La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Folklora Kurdan, n°7


Éditeur : Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Date & Lieu : 2016, Diyarbekir
Préface : Pages : 104
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 215x270 mm
Code FIKP : Liv. Kr. Kis. Fol. (7) N°Thème : Littérature

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Folklora Kurdan, n°7

Versions

Folklora Kurdan, n°7

Gultan Kışanak

Șaredariya bajarê mezin a Amedê

Xwişk birayên ezîz, kal û pîrên dilzîz û keç û xortên dilovan; di nava van keft û leftên sîyasî de, ji paytexta dilan, ji Amedê silav ji bo we hemûyan. Silav ji her çar perçeyên; ku îro di malzaroka xwe de hêvî û neviyên pêşerojê dihewînin. Em car din bi hejmareke bi dilê we li gel we ne. Di vê hejmarê de em ê we geh bibin çiya û baniyên Xorasanê û cil û bergên Kurdên Xorasanê yên rengorengo li bejn û bala we ya tenik û zirav bikin; geh em ê we bibin zozanên Serhedê xwarinên Mûşa şewitî bi we bidin nasîn; da ku hûn tilî û pêçiyê xwe jî pê re bixwin. Em ê ji wir berê we bidin Farqîna rengîn; cih û warê Zembîlfiroş, Siyabend û Xecê, em ê we li landika periyan a demê siwar bikin û we bibin zaroktiya we ya şîrîn; da ku hûn bi darqîtik, gogê bilîzin bi vîzvîzokê li dora xwe bigerin û gêj bibin. Em ê we geh bibin şevbihêrkan bi çîrokên kal û pîran şa bikin û em ê çend şîretên pêşiyan li we bikin da ku şevên me veguherin rojan. Lê ku hûn bi vana yekê jî qîma xwe neyînin em ê nav û nûçikên eceb li we kin û em ê tonek nifiran li we bibarînin. Lê na, em qêmîşê we canik û ciwanmêran nabin, bila di şûna we de stûyê neyar û xêrnexwazan ...



JI EDÎTORIYÊ

Dostno

Xwişk birayên ezîz, kal û pîrên dilzîz û keç û xortên dilovan; di nava van keft û leftên sîyasî de, ji paytexta dilan, ji Amedê silav ji bo we hemûyan. Silav ji her çar perçeyên; ku îro di malzaroka xwe de hêvî û neviyên pêşerojê dihewînin. Em car din bi hejmareke bi dilê we li gel we ne. Di vê hejmarê de em ê we geh bibin çiya û baniyên Xorasanê û cil û bergên Kurdên Xorasanê yên rengorengo li bejn û bala we ya tenik û zirav bikin; geh em ê we bibin zozanên Serhedê xwarinên Mûşa şewitî bi we bidin nasîn; da ku hûn tilî û pêçiyê xwe jî pê re bixwin. Em ê ji wir berê we bidin Farqîna rengîn; cih û warê Zembîlfiroş, Siyabend û Xecê, em ê we li landika periyan a demê siwar bikin û we bibin zaroktiya we ya şîrîn; da ku hûn bi darqîtik, gogê bilîzin bi vîzvîzokê li dora xwe bigerin û gêj bibin. Em ê we geh bibin şevbihêrkan bi çîrokên kal û pîran şa bikin û em ê çend şîretên pêşiyan li we bikin da ku şevên me veguherin rojan. Lê ku hûn bi vana yekê jî qîma xwe neyînin em ê nav û nûçikên eceb li we kin û em ê tonek nifiran li we bibarînin. Lê na, em qêmîşê we canik û ciwanmêran nabin, bila di şûna we de stûyê neyar û xêrnexwazan bi heft cihan bişikê, derdê bêderman bikeve canê wan û dermanê wan goştê canê wan be! Bi kin û kurtasî, bi şertê ku hûn tê de nefetisin, kerem bikin bikevin nava behra zargotina me ya şîrîn û tê de bi kêfa dilê xwe avjeniyê bikin.

Heta hejmarek din bibînin di nav xêr û xweşiyê de.



Di Zargotına Kurdan de Gotınên Peşıyan û Biwej

Kurte
Di zargitina hemû gelan de rol û mîsyona "gotinên pêsiyan û biwêjan" ciyekî xwe yê pir girîng heye. Em ê di vê gotarê de, di destpêkê de hem balê bikişînin ser vê xalê; hem jî em ê bi kurtasî bi nêrîna zanista folklorê bala xwe bidin pêvajoya derketina holê ya gotinên pêşiyan û biwêjan û kemilandina wan. Herwiha em ê bigîştî li gor erdnîgariyê, belavbûn û bikaranîna gotinên pêşiyan û biwêjan û gotinên herî zêde bi van qaliban re tên tevlihevkirin, destnîşan bikin. Di beşa herî dawî de jî em ê gotinên pêşiyan û biwêjan ji alî naverok û têşê ve li ser çend xalên esasî binirxînin da ku cudabûn û hevpariya wan derkeve holê û bi hev re neyên tevlihevkirin. Ji bo ku nivîsa me pir dirêj nebe; me mînakên gotinên pêşiyan û biwêjan rave nekirine.

Peyvên Kilîl: Gotinên pêşiyan, biwêj, wate, dirûv, nauerok, gel, zargotin,herêm.

Destpêk
Li gor lêkolînên li ser zimên û mirovahiyê, yê ku heta roja me hatine kirin, ne wek îro be jî, ziman herdem amûrekê sereke yê tekilî û têgihîştinê bûye. Herdem daxwaz û xwestek, kefxweşî, şîn û şahî, hest û raman bi zimên hatine hûnandin û ji nivşekê gihîştine nivşekî din. Bi demê re peşketina hizr û raman bi xwe re ziman û bi giştî vegotin jî xurtir kiriye. Vê pêşketinê jî rê daye ku sînor û bergehê peyvê û gotinê berfirehtir bibe. Bi vî awayî ji derveyê wateya wan a rasteqîn, hin wateyê din jî lê hatine bar kirin. Ji van qalibên zimên re biwêj û gotinên pêşiyan tên gotin...




Fondation-Institut kurde de Paris © 2020
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues