PÊŞGOTİN
Bêgoman, rêzimana kurdî di hin aloziyan de dibuhure, egerên wê hatina nasîn lê mixabin, rêziman, li hev du badayî, pir caran nexweyayî, vekolînên Fireh û kwîr dixwaze.
Bi bawerî, pêwîste, em li angora hin rêpîvanan, vekolînên xwe avabikin, lê ne hemû rêpîvan rêbazên rêzîmanî ronahî dike. Ji ber ku hin ji wan bi şaşî û çewtî daketine zimên, ji lewra, a herî pêwîst û hêja û girîng ew e: em xwe bigiliînin rêpîvanên serdest û sere ku radihêjin bingeha tevayîya zimên.
Ji layekî din ve, heval, wekî me dayeye xwyanikirin di pirtûka (rêziman û abeya kurdî) de, li çilonîya zimên nanehêrin, ew rêbaza rêzimanî difelişînin, ji ber ku di cihnan de pêktînîn, û di cihên din de pêknayînin.
Ji layekî dîtir ve, ev pirtûka ha bawerî û xebata çar pênc sala ye. û ez bi serbilindî lêkerê sêyamînî ( eyîn- heyîn- neyîn )ê pêşkêşdikim.
Qamişlo 2/11/1996 Heybet bavê Helebçe
Lekere Eyine
Tevî ku zimanê Kurdî dîrokî û kevnareye hin ji bêtarên wî, hîn bi pirciwanî ne hatine ravekirin. Mixabin, heyanî êsta, rêzimannas xweşik bi ser rastîya rêzanên wî venebûne. Yek ji van babetan eve: Lêkerê eyînê ye . Ê ku Mîr Celadet bi wateya Lêkerê ( bûnê ) dibe. Ev lêker ( pîşk wekî Reşîd Kurd) bi bernavên bala (malbata ez) î re bi vî awayî kêşan dibe: (ez- im ) (tu-î ) ( ew- e ) (em- in ) (hûn- in ) (ew- in ) Xwuyanî ye ku- li angora hemî rêzimannasan ti rengîne din ji kêşana vî lêkerî re tunene. |