibe, di van kovanan da paşê dimre. Loma eva doza ku rispîyê di cara yekem da danîye îdî ji komal ra dibe se-demên jînî û dibe xuyê wan, bê vê yekê îdî najîn. Wekî ku meriv ji bona xarina jerê, yekê hinê jer xarinê bike. Merivek gava jerê bixu dimre. Lê gava hindik û hindik ji wî merivê jer xur ra, jerê bide, di gavan da leşê wî hînê jer xaranê dibe, îdî heke jerê nexu dimre. Loma jerxarin ji bona wî ra dibe xûy.
Di hemberê vê rêzika hanê da bi du curan meriv serî bilind di-kin. a= Bi rêzika ezmanî û Peygemberî. b= Bi civat û tivêka rew-şenbêr û rispîyan û bi hevaltîya çîna (sinif) B, yê va.

A=Rêzika ezmanî li bal merivekî ku evan mercne di jêr da hatine nivîsandinê di xwe da civandibe, tê hinartinê û eva jî ji bona komal ra radigîhîne. Ewan mercan evin; a=divê ku rastgobe û tacarî virek nebe û vir jî ne kiribe û tu kesekî ji komal ji wî vir nebîhistibe. b= Evîxan nebe. c= ewan tiştên li bal konjal gunehê sik hatibine hijmar-tinê, yek ji wan nekiribe û li bal komal- tum carî rastgo û dirist nav dabe. c= Zêhinvan be, bîrker nebe. d= Ragîhankerbe, tirsonek nebe.

Eva meriva çi tişta nûye ji bona komal ra tîne, li ser navê Yez-dan ji komal ra vedike û dibêje û tu kirin û xelat û celat ya wî nî-ne, hemî tişt û rêzik û biryar yê Yezdan in. Eva di cara yekem da di hemberê Perçiqandin û cefadan û cewrê da derdikebe, paşê ga-va bi hêz dibe di hemberê filetîyê da jî der dikebe. Loma îdî ji pêş-tirê Kêşa xwe tu Kêşekî mayî rast nabîne û hemûşkan cewrû çewt dibîne. Gav tên, gava eva hêza xwe wunda dike, di hemberê xwe da du hêzan dibîne. a= seroktîya dozdar ya xudatî. b= Dozdarya Kêşekî nû. Evan aha dûm dikin.

Evan merivên ku bi dozdarya Kêş û peygemberyê di nava ko-mal da hatine hijmara wan dîyar nîne, hinek dibêjin ku evan 124 hezar bûne û hinek jî purtir dibêjin. Lê di nava van da 313-316 pey-gember bi nav û dengin û 25-28 ji wan Quranê navê wan gotîye 288-285 wan jî navê wan di purtûkê dîrokan da heye. Ji ber ku pur-tûka me ra armanc nîne em jî dest ji nav nivîsandina wan berdidin.

B= Civaka Rêspîyan-Rewşenbêran; Evan jî gava ku cevra wî serokî ku gotina wî bi tenê bûye rêzik ji bona komal ra û hemî go-tin û kirinê wî dibine biryar, dibînin, biçînê B, ra yekatî dikin di hemberê wî da serî bilind dikin, evî bi tevê Wezîr û Kizîr û Şalyar ên wî weldigerînin hêj di nû da ji bona xwe ra rêzikan dihûnin. Gav tên ku serokê van jî rêzika xwe wunda dike, dîsa doza xudatî-ya xwe dike, dîsa di hemberê wî da civata rewşenbêran der dike-bin. Evan jî aha dûm dikin diherikin.

Lê gava rêsipî bi tenê bimîne yajî di nava komal da ewa bitenê bê nîşankirinê, tum carî doza xudatîya xwe dike. Eva doza rew-şenbêrê bi tenê di nava komalê bêtirs û binecî da purtir heye. Loma ...



Jîna Dugel û Şoreşên Kurdan
ku ji Destpêka Kêşê (Dîn) Îslamê Destpê Dîke Heya Sala 1993
(Bîkurtayî Bîografî)

Eva purtûka hane ku hûn lê mêze dikin, wekî wan purtûkne dîrokan ku bi vekirî hatine nivîsandinê nine. Şixa di vî warî da pur zana purtûk nivîsîne; wekî Şeyx Memdûh û M. Emîn Zekî û Şeyx Muhemmed Merdoxî Kurdustanî û Baba Merdoxê Rûhanî û Reşîd Yasemînî û ewanê dinê. Çîqas jî evan purtûkan bi hemîtî dîroka Kurdustanê hilnedane, lê dîsa li bal rehê dîrokê va niqandine. Di pey van da pur dîrokzanên Ewrûpayî û Asyayê di vî warî da purtûkê dîrokê nivîsîne. Lê ji ber ku ewan kal û bavê Kurdan nîyas nekirine, ez bawer dikim ku ewan dîrokzanan wekî hewcene Kurdan li ser dabaşa dîroka Kurdan lêkolîn nekirine. Şixa aferîşe ku nîyas nekin, loma tu kes merivan wekî merivê li xwe digere nîyas nake, eva dabaşa jî wusa maye. Ez bawer dikim ku eva dabaşa îdî di van salê nêzîk da bi hemîti wê bê ruhnayî kirinê. Loma îdî zarên komalê Kurd bi xweber li xwe digerin.

Xandevanên berêz! Armanca min di vê purtûkê da evaye; ku hûn bi xweber li xwe bigerin û hûn bikaribin li ser xwe lêkolînan bikin. Loma min di jêra rûper da çavkanînê ku min ji wan lêkolîn kirîye û ji wan hildan çêkirîye, bicî anîye û ez helana didime we ku hûn îdî dest ji xew û xarina pur berdin, hinekî ji bona dîroka xwe ra xebatê bikin. Ji ber vî qasî min jîna dugelên Kurdan bi kurtayê berev kirîye û hûn jî li wan mêze bikin, ku em bi hev ra bikaribin dîroka Kurd û Kurdustanê binivîsin. Şixa dîroka komalekî ji alyê merivekî va bê nivîsandinê, tu carî ji geletîyan vala nabe. Raste eva dîroka komal gava ji alyê komekî jî bê nivîsandinê dîsa ji geletîyan vala nabe, lê geletîne wê kêm dibin.

Hevalno! Di purtûkxane û arşîvne Weqfan û Sicillê dadgehne bi nav Şerî Mehmekeler ê Tirkiye û Surîye û îraq û Iranê da min lêkolîn kirîye û min li wan defterne zemîn nivîsandin (Tapo) û Mufesel û Mucmel defterê Osmanîyan û Defterê Tehrîrat û Warîdat û Qanûnne wan mêze kirîye, min ji van heya sala 1993’yan (2116) fermanrewan (Mîrek) û paşane Kurdan bi kurtî ...

 




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues