SLAVA PROLETARÎATÎYÊ ALAVÎ JI TEŞKÎLET Û TELÎMDARÊ SPARTAKÎADAYÊRA:
Ji cahilara maye hêja sêrî brina xevata Komûnîzmê, bi van maye tebîyê şerê Komûnîzmê û ew gerek berbirî wan tebîya bin bi cêrgê tijî û qewîn, saqlem, bi rehê polayî û bi tamarê hesinî / Lenîn
Roja yekbûna qewata fîzkulturnîka
18-ê îlûnê çewa li temamya Tivaqa Şêwrê, usa jî li bajarê Rewanêî sor teşkîletê fîzkûltûrê bi lozûng û beyraqê sor hezar-hezar xort û qîzêd cahil li dora xuê civandî, bi teşkîldarî derketin meydanê, kubar û serfinayazî.
Teşkîletê Spartakiadayê ji Filistaniyê bi 34 hezar xort û qîzê gihîştî, jê ku hlanîne terbetê fîzkulturê bi hezar-hezar şagirtê mektebara tevayî, îro berbirî deh saliya ejda sportê dibin. Teşkîldarya teşkîletê fîzkûltûrayê îro çewa li bajarê şêwrê, usa jî li her gundî di mekteb û nagundîyê xevatçîda gelekî ferze.
Teşkîletê fîzkûltûrê he ku tenê hazir dkin komêd cahla qewat û saqlem, wêra tavayî hazir dike komekdarê xevata sosîalîzmê, yê ku bi egîtî dkin şer seva qedandina planê sosîalîstîyê, jê ku dcedînin hin bibin û diha qewîn kin terbetê komunîstiyê.
Teşkîldarya teşkîletê fîzkulturê di nav gundê kurmancê xevatçîda wan salêd paşin cî cîna zîl dane. Lê bi gudarya mezin pêşda nalivin. Uzekêd firqê û komsomola bin tilyara vê teşkîletê dnêrin.
Dereq teşkîldarya fîzkûltûrnîka, derheq qilsileta teze bi can û ruhê saqlem, em bîr bînin temînê dersdarê meyî mezin hevalê Stalîn: - “Wê li me zêde bin silsileke pala ya teze, saqlem û dilşa, yek karibin bilind kin qewatdarya welatê şêwrê, bi qefesa xue xueyî kin welatê me ji ningavîtina dijmina” / Stalîn
Em îro ji her teşkilet û aktîvê gundê xevatçiyê kurmanca dxuezin wekî ne ku tenê ew, bi wanra tevayî temam ya cahilêd xevatçî berevî bin beyraqa spartakiadayê bin, yak hazir dke bi can û ruhê qaqlem himdarê xevata sosîalîzmê, ya ku qewîn dike tevgrêdana înternasîonalîyê, ferih û kubar.
..... |