La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Rêbera Rastnıvîsînê


Auteur : Multimedia
Éditeur : Rupel Date & Lieu : 2012, İstanbul
Préface : Pages : 298
Traduction : ISBN : 978-605-86516-0-9
Langue : KurdeFormat : 135x195 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Ayd. Reb. N° 2529Thème : Linguistique

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Rêbera Rastnıvîsînê

Rêbera Rastnıvîsînê

Mistefa Aydogan

Rupel

Ev berhema di destê we de, li ser daxwaza IKMGê, li gor pêşnîyaza birêz Malmîsanijî û di bin koordînasyona wî de, ji alîyê birêz Mistefa Aydoganî ve hatiye amadekirin ku di nav xebata Ferhenga Rastnivîsînê de jî bi awayekê aktîf cih girtibû.
Her du weşanên destpêkê yên Rûpelê; “Ji bo Rastnivîsînê Ferhenga Kurdî (Kurmancî) - Tirkî” û “Rêbera Rastnivîsînê” du xebat in ku hevûdin temam dikin. Ev her du xebatên bingehîn dê di heman demê de ji bo hemû weşanên IKMG û Rûpelê yên kurmancî bi mebesta standardîzebûna kurmancîyê wekî bingeh bihên qebûlkirin.
Rêbera Rastnivîsînê ku bi şêwazeka akademîk-zanistî hatiye amadekirin, dê bersiva wê hewcedarîya girîng bide ku di warê standardîzebûna zimanê kurdî de heye. Ji hêla naverok û bergehî ve, dê ji bo her kesê ku bi kurmancî binivîse bibe çavkanî.
Di siberojê de em dê hin caran li vê berhemê vegerin, li gor pêdivîyan berfirehtir bikin û ji nû ve çap bikin ku di warê xwe de bibe çavkanîyeka sereke.
Nêzîkî bîst berhemên din ku werger û redaksîyonên wan bi piranî qedîyane, dê li gor qayîde û standardên zimanî yên ku di van her du berheman de cih digirin, cara dawîyê bihên redaktekirin û di mehên pêşîya me de bihên çapkirin.



ÇEND GOTINÊN PÊWÎST

Ziman di axaftinê de û di nivîsînê de bi awayên cuda dîyar dibin. Ji ber wê ye ku meriv wekî dipeyive, nanivîse. Zimanê axafitinê bi dengan peyda dibe û bi bihîstinê dihê wergirtin. Lê zimanê ni- vîsînê bi nîşanên grafîkî pêk dihê û bi bînahîyê dihê wergirtin. Loma dihê gotin ku axaftin zimanek e ku ji bo guhan e û nivîs jî zimanekê din e ku ji bo çavan e. Ji ber wê yekê ye ku gelek kes zi- manê axaftinê û zimanê nivîsînê hema hema wekî “du zimanên cuda” jî dibînin.
Loma meriv nikare xwe bi tenê bi qayîdeyên zimanê axaftinê ve girê bide û binivîse. Ji bo nivîsîneka serrast pêwîstî bi qayîdeyên zimanê nivîsînê heye. Lewre şertên ku ji xwendinê dihên xwastin û yên ku ji guhdarîkirinê dihên xwastin ji hevûdin cuda ne.

Gava ku meriv dipeyive, gelek awa hene ku hem alîkarîya der- birînê dikin hem jî alîkarîya têgihîştinê dikin. Ji ber ku meriv bi jest û mîmîkan, bi nîşandana hisên xwe, bi rawest û vehesê, bi şi- dandina hin kîteyan, bi bilindkirin û nizmkirina dengê xwe û hwd dixebite ku alîkarîya axaftinê bike û pê re şertên têgihîştineka rast peyda bike.

Dinivîsînê de rewşbicarekê guhertîye. Jiber ku merivji tevayîya van alîkarîyên navbirî bêpar e, rîska şaştêgihîştinê jî bêhtir e. Ji bedêla wan, di nivîsînê de pêgirîya hin qayîdeyan dihê kirin û hin sîn-yal, hin nîşanên taybetî dihên bikarînan ku di vê rêberê de xal bi xal behsa wan dihê kirin.

Ji bo nivîsîneka baş, birêkûpêk, fêmbar û herweha ji bo berlêgirtina tevlihevî û sergêjîyan qayîdeyên zelal -çi yên ku xwe bispêrin rêzi-manê, çi jî yên ku xwe bispêrin hevfikirî û lihevkirinê- şert in. Lew-re gava ku qayîdeyên rastnivîsînê yên li ser bingehên navbirî he-bin, xwendin hêsantir û zelaltir dibe. Rê li ber şaştêgihîştinan ve-nabe. Herweha naveroka zimanê nivîskî jî dikare bi mebesta xwe re guncayî bihê ragihandin.

Herçî nivîsîna rêbereka rastnivîsînê ye, ji bo wan zimanan hêsantir e ku di warê qayîdeyên rastnivîsînê de lihevhatinên wan yên civa-tî hene. Lewre meriv weha dihizire ku rêberên rastnivîsînê yên zimanên weha dê ji rêzkirina qayîdeyan pêk bihê û yên ku karê nivîsînê dikin jî ji bo nivîsîneka li gor qayîdeyên lihevkirî, di-karin li wan binêrin û pêgirîya wan bikin. Di vê çerxa teknîka enformasyonê de êdî ev qayîdeyên rastnivîsînê wekî bernameyên rastnivîsînê di komputuran de jî bicihkirî ne. Heger daxwazên ji bo guherînê hebin jî minaqeşeyên wan bi awayekê din dihên kirin û heta gihîştina encamekê, ango heta ku li ser wan pirsan lihev-hatineka civatî peyda nebe, qayîdeyên tesbîtkirî bi awayekê giştî nahên pêpeskirin. Ji bo nivîsîna rêberên rastnivîsînê yên zimanên weha, helbet pêwîstî dê bi şirove, ravekirin û argumanên zêde tune be. Lewre wan qonaxên weha bi awayekê giştî li dû xwe hêlane.

Herweha divê bihê dîyarkirin ku di rêberên rastnivîsîna zimanên weha de, meriv li gel mijarên rastnivîsînê yên adetî, mijarên mîna raçandina tekstê, nivîsên taybetî, tablo, dîyagram, nîşanên kêmnas, sembolênfonetîkê, di komputurê de nîşanên taybetî, vavêrtina alfa-betîk, ji bo nivîsîna di komputurê de rêyênpratîk, nivîsîna çavkanî û referansan, nîşanên rastkirinê û hwd jî dibîne ku êdî ew jî di vê çarçoveyê de dihên qebûlkirin.

Ji bo zimanên ku nivîsîna wan zêde pêş neketiye û qayîdeyên wan yên rastnivîsînê cara yekem dihên nivîsîn jî problem dê hinde ne zêde bin.

Kurmancî bi xwe, nakeve nava her du kategorîyan jî. Ji ber ku rewşeka kurmancîyê ya taybetî heye, rêbera wê ya rastnivîsînê jî di vê qonaxê de dê li gor vê rewşa taybetî be. Pir eşkere ye ku di rewşeka weha de amadekirina rêbereka rastnivîsîna kurmancîyê ne karekî hêsan e. Ji ber ku nivîsîna kurmancîyê di van 30 salên dawîyê de -bi saya îmkanên teknolojîyê jî- bi qasî ku meriv nikare bide ber tu demên din têrbelav e. Lê her beşekê kurmancîaxêvan li parçeyên welatê xwe yên cuda di bin tesîra zimanên dewletên serdest yên cuda de ye û rastnivîsîna wan zimanên serdest, bivê nevê, tesîrê li awayê nivîsîna kurmancîya wan dike.

Hin kurmancîaxêv jî hene ku li welatên cîhanê yên cuda dijîn. Lo-ma pir normal e ku kurmancîaxêvên weha di bin tesîra zimanên wan welatan de bimînin û rastnivîsînên zimanên wan welatan bi awayekê xurt tesîrê li awayê nivîsîna wan jî bikin. Ji ber vê yekê, ne dûrî aqilan e ku kurmancîaxêv -çi pê bihesin çi jî pê nehesin-di bin tesîra wan zimanan û wan rastnivîsînan de li rastnivîsîna kurmancîyê binêrin.

Gelek nivîskarên kurmancîyê tevî ku li welatê xwe ne jî di bin tesî-ra rastnivîsîna zimanên xwe yên bîyanî yên din de ne. Nimûneyên rastnivîsînê yên cuda di berhemên wan de xwe didin der. Hin nivîskar jî bi temamî bi tesîra devokê xwe dinivîsin. Herçî kitêbên dersan in jî bi cudayîyan ve mişt in. Di her kovar û rojnameyeka me de, meriv pir bi hêsanî dikare behsa qayîdeyên cuda bike. Di medyaya dîjîtal de em hertim bi van cudayîyên nivîsîna kurman-cîyê re rû bi rû dibin. Kitêbên rastnivîşînê yên ku berî niha hatine weşandin jî ji cudayîyan ne bêpar in. Di dezgehên me yên weşanê yên din de jî standardên cuda xuya dibin. Heta, di warê herfên al-fabeya kurmancîyê de jî cudayî hene.

Ji ber gelek problemên din û van sedemên dîyarkirî ye ku gava mijar kurmancî be, ji bo rêbereka rastnivîsînê, pêwîstî dê bi şi-rove, arguman, nimûne û ravekirinan jî hebe. Heger di warê rast-nivîsînê de problemên navbirî tune bûna, pêwîstîya me jî dê ne bi argumanan ne bi şiroveyan ne jî bi ravekirinan hebûya.

Lê wekî ku dihê zanîn, di warê rastnivîsîna kurmancîyê de prob-lem pir in. Endîşeya di warê peydakirina hizireka hevbeş û lihev-kirineka civatî de mezin e. Loma di vê qonaxê de ji bo yeqînî û piştrastîyê û peydakirina hizireka hevbeş, di nivîsîna rêbereka rastnivîsînê de pir normal e ku meriv hin caran xwe bispêre deng-nasî û manenasîyê, zorê bide sînorên rêzimanê yan derbasî nav sî-norên fonetîkê û hwd bibe. Heger di vê xebatê de hin caran beşên ravekirin û argumanên hin xalan zor dabe sînorên rastnivîsînê û heta hin caran ji çarçoveya kitêba rastnivîsînê derketibin jî ji ber vê endîşeyê ye.

Ji ber ku rêbereka rastnivîsîna kurmancîyê nikare çavên xwe ji problemên heyî re bigire û awayên cuda nebîne. Herweha ne ma-qûl e ku girîngîyê nede minaqeşeyên berdewam jî. Bi bawerîya min, çi rêbereka rastnivîsînê ya ji bo kurmancîyê be ku çavên xwe ji problemên heyî re bigire û girîngîyê nede minaqeşeyên berde-wam, hingê ew rêber dê berhemeka biqisûr be.
Ev awayên cuda rastîyên civata me ne. Lê li gel şirove, ravekirin, arguman û nimûneyan, destnîşankirina awayekî -ji nava awayên heyî- jî ji bo standardldrina nivîsîna kurmancîyê pêwîstîyek e.

Herçî xalên rastnivîsînê ne, hin tişt hene ku meriv dikare li ser wan li hevûdin bike. “Gelo em apostrofê bi kar biîninyan naV' yan jî “Navên netewe û zimanan bila bi hûrdekan destpê bikin yan bi girdekan?” û hwd nimûneyên wan xalan in ku meriv dikare li ser wan li hevûdin bike. Lê hin tişt jî hene ku ji bo lihevkirinê ne qabil in; ango meriv nikare li ser wan li hevûdin bike. “Bila nêr û mê di kurmancîyê de bimminyan na?” yan “Gelo em êdî destji ergatîfiyê berdin yan na” û hwd ji wan xalan in ku bi lihevkirinê nabin. Ji ber ku ew di xwezayîya kurmancîyê de bi awayekî sîstematîk hene û taybetmendîyên kurmancîyê yên bingehîn in. Loma gava ku em bixwazin bi vî zimanî binivîsin, divê ku em pêgirîya wan bikin.

Tevî vê jî di hin waran de kurmancîaxêv bi xwe awayên cuda der-dixin pêşîya me. Yek ji wan nimûneyan ew e ku di kurmancîyê de di warê zayenda hejmarnavan de du awa derdikevin pêşîya me; ango hin kurmancîaxêv hejmarnavan nêr dihesibînin û hin kur-mancîaxêv jî wan mê dihesibînin û ev yek jî tesîrê li awayê rast-nivîsîna wan ya hejmarnavan dike. Herçî pirsên bi vî rengî ne, vê rêberê hewl daye ku awayên cuda destnîşan bike. Lê ev rêber li gel destnîşankirina cudayîyan, herweha tercîha xwe ya ji bo stan-dardê jî pêşkêş dike.

Divê bihê zanîn ku pêwîstîya nivîsîna kurmancîyê bi standardekê heye û ji bo standardekê jî qayîdeyên rastnivîsînê şert in.

Ji bo nivîsîna vê rêberê, min bi çavekê rexnegirane li xebatên berê nihêrî, pirsên herî girîng hilbijartin û ez li tecribeyên zimanên cuda jî hûr bûm. Heger hûn pêgirîya vê rêberê bikin, nivîsîna we ya kurmancîyê dê serrasttir bibe û herweha tiştên ku hûn binivîsin jî dê ji bo xwendevanan zelaltir û fêmbartir bin.

Bi hêvîya ku ev rêber rêyê li ber standarbûna nivîsîna kurmancîyê xweştir bike...

01.06.2012
Mistefa Aydogan

 




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues