PÊŞXEBER
Cmaeta kurda (kurmanc) ji zemanê qedîmî heta roja îro zargotina dewlemend û nexş-nîgar efrandîye: hikyat, (çîrok) beyt, beyt-serhatiêd mêranîê û bengîtîê, klamêd reqasê, şîna û şaya, meselok û xeberok û êd din. Nava wê zargotinêda çîkî herî berbiçev klamêd derheqa xebatê, evîntîê û tebîyetê digirin.
Dengbêjî û klam berxwederxistin edetê kurdayî kalbavane. Nava kurdada bawer bikî gişk distrên – cahil û ahil, jin û mêr, zar’o. Ewana distrên malda, çolê, wexweta û her dera. Nava klamada, usa çawa nava efrandinêd zargotinêye mayînda – xeyset, erf û erefatê cimaeta kurda tê kivşê- ew bi çevê qencîê emir dinihêre, comerd û dilfireye, nava rabûn-rûniştandina xweda sadeye... Nava klamada tê kivşê femdarîya cimaetê derheqa bedewetîêda, fikir û fîlosofîa wê... Klam û strandin pê-pê silsiletara hatye, timtim hatye helkirinê, bedew û baş bûye.
..... |