La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Amed Erdnîgarî Dîrok Çand


Auteurs : |
Éditeur : Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Date & Lieu : 2012, Diyarbakir
Préface : Pages : 654
Traduction : ISBN : 978-605-87650-5-4
Langue : KurdeFormat : 190x245 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Tig. Ame. N° 3438Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Amed Erdnîgarî Dîrok Çand

Amed Erdnîgarî Dîrok Çand

Amed Tîgrîs
Yildiz Çakar

Weşanên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê

Amed li bakurê Kurdistanê di navbera 37°30 - 38°43 hêlîpan û 40° 37-41° 20 hêlîlaran de ye. Navenda bajêr ji deryayê 650 métré bilind e. Mezinahiya qada axa parezgeha Amedê 15.355 km2 ye. Li gor statistîkên sala 2010an nifusa navendê 834.854, gundên wê 51..517 û navend bi gundên xwe ve 886.371 e. Nifusa parezgeh a Amedê bi hemû bajarok û gundan ve bi gişti 1.528.958 e.
Tixûbên parezgeha Amedê li rojhilat bi bajarê Êlih (Batman), li bakurê rojhilat bi Mûş, li bakur bi Çewlik û Xarpêt, li bakurê rojava bi Meletiye, li rojava bi Semsûr û Riha û li başûr jî bi Mêrdînê ve ye. Li bakur zîncîra çiyayê To-
rosan, li rojava çemê Ferad û çiyayê Qerecdaxê (Kaşyarî)2, li başûr çiyayê Mêrdînê û li rojhlat jî çemê Êlihê tixûbên parezgeha Amedê yên siruştî ne.
Wek parezgeh ji rojava heta rojhilatê bakurê Amedê çiya ne. Çingûş, Çêr-mûg, Erxenî, Gêl, Pîran, Hêne, Hezro, Licê û Pasûr li herêmên çiya ne. Di nav van bajarokan de, bakurê Erxenî, Gêl, Karaz û Farqînê çiya û başûrên wan jî deşt in. Bismil, Çinar û gundên navendê li deştê ...



ÇEND GOTIN

Bajar neynika mirov, giyanê civakekê, nasnameya neteweyekî ne. Ji ber vê yekê, vegotina bajarekî bi hemû awayan nihêrîna li neteweyekê, li civakekê, li jiyanekê û bê gûman li erdnigarî û siruştekê ye. Ji ber vê yekê jî, ne hêsan e ku mirov behsa dilê Mezopotamyaya Jorîn, Ameda rengîn bike. Bi sedan salan e gelek nivîskar, gerok, rewşenbîr û zanyarên mina Mar Yaşûa, Ebu’l-Ferec, îbnu’l Ezraq el Fariqî, Ebûbekr-i Tihranî, Seyfedînî Amedî, Vakîdî, Evliya Çelebî, Eli Emîrî, Albert Gabriel behsa bajarê xwediyê dîrokeke zêdeyî 9000 salan kirine. Digel ku bajarê me yê qedîm, paytextê ezîzê ber dilê însanên me, ji bo bi sedan çîrok, helbest û romanan bûye çavkaniya best û peyxamê û bi sedan nivîskaran helbest, çîrok û roman li ser wî nivîsandine jî, ez bi xwe her roj bi çîrokeke, bi razeke vî bajarî dihisim. Bi baweriya ku kîjan mirovê ku riya wî bi bajarê Amedê dikeve, bîranîneke ku wê qet ji bîr neke, çîrokeke ku wê her dem kêfxweşiyê bide, di dil û bîra xwe de dineqişîne û diçe. Heta ku ev bajarê xwediyê sûran li ser piyan be, heta ku ev bajarê kela berxwedanê, warê aştiyê û qûça mirovahiyê li ser piyan be, ew ê hê gelek tiştan li mîrasa cîhanê zêde bike û ew ê hê bêtir bibe hêlîna hezkirin û azadiyê.

Di vêxebatê de, tevî navend û navçeyên Amedê movikên bajêr ên dîrokî, civakî berhemên kevnar ên dîrokî û tûrîstîk, xweza û erdnîgariya bajêr û bê guman çand û hunera bajêr, navdar û nişteciyên bajêr, bi vegotineke şêrîn, henûn û fesîh hatine vegotin. Evberhem dê bike ku hemû xwendevan, niştecî û ziyaretvanên bajarê me hinekî din Amedê ji nêzîk ve, lê vê carê bi zimanê bav û kalên xwe, bi şîrê dayîk û dapîrên xwe, nas bikin.
Taybetmendiyeke vê berhemê ya mezin ew e ku cara yekem dîroka bajarê Amedê bi zimanê wê, bi zimanê wê yê ku bi sedan salan e di binê zextan de ye, qedexe ye, hatiye nivîsandin. Ev yek dê ji bo nivîsandina dîroka vê axa pîroz jî bibe ezmûneke giranbiha.

Amed bi navçe û gundên xwe ve şûnwarekî wisa ye ku dîrok û mirov di nava hev de dijîn. Mirov bi awayekî xwezayî bi dîroka bajêr re dijî. Ji ber ku ev bajar bi hemû îhtişama xwe, bi sûrên xwe, bi Mizgefta Mezin a ku Heremî Şerîfa pêncemîn e, bi Dêra Sûrp Giragos, bi Medreseya Mesûdiyeyê, bi Pira Dehderî bi çemê Dîcle re dijî. Bê guman tiştê ku nişteciyên vî bajarî dike xwedî şexsiyet, xwedî rûmet, seqaya vî bajarê qedîm e.

Amed bajarekî wisa ye ku mazûvaniyê ji hemû mirovahiyê re dike. Gava ku mirovek di çar deriyên wê yên mezin, di derê Çiyê, derê Mêrdînê, derê Rihayê û derê Dîcle re dikeve nava bajêr, Amed, çawa do, ew ê îro jî bi pirçandiya xwe, bi pirzimaniya xwe, bi Newroza berxwedana xwe, bi Xizir û îlyas, bi çîrçîrok û kevokên aştiyê, bi îlm û alimên xwe pêşwaziyê li wan bike. Mirov dema li kolanê bajêr digéré xwe di tunela dîrokê de hîs dike. Di kêliyekê de mirov gelek dem û dewranan dijî. Amed di nava îro pêşerojê de pirayeke qewîn e.

Amed Tigrîs û Yildiz Çakarê bi tehb û sehbeke mezin ev berhema giranbiha amade kirine, ez destxweşiyê didim wan. Mala wan ava be ku dîroka bajarê min ê qedim ê kela berxwedanê bi zimanê dayîka me nivîsandin.

Osman Baydemir
Serokê şaredariya Bajarê Mezin êAmedê



Pêşgotin

Li ser parezgeha Amedê heta niha bi kurdî, bi awayekî hûr, kûr, berfireh û bi zanistî berhemeke berbiçav tune. Berhemên ku hene jî bi tirkî û zimanên din in. Ew jî nîvçe, perçe û bervejî ne. Bêplan, bêserûber, dubare û kopyayên hev in. Ji rastiya zanyariya dîrokî, etnografî, erdnîgarî û civakiya amediyan gelek dûr in. Bîhn, çêj û rengê dîrok, çand û wêjeya Amedê ji wan nayên. Piraniya van berheman bi ziman, çav, armanc û perspektîva bîrdoziya bîyaniyan bi awayekî fermî hatine nivîsandin. Karl Ludwing dibêje: Dema dîroknivîsekbûyeran nerast binivîse, yên din jî heta dawî li ser riya wî dimeşin.
Li hember vê dîroka înkar, derewîn û bervajî, me dest bi xebateke weha kir. Di destpêkê de em komeke mezin bûn, lê di nav kar de em herdu bi tenê man.

Me herduyan jî kar di nav xwe de plan û dabeş kir. Di nav kar de em rastî gelek zor û zehmetiyên çavkaniyan hatin. Çavkaniyên nivîskî bersiva xebata me nedan û pêwîst û hewcedariya me bi çavkaniyên jîndar ên berfireh û cuda ma. Me serî li sazî, komele û kesên ji herêm, bajarok, gund û mezreyên cuda cuda da û alîkarî û piştgirî ji wan xwest.' Bi vê metoda han me kar bi plan û rêxistin kir.

Evberhem encama xebata me ya sê salan e. Xebateke bi bergeh, piralî û berfireh e ku navend bi hemû gund û mezreyên xwe ve, navçe bi gund û mezreyên xwe ve ji aliyên dîrok, erdnîgarî, etnografî, avasazî, civakî, polîtîk, olî, efsane, zargotin, cihên suriştî û turîstîk, nifus, ziman û çandê ve di nav de cih girtine. Bi awayekî zanistî û kurterastî di van mijaran de agahdarî û zanîn hene. Ya herî girîng ev e ku hemû nav û termên dîrokî, cografî, çandî, civakî, pîşeyî, orjînal û bi kurdî ne. Ji vî aliyî ve em bawer dikin ku ev xebateke pêwîst e.

Mirov dikare bi hêsanî bêje, ev bi kurdî ansîklopediyeke parezgeha Amedê ye. Em hêvî dikin ku her amedî dê xwe, malbata xwe, bajar û gundê xwe di vê ansîklopediyê de bibîne. Xwedî li gencîniya xwe ya dîrokî, çand û civakî der-keve.

Amed Tîgrîs & Yildiz Çakar

1 Usteya kesên alîkar di dawiya pirtûkê de ye.


Erdnîgariya Amedê

"Diyarbekir şîr û şekir!”

Amed li bakurê Kurdistanê di navbera 37°30 - 38°43 hêlîpan û 40° 37-41° 20 hêlîlaran de ye. Navenda bajêr ji deryayê 650 métré bilind e. Mezinahiya qada axa parezgeha Amedê 15.355 km2 ye. Li gor statistîkên sala 2010an nifusa navendê 834.854, gundên wê 51..517 û navend bi gundên xwe ve 886.371 e. Nifusa parezgeh a Amedê bi hemû bajarok û gundan ve bi gişti 1.528.958 e.

Tixûbên parezgeha Amedê li rojhilat bi bajarê Êlih (Batman), li bakurê rojhilat bi Mûş, li bakur bi Çewlik û Xarpêt, li bakurê rojava bi Meletiye, li rojava bi Semsûr û Riha û li başûr jî bi Mêrdînê ve ye. Li bakur zîncîra çiyayê Torosan, li rojava çemê Ferad û çiyayê Qerecdaxê (Kaşyarî)2, li başûr çiyayê Mêrdînê û li rojhlat jî çemê Êlihê tixûbên parezgeha Amedê yên siruştî ne.

Wek parezgeh ji rojava heta rojhilatê bakurê Amedê çiya ne. Çingûş, Çêr-mûg, Erxenî, Gêl, Pîran, Hêne, Hezro, Licê û Pasûr li herêmên çiya ne. Di nav van bajarokan de, bakurê Erxenî, Gêl, Karaz û Farqînê çiya û başûrên wan jî deşt in. Bismil, Çinar û gundên navendê li deştê ne. Ji navenda Amedê bi qasî 50 km bi her ali ve deşt e û axeke bi ber û berhamdar e. Bi tenê aliyê rojavayê navenda Amedê Qerecdax e. Herêma Qerecdaxê ji bo çandiniyê nedestdayî û guncav e, lê ji bo heywan xwedîkirin gelek kêrhatî ye.

Di dîrokê de navên ku li Amedê hatine kirin
Tê gotin ku di dema Hûriyan de bi navê Amîda keçikek hebûye û seroka bajêr bûye. Hinek jî dibêjin keçikê navê xwe ji bajar girtiye. Lêbelê wek dokumenteke nivîskî cara yekem di dema desthilatdariya serdarê Asûriyan Adan-Nînarî bz (berî zayînî/berî mîladê) 1310-1281 de li ser qevda şûr Amîd hatiye nivîsîn? Ev nivîsa dîrokî ya yekem e. Dîsa bz di navbera salên 800-762an de, di nameyên waliyên Asûriyan de navê bajêr gelek caran Amîd derbas dibe.

Arsakli di pirtûka xwe ya Agathangelosun de ku pz. di sala 305an de nivî-siye, “Navê bajêr Amîd e”, dibêje. Dîroknivîsê Romî Amianus Marcellius di sala 359an de behsa Amîda dike. Tê gotin ku hukimdar Dara (Darab) ev bajar ava kiriye. Gotina "Darabkerd” yanî Dara çêkirî û ev nav ji wî maye. Romî di sala ...

2 Şevket Beysanoglu, Diyarbahr Tarihi, cilt 1, s.25, Diyarbakir Büyükçehir Belediyesi Kültür ve Sanat Yayinlan-2003
3 Diyarbahr ve Yaşam, Tarih Boyunca Diyarbahr îsimleri, sayfa 21, sayi: 2.




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues