La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Çend Pirsên Alfabeya Kurdî


Auteur :
Éditeur : Roja nû Date & Lieu : 1996, Stockholm
Préface : Pages : 174
Traduction : ISBN : 91 7672 038 1
Langue : KurdeFormat : 140x205 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Cel. Cen. N° 2482Thème : Linguistique

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Çend Pirsên Alfabeya Kurdî

Çend Pirsên Alfabeya Kurdî

Celadet Çeliker

Roja Nû

Her çiqas gotûbêjên li ser alfabê, rastmvis û rêzimana zimanê Kurdî kevn bin jî, ev çend sal in, xasme ji piştî salên 1980 yan, gotûbêj diçin û tên li ser babeta tipên du fonemên (dengên) Kurdî dicivin: Ango dengên ku bi tipên “i”(i) û “î”(i) tên nişan kirinê. Di nav Kurdan da li ser vê pirsê çend ditin û meyil hene. Meriv kare wan di sê beşan da bicivîne:

1- Yên ku hebûna pirsek weha nabînin û bi şid li dij rakirina niquta li ser “i” û kumika li ser “î” yê derdikevin.

2- Yên ku pirsek weha qebûl dikin û her çiqas di dilê xwe da bixwazin ji, lê di zar û nivîsandinên xwe da, guhertinek bi vi awayî zû û bêwext dibînin.

.....


PÊŞGOTIN

 

Di van demên dawiyê de, bi berfirehbûna xwendin û nivîsandina Kurdî li Kurdîstana Tirkiyê, li ser alfaba Latînî ya Kurdî û li ser rêziman û rastnivîsina Kurdî hin munaqeşe tên kirin. Di nav van munaqeşeyan de giranî jî li ser alfabê û bi taybeti jî li ser kumik û niquta li ser dengdêrên peyva “ditin”ê ye.

Destpêbûna van munaqeşan gellek tabii ye. Heta van demên dawiyê xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî qedexe bû. Loma jî bi aşkerayî û awakî berfireh ji bal kutleyên civakê ve Kurdî nedihat nivîsîn û xwendin. Xebata xwendin û nivîsandinê bi dizî ji bal komeka piçûk a ronakbîrên welêt dihat kirin. Loma jî kêmasî, şaşî û neliheviyên alfabê, rêziman û rastnivîsînê bi awayê îroyîn xwe nedidan der, yan jî dihat hesêbkirin ku tiştên ji şaşî û kêmasiyên wiha ferztir hene. Lê îro, rewş hatiye guhartin. Her çendî zimanê Kurdî nebûye xwedî muesese û îmkan û qanûnan ku wi pêşde bibe ji qedexetî ta dereceyekê ji serê rabûye. Îdî bi eşkereyî û berfirehiya ta dereceyekê îmkan heye ku Kurdî bê nivîsin û xwendinê. Loma ji pirsên nivîsîn û rêzimanî di rewşek wiha de pirtir xwe didin pêş, di jiyanê de xwe derdixin pêşberî xwendekar û nivîsaran.

Helbet ji bo rasttêgihîştma zimanekî, rastnivîsîn û hêsan nivîsîna wî zimanî ferz e. Ev yek jî berî her tiştî bi alfabê, rêzimanê û rastnivîsînê destpêdike. Gurrbûna munaqeşeyan a li ser alfaba Kurdî nişana vê yekê ye. Gava mirov bala xwe dide munaqeşeyên îroyîn, tê ditin ku di çend warên giring de pirs û dijwari derdikevin pêşberi wan kesên ku dixwinin û dinivîsin. Pirsa yekê ew e ku gelo di alfaba latinî ya Kurdî da hebûna 31 tîpan bi awayekî tekûz bersiva zimanê Kurdî dide yan na. Çimkî Kurdîaxêv dibînin ku gava bi Kurdî tê axaftin hin deng tên bikaranin ku di alfabeyê de ciyê xwe negirtine. Her weki “eyn’ ( ...), ‘xeyn, ( ... ) û ‘ha” ( C ) ya ku tê gotin ji zimanê Erebî ketine zimanê me. Ev deng welê di zimanê me da bi cih bûne ku bivê nevê divê em bi lêkolîn û munaqeşeyên gellek ciddî li ser van dengan rawestin û ilmî bidin tespitkirin ka gelo divê ji bo van dengan tîp di alfabeya me da hebin an na. Divê em karibin îlmiyen derbixin ku ka bi rastî ev deng hemû ji erebi ketine zimanê me yan hin deng di wi zimanê kevnare de jî hebûne ku Kurdî ji şaxekî ji wî zimanî ye. Piştre ev deng ji kijan zimani tên bila bên, welê di Kurdîya îroyin de hene ku ne tenê di nav gotinên Erebî de ne, ketine nav gotinên xwerû Kurdî bi xwe ji. Her weki gotina “hezar” gotineke Kurdî ye lê di nav piraniya xelkê de ev gotin wekî “h’ezar” tê bilêvkirin. Gava em di ferhengeka Kurdî de lêbigerin, bêşik em ê rastî hê gellek gotinên din ên wek vê bên. Ji alî din gava em tipên van dengan têxin nav alfaba xwe, wê alfaba me çend zehmet bibe û gelo ferz e; ne ferz be jî hêja ye ku em alfaba xwe bi van herfan zêde bikin?

Pirsa duduyan pirsa dengên p’ k’ ç’ t’ r’ û ľ ya stûr e ku ev jî her nêzî wê pirsa jorîn e. Di ser de jî ev deng ne ji wan dengan in ku tê gotin biyanî ne.

Pirsa sisiyan ji ew pirs e ku iro herî pirtir li serê munaqeşe tê kirin: pirsa dengdêrên “dîtinê”. Gelo ev dengdêr bi tipên “i” û “î” yê yan bi tipên “i” û “i” yê bên nişankirmê? Eşkere ye ku di rewşa îroyin de herî zûtirîn çareserkirin ji bo vê pirsê divê. Çimki vê yekê welê lêkiriye ku ne ku em Kurd tenê bi alfabên ji hev cuda bikartinm (hin ya Erebi, hin ya Kirîlî û hin ji ya Latînî) her wiha kesên ku alfaba Latînî dinivîsin ji bûne dubeş û alfaba Latînî ya Kurdan di vê dema modern de bi du awayan tê nivîsin, me hê di vir de Yekîtîyek ava nekiriye. Welê lê hatiye ku em her di metneki tenê de ji rastî van her du awayan tên.

Aliyê din ê meselê ji ew e ku bikaranina van dengdêran bi tipên “i” û “î” yê, di dema xwendinê de hem li welêt hem ji li derveyî welêt dijwarî û sergêjaniyê peyda dike. Çimkî li wî cihê hem miletên Ewrûpayê hem ji Tirk tipa “i” bikar tinin em ew Kurdên ku alfaba Mir Celadet Bedirxanî ji bo xwe bingeh digrin tipa “î” bikartinin. Ji ber ku xwendevanên Kurd çi yên piçûk bin çi jî yên mezin bin berî alfaba Kurdî nas bikin yan alfaba Tirkî yan jî yên yek ji miletên Ewrûpa naskirine, gava rastî metnekî Kurdî tên hem “i” yê hem ji “î” yê ne wekî ku em qesd dikin lê wekî wan miletan dixwînin. Ku bi vî awayî dixwinin jî yan fahm nakin yan jî şaş fahm dikin û gellek caran lê dilukumin, çend caran li ser diçin û tên heta ku kanbin rast bikin. Ev dijwarî û sergêjanî ji ber wê yekê tê ku, alfabe û xwendin nivîsandina Tirkan û yên Ewrûpiyan li gorî alfaba Kurdî li ser xwendevanên Kurd serdesttir in. Diyar e ku heta em wekî milet negihîjin qonaxa wê muesesetiya ku însanên me berî alfabên miletên din bi alfaba xwe aşîna bibin ev sergêjanî wê her dewam bike. Ev yek ji problemeka ciddî ye. Jê pêştir bi tercîhkirina van tîpan (wekî ku Mîr Celadet Bedirxanî daniye) em ne ku tenê ji alfaba Tirkî ji yên piraniya Ewrûpiyan ji bi dûrketine.

Tiştê ji lêkolinan ez tê gihiştime ew e ku Mîr Celadet Bedirxanî, tenê ji ber wê yekê di mesela van dengdêran de xwe hem ji alfaba latinî ya navnetewî hem jî ji ya Tirki bidûr xist ku di praktikê de di dema destnivîsê de “ı” ya Tirki di nav hin dengan de wenda dibû. Ev yek dide nişan ku Celadet Bedirxanî gellek qîmet dida rast û hêsanxwendin û nivîsandinê. Welê qimet didayê ku ji bo vê yekê karibû xwe ji alfaba latinî û ya Tirkî bidûrxistaya, ku ev her du xal ji du prensibên esasî bûn ji bo wî. Helbet gava Mîr Celadetî ev guhertin di alfaba xwe de kirin bîra wê yekê nebir ku di rojek wek îro de wê çi sergêjayî ji bo me Kurdan peyda bibe. Baweriya min ew e ku Mir Ceiadet Bedirxan iro li jiyanê bûya û biditaya ku em çawa li ser du dengan bûne du beş û çawa piçûkên Kurdan li nivîsên bi alfaba wî nivîsandî dilukumin ew rojekê jî nedisekinî wî yê ev tipên alfaba xwe biguhertana.

Lê em Kurdên îro, bi ronakbirên xwe bi xwende û nivîsevanên xwe yên sade, vê meselê ciddî nabînin bi bahanên nelirê wekî xwe dikin û di inada xwe de dimeşin.

Pirseka din ji ku di munaqeşên li ser alfaba Kurdî de tê meydanê pirsa tipên “u” û “û” ne ku Tirk wan bi “u”-û “u” destnişan dikin. Di vê pirsê de alfaba Tirki pirtir dûri alfaba Latînî ya navnetewî ketiye. Alfaba Mir Celadetî pirtir nêzîkî alfaba navnetewî ye. Gelo di vir de jî divê em alfaba xwe nêzî alfaba Tirkî bikin an na?

Di vê pêşgotinê de gava ez van pirsan tinim holê, helbet divê neyê fahmkirin ku ez dixwazim ev tipên li jorê diyarkiri hemi li alfaba Kurdî bên zêdekirin û ew guhertin hemi têde bên çêkirin. Mexseda min jê ew e ez nişan bidim ku divê em qebûl bikin ku pirsên wiha û belki hê gellek pirsên ditir li ser rêka tekûzkirina alfaba me hene. Bi xebat û lêkolinên ciddi û zanisti divê em bersiva van hemû pirsan bidin û biryareka berfireh a îlmî şiklekî bidin alfaba xwe da hemî Latînînivîserên me ji wê qebûlbikin, yeksanî têkeve alfaba me ya Latînî. Berê dem û dewran bi awayekî din bû, me her yekê ji ber şertên hayjênebûnê, nezaniyê û zordariyê bi awayeki destpêkir, du bendi û sê bendi ket nav alfaba me. Uzrê me diyar bû loma ji belki gazin zêde ji me nedihatin kirin. Lê îro, êdi ciyê uzr û bahanên meşandina dubendiyan û peydakirina sergêjanî û dijwariyan nemaye.

Zimanzan û alimên me yên pedegojiyê û yên warên din û hetta bi daxwaza alikariyê ji alimên biyani, em divê rojekê zûtir berê xwe bidin van pirsan û bi gaveka biryardana zanistiya berfireh û gelemper bighîjin biryarekê ku ew biryar me hemûyan girêde.

Di vê rêkê de, ev kitêba di destê we de xebateka Dr. Celadet Çeliker e ku cara pêşîn e bi vê ciddiyet û zanistiyê berê xwe daye piraniya pirsên li ser alfaba Latînî ya Kurdî. Gava xwendevan kitêbê xelaske ji destê xwe deyne, ez bawerim ku wê ew ji qebûl bike ku, di tespita cewabên pirsan de, dixwazî ew pêrebe yan na wê teslim bike ku lêkolineke encama muhawelayeka zanisti ye û Dr. Celadet Çeliker di vê meselê de ciddî ye, ji hissiyatê dixwaze xwe dûr bixe, bi bahanên erzan û ne lirê meselê bincil nake, serê xwe pê re nêşandiye.

Hêvi û qenaeta min ew e ku pişti vê xebata Dr. Celadet Çelikeri, wê êdî nivîsarên hissî û ne îlmi yên bahane erzan zû bi zû cesaret nekin derkevin meydanê. Ev xebat wê pal bide ku xebat û lêkolinên zanisti pirtir bên pêşkêşkirin û ji hemî tiştan çêtir ji wê xizmeteke wilo bike ku hê zûtir dûmahik li munaqeşên ser alfaba Kurdî bê.

Bi hêviya ku gellek xebatên wekî vêya ronahiyê bibinin.

 

27.02.1994

Mûrad Ciwan

 

Destpêk

 

Her çiqas gotûbêjên li ser alfabê, rastmvis û rêzimana zimanê Kurdî kevn bin jî, ev çend sal in, xasme ji piştî salên 1980 yan, gotûbêj diçin û tên li ser babeta tipên du fonemên (dengên) Kurdî dicivin: Ango dengên ku bi tipên “i”(i) û “î”(i) tên nişan kirinê. Di nav Kurdan da li ser vê pirsê çend ditin û meyil hene. Meriv kare wan di sê beşan da bicivîne:

1- Yên ku hebûna pirsek weha nabînin û bi şid li dij rakirina niquta li ser “i” û kumika li ser “î” yê derdikevin.

2- Yên ku pirsek weha qebûl dikin û her çiqas di dilê xwe da bixwazin ji, lê di zar û nivîsandinên xwe da, guhertinek bi vi awayî zû û bêwext dibînin.

3- Yên ku vê pirsê pirseke giring dibînin û rakirina niqut û kumikê diparêzin.

Her weha bi gotûbêjên li ser vê pirsê ra, ji xeynî niqut û kumika li ser du tipan, hinik dîtinên din jî yên li ser guhastina çend tipên alfabeya Kurdî hene. Em ê di vê xebatê da li ciyê ku hewce dike, li ser van dîtinan ji bisekinin.

Beriya ku em yek bi yek li ser van hersê ditin û meylên li ser niqut û kumikê bisekinin, divê bi tevayi çend gotin derheqê kesên ku li dij guhertinê disekinin bête gotin. Gava meriv piçeki ji nêzik va li pisporî û mijûlayiya van kesan dinêre, bi ...




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues