La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Șerefname: Tarixa Kurdistanê ya kevn


Auteur :
Éditeur : Spîrêz Date & Lieu : 2006-01-01, Duhok
Préface : Pages : 622
Traduction : ISBN : 91-89014-29-4
Langue : KurdeFormat : 117x240 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Bed. Ser. N° 1421Thème : Histoire

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Șerefname: Tarixa Kurdistanê ya kevn

Șerefname: Tarixa Kurdistanê ya kevn

Şerefxanê Bedlîsî

Spîrêz Press

Di destpêka peyvê de divê supas ji bona wî Padîşahî re bête bipêşkeşkirin, yê ku pesnê wî li dilê rokan de bi mîna roja tîrêj ve ji bona zevî û esman ve tête biderkevtin. Di dawîya peyvê jî de divê supas ji bona Xwedanê Şikomend bête bikirin, yê ku hemû Payeberz û Serbilind li jêr dergehên wî de bi mil kêçkirinê û serkizkirinê ve serên xwe didin bitewandin.
Padîşahê, yê ku bi dengvedana peyvekê ve: „me hûn bi Afirvanan ve li erdê de dane bikirin“ û bi tîna serbilindî û hêjakirina Ademzade ve me hûn bi pêyên kursîya text ve dane bigihandin. Serdarê, yê ku wî guhpêdaneke pir mezin ji bona seruşta Merov pê daye bidan, ku wî di xanîyê lêdana ser pûl de „me rêzdarî li Ademzade de“ bi baştirîn pîvan ve lê dayite bikirin. Ew dikare desthilatîya Padîşahên Şikomemend ji Merovan di nava padîşahîyê de bide bibilindkirin; “me ew ji bona cihekî bilind ve date bibilindkirin“. Yê ku ew dikare alên Xewaqînên bextiyar li ser dever û heremên cîhanê de bi bilindtirîn fermandarîkirina welat û vekirina wan ve bide bihejandin.
Xwedayê take, yê ku destên Niyazmendan bi tenha ve ber bi baregehê şikodarîya wî ve têtin biberzkirin û ji wî pê ve karên wan bi kesekî ve nema ...



PÊŞGOTINA WERGER

Xwendevanên hêja û berêz!
Bi dilxweşî û bextiyarî ve ez li ber destên we de vê wergerandina Şerefnama Şerfxanê Bedlîsî didim bidanîn. Ev jî bi karekî biçûkî xewnên zarotîya min ve tête biderkevtin. Ez dizanim, dê kur û kêmanîyên vê wergamdina hanê bêtin biderkevtin; jibervêjî ve ez hêvîya lêbuhurandinê ji Rexnevan û Rexnegîran ve didim bikirin. Ez hêvîdarim, ku di wergerandinên din de dê kur û kêmanî bi kêmtir ve bêtin bidîtin.
Berî vê wergerandina hanê di sala 1856 de Mele Mehmudê Bayezîdî ew ji bona zimanê Kurdî ve bi Zaravayê Kurmancî ve dayîte biwergerandin. Ev destnivîsta hanê li nik min de tête bidîtin. Min nikarîbû jê sûd ji xwe re bidate biwergirtin; jiber ku pir gotinên Erebî di nava wê de dihatin biderkevtin û hêjîbêtir ew bi dest ve hatibû binivîsandin û min pir dujwarî di xwendina destnivîsê de didate bidîtin.
Di 12 meha rojîya sala 1367 koçî de beramberî 19. 7. 1948 zayînê de Mohamed Elî Ewnî Şerefname ji bona zimanê Erebî dayîte biwergerandin. Min ji vê wergerandina hanê pir sûd ji xwe re dayîte biwergirtin.
Herwehajî wergeradnina Mele Cemîl Bendî Rojbeyanî bi zimanê Erberîyî çapkirî ve li Begdadê di sala 1953 de di nava destên min de dihate bidîtin. Min ji vê wergerandina hanê jî ve pir kar ji xwe re dayîte biwergirtin.
Di saia 1972 de Şerefname ji bal Hejar ve ji bona zimanê Kurdî zaravayê soranî ve hatîye biwergerandin û ew di sala 1973 de li Necefa Eşref de li Iraqê de hatîye biçapkirin. Herwehajî ji vê wergerandina hanê jî ve min ji xwe re kar dayîte biwergitin; tevî ku jî di vê wergerandina hanê jî de pir derçûn ji rêzanên wergerandinên zanistî ve têtin biderkevtin.
Wergerandina bi zaravayê kurmancî ve ji bal Zîya Avcî ve di sala 1997 de bi derengî ve di havîna sala 2001 de bi destên min ve hate bikevtin. Min jê kêm sûd ji xwe re date biwergirtin; jiber bigir wergerandina min di dawîya xwe de dihate bidîtin.
Min bingehê wergerandina xwe li ser Şerefnama Farsîyî çapkirî Tehran -dîmahê 1343 Xorşîdî (Hicrî) de ji bal Mohamed Ebas ve dayîte bidanîn.
Her Mervokî, yê ku ew vê nivîsta hanê dide bixwendin û bixwendekarîkirin, ji xwe re tevaya zanistî û zanebûna Şerefxanê Bedlîsî di zanistîya mêjûwê û baştirîn şêweyê nivîsandina wê de dide bidîtin. Şerefxanê Bedlîsî bi yekekî ve ji gewretirîn Nivîskarên Mêjûwê ve di rojhilat de tête biderkevtin. Wî şêweyê nivîsandina mêjûwa Rojhilat ji bingeh ve date biguhertin. Wî mêjû ji evsan û çîrokan ve û ji şêweyê nivîsandina mêjûyî Rojhilatî ve date birizgarkirîn. Dibustanên Mêjûyî nuh di Ewropa de û bi taybetî ve Elmanî bi dûr yanjî nêzîk ve bi vî şêweyê hanê ve mêjûwê didin binivîsandin û wetov jî lê didin bitemaşekirin.
Vî Gewreyê Hozanê mêjûwê tevaya zanebûna xwe di demeke nîşankirî de bi şêweyekî zanistî ve ji bona nivîsandina mêjûwa Kurd ve date bitirxankirin. Wî ronahîyeke pir ji bona ser mêjûwa Kurd, welatê wî, civaka wî û cihê wî ve di rojhilata navîn de date biavêtin. Tevaya Zanistvanên mêjûwa Kurdistanê dikarîn pişta xwe bi kanîyên wî ve bidin bigirêdan û ew jê pir sûd ji xwe re bidin biwergirtin, ji yên ku ew bi berî çarsed salî ve hatine binivîsandin.
Ez hêvîdarim û hêjîbêtir bendewarim, ku dê Kurd ji her roj bêtir ve ji xwe re li vî karê Şerefxanê Bedlîsî de bidin bitemaşekirin û jê serpêhatîyên girîng û giran ji xwe re bidin biwergirtin.
Mêjûwa me ji pêla Musulmantîyê ve bi cila buhuşta evsana Ereb ve hatibû bipoşandin. Hêjî Dujminên me him me ji zimanê me ve, himjî ji mêjûwa me ve, himjî ji dewlemendbûna welatê me ve û hêjîbêtir ji mirovanîya me ve didin bitalankirin. Wan didatin bixwestin, ku ew di bin navê Musulmantîyê de me bidin bibijavtin û bi mîna miletekî ve bidin biwindakirin.
Miletê, yê ku ew xwe, mêjûwa xwe û zimanê xwe dide binaskirin. biparastin û bipêşvexistin, nikare bête biwindakirin û binemankirin.
Ev miletê Kurd, yê ku ew ji pêla Somerî de ji berî pênc hezar sal ve di nava Kurdistana xwe de tête bijîyandin, li ser destên çepelên Rom, Ereb û Ecem de nayête biwindakirin, dê ew bi serxwebûna xwe ve bête bitac û bixelatkirin û dê ew bi darê zorê ve û bi hinera qanûnên jînê ve bi gîsnekî ve di nava nîvên çavên wan de bête biderkevtin.
Ez dixwazim li vê derê de tevaya sipasîya xwe ji bona Fewzî Ased ve bidim bipêşkeşkirin; jiber ku bi saya serê wî ve ev nivîsta hanê û tevaya nivîstên minî din jî hatine birastkirin.
Herwehajî ez hêvîdarim, ku dê ji vî karê hanêyî biçûk ve Keç û Xortên Kurdistanê jê sûd ji xwe re bidin biwergirtin.
Min tanî neha ev nivîstên hanê dane biwergerandin û binivîsandin û min ew bi şêweyên çapkirinê yan jî sêlikan ve dane bibelavkirin, ew jî evin:

- Barzanî û Tevgera Azadîxwazîya Kurd
1931-1958
Mesud Barzanî.
- Barzanî û Tevgera Azadîxwazîya Kurd
1958-1961
Mesud Barzanî
- Kurtîyeke Mêjûwa Kurd û Kurdistanê
Ji Destpêkirina Mêjûwê Tanî vê Rojê
Mohemed Emîn Zekî Beg.
- Mêjûwa Dewlet Û Mîmeşînîyên Kurd Di Pêla Musulmantîyê De.
Bergê Duwem Ji Kurtîya Mêjûwa Kurd Û Kurdistan-
Mohemed Emîn Zeki Beg
- Pirsiyarîya Kurd
Mêjûwa Kurdan û Neha Wan
(Civata Xweyîbûnî Kurdîyî Welatperwer)
Belavoka Pêncem
Dr. Bilêc Şêrkoh.
- Kurd
Rûnkirin û Dîtin
Kurd Nevîyên Mîdîyan
V. F. Mînoriskî
- Kurdistana Turkî di Navbera Herdu Cengan de
Profisor A. Hesretyan
- Der Barê Sitratîcîya Siyasî û Sipahî ya Tevgera Welatîyî Kurd -Temaşekirinek ji bona Mêj û Neha, herwehajî yekeke din ji bona Ayinde jî de-
Dr. Ismet Şerîf Wanlî
- Zanistîya Mêjûwê li Ewropa de, Felsefa wê, Şêweyê wê, Pêşkevtina wêna, Rûnkirinên li ser Mêjûwa Kurdistanê û Dîroknivîsandina Rojhilatê de
Dr. Ismet Şerîf Wanlî
- Tevgera Kurd di serdema nuh û neha de Akadimiya Zanistîya Yeketîya Sovyêtê û Akadimiya Zanistîya Ermeniya Sovyêtê; Mosko, di sala 1987 de
- Mîr
Nikolo Mikavili
- Peymana Civakî
Jean-Jacques Rousseau
- Pêşkevtina Sosyalistîyê ji Otopîyê tanî Zanistîyê
Friedrich Engels
- Rola Kar di Veguhertina Meymûnan de ji bona Merovan ve Friedrich Engels
- Manîfêsta Partîya komunist Karl Marx - friedrich Engels
- Derbarê Mafeyê Netewan di Nîşankirina Çarenûsa xwe de Lenin
- Sê Kanî û Sê Pêkhatinên Markisistîyê Lenin
- Zîneta ZimanTdi nava Heremên Kurdî de R. I. Tissabolov
- Li ser rêya azadîya Kurdistanê de
Çend bîr û baweri li ser hin rudanên siyasî de ji sala 1956 - 1975 de
Dr. M. S. Cuma
- Sî sal mêjûwa Komela Xwendevanên Kurd li Ewropa de
Dr. M. S. Cuma
- Li ser tirba Şêro de
Dr. M. S. Cuma

Dr M. S. Cuma
Berlin, Mahlsdorf, di 23. 4. 2002 de

Bi navê Xwedayê mehreban û dilovan ve

Di destpêka peyvê de divê supas ji bona wî Padîşahî re bête bipêşkeşkirin, yê ku pesnê wî li dilê rokan de bi mîna roja tîrêj ve ji bona zevî û esman ve tête biderkevtin. Di dawîya peyvê jî de divê supas ji bona Xwedanê Şikomend bête bikirin, yê ku hemû Payeberz û Serbilind li jêr dergehên wî de bi mil kêçkirinê û serkizkirinê ve serên xwe didin bitewandin.
Padîşahê, yê ku bi dengvedana peyvekê ve: „me hûn bi Afirvanan ve li erdê de dane bikirin“ û bi tîna serbilindî û hêjakirina Ademzade ve me hûn bi pêyên kursîya text ve dane bigihandin. Serdarê, yê ku wî guhpêdaneke pir mezin ji bona seruşta Merov pê daye bidan, ku wî di xanîyê lêdana ser pûl de „me rêzdarî li Ademzade de“ bi baştirîn pîvan ve lê dayite bikirin. Ew dikare desthilatîya Padîşahên Şikomemend ji Merovan di nava padîşahîyê de bide bibilindkirin; “me ew ji bona cihekî bilind ve date bibilindkirin“. Yê ku ew dikare alên Xewaqînên bextiyar li ser dever û heremên cîhanê de bi bilindtirîn fermandarîkirina welat û vekirina wan ve bide bihejandin.
Xwedayê take, yê ku destên Niyazmendan bi tenha ve ber bi baregehê şikodarîya wî ve têtin biberzkirin û ji wî pê ve karên wan bi kesekî ve nema tête bidîtin. „Me ew di ser pir kesan de dane bigirtin“. Heger çi jî ew bi rewalet ve li dîmen de bi bê paye, bi bê maye, bi bê ser û ber ve, bi şerpeze û perîşan jî ve têtin biderkevtin. Lêbelê bi rastî ve ew bi Padîşahê serberz û dilxweş ve têtin biderkevtin.
Her tu bi xwe ye, ku tu hinekan ji bona demekê dide biberzkirin û wan bi ser komekê ji wan de dide bizalkirin û tu ji bona derxistina ezmûne û belge pet ji bona wan dide bişelkirin. Serdemeke xwe tu bi wan re dide bibuhurandin û li Encam û akam de tu ji bona wan Pêmêrdi Cankêş dide binardin û wan ji guhera jîyan de dide biderxistin û guhera cîhanê li wan de dide bihelveşartin û wan ji bona dunya dinî tarîk dide bispartin û di roja ...




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues