PÊŞGOTIN
Ev pirtûka «Şîroverkirina gramêra kurdî» beşê yekem, Piştî lêkolîneke dûr û dirêj hatiye amadekirin. Hemû mijarên vê pirtûkê min bi awayê sêmînar, gotar yan dersên zimanê kurdî pêşkes û aşkere kirine. Bi salan min lêkolîn di rêzikên gramêrî, yên zimanê kurdî de kirine, heya ew bi şêweyekî zanistî û ligor malbatîya zimanê kurdî hatine çespandin, vejandin û di vê pirtûkê de hatine danîn û bi awayê nimûneyan hatine bikaranîn. Min pala xwe daye ser bingehên gramêra (rêzimanê) kurdî, yên ku di destpêka salên sihî de û heya bi destpêka salên çelî, ji alîyê Mîr Celadet Bedir-Xan ve, di kovara «Hawar» de, hatibûn weşandin. Mîr Kamran Bedir-Xan jî hewil dabû, ku wan bingehên gramêrî heya bi destpêka salên heftêhî, bi şêweyekî zanistî, di warê zanîngehî de, bi kar bîne û heya bi radeyekê vejîne. Lêbelê, di pê re, tu pêşvebirin û pêşveçûnên balkêş di zimanê kurdî de, nemaze di zaraveya kurmancî û zazakî de heya niha, ligor demê û wek ku pêwîst bû / e, nebûn. Bêguman sedemên vê yekê, jibo me giştan, diyar in. Bi dabeşkirina Kurdistanê re û bi sedema zordarîya netewî liser gelê kurd rêk li pêşîya pêşveçûna çand û zimanê kurdî bi giştî zor teng bû û heya bi radeyekê xetimî. Derfetên têkelbûna zaraveyên kurdî pir dijwar û kêm bûn. Her zaraveyeke kurdî ligor rewşên herêmî hat bikaranîn û pêşvebirin. Tunebûna alfabêteke hawbeş jî hîşt, ku yekîtîyeke zimanî di navbera hemû zaraveyên kurdî de, jibo gişt netewa kurd, neyê pêkhatin.
Di vê pirtûkê de me hewil daye, ku em nimûneyên gelemperî jibo hemû cemawerê zaraveya kurmancî veqetînin, dûrî bandorên devokên herêmî. Mijarên wê wisa hatine rêzkirin, ku herkes dikane fêrbûna zimanê xwe yê kurdî, zaraveya kurmancî, bi alfabêtê dest pê bike û bi awayê nimûneyên hêsan, bingehên gramêra kurdî bi rêkûpêk hîn bibe. Me di Vî beşê pirtûkê de giranî daye mijara lêkeran. Di « beşê duyem * de emê giranîyê bidin mijara navdêran û tiştên din. Di warê rastnivîsê de em dixwezin xwendevanên xwe bi van her sê serincan (têbînîyan) agahdar bikin:
1. Di mijara daçekan de «dacekên hevgirtî “ me gotiye, eger du daçekên sade bi hevdu re hatin û ew bi hev re maneyekê didin, divêt ew bi hev ve bên nivîsandin. Wek: Çûk firîya ser darê. Çûk liser darê ye. «Li» û «ser» herdu bi hev re dîsa wateya «ser» didin. Li vê derê pirs tê kirin: Çûk liku ye? Mîna: Li + bin = Libin... Pisîk bezîya bin masê. Pisîk libin masê ye. 2. Di mijara lêkerên « hevgirtf û hevdudanî» de me gotiye, ku beşê «ne lêkeri» ji lêkerên «hevgirtf» tenê pêşgir be û bê wate be, pêvVîst e ew di kesandinê de tim bi lêkerê ve were nivîsandin.
Wek: Ra + kirin, ve + xwerin... Ez radikim. Min rakir, radikir, rakiriye, rakiribû. Ez vedixwim. Min vexwer, vedixwer, vexweriye, vexweribû. Lêdemakubeşê «ne lêkeri» ji lêkerên «hevdudanî « xwedî maneyeke serbixwe be, divêt ew di kesandina lêkerê de tim cuda bê nivîsandin. Nimûne: Av + dan, çê + kirin. Ez av didim. Min av da, av dida, av daye, avdabû. Ez çê dikim. Min çê kir, çê dikir, çê kiriye, çê kiribû.
3. Di mijara lêkera «bûn» de, wek lêkereke sereke û alîkar di zimanê me de, me dayê diyarkirin, ku hîmê raderê « bû «, mîna hemû hîmên rader- ên kurdî, di hemû deman de û di hemû deveran de nayê guhartin. Ligor gramêra kurdî, tênê pêşgir û paşgirên ku bi « bû « ve dibin, tên guhartin. Nimûne: Hîmên van raderan « ditin û bûn « ev in: « dît, bû Min dît, di-dît, dît-iye, dît-ibû... Ez bû-m, di-bû-m, bû-me, bû-ma... Tê diyarkirin, ku herdu hîmên raderê ( dît, bû) tucarî nayên guhartin. Di hin devokên herêmî de, li şona «ez bû-ma», dibêjin: «ez ba-ma» yan «ez bi-wa-ma». Ev tişt ligor gramêra kurdî qedexe ye, jiberku «bi» û «ba» ne hîmên radera «bûn» in. Hîmê radera «bûn» tenê « bû « ye.
Em hêvîdar in, ku mijarên vê pirtûkê xizmeta standartkirina zaraveya kurmancî û yekîtîya zimanê kurdî bikin.
I. Nasso Berlîn, di yekê mijdara 2003 de.
Alfabêta Kurdî ya Latînî
Gotina «Alfabêt» bi zimanê latînî yê dêrê «Alfabetum» (alfabêtûm) e. Bi zimanê grîkî / yonanî «Alphabetos» (alfabêtos) e. Ew ji du gotinan / peyvan pêkhatiye: «Alpha» (alfa) û «Beta» (bêta). Alfa û bêta herdu tîpên destpêka «alfabêta yonanî» ne.
Ligor vê rastîyê pêwîst e, ku gotina alfabêt bi zimanê kurdî «ABêya» kurdî be. Alfabêta zimanekî rêzkirina hemû tîpên wî zimanî ye. Wek tê zanîn, alfabêta kurdî ya latînî alfabêteke fonêtîk e (dengîn e, xwedî deng e). Hemû tîpên gotinekê / şorekê / peyvekê pêwîst e werin / bên bilêvkirin. Divêt hemû / gişt gotin wisa bên nivîsandin, wekî ku ewtên bilêvkirin.
Alfabêta kurdî ya latînî ji sihûyek (31) tîpan pêktê. Tîpên mezin (girs) / Girdek: A B C Ç D E Ê F G H I Î J K L M N O P Q R S Ş T U Û V W X Y Z. |