La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Rya Teze, N° 42 (129)


Auteurs : | | | | | | |
Éditeur : Neşireta M.K.F.(b) Filistanê Date & Lieu : 1933, Rewan
Préface : Pages : 4
Traduction : ISBN :
Langue : KurdeFormat : 330x455 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Gen. Rya. N° 42 (129)Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Rya Teze, N° 42 (129)

Versions

Rya Teze, N° 42 (129)

C. Gênco

Neşîrata M.K.F.K.(b) Filistanê

Îro temam dibe salewexta qrarê 5ê îlûnê Merkezkoma F.K.(b) hemtifaqê dereq mektebêd dereca pêşin û orte, jê ku gelek ferze aliyê seyasetîyê û hebûnê welatê me, derheq çêkirin û hazirkirana sosîalîzmêda, derheq frekrin û pêşda birina înqlaba kûltûrî nav masada.
Xevatçiyê ronkayê welatê me, massajê pale û kolxozvan, proftbfaqa, cahilêd me firqeci û nəfirqecî gerekê hesav bidin xue, wekî çewa diqedînin qirarê han ya Merkezkoma Lênîn.
Lê ji hemûşka ferztir ewe, wekî diha kûr û hetta axiriyê jî bifikrin û fehm kin ew pirsa û xevatana mektebê polîtêxnîkîyê, jê ku bi ulmê Marks, Lenîn û Stalîn hatine kifş kirinê.
Hemin eyane, wekî salê paşinda bi qirarê Merkezkomê gelek xevat hatiye kirinê gelek pêşdaçûyin hatine dest anînê.
Xuendina hemûya hate serbest kirinê, xevatê mekteba hate danînê nav qirareke diha bilind û baş, derbazkirina dersa û dissiplîna xevatê di mektebada



QRARÊ FRQÊ DEREQ MEKTEBADA BIKIN XÛN Û GOŞT

Diha serkartya mekteba bidin qewînkirinê
Em teşkîl kin mekteba polîtexnîkîyê bi ulmê Lênîn

Îro temam dibe salewexta qrarê 5ê îlûnê Merkezkoma F.K.(b) hemtifaqê dereq mektebêd dereca pêşin û orte, jê ku gelek ferze aliyê seyasetîyê û hebûnê welatê me, derheq çêkirin û hazirkirana sosîalîzmêda, derheq frekrin û pêşda birina înqlaba kûltûrî nav masada.

Xevatçiyê ronkayê welatê me, massajê pale û kolxozvan, proftbfaqa, cahilêd me firqeci û nəfirqecî gerekê hesav bidin xue, wekî çewa diqedînin qirarê han ya Merkezkoma Lênîn.
Lê ji hemûşka ferztir ewe, wekî diha kûr û hetta axiriyê jî bifikrin û fehm kin ew pirsa û xevatana mektebê polîtêxnîkîyê, jê ku bi ulmê Marks, Lenîn û Stalîn hatine kifş kirinê.
Hemin eyane, wekî salê paşinda bi qirarê Merkezkomê gelek xevat hatiye kirinê gelek pêşdaçûyin hatine dest anînê.

Xuendina hemûya hate serbest kirinê, xevatê mekteba hate danînê nav qirareke diha bilind û baş, derbazkirina dersa û dissiplîna xevatê di mektebada hate qewîn kirinê û diha zêde kirinê.
Tenê îsal mekteba dereca bilind (Înstîtûta) û texnîkûma dane me nêzîkî hezar dersdarê teze xevatek, jê ku îsbat dike, wekî xevata xuendin hînbûnê li mektebada ser dereceke bilind sekiniye.

Gelek qewîn bû bazayê hebûnê mektebêd me. Tenê, wextê kampanya çandina biharê mektebê Filistanê ji 2000 hektarî zêde genim û pincar avîtin û nha ewana dkarin dha pak kin halwextê mekteba aliyê dem-dergeha polîtêxnîkîyê û învêntarizasîayê.

Îsal 67 avayê teze seva mekteba hatin çêkirinê û kutakirinê.
Xevateke gelek ber bi çev hatiye kirinê derheq hazir kirina kitêbê dersê hîmlîda. Ji 44 cûre kitêbê dersê îsalîn, 35 cûre hatine nesir kirinê û şandine ciya, nesir krina ktêbêd mayîn hetta 15-ê îlûnê kuta dibe.

Lê hema qirarê Zakkraykomê dereq mektebada gelek kêmasî eyan kirin, kêmasî, yê ku hene nav organêd Komîsarîata Ronkayê, nav teşkîletê firqê, komsomola, proftifaqê û hebûnê.
Teşkîletêd hanana hê guhdarîke baş û komekdayîneke konkrêt nagîhandine mektebara.
Seva wê yekê lazime, palêd û kolxozvanêd me bçivin dora mektebê û dora dersdara û guhdarya xue didin xevata xuendin hînbûnara.

Ji wê şûnda lazime, em qewîn şer kin miqabilî oportunîstîyê, bûrokratîzmê.
Pirsa sisya ewe, wekî em serkartya mekteba bidinê qewîn kirinê û bêrûtî û neçavdarî bcarekêva bidin hildanê.

Pirsa çara, ewe, wekî em kadrê baş ya derstarê şêwrêl bidin hazir krinê û bazayê polîtexnîkî seva mekteba serbest bikin.
Lê pirsa me ji hemûşka ferztir ewe, wekî şagirt û xuendkarê me bistînin terbiyeteke seyasetiyê, terbiyeta komûnîstîyê.

Gerek teşkîletê firqê û komsomola vî alîda xevata xue diha gumreh bikin, palêd û kolxozvanêd me bxevitin dereq pêşdabirina terbiyeta komûnîstîyê.
Pêş, dereq qedandina terbiyeta komûnîstîyê, seva mektebê polîtêxnîkîyê bi ulmê Marks, Lênîn û Stalîn.

.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues