La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Rewşa kurdî ya sosyolenguîstik li Tirkiyeyê


Auteur :
Éditeur : Avesta Date & Lieu : 2011, İstanbul
Préface : Pages : 234
Traduction : ISBN : 978-605-5585-71-6
Langue : KurdeFormat : 130x195 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Ope. Rew. N° 2519Thème : Général

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Rewşa kurdî ya sosyolenguîstik li Tirkiyeyê

Rewşa kurdî ya sosyolenguîstik li Tirkiyeyê

Ergin Öpengin

Avesta

Di vê xebata lêkolînê de, armanca me ya yekê ew e ku têgihiştina zanistî ya dînamîkên sosyolenguîstîk ên kurdiyê li Tirkiyeyê hêsan bikin li jêr ronahiya teoriyên teswîra sosyolenguîstîk. Wek armanca duyê, tê heye ku ev xebat bibe meydana ezmûnê ji bo helsengandina karîgeriya sepandina teoriyên cihê yên vî warê lêkolînê.
Ji bo rêberîkirina pêdaçûna xebatê, lêkolîn li dor van 4 pirsiyarên li jêrî hatiye avakirin:
1. îro, kîjan fakterên zimanî û der-zimanî xwedantesîr in li ser werara rewşa zimanê kurdî li Tirkiyeyê?
2. Gelo sazkarî û pêşhatên van heyamên dawî di warê siyasî û pratîk de li Tirkiyeyê xwedantesîr in li ser sehên welatiyên kurd sebaret bi zimanê xwe?
3. Kîjan fakter diyarker û biryarder in di tercîh û bikaranîna kurdiyê de li gor qadên civakî û rewşên danûstandina zimanî?
4. Rewşa faktayî/objektîf ya kurdiyê hevterîb e, an jî heta çi dereceyê hevterîb e, digel tercîh û bikaranîna zimanî ya di jiyana rojane de?
Problematîka me bi vî rengî xwe dispêre pirsiyareke seretayî ku bi awayê hanê dibe bê pênasekirin: heta çi dereceyê tesîra fakterên sosyo-polîtîk ên rewşa kurdiyê xwe di prêzeyên zimanî yên axêverên kurd ên li Tirkiyeyê nîşan didin?


Ergin Opengin - Lêkolîner û wergêr e. Ji xelkê Şemzînanê ye. Sala 2007an ji beşê perwerdeya zimanê ingilîzî li Zankoya Bogaziçiyê, li Stembolê, derçû. Sala 2009an xwendina xwe ya masterê di warê zimannasiya civakî de li Zankoya Rouenê li Fransayê qedand û niha li Zankoya Paris lllyê, li Fransayê doktoraya zimannasiya giştî dixwîne. Hejmareke meqale û nivîsarên wî yên bi kurdî, bi tirkî û bi fransî, û gelek meqaleyên lêkolînî, pexşan û berhemên edebî ku wî ji zimanên ingilîzî, fransî, tirkî, soranî û farisiyê wergerandine, di govar û rojnameyên wek Yazınca, Zend, Etudes Kurdes. Le Monde Diplomatique Kurdî, Birikim, Bîr, Nûbihar, W û Vesta de hatine belavkirin.



ÇEND GOTIN LI SER WERGERA KURDÎYA VÊ BERHEMÊ Û SPASDARÎ

Ev berhem wergera teza masterê ya nivîserî ye ku çiriya pêşîn a sala 2009an li Zankoya Rouenê, li Fransayê, hate pêşkêşkirin û qebûlkirin. Wergera tezê ye lewma bi qestî destkarî di naveroka xebatê de nehatine kirin û munaqeşe û pêdaçûnên nû li wergerê nehatine zêdekirin. Herwiha, bi niyeta ku materyeleke kurdî di formata tezeke xwendina bilind de berdest be ji bo kesên elaqedar, şêwaza birêkxistina beşên xebatê jî wek xwe hatiye ragirtin. Lê belê, di beşê II de, pareke bi serenavê Guherîna zimanî ji ber kontakta zimanan, qederê 6 rûpelan, jê hatiye derxistin, Iewre ev para navborî munaqeşeyeke bes teorîk û teknîk bû. Herwiha, di sertaserê xebatê de hindek têbînî Iê hatine zêdekirin ji bo hêsankirina têgihiştinê. Ev têbîniyên nû bi stêrkan hatine nîşandan ji bo cudakirina ji têbîniyên deqa jêder, ku têbîniyên deqa jêder bi jimareyan hatine nîşandan.

Bêguman wergerandina lêkolîneke akademîk a dirêj bo kurmanciyê, ku me’lûm e di warê nivîsevaniya akademîk de zêde nehatiye ceribandin, hindek arîşe û rîskên xwe hebûn. Nemaze, destnîşankirin û bikaranîna şêwezarê nivîsevaniya akademîk -ku di hemû zimanan de xwedî taybetiyên xweye- bi rengekî hevaheng di sertaserê deqê de, û herwiha peydakirin û bikaranîna têrmên zanistî, bi taybetî yên zimannasiya civakî, du zehmetiyên serekî bûn di pêvajoya wergerê de. Dimîne bo bal û teqdîra xwîneran ka heta çi dereceyê ev arîşe di wergerê de hatine safîkirin, lê belê hindek xal hene ku pêdivî ye bêne ravekirin ji bo destxweşkirina xwendina vê berhemê:

Hewl û serinceke taybet li ser wê hindê bûye ku naveroka wateyî an jî çepera semantîk a têrmên di deqa resen de, hindî mumkîn be, di deqa armanc de jî bê dabînkirin. Ji bo vê yekê du rêyên serekî li pêş bûn: yek, peydakirin an pêşniyazkirina têrmekê bi kurdî an ji zimanekî din, du, vesazkirina wateya têrma resen bi çend peyvan an jî bi hevokekê, anku bi rêya terîfkirina têrma resen. Lewma gelek têrmên nû hene di deqê de ku bi awayê reşkirî/tarî hatine diyarkirin û hindek ji wan bi têbîniyên li binê rûpelan û hindek jî li dawiya kitêbê di para ‘ferhengoka têrmên zimannasiya civakî’ de hatine ravekirin.

Di peydakirin û pêşniyazkirina têrmên nû de sê rêbazên serekî hene di deqê de. Yek, firehkirina wateya peyveke kurdî bi rengekî ku wateya têrma zimanê resen bi xwe ve bigire. Di vê rewşê de, têrma muadil a bi zimanê ingilîzî, carinan jî bi fransî, di nav kevanan de û bi forma îtalîk hatiye nivîsandin. Têrm bi xwe bi jêrenotekê an jî di ferhengokê de hatiye ravekirin. Hindek nimûne ji vê birrê re: zelîna zimanî (language shift'), betilîna zimanî (Janguage attrition), kod-guhorîn/kod-qelaptin (code-switching). Rêbaza duyem, têrmên bi lehceya soranî û îmkanên peyvdariştina bi vê lehceyê bûne serçaveyeke din. Bo nimûne, zarawe, helsengandin, kêmîne, zimanê kêmîneyî û hwd. Rêya sêyem a dabînkirina têrman lêanîna grafîk a têrma resen e li gor taybetiyên deng û li gor prensîbên xwemalîkirina formên zimanên din di kurdiyê de. Anku di vê birrê de têrm bi zimanê resen hatine bikaranîn, lê belê bi pêy deng û morfolojiya kurdiyê hatine adaptekirin (bo nm. sosyolenguîstîk ji têrma sociolinguistics').

Daçeka xelekî ya cihî (location circumposition) (di... de), bi awayê xwe yê tekmîl, bi hêmanên (complement) daçekê yên kurt re hatiye bikaranîn; lê belê, gava di nav çepera ferzkirî ya daçekê de (anku di navbera pêşpirtik û paşpirtika daçekê de) daçekeke din digel hêmana xwe an jî digel hevokekê hebe, hingê pirtika duyê ya daçekê nehatiye lênan. Bo nm. "Heta çi dereceyê, tesîra fakterên sosyo-polîtîk ên rewşa kurdiyê xwe diprêzeyên zimanîyên axêverên kurd ên li Tirkiyeyê (de) nîşan didin?” Di vê hevokê de pirtika duyê ya daçekê, “de”ya tarî û di nav kevanan de, nehatiye lênan, ji ber ku bi ya me çepera karîgeriya daçekên xelekî di kurdiyê de sînordar e û di vê nimûneyê de hebûna hevokeke daçekî (prepositionalphrase) ya navxweyî pêdiviyê bi temamkirina daçeka xelekî nahêle û jixwe wêdeyî qada karîgeriya cûreyê daçeka navborî ye.

Heçî babeta wan têrman e ku halê wan ê navdêr di heman demê de rengdêr e jî, wek sosyolenguîstîk, etnîk, di adaptekirina wan a bo kurdiyê de gelek caran ji mirovî ve çêtir e ku qertafa -fya rengdêrçêker (-î’ya nisbî) lê bê zêdekirin. Bo nimûne, ji bo a sociolinguistic study ya bi ingilîzî, bi kurdî bêjin xebateke sosyolenguîstîki, an jî ji bo an ethnic conflict a bi îngilîzî bi kurdî bêjin dubendiyeke etnîkî. Lê belê di van nimûneyên bi zimanê resen de jixwe ev têrm (sociolinguistic û ethnic) rengdêr in, û gava em bi kurdî rabin -fya rengdêrçêker jî lê bikin, wek etnîkî, hingêdu caran dibe rengdêr. Lewma me naverok û taybetiyên têrma resen, anku li gor cihê bikaranîna xwe an navdêr an jî rengdêr, bi fertir zanîn û di bikaranîna wê ya kurdiyê de peyveke rengdêr careke din nekir rengdêr. Bo nimûne, sosyolenguîstîk (sociolinguistic) navdêr e, lê belê di têrma teswîra sosyolenguîstîk de sosyolenguîstîk rengdêr e (sociolinguistic description), herwiha me negot dubendiyeke etnîkî lê dubendiyeke etnîk.

Heçî rastnivîs e, meyla serdest a nivîsevaniya kurdî di vê berhemê de zal e, lê belê di pirsa girdek û hûrekan de, pîtên ewil ên navên ziman, welat û miletan de qaîdeyên Rojnameya Kurmancî hatine tercîhkirin û bi vî rengî pîtên ewil ên navên zimanan biçûk in, navên dewletan mezin in, û pîtên ewil ên navên miletan carinan biçûk carinan mezin in: gava ku milet wek navdêr serbixwe be, anku wesfa navdêrekî din nebe, hingê bi pîta gir hatiye nivîsandin, wek “hevpeymaniya mîrîtiyên Kurdan”; lê heke navê miletî sifet be, anku wesfa navdêrekî din be hingê bi pîta hûr hatiye nivîsandin, wek “cemaeta kurd”.

Spasdarî
Bi dirêjiya pêvajoya vê lêkolînê, her digel pêvajoya wergera wê, ked û alîkariya gelek kesan gihişte min. Min divêt ewilî spasî li mamosteyê xwe rêzdar Salih Akin (Zankoya Rouenê) bilam ku gelek zehmetî bi rêvebirina lêkolîna min ve dît û bi têbîniyên xwe û bi rêberiya xwe hêsankariyeke mezin kir di encamdana vê lêkolînê de. Herwiha spas bo rêzdar Laurent Gosselin (Zankoya Rouenê) ku di kar û barê rêvebirina teza min de pişkdar bû. Enstîtuya Kurdî ya Parîsê bi fonekê alîkarî da ji bo mesrefên birêvebirina xebata meydanî, gelek spas bo serek û xebatkarên wê. Min divêt herwiha malavayî li wan hemû kesan bikim ku beşdari di lêkolînê de kirin û bi bêhnfirehî bersiv dane pirsên pirsyamameyê. Gelek spas bo kak Vahap Esen û kak Elîxan Loran ku gelek alî min kirin ji bo peydakirina beşdarên lêkolînê li Diyarbekirê. Malavayî bila herwiha li kak Dilşad Öpengîn û Receb Öpengîn be ku bi saetan digel min li Nawşar/Şemzînan û li gundên Şemzînanê ketine hewla sepandina pirsyamameyan.

Di qonaxa wergerê de min kelk ji fikr û boçûnên çend heval û xemxwirên kurdiyê wergirt. Zor spas bo kak Hesen Qazî ku tevahiya deqê bi sebr û dêhn xwend û pêşniyazên xweyên derheqê
têrmînolojiya di xebatê de ji min re nivîsandin. Herwiha malava bin kak Şerif Derince û kak Bawer Ronahî ku nusxeyeke pêştir a berhemê xwendin û têbîniyên xwe yên li ser wergera wê ji min re nivîsandin. Gelek kesên din bi rengên cuda pişkdarî di birêveçûn û tewawbûna vê lêkolînê de kirin, spasî û razîbûna xwe erz dikim bo mamosteyên min Geoffrey Haig, Clara Mortamet, Evangeliou Adamou; hevalên min Şerif Derince, Anne-Marie Kerhuel-Aydogan, Roxana Joyannides, Caroline Wallis, Kawa Destûre, Mesûd Dryaz, Metin Bagnaçik, Onur Gûnay.
Axirî min divêt rêz û spasiyên xwe erz bikim bo malbata xwe, bi taybetî bo dayîka xwe û babê xwe, ku bi dirêjiya serhatiya min a xwendekariyê, bi mêhrebanî û piştgiriya xwe ji bo min bûne serûkaniya moral û hêza pêdaçûnê.



Destpêk

6ê çiriya paşîn a 1991^, Leyla Zanaya ku hêj taze hatibû hilbi- jartin bo Parlamena Tirkiyeyê, di merasîma vekiririê de hevo- keke sonda xwe ya wekîliyê bi kurdî got. Ev rûdan, ku bû binasê polemîkên mezin ên siyasî û civakî, di heman demê de derbirîna nerihetiya Kurdan bû sebaret bi statûya zimanê xwe. Lewre kurdiya ku mehrûm bû ji her çi naskirineke resmî û ku bikaranîna wê di qada giştî de qedexe bû, di çend qadên sosyal ên berteng de hatibû hepskirin.

Ji hingê ve, siyaset û civak li Tirkiyeyê pir guherîn. Pêvajoya en- dametiya Tirkiyeyê di Yekîtiya Ewrûpayê de bi xwe re, bo nimûne di warê rêzlêgirtin û cîbicîkirina mafên kultûrî de, pêşketinên girîng anîn. Bêguman van şert û guherînên taze lez û karîgeriyek da ça- lakiyên kultûrî û siyasî li dor zimanê kurdî. Lê belê, heyama li dû wê bi temamî li ser bi amrazkirina siyasî ya zimanê kufdî ava bû; car wekî bingeh û serekanî ji bo mobîlîzasyona siyasî ya kêmîneya kurd, car ji bo derpêşkirin û peytandina gotara resmî ku li ser red- kirin û tehqîra kurdiyê ava bû. Li rexekî çalakvaniya siyasî ya kurdî ...




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues