The Kurdish Digital Library (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Rya Teze, N° 11 (157)


Authors : | | | | |
Editor : Neşireta M.K.F.(b) Filistanê Date & Place : 1934, Rewan
Preface : Pages : 4
Traduction : ISBN :
Language : KurdishFormat : 325x450 mm
FIKP's Code : Liv. Kur. Kl. Gen. Rya. N° 11 (157)Theme : General

Presentation
Table of Contents Introduction Identity PDF
Rya Teze, N° 11 (157)

Versions

Rya Teze, N° 11 (157)

Cerdoyê Gênco

Neşîrata M.K.F.K.(b) Filistanê

Welatê Şêwrêda hebûna cimaetê, eger aliyê îndustraêda, eger rencberîyêda gelekî pêşda çûye û pêşda diçe roj bi roj; biwê yekêra grêdayî pak dive halê xevatçîa, usa jî emirderbazkirina wana, pêşda diçe kultura xeatçîa.
Halê jina kok û binva hate guhastinê.
Jin naha him bacarda, him jî gundda qeweteke mezin tê hesavkirnê, ewana naha aliyê êginiyêda zorin. Ji nav cêrgê jina, yê usa tên pêşda kişandinê, wekî xevata sotsîalîstiyêda serkarîyê dikin, xevata teşkilkirnê pêşda divin. Eva yeka hana hema jin ...



XUEŞ BE 8-Ê ADARÊ, XUEŞ BE EYDA AZAYA JINA HEMÛ WELETA, YÊ KU BI EGÎTÎ ŞER DKIN BONA DESTANÎNA AZAYA Û IXTÎYARA XUE

Jinê xevatçî kolxozvan û gundîyê tekmpale, diha six kin çêrga xue kolxozada, bona blind krina hasi rêncberîyê, bona qedandina planê çandina biharê bi temamî

8-Ê ADARÊ

Welatê Şêwrêda hebûna cimaetê, eger aliyê îndustraêda, eger rencberîyêda gelekî pêşda çûye û pêşda diçe roj bi roj; biwê yekêra grêdayî pak dive halê xevatçîa, usa jî emirderbazkirina wana, pêşda diçe kultura xeatçîa.
Halê jina kok û binva hate guhastinê.

Jin naha him bacarda, him jî gundda qeweteke mezin tê hesavkirnê, ewana naha aliyê êginiyêda zorin. Ji nav cêrgê jina, yê usa tên pêşda kişandinê, wekî xevata sotsîalîstiyêda serkarîyê dikin, xevata teşkilkirnê pêşda divin. Eva yeka hana hema jin bi xue dikin, jin ji nav cergê xue pêşda dibin kişandinê.

Lê gerekê bê gotin, wekî teşkîletê me şêwrê, hebûnê û yê mayîn çawa lazimbîye, jin nekirine nava xebatê înîtsatîva wana, eginîa wana kê dane xevatê derheqa vê yekêda qrara sedrtîa îcrekoma Filistanîyê heye.

Boan hilanîna wan kêmasia şêwra sedrtya îcrekomê qrar derxistîye, bona ew kêmasî bên hilanînê.

Berê azaya jina tune bû, emrê jinê tûne bû.Ewana çawa divên tek jin dihatin hesavkirinê, bi evî cûreyî, bona jina mêrara jintî bikra, zarû malda xueyî bikirna, xevata malê bikirna û yê mayîn.
Malê kurmancada halê jinê diha xrav bû.

Jinê nikaribû ber mêrê xue xeverde, mîna qula cem mêrê xue derbaz dikir.
Diha zêde, jin difrotin, dewsa jinê dew bavê wê qelen distend, lema jî halê jinê diha xrav bû, çimkî ew bi pere hatibû sttendinê. Jina kurmanc xexuendî bû. Eva yekana gişka jin kribû halekî usa, wekî jinê mîna qula derbaz dikir.

Lê eva yeka hana gelekî nekişand, înglaba Oktyabrê nîrê patşê, bûrjûazîa ser stûyê xevatçîa hilanî, dîktatûra kete destê snifa pala, azaya jina hate dayînê, peyî înglabêra emrê jina jî bû aqasî, çiqas emrê mêrane.

.....




Foundation-Kurdish Institute of Paris © 2024
LIBRARY
Practical Information
Legal Informations
PROJECT
History & notes
Partenaires
LIST
Themas
Authors
Editors
Languages
Journals