La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Waneyên Muzîkê

Auteur :
Éditeur : Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Date & Lieu : 2012, Diyarbakir
Préface : Pages : 122
Traduction : ISBN : 978-605-87650-8-5
Langue : KurdeFormat : 210x300 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Ibr. Wan. N° 3453Thème : Musique

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Waneyên Muzîkê

Waneyên Muzîkê

Kamîran Îbrahîm

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê

1. Pênaseya Muzîkê: Ji hevgirtina wan dengên lihev ku di derûna mirovî de afirîn pêk tê û di jiyana mirovan de berbiçav dibe. Bêjeya muzîkê ji bêjeya bi Yewnanî “miyuz’ê tê ku “miyuz” di efsaneyên Grekan(Yunana Kevnar) de yek ji xwedawendên helbestê ye.
Wateya terma muzîkê di roja îroyîn de ji ya serdema kevnar cuda ye, ji ber ku peyva muzîkê ji aliyê Grekan ve, bi wateya "hunereke berfireh" dihat bikaranîn û ji gelek warên hunerê; helbest, sema, şano, stran û amûrlêdanê pêk dihat, lê di serdema me de, tenê ji bo stran, kilamgotin û lêdana amûrên cur bi cur tê bikaranîn.
2. Muzîk Zimanekî Cîhanî ye: Çawa ku zimanê axaftinê yê asayî ji bo rastnivîsa peyv, hevok, babet, rapor û...hwd xwedî tîp û nivîsên taybetî ye, zimanê muzîkê jî ji bo nivîsandina awaz û parçeyên muzîkê, xwedî nîşaneyên taybet e û ew nîşane jî bi nîşaneyên muzîkê, dengên muzîkê yan jî pileyên muzîkê têne binavkirin.
.....

WANEYAYEKEM

3. Nîşaneyên Muzîkê: Grekî yekem gel bûn ku tîpên alfabeyê ji bo bilindî û nizmiya dengan bi kar anîne. Piştre Romayiyan ji wan wergirtin û navê "heft tîpên Latînî" lê kirin. Niha ev tîpên muzîkê li Almanya, Brîtaniya û Amerîkaya Bakur têne bikaranîn. Ew jî ev in:

A - B - c - D - E - F - G
La - Sî - Do - Re - Mî - Fa - Sol

Quido Arisoi karî hin guhertinan di nivîsên wî cureyî de bike ku berê di rewacê de bûn. Û bi riya vê şêwaza nû karî perwerdeya muzîkê bi hêsanî bide û belav bike. Ev rê jî ji alfabeya muzîka latînî cuda bû, ku ji ber birgeyên yekem ên seredêrên stranên tertîliyên olî yên Maryu Hinna Me’emedanî derxistibû ku bi zimanê Latînî hatibûn nivîsandin. Û hemû tertîlbêjan ew dizanîn.

Sırûda Maryo Hınna Me’emedanî

Ji bo ku bi bêhnfirehî bêhna xwe vedî / Ut queant laxis
Jî têne lêxistin (Li jiyan tê dan) / Resonare fibris
Bûyerên sosret / Mira gestorum
Berdest / Famuli tuorum
Li gunehên wan xweş be (Li gunehên wan bibore) / Solve polluti
Çakbûna gunehên wan / Labii reatum
Ey Yohenna yê pîroz / Sancte lohannes

Ji ber ku, her dêrehelbestek (rêzika helbestekê) bi awayekî ji jêr ber bi jor ve dest pê dike; yanî pile bi pile û li gorî peyjeya mezin, ji ber vê jî destpêka wan dêran hatiye helbijartin ku bi vî awayê li jêr tê nivîsandin.

Kîteyên yekem ên serêdêran bûne navê heft dengên muzîkê:
Ut - Re - Mî - Fa – Sol - La - Sî

“Ut” bûye dengê yekem ê peyjeya muzîkê ku heta îro jî li Fransayê tê bikaranîn.
Lê belê ji sedeya şazdemîn û vir de Italiyan ev peyv guhartiye "Do" yê, ji ber ku gotina wê siviktir e.

Do – Re – Mî – Fa – Sol – La - Sî
.....

Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues