La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Zimanc Kurdî: Rênivîs


Auteur :
Éditeur : Kawa Date & Lieu : 1998, Beyrûd
Préface : Pages : 154
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 135x195 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Ebd. Zim. N° 1959Thème : Linguistique

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Zimanc Kurdî: Rênivîs

Zimanc Kurdî: Rênivîs

Deham ebdulfetah

Kawa

“Qeydeyên vekîtê ji tevaya gramêrê dertên. Di bihevebûna bêjeyan de qeyda gelemper ew e ku her bêje bi serê xwe bête nivîsandin û bi bêjeyine din ve nebin; ji hin awartan pê ve.” / Celadet Bcdirxan

“Zêder (veqetandek) pirsek xwesere, cihê tê nivîsandin, ne cudakirin a wê ji pirsê, xelete, ne raste.” / Reşîdê Kurd

“Ji veqetandek û ji tewangê pê ve , bêje hemî cihê (serbixwe) têne nivîsandin. Ango, nav, pronav, rengdêr, lêker, hoker, daçck, gihanek û baneşan” / Kamîran Bedirxan


“Şerma mezin ew e, ku mirov zimanê xwe nizanibe.”
C. Bcdirxan

PÊSGOTIN

Demeke dûvdirêj di ser zimanê kurdî re buhiriye, bêyî ku ev ziman hebûna xwe, bi şêweyekî serbest û azad li ser kaxezê bibîne. Helbet, çi zimanê heye, hebûna xwe, ji hebûna xwedanên xwe distîne. Qelsî û lawaziya zimên, jîndarî û hêzdariya wî, ji rewşa jiyana xwedanên wî tên.
Ji nêzî (25) sedsalan heta vê rojê, gelê kurd di bin destên dagîrkeran de, jiyaneke mirovanî yî nêvnas û serbixwe nedîtiye.
Rewşa jiyana gelê bindest, ne bi destê wî tê nivîsîn. Ne jî li gora daxwazên wî yên xewnerojî¹, nexşên çarenûsa hebûna wî tê danîn.., û dîrok jî, ne bavê tu kesî ye.
Di vê dema xav û jihevketî de, gelê kurdistanî rêbaza xwevejînê girtiye. Gel, li hemû parçeyên welatê rojê, mîna gulên berbirojan, çavên xwe ji, tîrojkên ronahiyê nagire...Û dem, ne li gora dilê me ye.
Nivîserekî ji hevalên Şêx Se’îd digot: (Dema ku derfet hebû, em tune bûn. Nuha em hene, derfet tune ye.²
Ev (2500) sal in , ku em bendewarên wê derfetê ne, û hêj nehatiye. Dixwazim pirsekê tenê bikim: “Viyana gel û derfet” gelo kîjan kîjanê peyda dike?!
Bêguman, dûmahiya sedsala bîstan dema xwevejîna neteweya kurdî ye. Di vê demê de, bizava rêzgariya gelê kurd, li ser asta (radeya) kurdistanê û derveyî kurdistanê vedeng daye. Ev bizav ji her hêlê ve dibe. Ji devê tivingê bigre, hetanî serê pênûsê, her hêl û hêmanên xwevejînê, têne tevdan û vexepirandin.
Beranberî vê bizav û têkoşîna hêvîdar û berfireh, zimanê kurdî bi vê rewşa sist û jihevketî, nikare kar û barê berxwedana neteweyî hilde ser milê xwe, û di bin de rabe. Rast e, bizaveke rewşenbîrî li asta çande, tore, kelepûr, dîrok û dezgehên ragiyandin û zanistiyê (radiyo, televîzyon) heye. Lê serekêher mijar û babetê ziman e. Bi zimên zanistî û rewşenbîriya neteweyî geş dibe. Û bi zimên jî, xwevejîna neteweyên bindest sergihayî (temam) dibe. Beranberî vê baweriya rastego, gelo, çi ji me tê xwestin?!
Em dizanin ku zimanê kurdî di delîveyeke teng re derbas dibe. Ji hêlekê ve, ev ziman bi şêweyekî devokî gihiştiye me; û ji mêj ve nehatiye nivîsîn. Ji ber vê egerê, û li dircjayiya demê, gelek guherîn û kêmasî gihiştine kok û bintara zimên. Ji hêleke dî jî, zimanê kurdî, di bin nîr û bandora gelek egeran de, li ser çend zaravên serekî belav bûye. Di bin sîwana her şçwezarekî (zaravekî) serekî de jî , çend şêwezarkên xwecî bikar tên. Ji bilî vê û wê jî, zimanê kurdî li gelek parçeyên kurdistanê qedexe ye.
Mercê xwevejîn û serkeftina neteweya kurdî ew e, ku gel bi şêweyekî zanistî, li hemû bereyan (enîyan), hêmanên hebûna xwe ya nêvnas vexepirîne. Ziman jî, yek ji hêmanên (regezên) serekî û bingehîn e.
Rêzimanzanên me yên pêşîn, gavine berfireh, di warê sazkirina zimên de avêtine. Derbarî rênivîsa (vekîta) zimanê kurdî jî, çend têbîniyên balkêş, ji me re berçav kirine. Rast e, ew têbîniyên rastnivîsînî , gelekî kurtebirr in. Û di gelek mijaran de, ne li ser rêbazekê ne. Lê tev her kêmasiyêjî, - Mala wan ava - kilîta dergehekî giring , dane destên me:
1) - Seydayê zanyar, Celadet Bedirxan bo rastnivîsîna zimanê kurdî, bi şêweyekî tevayî, dibêje: “ Qeydeyên vekîtê ji tevaya giramêrê dertên. Dî bihevebeûna bêjeyan de qeyda gelemper ew e ku her bêje hi serê xwe bête nivîsandin û bi bêjeyine din ve nebin; ji hin awartan ⁴ pê ve”.⁵
2) - Seydayê rêzdar, Reşîdê Kurd dibêje: “ Zêder (veqetandek) pirsek xwesere, cihê tê nivîsandin, ne cudakirin a wê ji pirsê, xelete, ne raste”⁶.
3) - Dr. Kamîran Bedirxan dibêje : “ Ji veqetandek û ji tewangê pê ve, bêje hemî cihê (serbixwe) têne nivîsandin. Ango, nav, pronav, rengdêr, lêker, hoker, daçek, gihanek û baneşan” ⁷.
A - Têveliya rastnivîsê, di navbera nêrînên her sê zimanzanan de berçav e.
- Li nik Celadet, bi şêweyekî gelemper, bêje serbixwe tên nivîsîn, ji bilî hindek peyvên taybet.
- Zêder pirseke serbixwe ye li nik Reşîd; lê di nêrîna Celadet û Kamîran de, bi peyva berî xwe ve tê nivîsîn.
- Zêder û verês bi peyvan ve tên nivîsîn; peyvên dîtir hemû xweser tên nivîsîn. Ev e nêrîna Kamîran Bedirxan.
Bêguman, ev her sê nêrînên têvel di warê rastnivîsîna zimanê Kurdî de, pirsgirêkeke vekîtî (rênûsî) diyar dikin. Ev pirsgirêk jî, çareseriyeke durist ji me dixwaze. Sergêjka herî aloz, di warê lêkolîn û vekolîna zimanê Kurdî(Kurmancî) de, navlêkirinên mijar û babetan e. Her rêzimanivîsekî, navekî taybet li her mijareke rêzimanî kiriye, bêyî ku yek ji wan rêzimanivîsan navlêkirinên, ên berî xwe bipejirîne. Bi vî karî, her mijarek, ji navekî pirtir lê bûye. Û bi vê yekê jî, xwendevanên pertûkên rêzimana Kurdî (Kurmancî), di navbera mijar û navlêkirinên wan ên têvel de, winda dibin. Bo ronîkirina vê pirsgirêka alöz, em dikarin çend nimûneyan berçav bikin:
Navên peyva “kir” , ji “kirin” ê⁸:
1) - “ Lêker” : Navlêkirina Celadet Bedirxan, Kamîran Bedirxan, S.Şivan, R. Lêsko, û Feqe Huseyn e.
2) - “Pîşk” : Navlêkirina Reşîdê Kurd e.
3) - “Kirin” : Navlêkirina Cigerxwîn û Sadiq Behaddînê Amîdî ye.
4) - “Fi-il” : Navlêkirina Qenatê Kurdo ye.
5) - “Kirdar” : Navlêkirina Şêx Mehemedê Xal, Merdox û Dr. Ebdurehman Anf e.
6) - “Ferman”: Navlêkirina Nuri Elî Emîn e.
û H.D...
B - Ew têveliya navlêkirinê, di navên raweyên hevokan de jî, pirsgirêkan ji me re berçav dike.
Raweya vê hevokê: (Temo sêv kirrîn); navek jê re heye. Lê ku hevok bi vê raweyê bê (Sêv hatin kirrîn), navekî dîtir jê re heye.
Zimanzanên me, di pertûkên xwe yên rêzimanî de,ev nav li wan her dû raweyan kirine:
1) - Cigerxwîn : (Pendî û nependî).
2) - Sadiq Behaddîn ê Amîdî: (Penî û nepenî).
3) - Reşîdê Kurd: (Dîdar û nedîdar).
4) - Pro. Qenatê Kurdo: (Aktîf û pasîf).
5) - Feqe Huseyn : (Lepatî û tebatî).
6) - Tewfîq Wehbî: ( Me’lûm û mechûl).
7) - Dr. Nisrîn Fexrî: (Nasraw û nenasraw).
8) - Nûrî Elî Emîn : (Aşkira û neaşkira).
Û H.D ...!
Her wisan, pirraniya mijar û babetên ziman û rêzimanê (ger ne tev), bi van navlêkirinên têvel hatine nivîsîn!
Şagirt û xwendevanên ziman û rêzimana Kurdî, dê çawa~ di navbera van navan de bighêjin mebesta xwe ?!
Ji bilî vê jî, hindek mijar bi dû navên dijwate (wateyên wan hevdij in) hatine nasîn. wekî: (Tîpa dengdar):
1) - Celadet Bedirxan navê “dengdar” litîpên bêdeng (B,T,C..) kiriye.
2) - Reşîdê Kurd, Ev nav li tîpên bideng (A,O,Û..) kiriye.
Mirovê ku her dû navlêkirinên, di pertûkên her dû ciwanmêran de nexwendibin; bêguman, dê têkeve duryanka şaşiyan.
Nifşên nivîserên berî me di delîveyeke tengtir re derbas bûne, Gelek zordestî û tengavî dîtine. Nivîsarên ku ji me re hêlane, bi rondikên çavan û xwêdana eniyan nivîsîne. Ji netiştî, gelek tişt ji me re peyda kirine; gelek dergeh li ber me vekirine..
Ji bo vê tenê jî, pêwîst e ku emrêzûrûmeta wan, heta dawî, bigrin.
Lê , ji milekî dî jî, ji bo ku em karîbin rêbaza wan , bi sergihayî bibin dawî; pêdivî ye ku em şopa wan b’ajon, û berhemên wan - li gora zanîna xwe -binerxînin.
Ev pertûk gaveke piçûk e, li ser riya şopajotin û lêkolîna zimanê Kurdî. Xelekeke zirav e, ji zincîra vejandina hêmanên neteweya Kurdî.
Hêvîdar im ku ev berhem, cihê xwe li ser refikên pertûkxaneya Kurdî bigre; û sûdeke baş bide xwendevanên xwe.
Bi niyazeke Kurdewarî yî zelal, min hewl da, ku ez karekî havildar, li gora zanîna xwe, bikim. Heger ev karê min, li gora niyaza dilê min be, jixwe ez gihiştim armanca xwe. Lê heger karê min xav û nepijyayî be, çend têbîniyên hûr, ji xwendevanekî zanyar besî min in ku ez hewldaneke çêtir û duristir bikim. Bêguman, em tev dizanin, çendî rêka me dûdirêj e..! Û barê me jî, çendî giran e ! Lê em dizanin jî, çendî gotina pêşiyên çînîyan rast e: “riya hezar mîlî, bi gavekê tenê, dest pê dibe..!”.
Dema ku Celadet Bedirxan, di warê rênûsa zimanê Kurdî de dibêje: “vekîta(rastnivîsa) zimanê Kurdî, ji tevaya rêzimanê tê der; Celadet vê gotinê bi zanyarî dibêje. Çunkî rênivîs, li ser zanîna ravezimaniya hevgirêdan û pirsgirêkên zimên ava dibe.
Ji ber vê çendê jî, me di vê pertûkê de, nikarîbû em babetên rênivîsê, tev-bidin, bêyî ku em destên xwe dirêjî mijarên rêzimanê bikin, û wan li gora babetan bênin zimên. Rênûs û rêzimana Kurdî bi hev girêdayî ne. Me dixwest, ku ev pertûk bi taybetiyeke rastnivîsî bihata der. Lê em çi bikin ?! Diyar e ku Ccladet, berî me, di vê gerrînekê de melevanî⁹ kiriye; û bi wê gotina xwe ya kurtebir, puxteya ¹⁰ezmûna¹¹ melevaniya xwe, di nav pêlên rênûs û rêzimanê de, ji me re berçav kiriye.
Erê, ev pertûk, pêngavek e li ser rêbaza vexepirandin û lêgerîna zimanê Kurdî (şêwezarê Kurmancî). Reng e (ihtimal e) ku ev pertûk ne li gora xwestekên dilên me be. Reng e jî, ku hindek kêmasî û şaşî-çi hindik, çi pir- tê de peyda bibin.
Hêviya min ew e, ku xwendevanên pertûkê çavên xwe li ser kêmasî û şaşiyên wê negirin. Û bê dudilî, têbîniyên xwe, bi şêwazekî şaristanî yî pêşketî diyar bikin.
Nerxandin u rexnegiriya her karî, egera pêşxistina wî karî ye. Lê, ne her nerxandin; û ne her rexnegirî jî..!
Ez hêvîdar im, ku em tev, bi şêweyekî alîkari û piştgirî karibin çalakiyine kûrtir û berfirehtir, li ser rêbaza sazkirin û damezrandina bingehên zimanê xwe yê neteweyî pêk bînin; da ku em bi xwe, zimanê xwe biparêzin; û xwe jî, bi zimanê xwe biparêzin..!!

Şam -1-1-1997
D.Ebdulfettah

1 - Xewneroj : Xewnên hişiyariyê
2 - Mela Hesenê Kurd (Hesenê Şiyar).
3 - Mes’ûd Muhemed - Zimanê Kurdî - Bexda.
4 - Awarte : Vederî rêzan û rêpîvanê.
5 - Bingehên giramêra Kurdmancî, Weşana Nûdem, Siwêd -(1994) - rûpel (26).
6 -Rêzimana zimanê Kurmancî - Rûpel (44) - Weşana Kawa, Beyrût - Libnan (1990).
7- Rêzimana Kurdî. Rûpel (51). Parîs (1971).
8 - Ev mirovên ku em ê navên wan hildin, hemû xwedan pertûkên rêzimanî ne. Ev navlêkirinen li jer jî, di pertûkên wan de hatine.
9 - Melevanî: Avjenî.
10 - Puxte : Bijartina gotinê bi kurtebirrî, (xulase).
11 - Ezmûn : (imtihan, tecrube).

Gotinek ji Dil

Bêguman, derya zimên neqam e û pir bi saw û tirs e. Loma jî her kes ceger nake, ku bi serbestî melevaniyê tê de bike. Bo vê yekê jî mirovên sawgir xwe li peravan digrin û avjeniya xwe rûdarî,li gorî hêz û taqeta xwe, dikin.Lê, bê çawa ciwanî û çelengiya melevaniya perav û kûrepanê nabin yek, wilo jî zanîn û pêkanîna vê avjeniyê nabin yek.
Belê ■, gelek navdarên kurd, di vê derya zimên de, di demên kevn û nû de, bi zîrekî û dûrbînî melevanî di kurepanan de kirine. Lê razên hemî gol û geravan li ber wan nê vebûne û diyar ne kirine.
Bi ser ku ev raz bi tem û gival mane, lê libên pêşî ji ristika zimên berqef kirine û bi dar ve kirine, da lêgerîn , dîtin û nirxandina libên mayî, li ber nifşên nûhatî, ne zor û giran be.
Mamoste D. ABDILFETTAH jî yek ji wan avjenbazên îroyîn e, ku di kûrepana zimanê kurdî de, bi hûrbînî û dûrbînî li gol û geravên wî digere, da durên van govan berqef bike, tîmar bike û spehî, bi ristika zimên ve, bi dar ve bike.
.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues