La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Hindek aloziyên Zimanê Kurdî


Auteur :
Éditeur : Metbaet el-katib Date & Lieu : 1993, Dimeşq
Préface : Pages : 176
Traduction : ISBN : 978-605-86516-0-9
Langue : KurdeFormat : 135x185 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Ara. Ebd. Hin. N° 2592Thème : Linguistique

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Hindek aloziyên Zimanê Kurdî

Hindek aloziyên Zimanê Kurdî

Deham Evdilfetah

Metbaet el-katib

er wekî em dizanin, tîpên (A.B.) ya zimanê kurdî, dû celeb in:
A - Tîpên (bideng), wekî (a, ê, î...).
B - Tîpên (bêdeng), wekî (b, c, d...).
Helbet, mebesta me ji gotinên (bideng, bêdeng) ne navlêkirin e; tenê ji bo ku em her dû celeban ji hev binasin.
Di navlêkirina her dû celebên tîpan de, aloziyeke gelekî girêbend peyda dibe. Ew alozî, ji ewan navên têvel ku li her dû celebên tîpan bûne, hatiye. Çunkî her ...



PÊŞGOTIN

Çi gelê heye, bi zimanê xwe tête nasîn, û bi zimanê xwe jî nêvnas dibe, Çunkî zimanê gel, nasnameya gel e; pênasiya wî ya neteweyî ye.
Ji ber evê yekê jî, şerê gelên bindest, bi şerê zimanên wan dibe, ku ziman hate hilandin, gel jî pê re dihile.

Lewra ziman, ne tenê alavekî dan û standinêye; yan jî tenê bo fêrbûn û têgihijtinê ye.
Zimanê gel, bîr û bawerîya wî ye.. Hizr û ramana wîye.
Dema ku zimanê neteweyî tête jibîrkirin, helbet zimanekî biyanî dikeve şûna wî, û bi evê guhertinê jî, gelek tiştên giring, bi zimên re têne guhertin.

Herê, gelek tiştên ku di nasnameya neteweyî de tomarkirî ne, wekî;
Dîrok, Tore, Gelepûr, Sinc û rewişt... Ev tevjî, têne guhertin.. Û xewn, ta bi xewnên şevan jî têne guhertin. Çunkî, ew jî bi zimanekî biyanî - ne bi zimanê zikmakî - têne dîtin.

Di ancam de, çendî ziman bi tundî sazkirî be, hevçendîgeljî, dêjîndar û naskirîbe..! Ji ber evan egerên rabûrî, pêdivî ye ku em zimanê xwe yê neteweyî,ji talankirin û windakirinê biparêzin; em li ser ra westin.. Toza sedsalan ji ser bimaiin; da ku li ber tîrêjkên rojê steyl bike... Biteyise.. Hingê, zimanê me, dê bibe cihê şanaziya me, dê bibe pêpêlka pêşketin û şaristaniya me..!.

Roja îroj, aloziya zimanê kurdî yî neteweyî, ji dû hêlan ve têt:
1 — Pirbûna zaravan. Çunkî zimanê kurdî li ser çend zaravên sere parve dibe, wekî zaravê Kurmancî, Soranî, Zazî, Lorî, û Horamî. Û di bin siya her zaravekî sere de jî, çend zaravkên piçûk peyda dibin.

2 - Valahiya pertûkxaneya kurdî, ji gelek jêderên bingehîn. Nemaze, ji ewan pertûkên ku bi şêweyekî fireh û sergihayî (Temam), babetên rêzimanî, denganî (Fonêtîkî), rewanbêji û rênûsî bi xwe ve digrin.

Ji ber evan her dû aloziyên girêbend jî, gelek hêviyên me yên neteweyî li ser rêveçûna kar û barê me dilikumin û pêkanîna wan jî, bi derengî dikeve.
Bêguman, yekîtiya gelê kurd, ji yekîtiya zimanê wî yê neteweyî vedigere; û yekîtiya zimanê wî jî, bi yekîtiya zaravên wî yên herêmî pêk têt.

Vêca, li ber ronahiya evê rastiyê, gelo çi ji me tête xwestin?! û ka em çi dikarin bikin?!.
Rast e, em dixwazin gelek tiştan bikin, û gelek daxwazan jî pêk bênin. Lê mixabin, ne her tiştê ku em dixwazin, em dikarin bikin; û ne her daxwazê jî em dikarin bi cih bênin! Lê herî em di ewê baweriyê de ne, ku destpêka her avahiyeke bilind, kevirekî piçûk î şehkirî ye, û seretaya damezrandina zimanekî yekane jî, bêjeyeke piçûk î sazkirî ye..!

Ji evê baweriyê jî, em dixwazin dest bi piçûktirînên aloziyên zimanê xwe bikin; û gavê li pey gavê, li ser riya hezar mîlî bavêjin; ta em bighêjin qonaxa dawî... qonaxa damezrandina zimanekî yekane..!

Di gêra zaravê Kurmancî de, çend zaravkên herêmî têne xebitandin. Digel ku bingeha rêzimana kurdî (Kurmancî) yek e jî, lê di ewan zaravkên piçûk de, hindek bêje û hindek raweyên hevokan, derî rêzanên rêziman û denganiyê (Fonêtîkê) têne lêvkirin. Û li gora ewê lêvkirin jî, têne nivîsîn.

Ne durist e, ku her nivîskarekî kurd, bi zaravkê herêma xwe, yan jî êla xwe binivîse. Çigotina ku bi devikî tête iêvkirin û ne li ser rêpîvaneke rêzimanî be, pêdivî ye ku dûrî rêxistina zimanê xwendin û nivîsînê bimîne.

Ev pertûk pêngavek e, li ser riya pêkanîna zimanekî yekane, hêvîdar imku gavine firehtir û saztir li pey wê bêne avêjtin.
Min hindek girêbend û aloziyên zimanê kurdî (zara vê kurmanci), di evê pertûkê de berçav kirine; û li gora zanîna xwe jî, min ew alozî dane ber rêpîvan , rêzan û denganiya zimanê kurdî.
Min şêweyê durist û ne durist ji hev cuda kirine, û min nêrînên xwe di her şêweyekî de jî, diyar kirine.

Babetên pertûkê hemû, ne yeksan in. Hindek ji wan dikevin ber rêzanên rêzimanê, û hindek jî dikevin ber rêpîvanên denganiya (Fonêtîka) zimên.
Ji ber evê çendê jî, pertûka me, ne pertûkeke rêzimanî yî xwerû ye, yan jî pertûkeke denganî yî xwerû ye.

Helbet, min ne hemû girêbend û aloziyên zimanê kurdî (Kurmancî) di evê pertûkê de civandine. Tenê çend babetên ku bi têvelî têne xebitandin, min ew helbijartine, û di evê pertûkê de min ew rave kirine. Çunkî mebesta min ji
pertûkê, avêjtina gaveke rast, li ser rêka damezrandina zimanekî yekane ye... Hêvîdar im ku ev gav di cihê wve de hatibe avêjtin, da em bikarin gavine dîtir !ipey wê b ’avêjin...!

Amûdê - 6-3-1993
D. Ebdilfetah.

(1) - Nêvnas: (Mumeyez).
(2) - Rewanbêjî: (Belaxet).
(3) - Rêzan: Qeyd (qa - ide).



Navlêkirina tîpan


Her wekî em dizanin, tîpên (A.B.) ya zimanê kurdî, dû celeb in:
A - Tîpên (bideng), wekî (a, ê, î...).
B - Tîpên (bêdeng), wekî (b, c, d...).

Helbet, mebesta me ji gotinên (bideng, bêdeng) ne navlêkirin e; tenê ji bo ku em her dû celeban ji hev binasin.

Di navlêkirina her dû celebên tîpan de, aloziyeke gelekî girêbend peyda dibe. Ew alozî, ji ewan navên têvel ku li her dû celebên tîpan bûne, hatiye. Çunkî her rêzimanzanekî navek li celebekî tîpan kiriye.

1 - Celadet Bedirxan di rêzimana xwe de, navê celebê benda (A) yê kiriye (dengdêr). Û navê celebê benda (B) yê kiriye (dengdar).

.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues