La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Folklora Kurdan, n°3

Auteurs : | | | | | | | | | | | | | | | | | |
Éditeur : Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Date & Lieu : 2015, Diyarbekir
Préface : Pages : 104
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 215x270 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kis. Fol. (3) N°Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Folklora Kurdan, n°3

Versions

Folklora Kurdan, n°3

Gultan Kışanak

Șaredariya bajarê mezin a Amedê

Silaveke zozanî. Li we û civata hûn lê hazir. Di ve germegerma havine de ji silaveke zozani xweştir herhal li lişt tune ye. Ku mirov niha li Kaniya Kewan runişta û tasek ava sar vexwara an li Zozanên Feraşinê siyabo û mendik berhev bikira an jî Çiyaye Kizwanan pişta xwe bidaya kevireki Kelha Selehadinê Kurd û li deşta Heseke bineriya an ji li Efrînê li bin dareke Zeytunan bûya. Ev dimen hemû ji xweş in lê di hemuyan de tiştek kêm e. Dawiya wan hevokan wiha ye: û di destê mirovi de Kovara FoLklora Kurdan hejmara 3. hebuya dê dinya li mirovî bibûya bihişt. Biqasi ku em pe dihesin dibejin kovara we/me büye teberik û kes peyda nake. Dema hûn wisa dibejin çiqas kefa me te. Çimki em hingê tê digihen ku em kareki biqimet dikin. Ma hemu tistên biqimet ne wisa ne. Ka li derdora xwe binerin hûn ê bikaribin zêr û zîv û durr û yaqûtan bibinin. Nexer. Ew ji wek kovara me kem tên ditin. Bi xêr sala bê ango pistî hejmara 4. hûn ji me nexwazin ji weki ku Mirade Kinê dibeje- em e koteki, bi dare zore kovara xwe bidin we. Hingê dê sewta we sar bibe.
Henek û genek bila bimînin bi reya xwe, em werin ser ...

BENDEWARINO,

Henek û genek bila bimînin bi reya xwe, em werin ser gotinên tirtire. Bi int li niç li zor li zehmetiyê be jî me kari em vê hejmarê jî bişînin ber deriye we. Xwedê em fedikar nekirin û em icar jî deslvala nayên ser palas û doşega we. Turê me tijî ye, hêdi hêdî destê xwe direjî rûpelan bikin. Bes di carekê de bi ser xwe ve nekin dibe ku hûn gejomêjo bibin. Giran giran bixwinin, çewtî û kemasiyên me li cihekî binivisin û heke ciyeki bi we xwes hebe jî hûn dikarin zirt û pesnê me jî bidin. Jixwe em wek Kurd cikusên gotinên xweş in û destbelayên nifir û rexne û dijûnan in. Bila pesn û rexne ji me re. dijûn û nifir jî ji dostên dijminên me re bin.

Germiya havinê dawiyê zû li tiştan tîne. Wek her listî dawî li nivîsa me jî ani.

Em hevî dikin ku devê we li ken, wechê we li ser xweşiyê, berê we li karûbarên folklorê be. Herwiha bila rojiya we qebul, cejna we ji piroz be.

Heta civateke din bmînin di xweşî û başiye de.

.....

Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues