PÊŞGOTINA WEŞANXANÊ
Di jiyana Kurda da, zargotin ciyeki girîng digre. Pîrê zargotinan jî, eşkereye ku, dengbêj û şairên Kurda nin. Di nav van dengbêj û şairan da yê bi nav û deng jî, bê guman Evdalê Zeynikê ye û ciyekî wî yê taybetî di nav lêkolinvan û mviskaran da heye.
Evdal di nav Kurda da wekî efsanekê ye. Li çar dorên Kurdîstanê da ew bi şiirên xwe va tê zanîn; bi sedan dengbêj şiîrên Evdal distirên. Tesîra wî ya li ser jiyana Kurda, ji navberê ewqas sal jî bihuriye, hê ji berdewam e. Bi taybet li gundan çi şevên Kurda tuneye ku, bê Evdal derbas bibe... Lê li ser jiyana Evdal hê ji gelek tiştên ji hev cuda tên gotin; herkesek Evdal bi gor xwe şirove dike. Her usa, şiirên Evdal ji ber ku dev bi dev geryaye; her yek ji vana li gor devoka hereman ji guheriye; hinek şiirên wi heta bi 12-13 waryantan ji hatye gotin. Meriv dikare gotina dirokzanê Rus B. Nikitîn, wek mmûne nişan bide: Nikitîn di kitêba xwe ya “Kiirtler”ê da behsa gelek waryantên şiirên Evdalê Zeymkê dike û dibêje: “12 şiirên Evdalê Zeymkê di nav xelkê da dihat strandin.” Lê ewê ku Nikitîn wek 12 şiîr behs dike, rastî ew ji waryantê 2 şiîrên Evdal în.
Lêkolin û xebata berhevkirina dokumentên vê kitêba, di sala 1966'a da destpê kirye û ji sala 1966'a heta niha Ahmet Aras bi dehan dengbêj, Nivîskar û şairên Kurda ra xeberdaye û kitêbên ku behsa Evdal lê hatiye kirin, lêkoliyaye. Nivîskar û lêkolinvan Ahmet Aras di vê xebata xwe ya keda si salan da, gelek tiştên ku li ser Evdal nayê zanin, dinivisine.
Diyar e ku, ev xebata giranbiha ya Ahmet Aras, bo edebiyata Kurdî xizmetekî mezin e. Meriv dikare bibêje ku, Ahmet Aras, bi neslên dawî re xeber daye û nehiştiye ku şairêkî Kurda yekî din jî wenda bibe.
Hêviya me ew e ku, ev klasîka Kurda di kitêbxaneyên me da ciyekî bi qedr bigre.
Weşanên Deng Çiriya Pêşin 1996
Beşa I
Ez çawa lê geryam
Di dema biçûktiya min da, di şevên zivistanan da gundî di odên malmezinên gund da kom dibûn; dengbêj, çirokbêj û billurvan guhdarî dikirin. Di wan civinan da, hemmû çirokbêj û dengbêjan qala Evdalê Zeymkê dikir. Min ji bi hewes ew guhdarî dikirin.
Kilamên Evdalê Zeynikê yên ku Zibêtê Emo distiran, billura Mihemedê Lûvijen û gotinên çirokbêjên dinêna hela hê di bira min da ne. Lê wana bi awayekî usa qala Evdal dikir, ji meriv wetrê Evdal hezar sal berê hatye dinyayê û çûye. Meriv digo qey, wî di zemanê hût û dêwan da, di zemanê “padişahên periyan” da jiyana xwe derbas kirye. Ango, ew tiştên ku di derheqê wî da dihatin gotin, ew bi xwe wekî efsaneyan bû.
..... |