La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Sedsala Qêrînekê: Karapetê Xaço


Auteur :
Éditeur : Do Date & Lieu : 2009, İstanbul
Préface : Pages : 144
Traduction : ISBN : 978-9944-108-77-5
Langue : KurdeFormat : 135x210 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. Kev. Kar. N° 2995Thème : Musique

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Sedsala Qêrînekê: Karapetê Xaço


Sedsala Qêrînekê: Karapetê Xaço

Salihê Kevirbirî

Do

"(...) Wexta Salihê Kevirbirî ku yek ji guzîdetirîn nifşa rewşenbîrên kurd ên ciwan e, ji min re got, wî Karapêtê Xaço ziyaret kiriye û dixwaze derbarê wî de kitêbekê binivîse, ez gelekî dilşa bûm. Piştî sedsalekî, rewşenbîrek ê encax bibe nevîçirkê dengbêjê mîrasa wî jê dewr digire û derbasî nifşa xwe dike. Salihê Kevirbirî berê jî antolojiyeke dengbêjan amade kiribû. Di vê xebata xwe de Salihê Kevirbirî nîşanî me dide ku ji hostayên gotinên qedexebûyî ev yek hîn bûye: Divê tu tişt winda nebe, ji bîran demekeve û neçe, her gav di tarîxê de bê qeydkirin, mîrasa ku heyî her gav bê parastin û derbasî nifşên nû be.
Xebata Kevirbirî hem panoramayeke balkêş a çaxên em têra xwe nizanin dide, hemjî mîraseke bêhempa ji me re dibexşîne.
Ka em hemû tiştî li aliyekî bihêlin û bikevin kûrahiyên vê dewlemendiya ku Salihê Kevirbirî nîşanî me dide, da ku em giyanê xwe hinekê dewlemend bikin..."


Salihê Kevirbirî, di sala 1973-yan de li Batmanê hatiye dinyayê. Xwendina xwe li navçe û bajarên wekî Batman, Farqîn, Misirc û Edeneyê kiriye.
Piştî 1992-yan, di rojnameyên Welat, Welatê Me û Azadiya Welat de karê rojnamegeriyê kiriye, berpirsiyarî girtiye û ji ber vê jî hatiye darizandin heta rojname hatine girtin.
Ji bilî vê, hevpeyvîn û lêkolînên wî di kovar, rojnameyên û malperên cihê de derketine.
Kevirbirî, Endamê Navenda PEN-a Kurd, Endamê PEN-a Navneteweyî û Endamê Enstîtuya kurdî ya Stenbolê ye.



BÎRA SEDSALÎ: KARAPETÊ XAÇO

Gotin azweriyek e. Li cihê ku gotin qedexe be hêza gotinê ebedî ye. Gotina qedexekirî ji hemû gotinên din cudatir e; vebêjek e, bîrêk e, halet-î ruhiyeyek e. Tarîxeke hevpar û qedereke hevpar e. Û helbet, gotina qedexekirî serhildaneke insanî ye.

Belê gotin azweriyek e, lê gotina qedexebûyî rewşa jiyaneke dilkovan û têrêş e. Gotina qedexebûyî derbarê halê giyanê mirovî de gotina bi hemû musîbetan barkirî ye; pest, zehmetî, biçûkxistin, as- tengkirin, xemgînî, bêçaretî, stembarî. Bes gotina qedexebûyî evqa's jî nîne, hêvî ye jî; hêviyeke ku dibêje gotin dikare bê pakkirin û mirov jî pak bike, bibe çavkaniya hêzekê, ya serhildanekê. Hêvî û xemgînî; çavkaniyên jiyana edebî ya afirîner in, ewên ku bi gotina qedexebûyî didomin.

Karapêtê Xaço ev hemû ne. Efsaneyeke 102 salî yê hêj sax e. Emrekî ku rewşenbîrek bikare ji her aliyan ve wekî mînak bigire, ji her aliyan ve guh bide ders û serpêhatiyên wî, emrekî ku sedsalek li pişt xwe hêştiye. Xizanî, neçarî, qetlîam, koç, zehmetiyên surgûniyê, kesera ku ji kesên hatine bîranîn mayî, hesteke têr û kûr a windakirinê ku ji hesreta bo warê bav û kalan pêk tê, koça ji surgûnekê bo yeke din, hovîtiya rejîmeke totalîter û gotin, gotina qedexebûyî yê ku bênavber bi qasî sedsalekê striyaye. Wa ye kurtexulaseya jiyana dirêj a Karapêtê Xaço.
Jiyaneke bihişmet ya di nav xizantiyên mezin de derbasbûyî!

Ermeniyekî ji mezintirîn dengbêjên Kurdî yên heta niha hatî û çûyî. Ev mêrê mezin ê sade, yê ku hemû dewlemendiyên wî, gotinên wî ne; heger bizaniya zimanek, kulturek, cografyayek çiqas deyndiyarî wî ne! Hostayekî gotinê, di quncekî cihanê yê bêkesmayî de, li gundekî seranser ji dinyê dûr, jiyaneke sade dibihurîne, bizaniya em hemû çiqas deyndarên wî ne! Bizaniya, belkî jî tekane Homerosê zindî ye!

Bemameya televîzyonê ya çend sal berê ku birêz Mehmet Aktaş bi wî re kiribû tê bîra min. Ez çawa li ber televîzyonê zîq mabûm, çawa hinavên min bi germahiyekê, bi tîrêjekê tejî bûbûn; min çawa xwestibû, biçim ba wî, bi wî re bim, guhdarî dengê wî bikim. Ew sadebûna wî, nefbiçûkî, esaletiya wî, şopên kûr ên kul û keserên bo emrekî serî hatî, kenê wî yê mexrûr, rûyê wî yê ciwan û şêwitî yê, mîna rûyê qehremenakî Urartuyî û dengê wî; dengê ku her gav, di hemû şert û mercan de disitira û bi hezaran stran bi rehetî di hişê xwe de digirtin û dixwendin. Û ew bîra wî ya qerase ya sedsalekê di wî seriyê biçûk de bi cih dikir.

“Dengbêjê baş, dengbêjê ku stranên mêraniyê distirê ye” dibêje Karapêtê Xaço. Yanî stranên behsa şer, ceng, koç, qehremanî, xayintî, herifîn û tûnebûnê dikin. Yanî dîrok, dîroka ku nehatiye nivîsîn, dîroka devkî. Dîroka ku bi vegotinê ji windabûnê xelas bûye, bi vegotinê bûye keleporek. Dengbêjê ku bi xwe jî bûye tarîx, helbet kavilê tarîxbûnê ji hemû kesan baştir dizane; gotin û stranên ku sey û serpêhatiyên însanî bi pîvanên dengbêjiyê vedibêje.

Wexta Salihê Kevirbirî ku yek ji guzîdetirîn nifşa rewşenbîrên kurd ên ciwan e, ji min re got, wî Karapêtê Xaço ziyaret kiriye û dixwaze derbarê wî de kitêbekê binivîse, ez gelekî dilşa bûm. Piştî sedsalekî, rewşenbîrek ê encax bibe nevîçirkê dengbêjê mîrasa wî jê dewr digire û derbasî nifşa xwe dike. Salihê Kevirbirî berê jî antolojiyeke dengbêjan amade kiribû. Di vê xebata xwe de Salihê Kevirbirî nîşanî me dide ku ji hostayên gotinên qedexebûyî ev yek hîn bûye: Divê tu tişt winda nebe, ji bîran demekeve û neçe, her gav di tarîxê de bê qeydkirin, mîrasa ku heyî her gav bê parastin û derbasî nifşên nû be.

Xebata Kevirbirî hem panoramayeke balkêş a çaxên em têra xwe nizanin dide, hemjî mîraseke bêhempa ji me re dibexşîne.

Ka em hemû tiştî li aliyekî bihêlin û bikevin kûrahiyên vê dewlemendiya ku Salihê Kevirbirî nîşanî me dide, da ku em giyanê xwe hinekê dewlemend bikin...

Mehmed Uzun



“Jibîrkirina qetlîamekê jî qetlîamek e”

Di serpêhatiya weşangeriya me de ku bi navê “Sî” dest pê kir û niha wekî “Elma” didome, em milên xwe dispêrin pencereya muzîkê ya “kesê hembêza xwe jê re wenekirî” û berê xwe didin dinyayê û dewam dikin. Bi vê kitêbê, em hez dikin ji jiyana dengekî ku em nizanin, lê ji kê bipirsin wan bihîstibe, hin beşan bidin. Ev deng dengê Karapêtê Xaço ye.

Dîtin bêdengiyeke rewan tîne zimên û parvebûna di navbeyna mesafeyan de zêdetir payîdar dike. Em wiha li dinyayê dinihêrin û dibînin. Yanî, tenê guhên me hene û guhên me hemû zimanên ku em dibihîsin dizanin û newa navbeynkariya vê dike.

Di sedsala me de, ku tê de têgehiştina tiştekî tenê tê ma’neya asîmîlekirina wê, bicihkirina hestekê, ramanekê ne pêkan e. Zanîn li hemberê asîmîlasyonê tenê wekî azweriyekê dimîne. Fermanên subjeyên rasyonel, di nav vîzyona serwextbûna giştî de dipirpitin û disekinin. Di wextên wisa de, aqil di nav bêçaretiyê de ye. Di sirgûnê de ye. Her tim xwe tîne bîrê; lê li paş rastiya sedsale heye û rastî, lêxwedanbûnê li gel xwe tîne. Liberrabûn, jêpirsîn jîji astengcn bi armanca “piştevaniyê” pêşvetir naçe. Lewma, Kurd çiqas ji bo derve girtî bin ewqas jî xwe li hundir kerr kirine. Ev bêdengiyeke mezin e.

Û sedsal...

Sedsal barekî eijeng li pişta me dike. Kapîtalîzm ji aliyekî ve, me ji hêjayiyên me dûr dixe û ji aliyekî din ve, bêhevîtiyê berdide nav tamarên me. Em gêj dibin. Nikarin hezkirinên xwe ji hezkiriyên xwe re û nefretên xwe ji nexweşên xwe re bêjin û bivê nevê em durûtiyê dikin. Dibe ku em pişta xwe bispêrin Nietzche, em bikarin xwe ji vê yekê rizgar bin. Bêhêvîtî ji me re dibêje, niqteya destpêka me, çawa be, dibe ku sedema hebûna me bi xwe be. Gava ku hestên zindî yên stranên şoreşê yên ji pêlên radyoyan tên, cihên xwe dihêlin bêhneke tund a leşekî, ji hemû kiryarên xwe mesûlbûna mirovan tewş dibe. ‘Tewş’ jî tenê bi durûtiyê tê izahkirin.

Wa ye deng, dengê Karapêtî... Dengê wî bavê ku wexta li îstgeha trênê a Ulukişlayê kurê xwe dibîne: “Kurê min ji me re radyoyekê bîne. Radyoyên vir Êrîvanê nakêşe.”

.....




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues