La bibliothèque numérique kurde (BNK)
Retour au resultats
Imprimer cette page

Terkib û Zurûf


Auteur :
Éditeur : Sara Date & Lieu : , Stockholm
Préface : Pages : 162
Traduction : ISBN : 91 8766246 9
Langue : Arabe, KurdeFormat : 135x195 mm
Code FIKP : Liv. Kur. Kl. ka. Hel. Ter. N° 4092Thème : Linguistique

Présentation
Table des Matières Introduction Identité PDF
Terkib û Zurûf

Terkib û Zurûf

Mele Yûnisê Helqetînî

Sara

Zurûf û Terkîb, du pirtûk ji wan ên kurdî ne ku bejek ji rêzimana erebî şirove dikin. Ji ber ku herdu tîmî bi hev re bûn, li pey hev dihatin. Xwendin û jiberkirin, bi hev re dihntin nivîsîn û bi hev re jî çap bûne. Min jî ev li vir ji hev veneqetandin.
Zurûf bi xwe, li ser hokerên erebî radiweste û wan ji şagirtiyên nû yên rêzimana erebî re rave dike. Her weha bi kurtayî be jî, ew rewşa hevokên zimanê erebî, rewşa tevange û netewangeya bêjeyan û rewşa dawiya wan jî tîne ber çavên şagirtî û feqiyên rêzimana erebî. Lê belê Terkîb ku heye, ew bi tenê rûpelê pêşî yê 'Ewamila 'Ibd el-Qahîr el-Curcanî, bi awayekî gelek fireh analîz û şirove dike. Herveha pê re jî ew, li gor cih û rewjê, agahdariyên li ser rêzimana erebî gelek agahdariyên hêja yên din jî dide xwendevanan.
Li gor Marûf Xeznedarî, ku ji Mînorsky û ji Mihemmed Merdûxî Kurdîstanî wergirtiye, ew di sala 1200/1785 an de miriye û ev yek bi me dide zanîn ku wî van berhemên xwe di nîvê sedsala 18yan (1800) de nivîsiye.



PÊŞGOTÎN

Karê tîpguhertina Zurûf û Terkîba Kurdî ji mêj ve serê min tevî hev dikir, lê ji ber ku zimanê wan Kurdiyeke têkel û bi pirranî jî term û navlêkên Erebî bûn min qet li weşandina wan lez nedikir Mebesta xebata min li ser herdu pirtûkan, amadekirina wan ji bo rêzimaneke Erebî ya nûjen bû ku di pêş de piştî azadiya Kurdistanê, di dibistanan de bihatina xwendin. Lêbelê, hem aloziya xebata li ser vî karî ku demeke dirêj dixwest û hem jî navtêdanên hin hevalên ku haya wan ji van berheman hebûn û rûmetê didan wan, dîtina min dane guhertin. Li gor wan baştir bû ku ev kitêb zû bigihana destê xwendevanan û mîna klasîkên din bubûna malê edebyata kurdî.

Di van kitêban de gelek navlêkên (termên) Erebî yên rêzimanî hebûn ku bi kêmanî be jî diviya bû ew bêne manekirin. Ji xwe qet pêwîst nake ku ez li vir qala zoriya dîtina wan terman bikim. Min ji bo Kurdiya van navlêkan gelek alîkarî ji rêzimana Kamuran Bedirxan, ji rêzimana dawiya ferhenga Kurdî-Turkî ya D. îzolî, hinek jî ji rêzimana Murad Cuwan a "Turkçe açiklamah Kurtçe Dilbilgisi" û bi pirranî jî ji rojnameya taybetîya Enstituya Kurdî ya Parîsê, "Kurmanci", sitand. Lê mixabin di van gişan de jî bersiva hemû terman nedihate dîtin û pêwîst bû ku hinek jî bihatina peydakirin. Ji ber vê yekê jî min hinek ji wan jî ji nav wanên ku hê ji dema xwendina van pirtûkan ve di bîra min de mabûn, bijart. Ez ji bo kêmasî û şaşiyên ku aloziya peydakirina van terman ew hê pirrtir kirine, ji hemû xwendevanan hêviya lêborînê dikim.

Zurûf û Tertîb du pirtûk ji wanên Kurdî ne ku beşek ji rêzimana Erebî şirove dikin. Ji ber ku herdu tîmî bi hev re bûn, li pey hev dihatin xwendin û jiberkirin, bi hev re dihatin nivîsîn û bi hev re jî çap bûne, li vir jî min ew ji hev veneqetandine. Heçî Zurûf li ser hokerên Erebî radiweste û wan bi şagirtiyên nû yên rêzimana Erebî dide zanîn. Herweha bi kurtî be jî ew rewşa hevokên zimanê Erebî, rewşa tewange û netewangeya bêjeya û rewşa dawiya wan jî ji şagirtî û feqiyên rêzimana Erebî re rave dike.

Bes Tetrkîb bi tenê rûpelê pêş yê "'Ewamil"a ‘Ebd el-Qahîr el-Curcanî (kitêbeke kurt a rêzimana Erebî ye), bi awayekî gellek fireh analîz û şirove dike û pê re jî li ser rêzimana Erebî, li gor cih û rewşê, gelek agahdariyên din yên berfireh û hêja dide xwendevanan.

Xeyn ji yên ku min berê jî dîtibûn, du çap û du destnivîsên van kitêban di destên min de hene. Min di karê tîpguhertina Zurûfê de teva da ber hev û cudahiyên wan di beşa ravekirinê de anî pêş çavên xwendevanan. Herçî herduyên çapkirî ne ew mîna hev in û ji wê bûnê jî min wan pêkve bi navê "Çapkirî" nîşandaye. lêbelê yên destxet min ew bi tîpa serê navê destnivîskarê wan binav kiriye, yanî "Destnivîsa H." û "Destnivîsa C.", bes "Destnivîsa H."wek bingeh hatiye girtin. Her weha ji bo terkîbê jî yeke destnivse û du hebê çapkirî li cem min hene. Min wan jî da ber hev û bi navê yên çapkirî û ya destxet yan jî destnivse daye. Di hinek cihan de cudahiya navbera wan tenê bi guherandina cihê lêkerê yan jî awayê (şeklê) wê çêbûye; Hinek caran jî ew cihêtî tenê bi "we" û "û" yê ye, ew cudahiyên wusa hûrik min nedane ber çav. Min bi tevayî ji bo tîpa (c ) û (...) ya Erebî ev niçikê (nîşana) han "’" û ji bo (...) ya Erebî jî evê han ''’" bikaraniye. Min li vir di guhertina tîpan de ji standardên Ewrûpiyan bêhtir ên Kurdan dane ber çavên xwe û li gorî wê nivîsandiye. Ji xwe divê ez li xwe deynim ku ta niha ez rastî standardeke weha sererast jî nehatime.

Bi guhertina tîpên van berheman re, çewa li pêş jî bihûrî, min xwest ku tevî ferhengkirina navlêkan ez hebekî cih bidim wan qaîdeyên rêzimana Erebî ku nivîsekar xwestiye bide zanîn û wan hê berfirehtir bidim nasîn. Bes ji ber tirsa dirêjiyê min di gelek cihan de dev ji dayîna mînakan berda. Lêbelê piştî vê raveya dirêj dema ez car din lê zivirîm û min xwe xiste dewsa yekî ku haya wîji rêzimana Erebî ya serdema navîn tinebe, min dît ku têgihştina wê ne hêsayî ye û hingê ez covan (poşman) bûm ku li ser şiroveya wê ewqas rawestiyame û min gellekî wê jê derxist. Li gor xwestina wateyê di hinek cihan de jî min peyvikne piçûk li metnê kitêban zêde kirine û xistine nav kevanekê.

Min ew şirove wek not li bin metnê kitêban rêzkirine û bi xeteke nîvco ji wan veqetandine. Lewra diviya ku herdu tekst li cem hev bin ta ku meriv karibe wan rûbarî hev bike, nexwe têgihiştina wan hê bêhtir zor dibe. Hemotek bi reqemeke ku ji metnên kitêban diçe, hatiye nîşandan lê carna jî dibe ku çend heb bi hev ve girêdayî bin û hingê jîreqemeke tenê bo wan navlêkên Erebî daniye û di nav kevanekê de jî hem Erebiya wan û hem jî înglîziya wan nivîsandiye.

Min gotinên "'Ewamila Curcanî" yên ku "Terkîb" wan şirove dike qalind nivîsandine, bes yên ku di metnê de tinin lê şirovekarî ew li gor wateyê jê hesabkirine dîsa qalind lê di nav dunikê de nivîsandine. Her weha bêje û hevokên Terkîbê ku di têbiniyan de tên jî qalind hatine nivîsandin.
Pir mixabin ku di van çapan tev de jî tu agahdarî li ser nivîser û li ser dema nivîsandina van berheman tine. Di vî warî de agahdariyên me bi tenê ew çend lêkolîn in ku li ser wîjeya kurdî çêbûne. Yek ji wan, lêkolîna Malmisanij ya li ser edebiyata Kurdî ye ku di kovara "Tarih ve Toplum" (Dîrok û Civak) de, di sala 1989'an de hatiye weşandin. Li gor wê lêkolînê ku ji D. Fuad hatiye wergirtin nivîsevanê kitêbên Terkîb, Zurûf û Tesrîfa Kurmancî M. Yûnisê Helqetînî ye. (1) Herweha di "The Encyclopeadia of Islam" beşa Kurdî de jî Mînorskî li ser devê A. Jaba vê yekê tîne zimên. Ew di çapa pêşîya 1927'an de (mixabin ku ev agahdarî ji çapa dawî ya Ansiklopediya Islamî hatiye derxistin) dibêje ku "Elî Teremaxî rêzimaneke Erebî bi zimanê Kurdî nivîsandiye û Mele Yûnisê Helqetînî jî sê berhemên rêzimanî bi navê Tesrîf, Zurûf û Teikîb [li ser rêzimana Erebî bi Kurdî] li pey xwe hiştine. (2) Xeyn ji van jî M. Xeznedar di lêkolîna xwe ya li ser rêzimana Elî Teremaxî de diyar dike ku ji aliyê Mele Mehmûd Bayezîdî ve li ser wê pêşgotinek hatiye nivîsandin. Di wê pêşgotinê de Bayezîdî navê kitêbên rêzê ku hingê feqiyan dixwendin, li pey hev rêz kirine û di nav wan de Terkîb, Zurûf û Tesrîfê jî li ser navê Mele Yûnisê Helqetînî jimartine. (3)

Di dawiya berhema xwe ya Zurûfê de nivîser bi kurtayî hinek qala lêkemasiyê dike û piştre xwendevanan bi ser Tesrîfê ve dişîne. Wek ku min li wir jî got ger ku mebest pê ew kitêba Tesrîfê be şandina bi ser ve dide xuyakinn ku nivîserê herduyan yek e, lê bi rastî qet nayê bîra min ku di nav feqiyan de Tesrîf û Zurûf bi navê Mele Yûnis re hatibin gotin. Bes gelek caran "Terkîba mele Yûnis" dihate gotin, lê gere meriv têxe hesatê ku zimanê hersê berheman pir nêzî hev e heta meriv kare bibêje: "yeke"jî.

Herçendî rasterast nebe jî dîsa di mijara parenga çalak de şandiniyeke ku ji Zurûfê bi aliyê Terkîbê ve diçe, vê dîtina yekbûna nivîsevanê wan xurttir dike. Çiku ew di Zurûfê de dibêje: "îsmufa'il (parenga çalak) digel fa'ilê (kirde) xwe tenê di sê cihan de hevok e...". Dîsa di Tertîbê de di rûpelê 71-72'an de nivîser vê yekê car din bi hevokê "Ev e yek ji wan hersê cihê ku . .." ta dawî, tîne ziman û hersê cihan li wir jî li pey hev rêzdike.

Heçî Ebdur-Reqîb Yûsuf bi xwe di vî warî de hinek tevîhevî çêdike, çiku ew di "Şairên Klasîk ên Kurd" di rûpelê 23'an di bahsa Mele Xelîlê Sêrtî de weha dibêje:" Her wusa kêtêbeke wî ya Kurmancî ya din jî heye ku navê wê Zurûf e" û wê dike malê Seydayê Mele Xelîl. Bes di cihekî din di rûpelê 24'an de jî ew weha dinivîsîne: "Dibêjin Mela Husên kurê Mela Mistefayê kurê Mela Xelîlê Sêrtî kitêba Zurûf nivîsiye"; lê ne diyar e ka kî vê yekê dibêje Li gor wî (Ebdur-Reqîb) 'Tesrîfa Kurmancî" jîyan ya Elî Teremaxî, yan jî ya Mele 'Huseyn Teremaxî ye; çiku ew di rûpelê 21'ê de weha dibêje: "Min di kitêba xwe ya destnivîs ya bi navê el-E'lam Min Meşahir fi Kurd we Kurdistan a ku çend sal berî niha hatiye nivîsandin û niha jî 2000 hezar tê tercumekirin de, gotiye: Mele Huseynê Teremaxî tesrîfa kurmancî daniye. Ew li Muksê seyda bûye û gorra wî li Muksê di nav gorristana Mîr Behdîn de ye. Eva han min ji hinekan bi vî awayî welgirtibû, lê ne dûr e navê danêrê vê kitêbê Mele Elî Teremaxî be, ne Mele Huseyn be û ew malûmatên han ewan xelet ji min re gotibin".

Li ser 'Terkîb"ê jî ew di rûpelê 21'ê de wusa dibêje "Hewceyî gotinê ye ku kitêbek din jî wek Tesrîfa Kurmancî bi navê Terkîba Mela Yûnis heye". Ew pê ve diçe, Terkîbê dide nasîn û dawiyê weha didomîne: "Mele Yûnis bi navê Mele Yûnisê Erqetînî bi nav û deng e. Lê ez nizanim gundê Erqetînê li ku derê ye û jiyana Mele Yûnis jî qet ne ronî ye. Lê wisa tê xuyakirin ku Terkîba Mele Yûnis jî wekî Tesrîfa Kurmancî kitêbeke kevn e. Ne dûr e ku ev zanayê Kurd, Mele Yûnis berî Mele Xelîlê Sêrtî be. Yanî berî çerxa 19'an. Mihemed Merdûxî) di rûpela 196'an a cildê yekê ya tarîxa xwe de dibêje; Mele Yûnis xwedanê terkîb, tesrîf, û zirûfê ye, di çerxa 12'ê hicrî de li gundê Helkatînê ji diya xwe bûye". (4)

Ji bilî van gişan Qenadê Kurdo jî vê yekê ji A. Jaba weha werdigre: ".... îbaretê Tesrîfê û Zurûf û Terkîba Mele Yûnisê Helqetînî dixwînin, ku ewê hersêna bi zimanê Kurmancî ne..(5)
Încar Mele Yûnis kî ye, kengê, çewa û çi demê jiyaye? Niha di vî warî de tu agahdariyên bi rêk û pêk di destên me de nînin. Herweha tu haya me jê nîne ka gelo hinek berhemên wî yên din jî hene yan na û ka ev berhemên xwe kengê nivîsandine? Bes li gor Marûf Xeznedar ku ji Mînorskî û ji Mihemmed Merdûxî Kurdîstanî girtiye, ew di sala 1200 / 1785an de miriye û ev yek bi me dide zanîn ku wî ev berhem (ku giş yê wî bin) di nîvê sedsala 18'an (1800) de nivîsandine (6).

Emîn Narozî



Zurûfa Kurdî ya Mele Yûnisê Helqetînî

Tu bizan! Hingî eşya' (i) di dinyaê da hene zerf in (2) yan xeyrê zerf in. (3) Zerf jî munqesimê(4) li du qisman e: (5)
Zerfê 'heqîqî(6)
Yan zerfê mecazî(7)
Zerfê heqîqî 'hulula 'halekî ye di me'hellê xwe de(8) wekî niha zeman (9) we mekan (10) dibêjî.
Zerfuzeman (11) 'îbaretê (12) ji yewm (13) û leylan e (10, hem ji maê (15) weku yewm û leyl jê têne terkîb kirin(16) wekî niha: sa'et we le'hze(17) we

1. eşya': piraniya şey' e yanî tişt
2. zerf: hoker, hevalkar, adverb
3. xeyr: ji bilî, xeyn, ne, bê
3. xeyrê zerf: ne hoker, ne adverb
4. munqesim: dabeşkirî, (beşkirî) parvekirî (parêvekirî)
5. qism: beş, par, pişk, tar

6. zerfê 'heqîqî: hokera rasteqînî, hokera eseyî
7. zerfê mecazî: hokera mînandî (mînahî), yanî ne hoker e lê mîna hokerê ye. Di destxeta H. û ya C. de weha ye: "zerfê heqiqî ye yan zerfê mecazî ye" yanî lêkera "ye" tê de heye
8. 'hulûl: ketin, bûyîn, çêbûn
8. 'hal: rewş, li vir tişt
8. mehell: cih, dews, şûn (şûnd)
8. 'Hulûla 'halekî ye di me'hellê xwe de: yanî ketin û bûyîna tiştekî ye di cihê xwe de.
9. zeman: dem, kat, gav, heyam
10. mekan: cih, dews, şûn. Ev dem (zeman) û cih (mekan) mînak in ji bo hokera rasteqînî.

11. zerfuzeman: hokera demkî
12. 'îbaret: pêkhatî, çêkirî
13. yewm: roj
14. leyl:şev
15. maê: tiştê
16. terkîb: hevdudanî, hevoksazî li vir çêkirin, sazkirin
16. terkîb kirin: çêkirin, sazkirin
17. le'hze: kêlîk




Fondation-Institut kurde de Paris © 2024
BIBLIOTHEQUE
Informations pratiques
Informations légales
PROJET
Historique
Partenaires
LISTE
Thèmes
Auteurs
Éditeurs
Langues
Revues